Ji Fermandarên YJA Star’ê Hêzil Özgür

Di serîde em cejna 15’ê Tebaxê li Rêber Apo ku ji bo hemû gelan bûye hevî pîroz dikin, li şehîdên şoreşê, Gerîlayên Kurdistanê û li hemû gelê welatparêz pîroz dikin.

Wekî ku tê zanîn bi salane li ser gelê Kurd yê bi rûmet dagirkirin û qirkirineke bêhempa tê meşandin. Dagirkerên ku dixwazin mafê xwe li ser axa Kurdistanê rewa bikin, bi her awayî êrîş û dagirkerî dan meşandin. Dewlemendiya axa Kurdistanê hertim da ku ji bo xwe bi kar bînin, serî li her awayê qirêjahiyê dan. Ji bo bikaribin gelê Kurd ji rastî û çanda wan dûrbixînin şerê taybet dane meşandin. Bi rêka asîmîlasyonê ve hewildan gelekî bê rûmet û kole avabikin. Gelê ku li dijî van polîtîkayên qirêj derketin û dest ji axa xwe bernedan, bi jenosîdan re rû bi rû man. Bi rêka îşkence, koçberî û qetilkirinê ve heya roja me ya îro xwestin encam bigrin û gelê Kurd bi giştî tûne bikin. Dijminê gelê Kurd û Kurdistanê herdem li dijî gelê Kurd yê esîl û welatparêz qetlîamên wek Geliyê Zîlan, Tertela Dersîmê, Roboskî, Helebçe û herî dawî yê di bin navê parastina Îslamê de derxistina çeteyên wek DAÎŞ’ê ve erîşkiriye. Ev erîş hemû bi armanca tune kirina gelê Kurd û ji dewlemendiyê Kurdistanê sûd girtine. Li beramberî vê dagirkeriyê îsyanên wek Şêx Seîd, Seyîd Riza, Simko û nêzê bi sedan serhildanên ku em li vir nikarin navê wan binivîsînin derketine. Û beramberê vê dagirkeriyê hewildane rûmet û axa xwe biparêzin. Li beramberê van îsyan û serhildanên gelê Kurd dijminê dagirker bi awayekî hovane êrîş dikir û ti mafekî ku gelê Kurd xwe bi xwe bide meşandin li hole nehişt. Heya ku di sala 1978’an de bi pêşengtiya Rêber Apo ve avabûna PKK’ê, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo danî pêşiya hemû gelê Kurd bû hevî û bingehekî pir mezin ku, gelê Kurd ji nû de bikaribin xwe nas bikin û ji bo hebûna xwe dest bi tekoşînê bikin.

Di gelê Kurd de ew rihê berxwedanvan ku bi salane weke mîrasekî derbasî nifşê nû dibe, di nav partiya PKK’ê de û di pêşengtiya Rêber Apo ve heya roja me ya îro berdewam dike. Avabûna PKK’ê û pêşengên PKK’ê weke rêheval Kemal Pîr, M.Xeyrî Dûrmûş, Mazlûm Doxan û Sara hem di warê rêxistinî hem jî îdeolojî de, di nav partiyê de bûn bingehekî xurt. Ev bingehê ku van rêhevalan bi aqil, fikir, helwest û biryardariya xwe ya bi axa Kurdistanê ve girêdayî, bûn pêşengê şoreşê yên nemir. Bi hezaran mirovên ku ji sekna Rêber Apo û van pêşengan bandor bûn û tevlî nav refên partiyê bûn. Bi hêza ku ji wan girtine, canê xwe bi qehremanî feda kirin û hiştin ku ev partî li beramberê hemû zor û zordestiyê liberxwe bide û bigihîje asta ku ti caran bin nekeve. Yek ji van rêheval û fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz e, di nav rêxistinê de bi navê Egîd têkoşiya û gava herî mezin û bi rûmet da avîtin. Egîdê ku bi rihê Sara, Mazlûm û Kemalan gav avête nav refên partiyê, ji bo gelê Kurd bû sembola heviyê û gava herî mezin a pêşketina partiya me PKK ê.

Rêheval Egîd di nav partiyê de piştî tekoşîna rêxistinî û îdeolojîk şerê çekdarî da destpê kirin. Di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de, bi pêşengtiya fermandar Egîd ve bi avêtina gulleya yekemîn ve, çalakiyên li Dihê û Şemzînanê ji bo hemû gelê Kurd bû hevî ku hebûn û mafê xwe yê parastinê bikaribin carekedin bi dest bixin. Ev destpêka berxwedana çekdarî bû. Bi van çalakiyan ve hêzên rizgariya Kurdistanê HRK hat avakirin. Bi vê çalakiya yekemîn ve derbeyên pir giran li dijminê dagirker hate xistin. Vê jî bandoreke pir mezin da avakirin ku di nav gel de wek cejna Kurdan hate îlan kirin. Di Kurdistanê de berxwedana gerîla bi vê çalakiyê ve gihişte lûtkeyeke pir bilind. Berxwedana çekdarî a 15’ê Tebaxê ji bo partiya me PKK’ê, bû jinû de zayin, bû dema herî girîng û bi wate. Ji ber ev gulleya yekemîn bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo re bûyina yek çawa dibe, nîşanê hemû cîhanê da. Bi taybetî ev felsefe û îdeolojî di mirov da çawa hêz, wêrekî û fedaîtî dide avakirin derxiste ber çavan. Dijminê ku bi sedan sal li ser gelê Kurd polîtîkayên qirêj dida meşandin piştî vê gulleya bi heybet, kete ferqê ku ew bi çi re rû bi rû ma ye. Kete wê ferqê ku armanc û helwesta PKK’ê bi çi awayî net û bi biryar e. Dîsa kete wê ferqê ku PKK’ê partiyeke xwedî rêzikên bîrdoziye. Ev bîrdozî jî xwe bi sekin, vîn û fikrê Rêber Apo mezin dike. Û her ku diçe bi awayekî lez û bez belavê hemû Kurdistanê dibe. Di vir de PKK’ê teorî û çalakî çawa dike yek, bi rastiya 15’ê Tebaxê re xwe nîşan dan. Kurdistan wekî ku ji nû de dayîk bibe serê xwe radike. Li her derê bi dirûşma ‘Bîjî serok Apo’ daxwaz û xwesteka xwe ya azadiyê tînin ser ziman. Gulleya destpêkê 15’ê Tebaxê hate avêtin. Ev gulle hişt ku hemû dagirkerên xwe li ser axa Kurdistanê ferz dikin, derbeyeke giran bixwin. Lewra ew gulle ne tenê starta çalakiyeke çekdariye. Ew gulle li dijî îdeolojiyên faşîst û nijad perest yê ku Kurda mehkûmî tune bûyînê kiriye, li beramberê bi mîlyonan mirovên ku edî xwe bi destê xwe tûne dike û destê xwe dixe xwîna gelê xwe hatiye kirin. Ev gulle dîsa li beramberî bê hevîbûyîn û bê baweriyê hatiye teqandin. Di vê çalakiyê de Kurdên bi esil û welatparêz li dijî qetîlam û îşkenceyan gotin ‘Berxwedan’. Ji xwe ew rihê berxwedêr di xwîna gelê Kurd de herdem diherike, bi vî gulleyê re ev carekedin nîşanî hemû mirovahiye dan. Roja ew gulle hate avêtin ji nû de avabûyîna îrada Kurdan û rihê wan yê berxwedêr zindî kir. Ji ber ku piştî wê rojê û şûnda her Kurdekî ku dil û mejiyê wî ji bo Kurdayetiyê lê dida, berê xwe dan nav refên partîyê û li ser vê xetê canê xwe feda kirin. Piştî wê demê şûn ve, ev roj ji hêla gelê Kurd û dostên wê ve wekî’Roja vejînê û berxwedana netewî ya Kurdistan hate ragihandin, herwiha wekî cejna gerîlayên Kurdistanê tê pîroz kirin. Piştî vê çalakiyê li her dera Kurdistanê gerîlayan çalakiyên pir mezin û bi heybet lidarxistin. Partiya me PKK’ê jî gihişte merheleyek nû.

Heman demê gulleya yekemîn a 15’ê Tebaxê di demeke wiha de hate li darxistin ku, bihêle navê jinê were gotin,ew weke mirov dîtin nînbû. Tenê amûrekî zarok anînê dihatin dîtin. Cîhaneke wisa bû ku jin bi ti awayê xwediyê maf û gotinê nîn bû. Kurdên ku jîyana wan herdem bi qetlîam û îşkenceyan ve rû bi rû mane, tenê jinê wek amûrekî mala xwe dîtin û ji bo berdewamiya malbata xwe dest girtin. Ew jina ku êdî nikarîbû serê xwe rake û hêza wê ya ku li beramberê zilm bêje bese nemaye, hatîye teqandin. Çawa ku bi gulla yekemîn ve me ala xwesertiyê girte destê xwe, heman demê ketina ferqa ku gîhîştina azadiya Kurdistanê bi azadiya jinê ve wê pêk were çêbû. Ev gulle li beramberê zihniyet û desthilatdariya hezar salan ê mêr hatîye teqandin. Êdî di şexsê jina Kurd de, ji bo azadiyê serî rakirin pêşket. Yê ku ji vê rastiyê ra pêşengtî kirin û hiştin ku artêşa jin peşbikeve, rêheval Hava (Hanim Yaverkaya), Saadet (Rahîme Qahraman) û Rûken (Çîçek Selcan) bûn. Ev rêhevalana bi awayek herî xûrt derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xistin û bûn şehîdên gerîlayên jin ên 15’ Tebaxê.

Wekî ku tê zanîn guleya yekemîn ne tenê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd ji bo hemû mirovahiyê bûye merheleyeke nû. Ev jî ji aliyê pêşengên ku xwe bi îdeolojî û felsefeya Rêber APO ve kûr kirine de hatiye lidarxistin. Yek ji wan peşengên mezin fermandarê nemir ê pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê rêheval Egîd (Mahsûm Korkmaz) e. Rêheval Egîd bi îdeolojî û felsefe ya Rêber Apo ve xwe hem di warê rêxistinî hem jî di ware  leşkerî de gîhande asteke herî xûrt. Di nav gerîla da fermandartî û rêhevaltiya ku rêheval Egîd da meşandin, di rastiya jîyana wî ya bi heybet û bi wate de hertim bû nûmûne. Rêheval Egîd bi sekin û helwesta xwe ya 15’ê Tebaxê, ji bo neyaran bû tirs û xofek mezin ku, di roja me ye îro de jî ev tirs û xofa dijminê dagirker li beramberê gerîla heye. Jiyana wî bû şerê wî, şerê wî jî bû vejîna hemû gelê Kurd û mirovahiyê. Ew bi felsefeya Rêber Apo a dibêje: ‘Yek hirqe, yek loqma’ ve, di jiyana xwe de bû rêhevalê rêhevalên xwe. Sekna rêheval Egîd ya bi heybet û xwedî biryar; îro jî hebûna xwe bi awayekî herî bi wate di nav îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de dide meşandin û ji bo hemû şervan û gelê Kurd dibe meşaleya rêka xwe dîtinê.

Rêheval Egîd piştî pêvajoya çalakiyê, dema dixwest ji Gabarê biçe Heftanînê di pevçûnekê de 28’ Adara sala 1986’an de gihişte şehadetê. Ji ber bandora ku rêheval Egîd hem di nav gel de da avakirî, hem jî ji ber tirsa ku xistibû dilê dijminê dagirkeran, piştî ku gihişte şehadetê çapemeniya dewleta Tirk bi rojan wêneyên rêheval Egîd dan. Û bi derewên weke “Me celadê PKK’ ê şehîd xist” î ve, xwestin derewa xilas kirina gerîla belav bikin. Rêber Apo rêheval Egît “Di Rizgariya Netewî de Wekî Remza Partîbûnê” pênase kir û xeta Kongreya 3’yemîn li ser vê pênasê sazkir. PKK’ê dibistana xwe a fermî ya destpêkê bi navê “Akademiya Mahsûm Korkmaz” vekir. Hefteya di navbera 21’ê Adarê roja şehîd ketina Kawayê Hemdem Mazlûm Doxan û 28’ê Adarê “Roja şehadeta heval Egîd weke “Hefteya Qehremaniya Netewî” diyarkir.

Em weke şervan û rêhevalên Egîd (Mahsûm Korkmaz), her çiqas bixwazin jiyan, tekoşîn û şerê wî pênase bikin jî, bi her awayî emê kêm bimînin. Rêheval Egîd bû meşaleya azadiya Kurd û Kurdistanê. Di roja me ya îro da jî ev meşale bêyî ku agirê wî kêm bibe ji destê egîdekî derbasî yê din dibe, her ku diçe bi tekoşîn û şerê gerîla ve geş dibe û digihije lûtkeya serkeftinê. Sekin û rihê rêheval Egîd di roja me ya îro de jî, bi awayekî herî serkeftî û mezin tê jiyan kirin. Ev rih xwe di şexsê rêhevalên ku di berxwedaniya tûnelên şer de şerkirin û şehîd ketin de xwe bi şênberî derxiste holê. Rihê fermandar Egîd ji Berîtan, Zîlan, Erdal û Reşîd Serdaran derbasî rêheval Helmet, Leyla, Egîd Civyan û Mizgînan bû. Ev çand û îdeolojî her ku sal diçin xwe zindî dike û diherike. Bi xwere jî Egîdên demê û milîtanên serkeftî avadike. Ev serkeftin û berxwedaniyên ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê pêktên, bingeha xwe ye herî xurt ji sekna ku di 15’ê Tebaxê de derketiye holê digre. Wekî ku îro jî diyar dibe gulleya yekemîn a 15’ê Tebaxa 1984’an hatiye teqandin, îro bi awayekî herî zindî û bi wate xwe li Zap, Metîna, Avaşîn û hemû qadên gerîla lê heye dide jiyan kirin. Ew rihê rêheval û fermandar Egîd îro bi hezaran egîdên şoreşê ve berdewam dike. Li ser vî esasî em dûbare cejna hemû gerîlayên Kurdistanê û gelê welatparêz pîroz dikin. Û dibêjin wê rihê Egîdan li serê çiyayên Kurdistan her zindî be, bi wî rihî wê zafer û şoreşa mezin werin pîroz kirin.