Ewladên Mezopotamya ya zêrîn ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet bê navber di rêka azadiyê de têdikoşin. Berdêla vê rêka pîroz giran e. Lewma lehengên vê axê, di oxira vê rêkê de fedekartiyeke mezin dan ber çavên xwe. Keç û xortên Kurd tevî di zanebûna vê yekê de ne dîsa jî bê dudilî dest avêtin çekê û derketin serê çiyayên azad. Ji ber ku hêviyên herî azad di dil û mejiyê wan de lêdida. Lehengên vê serdemê xwedî vê îdayê ne ku wê ji bo gelê xwe siberojên azad biafirînin. Yek ji van lehengan ku ji bo azadiya gelê xwe, berê xwe dide çiyayên azad Berçem Roj e.

Di berbangê de bi hilatina rojê re Ayşe Ayhan çavê xwe li dinê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bi çanda Kurdewarî teşe digre. Her ku mezin dibe dikeve ferqa dagirkeriya ser welatê xwe. Bi ketina zanebûna dagikeriyê re bi gelek nakokiyan re rû bi rû dimîne û dibe xwedî lêgerîn. Di encama van lêgerînên xwe de tenê tevgera PKK’ê weke rêka azadiyê dibîne. Ji bo wê jî di sala 2009’an de berê xwe dide nava refên gerîla.

Ayşe Ayhan bi navê xwe yî nû Berçem Roj, çavê xwe li jiyaneke nû, li jiyaneke bi rûmet, li jiyana Apoyî vedike. Ev jiyana ku berê xwe dayiyê, wê jê re bibe bingeha têkoşîneke rast ya li hember dagirkeriyê. Lewma ew pratîka xwe ya yekemîn li Xakûrkê dimeşîne. Rêber APO di nava nirxandinekî xwe de dibêje: “Eger hûn gavê xwe yên yekemîn di nava tevgera azadiyê de ser bingehekî saxlem biavêjin, heta dawiyê çi zor û zehmetî derkeve pêşiya we jî hûnê bi serkeftî van astengiyan derbas bikin.” Berçem ev perspektîfê Rêber APO ji xwe re esas digre, ew jî gavên xwe yî destpêkê li ser bingeheke saxlem davêje, lewma ti zehmetî li pêşiya tekoşîna xwe nake astengî û bi gavên serkeftî dest bi meşa xwe ya li Xakûrkê dike. Ew di nava salekê de pratîkeke têr û tije dide meşandin û ji Xakûrkê berê xwe dide Zap’ê.

Bi heyecan û kelecaneke mezin ve ber bi Zagrosan, Eyaleta Zap’ê ve dikeve rê. Evîndara azadiyê li eyaleta Zap’ê, di nava asîbûna çiyayên Zap’ê de, di nava zor û zehmetiyên pratîkên Zap’ê de kesayeta xwe mîna asîbûna van çiyayan ava dike. Kesayeteke wiha asî di xwe de ava kiriye ku ti bahoz û bager nikarin têleke ji porê wê jî bihejînin. Ew her dem bi xizekê ve di nava pêşketinên bê navber de ye. Taybetmendiyên mîna dilnizmî, ji xwe bawer, fedekar û şerkerî di kesayeta xwe de ava dike. Ev xisûsên ku di şexsê xwe de daye ava kirin yekbûyinekê di navbera wê û rêhevalên wê de dide ava kirin. Ji ber ew dibîne ku ev têkiliyên hevaltiyê yên di nava PKK’ê de xwedî girêdanbûneke xurt û yê ku wan dibe zafere jî ev têkiliyên hevaltiyê ne. Bi hevalê xwe re bûyina heval, bi Roj ê re bûyina heval pîvanekî milîtanên Apoyî ye. Gerîlaya azadiyê, dildara welatê rojê li xakên Zagrosan yê asî derbasî eniya Cîlo dibe.

Cîlo bihûşteke li ser rûyê erdê ye. Bi xweşikbûn, asîbûn û dewlemendiya erdnîgariya xwe ve di dilê her gerîlayekî de xwedî nirxekî giranbûha ye. Her zinarekî wê ji lehengên dilwêrek re malovanî kiriye, hembêza xwe ji gelek keç û xortên leheng re vekiriye. Şikêrên asî yê Cîlo bi bedewiya xwe ve dilê gerîlayên azadiyê germ dike. Hêza serxistina hemû zor û zehmetiyan di gerîla de ava dike. Jina pêşeng Berçem her bi xwesteka tolgirtina êşên salan yê gelê xwe jiyan dike û bi îddaya serkeftinê tevlî gelek çalakiyan dibe. Di van çalakiyan de rol û misyoneke giring dilîze û serkeftinên mezin bi dest dixe. Cîlo qehremaneke dilwêrek û pêşeng dike mêvana lûtkeyên xwe. Berçem li qada Cîlo şerê azadiyê bilind dike û lehenga dikwêrek weke şerkereke fedaî di şer de cihê xwe digre. Her ku dem derbas dibe di nava şer de pêketinên mezin di kesayeta xwe de ava dike û ezmûnên hîn mezintir bi dest dixe. Bi pratîka xwe ya serkeftî û sekna xwe ya jiyanê ve dibe fermandareke pêşeng ya YJA Star’ê. Fermandara ciwan piştî vê pratîka xwe ya serkeftî, ji bo bûyina milîtaneke xurt di xeta jina azad de û ramanên Rêber APO ji nêz ve nasbike berê xwe dide akademiya jina azad ya Şehîd Bêrîtan. Ji bo wê di akademiya Şehîd Bêrîtan de li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan perwerde dîtin rûmeteke mezin bû. Di nava perwerdê de her dem fikrên Rêber APO yê ku nirx dide jinê pir bala wê dikşîne. Ew di nava vê perwerdê de dixwaze taybetmendiyên jinê yê ku Rêber APO radixe ber gerîlayên jin ew jî para xwe jê bigre. Ji bo wê jî ew di nava perwerdê de hêza guhertin û veguhertinê ji xwe re dike bingeha tevlîbûna perwedê. Bi dawîkirina perwerda xwe ve û qezenckirina van taybetmendiyên jina azad ve berê xwe weke fermandar dide qadên pratîkê. Fermandar Berçem li qada Garê, bi îrade, cesaret û zanebûneke hîn bilindtir tekoşîna xwe didomîne. Bi sekna xwe ya berxwedêr li her qadeke tekoşînê ji xwe re xeta Apoyî esas digre û ser vê hîmê dimeşe.

Fermandar Berçem bi biryardarî û baweriyeke mezin ve dixwaze bigihîje hesreta di dilê xwe de. Di xeyalên bedew yê fermandar Berçem de çûndina Bakûrê Kurdistanê heye. Ji bo bigihêje vê hedefa xwe, ked dide û her roj îddaya xwe ya serxistina şerê azadiyê mezintir dike. Di dilê wê de kelecan û germahiya xakên bedew bilind dibe û dilê dildara welatê rojê bi eşqa azadiyê lêdide. Êdî dem hatibû ku ew bibe rêwiya rêyên dûr û bighêje hesreta dilê xwe. Gerîla Berçem bi vê heyecanê ve dibe rêwiya Bakûrê Kurdistanê.

Li ser axa Bakûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran şerkirin û agirê azadiyê bilind kirin ji bo her gerîlayekî rûmeteke. Li ser her çiyayekî Bakurê Kurdistanê yê bi heybet meşandina tekoşîna azadiyê di xeyalê her gerîlayekî de cihê xwe digre. Êdî Berçema dilderyayî ji bo çûndina Bakûrê Kurdistan di sala 2016’an de dikeve rê. Ji ber ku xwedî xeyalên mezine, hemû zor û zehmetiyan derbas dike û di xaçerêyên dirêj de baweriya xwe ya jiyana azad her dem nû dike. Bi ketina xaka Bakûrê Kurdistanê berê xwe dide qada Botanê, herema Wanê.

Fermandar Berçem bi îddaya zaferê, weke gerîlayeke têgihiştî û pispor tekoşîna xwe di asteke hîn bilintir de dide meşandin. Li herema Wanê bi sekna xwe ya ji xwe bawer weke fermandareke pêşeng dibe bersiveke mezin ji dijminê mirovahiyê re. Ji bo azadiya gelê xwe û derxistina dagirkeran ji ser axa qedîm beşdarî gelek çalakiyan dibe. Berçem weke fermandareke YJA Star’ê ya şerker, ji xwe bawer û asê di eyaleta Wanê de tê nasîn. Ew fermandareke fedekar, kedkar û cesûr e. Ew fermandareke ku ti caran ji pîvanên şoreşgertî tawîz nade. Ew fermandareke ku bi heybeta xwe çiyayan dihejîne.

Dewleta Tirk ya dagirker di Hezîrana sala 2017’an de ji bo dagirkirin û xelaskirina gerîla ji axa Bakûrê Kurdistanê operasyonekê li herema Wanê didin destpêkirin. Gerîlayên Azadiyê fedaiyên gelê xwe ji bo pûçkirina vê operasyonê bi xizekê ve dikevin nava tevgerê de û bersiva van dagirkeran tûj didin. Rojeke wiha ye ku çiyayan bi hemû heybeta xwe ve bejna xwe li hember fedaiyên şerker ditewand. Gerîla ji bo parastina rûmeta gelê Kurd bi qehremantiyeke bêhempa ve şer dikin û agirê ji namlûyên çekên wan derdikeve li asîmanên Kurdistanê vediguherî agirê azadiyê. Dengê şerê her sê fedaiyên axa pîroz li tevahî Kurdistanê deng vedida. Di vî şerê dijwar de, di berdêla ku dagirker van çiyayên azad dagir nekin fermandar Berçem tevî du rêhevalên xwe, xwe feda dikin û digihêjin bêmiriniyê. Fermandara welatê rojê Berçem Roj bi cesaret, vîn, çalakvanî, şerkerî û sekna xwe ve mîras û şopên hêja li pey xwe hişt ku wê dîkor ti carî vê fedaiyîtiya wê jibîr neke.

Rêhevala Wê ya Têkoşînê