Ger ku ji min pirs bikin, te ev bedewî û serbilindiya xwe ji kuderê aniye? Ezê bibêjim ji ber ku bi hezaran jinên qehreman di hembêza min de canên xwe dane. Ez Kurdistana ku her bihustek axa wê şahidî ji çîrokeke lehengî û serfiraziyê re kiriye. Ez ew erdnîgariya ku her gerîlayekî li ser çem û kaniyên wê tîna xwe çikandiye. Ez ew axa ku ewladên wê her darek bi xwîna xwe av daye. Ez Kurdistana ku her dem serbilindim jinên azad. Çelengên ku bi tekoşîna xwe her rojeke min kirin destan.

Di 13’ê Sibata 1925’an de dengê çekan, mizgîniya yek ji serhildanên Kurdan dida. Ew agahiya ku bi salan bû gel li bendê bûn, weke stranekê bi dengê çekan dihate guhên wan. Ew qasî bilind bû ku ne tenê Amed dibihîst, ew deng heya Erzirumê çûbû. Gelên wir jî êdî xwe ji bo cengê amade kiribûn. Eşîreta welatparêz ya Beraziyan jî bi serhildêriya xwe bi nav û deng bibûn. Lê bextreşiya wan ew bû ku dagirkeran serhildana wan fetisand. Lê ma dê gelê Kurd heyfa xwe li erde bihiştana? Gelo wê tola Şêx Seîdan ranekiribana? Bi dehan pirsên bê bersiv hebûn, ta ku ronahiya Rêber Apo bû bersiva hemû pirsan. Gelên Erzirûmê jî bi derketina PKK’ê re, hêviyên xwe ji nû ve av dan. Wan ji bo şoreşa welatê xwe dixwestin ked bidin. Lewma dizanîbûn di vê oxirê de çiqas bedel bidin jî hêja ye.

Di sala 1996’an de, ji malbateke eşîra Berazî dengê tilîliyan bilind dibe. Ew bi xêrhatina keçeke ku soza tolhildanê li ser eniya wê hatiye nivîsandin dikin. Navê wê datînin Aycan Kolu. Aycan weke xunav û şevnemeke ku wan dilên zuhabûyî şil bike, çavên xwe li dinyayê vedike. Ew li navçeya Qereyazî ya girêdayî Erzirumê ji dayîk dibe û mezin dibe. Aycan di nava malbata welatperwer de waneyên jiyanê fêr dibe. Li ser rêzikên Kurdewariyê teşe digire. Ew hîn di temenekî pir biçûk de rû bi rûyê êrîşên dagirkeriyê tê. Malbata wê ji ber ku di serhildana Şêx Seîd de cihê xwe digire, di qetlîamê re derbas dibe. Ev serhildana Şêx Seîd û qetlîama malbatê pir zêde li ser Aycan bandor dike. Ji ber piştî ewqas sal jî pergala faşîst dev ji wan bernedida. Her dem dihatin li pêşiya çavên wê bavê wê bi awayekî hovane digirtin û dibirin. Cardin îşkenceyên ku li ser giştî malbatê çêdibûn, dihîşt ku Aycan zû mezin bibe. Ji xwe di Kurdistanê de peyvên zarokatî ji mêj ve hatiye ji bîr kirin. Lewra Aycan jî di wî temenê biçûk de, fêrî gelek rastiyan dibe. Ew êdî dixwaze tola malbata xwe û tevahî Kurdan rabike.

Ji milekî de ev êrîşên dagirkeriyê, ji milekî din ve jî naskirina wê ya partiyê di hundirê wê de lêpirsînan avadike. Malbata wê tevî hemû êrîşan ti carî dest ji welatparêziya xwe bernedidan. Lewma bi naskirina PKK’ê ve bi awayekî aktîf tevlî xebatên şoreşê dibin. Ji ber vê dewlet her dem wana hedef digire. Lê ev dihişt ku girêdana Aycan bi partiyê ve xurtir bibe. Piştî ku tevlîbûn jî di malbata wê de çêdibin û kurê meta wê şehîd dibe hîn zêdetir bandor dibe. Lewra her ku hevalan dibîne, coş û xuroşa wê digihêje lutkeyê. Êdî dizane ku dema tolhildanê hatiye.

Aycan berê xwe dide xebatên şoreşê û weke xebatkareke ciwanan kar dike. Bi awayekî aktîf cihê xwe digire û rol dilîze. Ew pir ji gel hez dike û dixwaze pêşengtiyeke rast bike. Lewra asta xebatên xwe têrker nabîne. Hem jî êdî dikeve ferqa hebûna xwe û zêdetir Rêbertî nas dike. Bi vî rengî Aycan biryara xwe ya tevlîvbûnê dide.

Kilîtbûna Bi Armancê Riya Serkeftinê Vedike

Ji ber ku Aycan pir zêde ji fikrên Rêber Apo bandor dibe, di sala 2014’an de bi navê Amara Serhed tevlî partiyê dibe. Heman demê ji ber ku li Amarayê Serokekî gerdûnî derketibû, Aycan navê Amara hildibjêre. Ew dixwaze weke Amara bibe xwedî dilekî mezin ku tevahî gel û netewan bihewîne. Weke Amara dixwaze berhemên ku mohra xwe li dîrokê bixîne biafirîne. Belê ew bi rakirina vî navî ve serbilind dibe. Amara bi tevlîbûna xwe re berê xwe dide çiyayên biheybet yên Zagrosan û derbasî qada Zapê dibe. Her ku ava Zapê dibîne, dilê wê fireh dibe û pê re diherike.

Amara perwerdeya xwe ya bingehîn li alana Zapê dibîne. Ew tevahî rêgezên jiyana Apoyî dadiwerivîne hinavên xwe û kite bi kite pêk tîne. Her tiştê jiyana nû wê ber bi xwe ve dikşîne. Amara jî weke tevahî şoreşgerên Kurdistanê, bi çavlêketina yekemîn ji jiyanê re, bi nêzîkatiyên rêhevaltiyê ve bandor dibe. Dîsa kombûna hevalên ji netewên cuda, bihevrebûna wan û li ser yek fikrî hatina gel hev bala wê dikşîne. Bi vî yekê re hezkirina wê ji şoreşgertiyê re bi hêz dibe. Komînalbûna ku di jiyanê de dibîne, ji bo wê dibe jêdera tevlîbûneke xurt. Lewra her ku bi hevalên xwe re xebat dike hesteke weke ku perên wê çêdibin û difire jiyan dike. Amara dibêje,’’Herî zêde pêşengtiya jin li ser min bandor kir’’. Lewra Amara rastiya xwe û cewherê xwe di nava vê pêşengtiyê de dibîne û bi van gotinan ve fikrên xwe bi lêv dike,’’ Heya niha min vala jiyan kir. Lê piştî naskirina partî û dîroka jin, min wateya jiyanê zanî, ezê jî êdî dîroka xwe û tevahî jinan biparêzim’’. Bi vê zanebûnê ve roj bi roj xwe mezin dike. Lê Amara dizane ku ji bo bibe tolhildêreke bi hêz û dijmin tune bike, pêwîste bibe leşkereke bihêz. Lewma berê xwe dide akademiya Şehîd Mahîr û perwerdeya sabotajê dibîne. Dixwaze bi çalakiyên ku li darbixe ve, dagirkeriyê hilweşîne. Bi vê lêhûrbûnê ve perwerdeya xwe dibîne û bi awayekî pispor diqedîne.

Her ku Amara jiyana partiyê ku her kêliyên wê perwerdeye dibîne, gelê Kurd tê bîra wê. Lewra dibêje, “Pêwîste her Kurdek vê perwerdeyê bibîne da ku bigihêje rastiya xwe û bibe xwedî armanc’’. Lê dizane ku pêwîste destpêkê pêşeng derkevin. Bi vî rengî xwe amade dike da ku bibêje, ez ji vê pêşengiyê re hazirim. Ev yek bi awayekî ber bi çav li ser tevlîbûna wê bandor dike. Her wiha rojane girankirina tecrîda li ser Rêber Apo wê ber bi tolhildanê ve dehf dide. Amara dibêje, “Ev asta tecrîdê ez hestiyar kirim, lê li kêleka wê sekna Rêber Apo jî hêz da min’’. Bi wê hêzê ve kesayeteke ji pola û biwêr avadike. Ji bo hesab pirsînê dixwaze berê tifinga xwe bide sînga dijmin. Lewra pêşniyara çûyîna Bakûrê Kurdistanê dike.

Heya Ku Dozdar Hebin Doz Wenda Nabe

Bi vî rengî di sala 2015’an de berê xwe dide warê Sakîneyan, warê jinên asî, Dêrsîmê. Bi vê ve kêfxweşiyeke bêhempa jiyan dike. Bi hezkirin berê xwe dide warê pêşenga xwe. Dersîma ku bi sedan fermandar û qehreman di dilên xwe de hewandibû. Dersîma ku şagirtên Rêber Apo ew bi xwîna xwe ve xemilandibûn. Dersîma ku bibû evîndara gelek dildaran, pêşwaziya pêşengên nûhatî dike. Tevî ku eraziya Dersîmê asê ye, lê Amara dil û mejiyê xwe bi îradeyeke ku Dersîm heyran bihêle ve dorpêç dike û dimeşe. Bi vê sekna xwe ya bi îrade, ji tevahî hevalên xwe re dibe çavkaniya moralê. Ew di pratika de, bi watedayîn û moralê xwe ve hêz dide derdora xwe. Amara her dem tîne bîra xwe û dibêje, “Armanca min azadiya fîzîkî yê Rêber Apo ye. Ji bo ku bibim bersiv min berê xwe daye Bakûrê Kurdistanê. Lewma ezê her dem bi vê zanebînê tevbigerim’’. Bi vî rengî jî xwedî li soza xwe derdikeve û berpirsyartî radike.

Di 26 Nîsana 2017’an de dewleta dagirker, li zozanên Altin Huseyin û Kevotê yên navçeya Dersîm Pûlûmurê operesyonekê li dar dixin. Amara jî ji bo ku dijmin ji ser axa xwe derxe, tevî rêhevalên xwe bi dijmin re dikeve pevçûnê. Ew bi her mermiyekê ve heyf û tola salan radike. Di encama pevçûn û êrîşên dijmin yên hewayî de Amara tevî şeş rêhevalên xwe, bi serfirazî canên xwe feda dikin û axa xwe hembêz dikin.

Heft rêhevalên ku soza parastina doza xwe dabûn, tevlî karwanên nemiran dibin. Ew doza xwe ji rêhevalê xwe re weke wesyeteke zêrîn dihêlin. Ji ber dizanin heya ku li ser vê axê dagirkerî hebe, wê parêzvan jî hebin. Heya ku dozdar jî hebin, ew doz dê wenda nebe û tune nebe.

  Rêhevala Wê Ya Tekoşînê