Di encam de mirov digihêje vê rastiyê ku jin, zilam jî digire nava xwe. Wate, cinsê jin hemû taybetmendiyên zilam di hindurê xwe de dihewîne, lê zilam ê jinê nagire nav xwe, ev hem di aliyê biyolojîk de hem jî civakî de wisa ye. Mesela zilam bi jin tê pênasekirin, çima? Ji ber ku ya giştî taybetmendiyan dihewîne xweza û biyolojiya jin e. Heman demê hindek tişt di jin de hene lê di zilam de tune ne. Encam, zilam pêvek û perçeyeke jinê ye, ne ku jin ji parsûyê zilam çêbûye, ev berovajiye. Tê dîtin ku bedena jin navendiye, ji xwe bawere û têra xwe heye. Ev tiştên zanistî ne û hatine peyitandinin. Lê zihniyeta desthilatdar milê jin di tarîtiyê de hiştiye, reş kiriye, zanist jî li gorî berjewendiyên xwe berovajî dike. Di encam de ev dizivire reşkirinê û tê asta ku jin xwe nas neke, ji xwe şerm bike. Lewra ji bo jin hebûna xwe tam fam bike, pêwîste qalibên ku di zihniyeta wê de hatine avakirin bişkîne. Ger neşkînin wê di famkirin û naskirina xwe de zehmetî bikşînin.

…. : Di van mijaran de çarçoveyek derket. Hinek tişt me berê bihîstibûn, pir tişt jî me nû bihîst. Lê xala sereke ku bala min dikişîne, jin û hest e. Jin ji hestên xwe yên bingehîn hatine dûr xistin, Rêber Apo jî hertim behsa polîtîk kirina hestan dike. Ev jî mijarên lêpirsînê ne. Weke jin em çiqasî dikarin enerjiya xwe biherkînin? Gelek mînak jî hatin dayin weke ku jin bi hîsên xwe ve dikare pir tiştan bibîne. Lê esas gotina ‘jin an dike wezîr an jî rezîl’ li gorî nerîna min, ev gotin ji bo hest derbasdare. Ji ber hest dikare enerjî û dînamîzmeke ne normal di mirov de avabike. Dema ku em li rastiya Rêber Apo jî temaşe dikin û dixwazin pênase bikin da ku em jî bigihêjin wê rastiyê, em vê yekê berbiçav dibînin. Di Rêber Apo de hest, her dem bûye sedemê avakirinê, mînak Rêber Apo li ser esasê şehadeta heval Heqî partî avakiriye. Lê dema ku jin mirinek dibihîzin, zêdetir bi awayekî klasik û kevneşop bandor dibin, an digirîn an jî hinekî xwe didin goşeyekê heya ku bi ser xwe ve tên. Di encam de ew enerjî û hêza ku derdikeve nade avakirin. Her wiha dema ku Rêber Apo cara yekê peyvên Kurdistan mêtîngehe bi lêv dike, dibêje ku ‘Ez ser hişê xwe çûm’. Rêber Apo dibêje, ‘Di esas de min ewqasî ji rewşa ku Kurd tê de bûn şerm kir, min got wisa nabe û pêwîste şoreşeke Kurdan çêbibe’. Weke jin jî pêwîstbû niha gelek hest hebana, lê belê an nînin an hene lê ne xwezayî ne û yan jî di hêla avakirinê de nayên bikaranîn. Mînak di jin de şerm heye, dema ku kêmasiyekê dûbare dike şerm dike, lê gelo ev şerm kirin dibe sedemê guhertinan an na? Ev mijara lêpirsînêye. Ji ber dema enerjî dibe sedemê guhertinê, wê demê wateya xwe dibîne.

Ji bo hebûnê jî me gotibû dema ku wate hebe hebûn avadibe. Gotineke Rêber Apo ku mirov her dem dide lêhurbûn kirin heye, dibêje, ‘Armanca madê xwe gihandina enerjiyê ye, armanca enerjiyê jî derbaskirina madê ye’. Li gorî vê yekê mirov dibîne ku di hemû jinan de hest û enerjî heye. Lê belê tişta ku nikarin bikin, enerjiya xwe rast odaklama kirin û rast herikandine. Şehîd Sara di raporên xwe de xwebûnê dinirxîne û dibêje, “Eger ez nikaribim bibim ya xwe, ezê çawa bikaribim xwe fedayî milyonan bikim’’. Heman demê tiştê ku herî zêde di jiyanê de jin tê de zehmetî dikşînin, bi jineke din re aheng avakirine. Lê di kesayetên Şehîd Sara û Şehîd Rûken de bi hevrebûn û yekîtiya jin çawa dibe û serkeftinek çawa tîne, pir zelal derket holê. Mirov dibîne ku du jin tevî ku pir zêde hev du nasnakin, bi hev re zêde nemane û ji cihên pir cuda hatine, lê li ser esasê armanc hatine gel hev. Ewqas kûrin û girêdayîne. Heval Sara dibêje, “Min dizanîbû ku pêwîste derbe li dijmin were xistin, lewra min got pêwîste derbeya mirinê ez li dijmin bidim’’. Ev jî tê wateya ku eger mirov wateya hebûna xwe bi armancê ve girêbide û hemû enerjiya xwe di wê oxirê de bide û biherikîne, wê demê wê bikaribe tawîz ji xwe bide. An jî wê bikaribe ji bo jina li kêleka xwe bibe nefesek, empatî û sempati avabike, sentezekî û hêzekê ji her du enerjiyan derbixîne. Eger enerjî rast biherike dikare pir tiştan serbixe, eger rast neherike jî wê teqandinên pir cuda rû bidin. Wate insan çiqas di ferqa rola xwe de be û li gorî armanca xwe gav bavêje ewqasî dikare enerjiya xwe biherikîne. Lê ger tevlîbûneke bê idîa û armanc be, enerjî nikare bigihêje herikbariyê.

Di mijara hestan de jî dixwazim nerîn bidim. Di civaka me Kurdan de mijarên balkêş hene. Mînak; hinek herêm, baweriya xwe bi enerjiyê tînin, dema ku serê yekî dêşe, dayik porê wan şeh dike û dibêje, ‘Êşa wê/wî derbasî min bû’. Bi vî rengî hestek wisa di rastiyê de jî derdikeve. An jî dema ku yek bi jehrî dikeve, bi nan jehriya wan dibirin, lê her dem ji yê nexweş re dibêjin, ‘Pêwîste hûn jî bawer bikin’. Ev tê vê wateyê, enerjî dema ku bersiva xwe digire şekil digire. Yanî li hember enerjiya ku tê dayin pêwîste kesê beramber hîs bike da ku bersiveke wê bide. Mînak hinek civak jî hene bê cil tevdigerin lê ne şerm dikin ne jî xerîze hakim dibin. Her wiha spor jî dikin lê tiştek bi navê ketina pêşbirkeke ji bo serkeftin û binkeftinê tune ye. Her kes coş, kelecan û enerjî ji wê aktîvîteyê digire. Dîsan bêyî ku bi hev re baxivin û hev bibînin, empatî çêdikin. Tenê bi rêka hisiyatê ve peyaman didin, yê li hember jî digire û bersiv dide. Ev jî tê wateya ku insan dikare hin sînorên ku di nava jiyana xwe de daniye derbas bike. Ji xwe ji bo mirovan tê gotin ku tenê ji sedî 2-5 mejiyê xwe dişuxulînin, lê yê mayî nikare bikar bîne. Ev jî mirov dide fikirandin ku gelo em nizanin bişuxulînin an jî me qet nezanîbû bikar bînin? Ev mirov dixe wê baweriyê ku di civaka xwezayî de, mirovan dikarîbûn ji niha zêdetir mejiyên xwe bixebitînin. Berê mijarên ku bivê nevê pêwîste ez bibînim, bibihîzim da ku hîsbikim, tune bûye. Ji ber ger ku girêdanbûna bi xwezayê re pir xurt be, ez bawerim ku mirov dikarin hin sînoran derbas bikin û bêhtir afrîner bin. Mînak; dema ku mirov di dirêjahiya dîrokê de li şoreşên çêbûne temaşe dike, vê dibine. Di hêla zihnî û afirandina tiştan de, berê pir zêde bû lê niha pir kêm bûye. Gelek şoreş heya niha jî berdewam dikin, minaka wê dîtina nan û hwd.

Di mijara anatomî û fîzîka jin de jî bi dahurandina civakê ve mirov dikare gelek nimûneyan bide. Ji ber hişmendiya zilamsalar bi wan riyan ve li gorî xwe teşeyekî dide jin. Mînak; dibêjin ji bo ku jin bibe bûkeke baş pêwîste fîzîka wê guncav be. Jinên ku bedenên wan zeîf nedixwestin. Lê armanc ne xurtbûne, esas ewe ku ew beden ji bo tatmîn kirina zilam guncav be ye. Ev yek jî anîne asta kevneşopiyekê. Mînakek din; ger hevjînê jinekê bimire, birayê hevjînê wê pê re dizewice. Mirov dibîne ku herî zêde jî jin vê yekê disepînin, lê gelo ti kesî ji xwe pirs kiriye ev çima wisa dikin? Bersiva vê yekê dayin girînge. Di esas de jin wisa dane fêrkirin ku ancax bi vî rengî dikare xelas bibe û hebûna wê were qebûl kirin. Dîsa mijara berdêliya heye, ger du alî li hev nekin hev berdin, pêwîste her du hevjînên din jî hev berdin. An jî dema ku yekî jineke duyemîn bîne, pêwîste yê din jî jinekê bîne. Wate jî ewe ku bi vî rengî tola xwişka xwe rakiriye. Di vir de jî fikir û îradeya jin nîne tenê qurbana van kiryarane, şense wê yê hilbijartinê tune ye, sifire. 

….: Heval …  di axaftinên xwe de behsa girî kir. Gelek kes girî weke kevinperestiyê şîrove dikin. Lê di encam de girî jî hesteke bi xwezaya insan ve girêdayî ye. Wate, girî ne tenê klasîkbûne. Ev peyv jî wate lê hatiye barkirin û roja îro weke bêçaretiyê tê şîrove kirin. Gelo mirov dikare pênaseya rast bi çi awayî deyne?

…. : Raste girî ne tiştekî xirabe, ji ber di xwezayê de jî heye. Carnan ji kêfxweşiyê jî mirov digirîn, yanî ne tiştek xirabe. Lê belê dema ku ji otokontrolê derdikeve xirab dibe. Rêber Apo jî dibêje, ‘Mirov bi girî hinekî dilên xwe vala dikin, hemû enerjiya xwe bi girî ve didin herikandin, tiştek namîne û dûvre nikarin hêsrên xwe kom bikin’. Heman demê dibêje, ‘Ez hestên xwe hemûyî digirim hundirê xwe û dizivirînim çalakiyekê’. Lê hişmendiya zayendperest di civakê de têgihiştineke wisa avakiriye ku jin zeîfe, zû dişkê û xwezayî tişta ku dişkê jî zû digirî. Ji ber vê ger refleksê destpêkê li beramber pirsgirêkan girî be, wê jin nikaribin tiştekî çareser bikin. Rêber Apo jî dibêje, ‘Pêwîste mirov ferqê bixe navbera hest û hestyartiyê’. Lewra tişta ku giriyê bê çarebûnê îfade dike, ne heste hestiyariye.

…. : Ez jî bi çend nerînan ve dixwazim li ser nirxandinên hevalan zêde bikim. Hevalan jî anîn ser ziman ku enerjî di kêliyên zayinê de zêde dibe. Di civaka me de dibêjin, ger daxwazeke mirov ku pir zêde dixwaze pêk were hebe, pêwîste ji jineke du canî re bêje. Dema ku ew jin di kêliyên zayinê de bibêje ew daxwazî pêk tê. Mirov di vir de jî dibine ku enerjiya jin di çi astê de bandorkere. Civak jî heya niha bi gelek mijaran ve bêyî ku xwe bispêrin şîroveyên zanistî, bawer dikin.  Mixabin, rastiyek jî heye ku ev hişmendiya zayendperest her tişt berovajî kirine. Lewma pêwîste zanista jîneolojiyê têgîn û pênaseyên pir xurt deyne. Ji ber şaristanî li piranî têgînan wate bar kirine û heya roja me ya îro anîne, civak jî li ser şêwe girtiye. Pênase û têgînên pir xurt yên mîna, dara şikestî, şûşa derizî, mejiyê jinekê bi qasî mejiyê heft mirîşkane û hwd ku bi nivîsandinê ve naqedin hene. Ev pênase jî hema ji xweber danenîne, wan di encamê dahurandin, fikirandinê û lêhûrbûnên pir xurt de danîne. Pir zêde serên xwe li ser êşandine da ku di avakirina pergala baviksalar de bi bandor be. Etîmolojî tiştek wisa ye ku pêwîste peyvan pêşbixe, bibêje, belav bike û pir dubare bike. Ji ber bi vî rengî hîmên nû û saxlem dikarin werin avêtin.

Dixwazim mînakekê ji rastiya civaka me ya niha bidim. Nimûne jineke ku xwende be, her karî bi xwe bike, ji xwe bawer be û bi xwe li ser lingên xwe sekinî be, lê tenê ne zewicî be civak gunehê xwe pê tînin. Dibêjin feqîrê nezewiciye, lê ewqas milên wê yên din hene nabînin. Her wiha dema ku jinên serî ji pergala heyî re danaynin dibînin, ji malbatên wan re gotin dikin. Dibêjin hîn ku darên wan ter bûn we netewand niha jî hişk bûne hûn nikarin nêz bibin. Bi hezaran mijar hene ku mirov bibêje, lê ya girîng di vir de, rastiya ku îro jin xistine çi halî û hebûna wê bi zilaman ve girêdayîne. Teologê pêşî yê xirîstiyaniyan Saint Paul dibêje, ‘Serê her zindiyekî Îsa ye û yê Îsa jî Meryeme’. Lê esas hebûna jin tune kirine, tenê ji ber ku Meryem dayika Îsa ye wisa nêz bûne. Her tiştê jin hatiye rûpoş kirin. Lewra wê zanista jîneolojî dest bavêje wî cewherê ku hatiye rûpoş kirin û bi perdeyan ve hatiye nixumand. Ji ber ku jin cewherê azadbûn û resenbûna xwe wenda nekirine. Tenê pêwîstiya wan bi zanisteke ku wan bi rê ve bibe heye. Lewra wê jîneolojî vî barî hilgire ser milên xwe. Ev jî bi saya fikirê Rêber Apo ye. Em dibînin ku Rêber Apo cinsê din, lê ti kesî û ti rêxistinên jinan bi qasî wî pirsgirêka jin hîs nekirine û dest ne avêtine. Rêber Apo bi xwe derbaskirinê û vegera li cewherê azadiyê ve ev yek pêk anî. Ev jî ji bo me tevahî jinan mînaka herî girînge. Di encamê wê de em digihêjin wê baweriyê ku tiştekî ne mumkin tune ye. Em jî dikarin xwe sererast bikin, gavên xurt bavêjin û bigihêjin azadiyê.

…. : Girêdayî van nirxandinan, ez jî dizwazim mijarekê bînim ser ziman. Bi vê dersê re û bi dahurandina rastiya civakê ve em dibînin ku jin ji bilî ku bibe ya xwe bûye ya her kesî. Ji bo ku jin bibe ya xwe, pêwîste di xwebûnê de xwedî zanebûneke xurt be. Xwebûn, hem di warê biyolojîk, hem ruhî û hem jî fikirî de xwe naskirine. Weke kêmbûna me ya di warê naskirina xwe ya ruhî û fikirî de, di biyolojiyê de jî em pir kêm xwe nas dikin. Pêwîste em hinek mijaran nîqaş bikin, bizanibin û şerm nekin. Şerma herî mezin ne naskirina bedena xwe ye. Dema ku jin dikevin ferqa vê û zerarên ku dide, wê demê êşa vê ne naskirin û şermê hîs dike. Em dizanin jin di nava wê pergala qirêj de rû bi rûyê zehmetiyan tê. Herî zêde jî ev zexta li ser jinan, berê me da nava partiyê. Ji ber tu dizanî ku weke jin tu dikarî pir tiştan bikî lê zemîn nayê dayîn. Di civakê de xelasî di xwendinê de ye, lê koletiya herî zêde bi rêk û pêk li wir tê fêr kirine. Bi saya Rêber Apo em îro li xwebûna xwe dizivirin. 

Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Bêrîtan De Hatiye Berhev Kirin

 Wê Bidome….