Di her qatmanekî de hezar sal û bûyerên wê tên destgirtin. Dibe ku mirov nikaribe tevahî bûyerên di dîrokê de bibêje. Lê weke sembol di her hezar salî de em hinek sembol û bûyeran lêkolîn dikin û ew dibe malê giştî dîrokê. Pêwîste wisa neyê fêmkirin ku her qatmanek piştî hezar salan diqede û yeka din tê. Ev ne wisaye, piranî di nav hev de berdewam dikin. Lê sedemê ku em qatman qatman digirin dest, ewe ku ji bo hîn zêdetir hemû ziravtiyên dîrokî û civakî werin famkirine.

Di Dîroka Jin De Pêvajoyên Diyarker

Rêbertî got, “Pêwîste her jin, herî kêm dîroka xwe ya 10 hezar salan bizanibe”. Lê em ne ya 10 hezar salan em dîroka xwe ya çend salan jî bi awayekî rast nizanin. Nivîskar Çîçero gotiye, “yên ku dîroka xwe nizanibin, her dem zarok dimînin” lewma zanîna dîroka xwe pir girînge. Ji bilî 9 qamtmanan li ser pêşinyara Rêbertî em dîroka jin di sê pêvajoyan de digirin dest.

  • Dema Neolotîk (10.000 B.Z- 400 B.Z).
  • Dema derbasbûnê (4000 B.Z-2000 B.Z). Ji civaka xwezayî derbasbûna civaka desthilatdar an jî şaristanî.
  • Dema Têkoşîna jinên rêxistin kirî (2000 B.Z- heya roja îro).

 

9 Qatmanên Di 9 Hezar Salan De

  • Qatmana xwedawendan. An jî xwedawenda ku hêza wê di asta herî jor de. Mînaka wê (Nînhursag).
  • Dema hevsengiya di navbera hêza jin û zilam de. Mînakên wê (Înanna-Enkî).
  • Xwedawenda ku hêza xwe wenda dike. Şkandina cins a yekemîn mînakên wê (Tiyamat-Mardok).
  • Lîlît.
  • Xwedawend an jî Jina ku bi mejiyê zilam hatiye afirandin. Mînak (Atena).
  • Keybanûyên li ser şopa xwedawendan diçin. Mînak (Nefertîtî- Kelopatra- Semîramîs- Zenobya).
  • Hezretên jin. (Xedîce- Fatma- Zeyneb- Meryem- Ayşe).
  • Qiralîçeya meta.

 

1-Qatmana xwedawendan an jî jinên ku hêza wan di asta herî jor de.

Rêbertî xwedawendîtî weke “ jina ku şoreşa neolotîkê pêşxistiye, an jî jina xwedî serkeftin” pênase kir. Taybetmendiyên xwedawendan civakbûn, edalet, pêşengtiya civakê kirin, otorîteriya xwezayî û demokratik, xwedî hêz, di ferqa xwe de bûyîn û hwd in. Lê wan di wê demê de ji bo xwe negotine xwedawend. Di pênaseya îro de ji wan re xwedawend tê gotin. Xwedawend jina ku xwedî serkeftine û jina ku şoreş pêk tîne ye. Mînak Rêber Apo Şehîd Zîlan weke xwedawendekê girt dest, îro jî em Şehîd Sara û Şehîd Rûken xwedawendên xwe dibînin. Ji ber xwedawendîtî yên ku xwe gihandine armancê, serkeftin bi dest xistine û yên ku bi fikirê xwe û perçeyên canê xwe ve ji bo mirovahiyê tiştekî nû derxistine holê û pêşengtî kirine. Lewma ji kesên wisa pêşeng re xwedawend tê gotin. Lewma di civaka xwezayî de wan dayikan ev nav li xwe nekirin, wan bi xwezayî ev erk pêk anîne, lê me ev nav li wan kiriye. Wan hîn zêdetir navên xwezayê li xwe kirine û xwe şibandine xwezayê. Jin, jiyan û xweza her dem di nav hev de bûye. Lewma  navên xwedawendên wê demê, xwedawenda Bereketê, xwedawenda avê (ji ber enerjiya jin mîna avê ye her diherike, nakeve qaliban û nayê bend kirin lewma ev nav girtine), xwedawend star (xwedawenda parastinê, wateya Star jî cihên ewlehiyê ne), cardin xwedawenda heyvê (bedena jin şibandine heyvê, her wiha heyv weke jinekê girtine dest, hinek insan dibêjin ku resmê jinekê li ser heyvê heye bi taybet di dema hîlal de. Wan xwe gihandine vê qinyatê), cardin xwedawenda tavê (ew dibînin ku dema tav derdikeve, ronahî çêdibe, derdora xwe germ dike, jiyan ava dibe. Heman demê dibînin ku bi jinê re jiyan ava dibe, zarokan tîne, klanê xwedî dike, lewma xwe dişîbîne tavê). Bi giştî jiyana dayikan bi zindewerên di nava xwezayê de tê şibandin. Lê hinek dar bi taybet weke sembolên jin tên destgirtin. Ji wan dara sêvan, dara zaytûnan, dara hejîran û dara tirî yên diyarkerin. Dibêjin yên ku destpêkê mêweyên van daran keşif kiriye jine. Ji ber ku ew dar fêkî didin pîroz tên dîtin. Lewma ji ber sedemê ku jin berhem dide û dar jî fêkî dide ew şibandine hev.

Di lawiran de jî mar, kund, hinek çûkên cuda û lawirên ku jin ew kedî kirine pîroz tên dîtin. Mînak çêlek û pez pîroz tên dîtin. Ji ber ji berhemên wan gelek sûdên mezin girtine. Lê bi taybet mar, ji ber ku guhertin di xwe de ava dike, esneke, çermê xwe diguhere wî dişibînin jinê. Di demên berê de bawerî bi peyva kiras guhertinê ve ku fitilandina di navbera jiyan, mirin û dewreya wan de ye dihat. Mirin ji jiyanê, jiyan jî ji mirinê ne qut bû. Di baweriya mirovên wê serdemê de, diyalektîka jiyan û mirinê bi awayekî bê qisûr pêkanîne. Lê niha em jiyan û mirinê pir ji hev qut digirin dest. Feqet insanên berê mirinê perçeyekî jiyanê dibînin û jiyanê jî perçeyekî mirinê dibînin û dizanin ku ew dizivirin hev. Ji bo wê di hinek baweriyan de, dibêjin kiras guhertin an jî realkarnasyon. Hîn jî di baweriya Elewiyan û Êzîdiyan de ev yek heye. Di baweriya me de jî ev heye, em dibêjin di esas de mirin tune ye, yê ku dimire tenê laşe, lê ruh û fikir namirin. Raste weke fîzîkî mirin heye, lê di cewher de ruh namire û derbasî tiştekî din dibe. Ew can di zindiyeke din de tê gerdûnê û wenda nabe. Tenê ji tiştekî derbasî tiştekî din dibe. Bi kurtasî felsefe, zanist û baweriya anîmîst ya wê serdemê bi hevrebûna jiyan û mirinê îfade dike. Ji ber ku mar jî çermê xwe diguhere, xwe nû dike û hem li ser erdê, hem jî li bin erdê jiyan dike. Ew jî wî dişopînin, dibêjin mar hem zanista bin erd ya miriyan dibînin, li ser erdê jî jiyana mirovan dibînin û li ser hakimin. Wate hem siriyetên bin erdê dizane , diçe gel miriyan, hem jî tê gel ên li ser erdê. Ji bo wê jî van rewşan weke zanista mar digirin dest, ji ber ku jin jî zana tê dîtin dişibînin hev. Heman demê dostaniya jin û mar bi hev re pir zêde ye. Bi gelemperî bi sembolên xwedawend û dayikên wê demê marek pê ve heye. An li ser laşên wan eliqandiye, an li kêleka wane, an jî li ser tacên wan serê mar heye. Peykerên berê û resmên ku li ser şkeftan hatine çêkirin, tê dîtin ku li gel her xwedawendekê mar û dar heye.

Cardin çav, masî û nalê hespê. Ev sembolên ku şens û bextewariyê bi xwe re tînin in. An jî mal û civakê ji çavên xirab û nezerê diparêzin ji bo wê bi malan ve dardikin. Sembola çav hîn jî bi zarokan vedikin û niha rozetên wan jî çêkirine. Bê guman yên wê demê ne weke ên niha çav bi xwe vekirine, lê çav pîroz hatiye dîtin û weke semboleke jin û xwedawendan bûye. Masî jî weke rizq hatiye dîtin, niha jî gelek civak bi vî çavî li masî temaşe dikin, dema ku masî di xewnên xwe de dibînin, dayik şîrove dikin û dibêjin qismeteke te heye. Ji ber ku civaka xwezayî masî kom kirine xwe pê têr kirine lewma weke rizq girtine dest û pîroz kirine.

Her wiha şîr pîroz hatiye dîtin. Ji ber hem di sînga dayikan de heye, hem di yên lawiran de heye, hem jî di hinek daran de heye. Şîr jî ji bo têrkirinê, tiştekî herî pîroz hatiye dîtin, bi taybet jî şîrê dayikan. Ger mirov dîqet bike wêneyên jinên wê demê ku hatine xêz kirin piranî jinên qelew û sîngên wan mezinin. Ne ku di rastiyê de jinên wê demê wisa bûne, ji ber wê demê birçîbûn hebûye, pir zêde di tevgerê de ne, ji bo ku klanê têr bikin herdem diçin giha kom dikin, lewma mumkin nîne ku wisa qelew bin. Lê ev wêneyên bi vî rengî ji ber ku bedena jin pîroz dibînin bi vî awayî derxistine pêş. Lê ji ber ku niha zihniyeta zayendperestî hatiye rûnişkandin, jin ji behskirina van mijaran jî şerm dikin. Lê di wê wextê de tiştekî wisa tuneye, her wiha diyardeyên zayendperest û ji hev cuda kirin tune ne. Xwezaya dayikê wisa ye şîr dide zarokan, wan mezin dike û tişteke ji vê baştir tune ye lewra pîroz tê dîtin. Civak bi vê kêfxweş û serbilinde. Lewma ji ber ku jin berhem dide, ax berhem dide, dar berhem dide û av berhehem dide ji van bi rê dikevin û dibêjin yek xweza dayike, du jî ax dayike, sê jî dayik dayike. Ev şibandina herî rast û heqîqî ye.

Di wê serdemê de bi gelemperî  fikrandina mirinê tune ye, dibêjin ji rehmekî derketiye diçe rehmekî din. Wate ji rehmê dayikê çêbûye, piştî wê diçe rehmê axê, ax bi xwe jî dayîke. Dema ku lêkolîn hatine kirin jî, di mezelên kevin de dîtine ku mirî bi pozisyona Cenîn (wexta ku zarok di rehimê dayikê de ye) defn kirine. Ev jî tê wateya ku em di zikê dayikê de wisa bûn, dema ku em biçin zikê dayika mezin jî pêwîste em wisa bin. Her wiha di wan mezelan de gulên sor û şeytanok dîtine(  ew şeytanokê dişibînin rehmê jinê). Ev sembol li kêleka mirî danîne, ji bo dema ku ew mirî zindî bû bikeve hundirê wê rehmê an jî şeytanokê da ku dûbare were dunyayê. Baweriya wan wisa ye. Ji bo gula sor jî rengê sor weke sembola jin dibînin. Jineolojî jî van şîrove û mîtolojiyan lêkolîn dike.

Du şkeftên kevin hene, yek a Didêrî li Efrînê ye, yek jî ya Şanîdar li Hewlêrê ye. Li ya Didêrî hestiyê zarokekê dîtine, di ya Şanîdar de jî yê dayîkekê dîtine. Li gorî lêkolînan hestiyên herî kevin ewin. Di herduyan de jî hatiye dîtin ku, şêwazê bi cihkirina mirî heman şêwaze, li kêleka wan  jî şeytanok û gulek sor heye. Sedemê mirina zarok nayê zanîn ji ber hîn biçûke, lê yê dayikê demeke jiyan kiriye û temenê wê heye lewma wefat kiriye. Di encam de ev rastiya çanda wê civakê derketiye.

Di encam de jin weke bereket dîtine. Weke sembol xêz kirine, zilamên ku li gel wan xêz kirine jî an zarokeke biçûke, an jî weke zîlamekî hêmin serê xwe daniye ser çonga dayikê, ew jî pir kêmin. Bi gelemperî piranî jin in. Serokatî jî ji bo zilamên wê demê pênaseya “Zilamên hêmin û zilamê ku hebûn û pêşengtiya jin pejirandiye û li gorî wê jiyan dike û pir zêde ne diyarkere” kiriye. Çand, çanda dayikê ye, lewma ji wê çandê re dibêjin dayiksalarî, ji ber jiyan li derdora jin diherike. Hinek tişt heya roja îro hatine, hinek jî hatine berovajî kirin. Mînak dara sêvan di esas de weke dara zanistê tê nasîn, lê di mîtolojiya Hewa û Adem de weke ku ew dar bûye sedemê avêtina ji buhuştê hatiye reş kirin. Cardin ji bo ku Niyoton zagona kişandina erdê pêşbixe, dibêjin bi salan fikiriye, ta ku rojekê li bin dara sêvê rûniştiye û sêvek li serê wî dikeve. Wê demê difikire bê ka kîjan hêz ew sêv kişandiye, di encam de dibêje hêza erdê kişandiye. Di vê bûyerê de jî sêv derdikeve beramberî me. Her wiha tîrkevanekî navdar heye, tîr davêje hewayê, sêvê di ortê de dike du qet. Di wir de jî sêv heye. Her kesî li gorî xwe ji bo sêvê şîrove pêşxistine, lê ya esas û bingeh di civaka Neolotîk û qatmana yekemîn de ye. Ji ber ne tenê sêv tevahî darên fêkî yên ku berhem didin û hemû tiştên girêdayî çanda dayikê pîroz hatine dest girtin. An jî zeytûn, dibe ku niha li Efrînê ji ber ku pir berhem dide baş tê dîtin, lê esas di çanda dayikê de sembole. Dûvre jî bûye sembola aşîtiyê. Cardin simbila genim ji bo wê demê pîroze, hem dîtina genim, hem kirina ard û nan di esas de ji bo tevahî mirovahiyê şoreşeke mezine, lewma pîroz tê dîtin. Dayik ev dîtiye, ji ber vê dike yek ji sembolên xwe. Di hinek wêneyan de di deste xwedawendan de qevdeke simbilên gihaştî heye, di hinekan de jî teyek genim heye. Bi giştî sembola tevahî xwedawendên berekete mîna Kîbele, Demeter û hwd, genime.

Bi giştî serdem, serdema xwedawendên bi hêz e. Sembolên Tacên wan jî hîlale, serê du maran bi hevdu re ye di orta wan de jî stêrk heye. Mînaka vê qatmanê jî Nînhursag xwedawenda çiyayî ya Mozobotamya jorîne. Xwedawenda Hûriyane. Li gorî niha dibe ku li milên Çewlîk, Dersîm û Bidlîs be, ji ber ne li deştê, li cihên çiyayî derketiye. Nînhursag weke sembol tê dayîn, lê di esas de jinên xwedawend pir in. Di mîtolojiyê de dibêjin ku bexçeyekî Nînhursag ê pir mezin heye, di bexçê xwe de 8 cûre giha diçîne. Ev giha hem ji bo dermanan çêbike, hem jî ji bo ku civakê pê têr bike datîne. Enkî jî dixwaze bela xwe li bexçê wê bide, Nînhursag jî wî hişyar dike ji bo ku nekeve bexçe. Dûvre jî Enkî bi dizî dikeve bexçe û heşt cureyên giha dixwe. Bi wan gihayan ve bi jehrî dikeve, nexweş dibe û mecbur dimîne ku biçe gel Nînhursag. Dema diçe xwe davêje ber lingê wê û dibêje min derman bike, ji ber min bi dizî heşt cureyên giha xwariye. Nînhursag destpêkê tiştekî nake û dibêje tu yê pê bimirî, piştre ji bo ku nexweşiya wî çareser bike, ji bo her gihayekî ku xwariye û her nexweşiyekê xwedawendekê dişîne. Wê demê xwedawend Nîntî heye (wateya Nîn ku di navê Nînhursag de jî heye xwedawende, tî jî di zimanê Sûmeran de tê wateya jiyanê-yanî xwedawenda ku jiyan da Enkî). Dibêjin hemû xwedawend diçin wî derman dikin û baş dikin, tenê paresûyî wî şkestî mane pêwîste werin çêkirin û herî esas jiyan were dayîn, lewma herî dawî ya ku jiyan dide wî Nîntî ye. Lê ev mîtolojî piştre di mîtolojiyên din de hatiye berovajî kirin û gotine jin ji paresûyê zîlam çêbûye. Lê tişteke wisa di rastiyê de tine ye, ne jin ji paresûyê zilam çêbûye, ne jî zilam ji paresûyê jin çêbûye.

Wê Bidome….