Hebûn Çiya

 

Artêşbûyîna jin di dawiya 1993’an hate avakirin. Ew dem em taximek hevalê jin li Çiyayê Reş bûn. Di wê demê de weke şexs û weke tevgera jin jî me zêde fêm nedikir emê çi bikin û nêzîkatiyên çawa raberbikin. Ji xwe wê demê Rêber Apo gotibû pêwîste hevalên jin werin gel hev, xwe ji hevalên xort qut bikin. Bila bi xwe di nava xwe de rêveberiyên xwe avabikin, jiyana xwe plansazî bikin û birêxistin bikin. Di hevalan de heyecan û coşek hebû. Emê bi xwe jiyana xwe rêxistin bikin, bi xwe ewlehiya xwe bigrin, her wiha perwerdeyên xwe bi xwe bidin û hwd. Cardin Rêber Apo gotibû bi xwe bila rêveberiyên xwe derbêxin, di wê demê de jî bi artêşbûyîna jin re di nava jin de fermandarên yekineyê, taxim, alîkarvanên wan derdiket. Di wê demê de fermandarê yekineya me rêheval Têkoşîn bû. Rêheval Têkoşîn ji Sêrtê bû û herêma Cudî şehîd ket. Gava em tenê man ew dem me tevahî kar û xebatên xwe bi tena serê xwe kir, em fêrî tevahî karên partîkê bûn, her wiha bû wesîleya ku em xwe nas bikin, hêza xwe û xulîkariya xwe jî derbêxin holê. Ji sala 1993’an de Rêber Apo pergala binerd xisti bû rojeva me de. Me hevalên jin tevahî manga û sipartekên xwe dibin erd de çêkir, bi tena serê xwe. Wê demê jî me hevalên jin Şkefta Birîndara digirt. Wê derê cihekî gelek stratejîk bû, me tepeciyên xwe derdixist wê derê, her carê taximek di çû. Heval gelek baldar nêzî ewlehiyê, jiyanê dibûn. Birastî jî di hevalê jin de bawerî, vîn, lêhûrbûyînên jiyanê, şer û perwerdeyê pêşketibûn. Ya herî girîng jî êdî jin ji bo hev pêşxistinê têkoşîn didan meşandin. Êdî jin bi xwe sengerên xwe yên şer, plan û keşfên xwe yên çalakiyê dikirin û şer dikirin. Di jin de aliyê bîrdozî û fikrandinê de jî gelek pêşketin dihat avakirin. Ev pêşketin her roj, her gav di nava jin de dihat pêşxistin. Ev dihişt ku jin xwe di her qadê jiyanê de pêş bêxe û nasnameya xwe xwedî derbikeve. Mirov dikare bibêje ku têkoşîna jin ya li hember zilam jî û di nava xwe de jî piştî artêşbûyîna jin pêşket. Jin êdî ji bo xweseriya xwe têkoşîn dida meşandin, di nava xwe ji hev re dibûn hêza pêşketinê. Ev pêşketinên dîrokî bûn.

Bêguman di wê demê de mijarên ku me tê de zehmetî jî jiyan dikir hebû. Mînak di aliyê perwerdê de me zehmetî jiyan dikir. Ji ber heya wê demê hevalên jin perwerde ne dabûn. Hevalên jin ji bo vê mijarê gelek ked dan raber kirin. Ji ber di vê aliyê de kêmahiyên xwe dîtin û ji kûr de jî hîskirin hebû, hevalan jî di aliyê bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo de xwe zana dikin û hevdû perwerde dikin. Ji xwe wê demê weke roja me ya îro ewqasî derfet jî nîn bû, heval li ser dahûrandinên Rêber Apo xwe kûr dikirin û perwerde didan. Cardin heval ji bo ku şev jî demê xwe binirxînin çira çêdikirin û li ber çira xwe amadedikirin. Êdî di hevalê jin de nêzîkatiyê rojane jiyan kirin ji holê rabûbû. Pêşeroja xwe, kêliyên jiyanê bi wate û tijî jiyan kirin hatibû avakirin.

Tevahî pêşketinên ku dihatin kirin ewqasî hesan çênebûn. Di encamê gelek ked û berdêlan de êdî jin bû xwedî vîn û însiyatîf. Baweriya wê ji bo wê pêşket û ji bo pêşeroja xwe, jiyana xwe fikrandin û xwe zanabûyîn da avakirin. Her wiha berî artêşbûyînê taximên hevalên jin nîn bû. Cardin fermandarên jin yê manga hebû lê yê taxima nîn bû. Di sala 1992’an de di hin herêman de cih bi cih taximên hevalên jin cuda diman. Lê di Başûr de, di gelek herêman de taximên hevalên jin xweser disekinîn. Di pratîkê de hevalên jin weke tîm disekinîn. Zivistana sala 1993’an de hevalê jin piştî şerê Başûr êdî taxim disekinin. Di sala 1995’an de di Kongreya YAJK’ê de biryar hate girtin ku ji hevalên jin re wargehên guncav werin avakirin. Wê demê li Zagrosê herêma Gerdiya de, Cîlo yê biçûk de, Heftanîn û Botan de yekineyên hevalên jin hatin avakirin. Li gor erdnîgarî û şertên şer taxim, manga û yekineyên hevalên jin xweser disekinîn û mevzîlendirmeyên xwe çêdikirin.

Birastî jî piştê ku artêşbûyîna jin hate avakirin di jin de ji xwe bawer bûyînek pir cuda derket holê. Ji ber êdî rêxistinbûyîna wê hebû, artêşa wê avabû û hwd. Pêşketinên ku di hevalê jin de derket holê ji aliyê hevalên xort de jî bi awayekî şênber dihate dîtin. Cardin jin di her qadê jiyanê de bû xwedî maf, vîn û bi têkoşînê ve xwedî li nasnameya xwe derket. Ev jî di saya rêhevalên me yên pakrawan de hate avakirin. Jin gihiştiye wê astê ku êdî pêşengtî ji tevahî jinên cîhanê re dike û xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Di artêşbûyîna jin re êdî jin çalakiyên xweser pêktanîn. Çalakiya yekemîn ya xweser jî di sala 1994’an bû. Rêheval Sozdar Xelîla pêkanî bû, li herêma Cûdî di panzerê de mayînek teqandibû. Çalakiya duyemîn jî rêheval Delîla Goyî li Zagrosê pêkanî bû. Rêheval Delîla di sala 1998’an de li Amede şehîd ket. Ew dem tam nayê bîra min operasyon bû yan jî çalakî bû lê rêhevalên jin bi tena serê xwe şer dikin û wê demê heft çek jî li ser neyar rakirin.

Artêşbûyîna jin hişt ku êdî jin bixwe dîroka xwe ji nûde binivsîne û çarenûsa xwe bide diyar kirin. Bi vê re di heman demê de, hem xwe, hem civakê hem jî zilam pêşdixe. Di jin de ew ruhê berxwedêr û têkoşînvan hat rêxistinkirin. Her wiha cardin di jin de ji bo heqîqetê şer kirin û têkoşîn kirin derket holê. Her dem Rêber Apo ji pirsgirêka jin re stratejîk nêz bû. Ji bo wê pêdiviyek pir mezin dît ku artêşbûyîna jin, partiya jin bi rêxistin bike û bi afirîne. Bi rastî jî di salên 1992’an de tevlîbûyîna jin ya di nava refên gerîla de gelek zêde dibû. Pêwîstî hebû ev hêz were rêxistinkirin. Ji bo wê Rêber Apo dahûrandinên herî bingehîn jî ji bo ku jin xwe nasbike esas girt. Ji ber ger jin xwe rast nas neke û heqîqeta xwe nas neke wê nikaribe li hember hişmendî û pergala zilam jî têkoşîn bide meşandin.

Ger ku jin nebe ya xwe, bi vîna xwe, bi zanabûyîna xwe bi xwe biryara jiyana xwe nede wê nikaribe têkoşîn û berxwedaniya xwe ya azadiyê jî bide. Ger ku têkoşîna azadiya jin bi rêxistin nebûya, stratejîk ne hatiba destgirtin wê di roja me ya îro de ewqasî mezin, kûr û gerdunî nebûbaya. Piştî ku Rêber Apo artêşbûyîna jin avakir YAJK da avakirin. Bi rêxistinbûyînê re jin xist ferqa hêza wê de. Bi rastî jî partîbûyîn dibe çavkaniya jiyanek azad û demokratîk. Her wiha Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jin pêşxist. Ev jî weke ku mirov bi avê nebatekê avbide û bi hêle ku ew nebat hertim şîn bimîne. Weke çawa ku av pêwîstiyek gelek girînge ji bo tevahî zindiyan, xweza û gerdûnê, bîrdoziya rizgariya jin jî heman tişte ji bo jin. Artêşbûyîna jin li hember neheqtî, bê maftî û tûnebûyîna netewa jin hate avakirin. Ev jî bi kedên Rêber Apo û yê rêhevalên me yî pakrawan pêkhatin. Rêber Apo mîrasek gelek bi nirx û dîrokî teslîmî jinê kir. Pêwîste jin jî bi kedek gelek mezin xwedî vî mîrasê pîroz derbikeve.