RÊBER APO

Mirov dikare binirxîne ku pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina keda mirovên bi esil e. Pêngava 15’ê Tebaxê serkeftina li hember her cûreyên ketîbûyîn, bêbiryarbûyîn, dudilî, her cûreyên binketinê, zilmê vegotina serkeftinê ye. Cardin di serî de li hember, tevahî sivikbûyînê, bêesilbûyînê, bêbawerbûyînê serkeftinek bû. Di heman demê de li hember hişmendî û kesên ku durist nêzî nasname û mirovahiya xwe nabe û li hember xwe xapandinê serkeftinek bû. Me ev pêngav li hember mirovên ketî pêşxist. Me ev pêngav li hember mirovên ku ji bo xwe jiyanek ketî layîq dibînin û jiyan dikin pêşvebir. Cardin ji bo pergala zilmê ku gelek ji xwe bawer dike baweriya li hember wê da hejandin û pêşxist. Me ev pêngav pozberê(hember) kesên ku sifatê “mirov nabe” layîqê xwe nabînin û bi tu awayî hezim nakin kir. Eşkere ye ger ku îdîayê me yê mezin ne bûya me ne dikarî cesaret ji vê gava mezin re bikin. Ji ber pêngava 15’ê Tebaxê mirovan ronî dike, bi heybete û hesap di pirse. Mirov di vê demê de ketine. Têkiliyên hevaltî daynin aliyekê, bi hevaltiyê re leystin ji bo xwe weke marîfet dibînin.

Dide diyar kirin ku ger em derfetan baş binirxînin emê serbikevin. Lê belê mirov li vir weke partî, milîtanên wê yên hêja, şervan û fermandarên wê encam ji kêmasî, şaşitî û lewaztiyên xwe derxistin gelek giring e. Ji xwe ew taybetmendiyên ku me ber bi binketinê ve dibe, em bigihêjin li ser lûtkeya serkeftinê jî, yê ku vê pêkneynîn ew kesayetên binketîn e. Niha me ev neqandiye û ev derxist holê. Me xwest em di cihê van de taybetmendiyên ku van lawaztiyan binbixe serwer bikin. Yê ku pêk tê jî ev e. Temînata serkeftinê jî ev e.

Niha lazime ji vê were bawer kirin, were fam kirin û di kesayet de xwere pêk anîn û heya hûcreyan were hûndirîn kirin. Ger ev guhertin û veguhertina kesayet neye bi serxistin derket holê jî; nexweşiya deshilatdarî, ango bi kesayetê pergalê re jiyana ku di pergalê de ne dîtiye di partiya me de dîtin, mûnafiqtiya herî mezine, ango oportûnîzîm jiyaneke ketî û şexsî ye. Ev ne subjektîf ne jî objektîf derfetên wan nîne. Lê kesayetên zelal ne bûne, yên ku xwe ji nû de na afirînin, nûnertiya vê xeteriya mezin dikin. ger dest ji van kesayetan were berdan, di ruh de, fikir de û nêzîkatiyên xwe de dest jê were berdan, di cihê wê de bi kesayetên nû were veguherîn, hûndirîn kirin bibe ew dem ji bo serkeftinê derfetê bingehîn wê were pêkaînin. Derfetên din yê objektîf çi dibe bila bibe heya ku ev pêk neye serkeftin çênabe. Pêwîste em vê gafletê carekê din jiyan nekin!

Partiya me û artêşa me xwedî feraseteke rast yê xwe bûyînê ye. Perwerdeyên bê kêmasî hatine dayîn. Şer karê mirovên egîd e! Karê mirovên ku heta dawiyê rastiyên dîrokê rojane dibîne û têgihiştî nêz dibe ye. Karê kesên ku bi îradeye û vî karî jî bi zevk û weke karbend girtiye dest. Ger taybetmendiyên wisa nînbe, weke welatparêzekê jî bi rêgez tevlê bibin ev jî bi nirxeke. Lê bi rastiyan re leystin, bi kar re lesytin, hûn bi devê xwe çûk jî bigrin herê bi xetere û nayê efû kirin.

Ji ber ku şervanên PKK qehremanin. Rastiya birdozî û siyasî a partiyê di holê de ye. Xeta me zelal e. Mirov encamên gelek bi hêz jê digre. Yek kes jî dikare meydan ji cîhanê re bixwîne. Di partiya me de moralê herî bi hêz mînake. Ev taybetmendî di tevahî qehremanên şehîd yên PKK’ê de vegotina xwe kiriye. Di nava me de cesaret û fedekartî bê sînore.

Di her rewşê de ji bo bersiva rojekê wek îro, divê karekî taybet ku li gorî ruhê vê rojê pêk bê. Ev jî vegera ji xeletiyan e. Ev xeletî çavkaniya xwe rasterast ji mirov digire û ji her tiştî pirtir bi mirov û bi rêxistinê didin windakirin. Di vir de ji van kêmasiyan dûrbûn û xwe ji van xelatiyan dûrxistin girîng e. Li gorî vê rojê xwe nûkirin bersivdayineke watedar e. Şehîdên şer û rihê 15’ê Tebaxê ji me vê dixwaz in. Divê bersiva me li ser vê hîmê be. Te xwe çiqas bi têgihîştina partiyê bi rêk û pêk kir? Bi rastî tu çiqasî wekî kesekî li nava partiyê dijî û te çiqasî kesayetiya leşkerî di xwe de afirandiye? Tu dikarî wekî abc’ya leşkerî tevbigerî? Bi rastî jî hûn dixwazin 15’ê Tebax ê fêm bikin? Hûn dixwazin wate bidin şehîdên şer, rêvebirina wê ya mezin û berxwedana wê ya ji bo hewldanê? Ger wisa be, werin ev rêbaza Serokatiyê ku ji hemû xebatên polîtîk re bingehîne yê dike ne tenê di gotinê de, di aliyê guhertina van kesayetiyên xwe de bikin hîma xebatê.

Beriya her tiştî pêngava 15’ê Tebaxê di serî de, di dîroka Kurdistanê pêngava 15’ê Tebaxê hem di milê rastiya şer de, hem guhertina bingeh a jiyanê de, her roja ku derbas dibe, ne tenê di rastiya gel de, şêwazê guherîna gerîla de jî bi bandor dibe. Di qadên navnetewî de jî di serî de li herêmê bandoreke bingeh dihêle. Heta niha ku weke pirsgirêkeke jî nedihat pejirandin pirsgirêka Kurd,  êdî şoreşa sedsal a herî mezin tê pejirandin.

Em vejîna 15’ê Tebaxê û rastiya parastina cewherî ya jinê dinirxînin, êdî hem ji bo gel, hem jî ji bo jinê rewşa “li dervemayîna jiyanê” nameşe. Bi sedsalan nêzîkatiyên tune kirin û mandelkirinê û di her cûran de ji mafên mirovan qutbûn, rastiya gelekî ku ji derveyî jiyanê ketî, derdixe holê. Bi taybetî jî jin, di kûraniya dîrokê de wekî zayenda duyem tê dîtin û ev rewş di qadên jiyana civakî, ramyarî de wekî qutbûnê derdikeve holê. Di vê wateyê de vejîna 15’ê Tebaxê, di wateya parastina cewherî de li dijberî rewşa derveyê jiyanê mayînê, bersiva ez jî heme” dide. Sekna parastina cewherî, di bingeh de hebûn û nasnameya xwe vegotina jiyana bi rûmet dike. Gelê ku hatiye fetisandin, qadên henase (nefes) jî jêre nemaye, rêya henasa gel vekirine. Ji ber vê sedemê vejîna 15’ê Tebaxê gotina “Ez jî heme” û qadên jiyanê yên nû vekirine, wekî ji bo gelan, di herî bingeh de jî ji bo jin xwe ji nû ve ava kirine.

Ji bo jinê vejîna 15’ê Tebaxê, ji bin dext û mijokdariyên bi salan ve, ji nû de vejîne. Di kevneşopiya berxwedaniyê de “bûna baweriya aştiyê ye.” Hem di rastiya serdemê, hem jî di rastiya tekoşîna jinê de hêza afirandina jiyanê derdixe. Her wiha pozîsyona hêza aktîf ya demokratîkbûnê jî, derdixe holê. Sekna parastina cewherî, mafekî herî rewa ye û sekna parastina cewherî ya jinê, heta ku civak û jin di bingehê aştiyê de xizmet dike, dibe baweriya tekoşîna jinê.

Di vê temenê de 15’ê Tebaxê di bilind kirina têkoşîna demokrasiya gelan de vejîna parastina cewherî ye. Ji ber vê sedemê pêngav û mîsyona 15’ê Tebaxê neyê fêmkirin, di têkoşîna ramyarî de pêşveçûyîn ne gengaz e. Lewra vejîna 15’ê Tebaxê ne tenê di têkoşîna leşkerî de, her wiha di têkoşîna ramyarî û bîrdozî de jî xwe diyar dike. Ev pêngav di bingeha hişyariya civakî de bi têkoşîna bîrdozî, ramyarî û leşkerî ve wateya xwe di derketina yekem ya afirandina vejînê de dibîne. Di vî milî de rastiya artêşê, hîn ji destpêkê ve di tekoşîna vejînê û destxistina mafên sereke yên azadiyê de şerê têkoşîna jiyanî bi mafên parastina cewherî ve pêşxistiye. Karakterê giştî yê serdemê û di temenê nasîna rastiya gel de pêngavekî hêzê derxist holê. Ji bo gelê Kurd “di destxistina zanistiya parastinê de” pêngavekî dîrokî û bingehîn avêt. Di vê xalê de ji bo jinê jî, “bikaranîna mafên parastina xwe” derketinekî dîrokî ye.

Di temenê 15’ê Tebaxê de, ji bo jinê jî, di qadên jiyanî û mafên parastina cewherî de rastiya artêşa jin derxist holê. Bi taybetî jî, serdema ku êdî destûrên civaka çinayetî têre derbas dibe, bi pêşketinên zanistî û teknîk ve girêdayî derfetên ku derdikevin holê, temenê demokratîkbûnê bi hêz dike. Di heman demê de, dijwarî êdî nabe çareseriya bingehîn û di vê wateyê de girîngiya çareseriya demokratîk di hemû qadan de zelal dibe. Rastiya artêşa jinê, dijberî zîhniyeta desthilatdariyê, xwe dikşîne qadên jiyanê û bi bingeha şêwaza wekhevî, yekitiyê ve, xwe li gor armanc û ramanê tevger dike.

Di artêşa jinê de xalên yekemîn ku tên pejirandin, di xeta parastina rewa de, gihiştina civaka demokratîk e. Artêşa jinê li gor karakterê serdemê, xwe dispêre mîsyoneke wisa û ji bo kûrbûna zanistiya parastina rewa, hewildanên xwe hîn jî didomîne.

15’ê Tebaxê di wateya parastina rewa de, ji bo gel parastina birdozî, siyasî û zanistî, hêza hest û mejî di xwe de ava dike û têkoşîna xwe didomîne. Tenê berxwedaniya çors (kaba) nîn e, di temenê yekîtiya dil û mejî de xwedî têkoşîna berxwedaniya dijwar e. 15’ê Tebaxê sembola vejîna gel û rastiya berxwedaniyê temsîl dike. Bi şêweyekî (biçim) kevneşopî ve heta roja me xwe didomîne û di artêşa jinê de jî xwe jiyanî dike.

15’ê Tebaxê, rastiya berxwedaniya gelê Kurd e. Di heman demê de jî pêngava bingehîn a têkoşîna azadiya jinê ye. Ne tenê ji bo gelan, ji bo jinê jî pêngava parastina cewherî ye. Di artêşa jinê de beşdariya jinê, di bingehê azadî û nasnameya jinê de berdewam kirina têkoşînê ye. Ev jî bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gengaz e. Pêwîst e em hilperîna têkoşîna azadiya Kurd, 15’ê Tebaxê bi xiroştî (heyecan) û ruhekî serkeftinê ve pêşwazî bikin.

15’ê Tebaxê di vê wateyê de, vegotina berxwedaniya Kurd e. Jin jî bingehê şerkeriya xetê bi sekna parastina cewherî ve pêşwazî dike û pêwîst e bersivekî rast derbixe holê.