Ji bo famkirina jiyanê gelo çiqas dem an jî çend temen pêwîst dike? Mirovên ku jiyanê rast fêm bikin carnan kêliyek, carnan seatek, carnan rojek û carnan jî salek têrî wan kiriye ku bibin xwedî jiyaneke ku piştî dehan salan jî were behs kirin. Ew mirovên ku dagirtî jiyan kirine, nirxê her kêliyekê zanîne û tiştek nû li ser zêde kirine. Lewma ji bo wan weke fîzîkî bi dehan sal jiyan kirin ne xwedî girîngiye. Jina cesûr ya welatê rojê Bîşeng Rojda Giravî jî bû famdareke jiyana rasteqîn. Wê girîngî da, dagirtina her kêliyeke jiyanê û bi vê guftugoya bi jiyanê re gelek tişt îfade kir.

-Bîşenga delal, tu çiqas temen dixwazî?

-Temen çiye?

-Temen, ji salan pêk tê.

-Sal çi ne?

-Sal ji demsalan pêk tê.

-Demsal çi ne?

-Demsal Buhar, Havîn, Payîz û Zivistane.

-Di sala yekemîn de kîjan demsal hene?

– Buhar, Havîn, Payîz û Zivistane hene.

-Di sala duyemîn de kîjan hene?

-Dîsa Buhar, Havîn, Payîz û Zivistan hene.

-Belkî di sala sêyemîn de kîjan hene?

-Cardin ew hene û her wisa berdewam dike.

-Wê demê ji min re salek bese û ji bo min salek temeneke .

Ew Xwedî Li Mîrasê Pêşiyên Xwe Derket

Nazli Yalçin di sala 1999’an de li bajarê Wanê ji dayik dibe. Di nava eşîreta Giravî ya welatperwer de dest bi jiyanê dike. Ew bi eslê xwe ji navçeya Elkê ya girêdayî bajarê Şirnexê ne. Lê ji ber girêdana eşîretê ya bi çand û welatê xwe ve, herdem rû bi rûyê zilm û zora dewleta faşist hatine. Ji ber ku wan tu carî radestbûn qebûl nekirine, dijmin malbata wê di komkujiyê re derbas dike, gelekan ji wan qetil dike û yên mayî jî mecbûrî koçkirinê dikin. Lewma malbata wê koçî Wanê dikin. Lê tu carî dest ji welatparêziya xwe bernadin, berovajî wê hîn zêdetir tên girêdan û ji bo azadiya welatê xwe xebat dikin. Ji ber ew yek ji eşîretên herî kevnar ên Botana berxwedêr û serhildêr bûn. Wan rojekê jî dev ji ax û nasnameya xwe bernedan. Nifşên zarokên xwe li ser wê çandê mezin kirin û gelek ewladên xwe diyarî doza azadiya Kurdistanê kirin. Bi van tevlîbûnan ve, ewladên herî hêja û egîd heya roja îro bi awayekî xurt erkê xwe yê welatheziyê bê rawestan pêk anîn.

Nazlî jî pir bi şans bû ku xwîna eşîreteke wisa welatparêz di damarên wê de diherike. Ew xwedî wî bextê mezin bû ku li ser çanda kurdewariyê mezin dibe. Her wiha dibe xwedî wê siûda dewirgirtina mîrasekî dîrokî. Nazli hema bêje van taybetmendiyên herî resen bi awayekî herî xweşik di cewherê xwe de diçîne. Bi çûyîna dibistanên pergalê ve hîn ji nêz ve rastiya dagirkeriyê fêrdibe. Erê weke şagirtekê di nav wan de bû, lê ne ji wan bû û wê tu carî nebûba ji wan. Lewma nikare vê bindestiya ku li ser gelê wê tê ferz kirin erê bike. Bi guhdarkirina çîrokên komkujiyên li ser malbata xwe û gelê Kurd ve pir bandor dibe. Hem bi wan komkujiyan hem jî bi xwendina ku dike ve rûyê rast yê desthilatdariyê dibîne. Lewma dixwaze derketineke nû bike û li ser rêka gelek ferdên eşîreta xwe bimeşe. Lê zordest van hewildan û serî rakirinên wê dibînin, lewma wê binçav dikin û dixwazin îradeya wê bişkînin. Lê ew jina resen bû ku di cewherê wê de evîna azdiyê hebû, ji ber vê yekê biryara serî rakirina li hember pergala Osmanî dide. Di sala 2015’an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide.

“Memleketa Herî Xweş Memleketa Gerîla Ye”

Nazlî bi navê Bîşeng Rojda Giravî ve dest bi jiyana xwe ya nû dike. Dixwaze kevneşopiya Bîşengan a ku pêşengtî ji serhildanan re kiriye bişopîne. Lewra bi vî navî ve dixwaze bi tekoşîna xwe ve nirxên nû zêde bike. Bîşeng di demeke pir kin de bi jiyana çiya re dibe yek. Ji ber mirovên ku bi hezkirin û ji dil tevlî dibin xwe perçeyekî ji jiyanê dibînin û tevlî dibin. Ji ber ku wê jî dilê xwe bi hezkirinê ve dagirtibû pir zû bi çiyayên azad ve tê girêdan. Bîşeng gerîlatiya xwe li alana Zapê destpêdike. Perwerdeyên bingehîn dibîne û rastiya Rêber Apo bi aweyekî zanistî fêr dibe. Lewma dixwaze li tevahî nirxên ku Rêber Apo ji tunebûnê avakiriye xwedî derkeve. Bi taybet bi saya vî fikrê ku asta jin bilindkiriye û hiştiye li xwebûna xwe bizivire bandoreke pir mezin li ser avadike. Lewma dibêje, “Yê ku ji bo bikaribim jiyaneke rast hilbijêrim pêşkêşî min kir, ê ku ez kirim ez û yê ku hişt ez bigihêjim nasnameya xwe Rêber Apo bû. Ji ber weke hebûneke fîzîkî ez hebûm, lê bedeneke bê ruh bûm. Rêbertî ruh û hêza watedayînê da min. Lewma ez deyndarê Rêber Apo me”. Bi van hestan ve her kêliyeke jiyana xwe dadigire û jiyan dike.

Bîşeng pir zêde ji rastiya Şehîdan û jiyana wan bandor dibe. Ew dixwaze weke wan bibe xwedî meş û sekneke ku ji dîrokê re bibe mal. Lewma hestê xwe bi van hevokan, “Meşeke rast li ser xeta Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Ronahî û Bêrîvanan, ancax bi helwesta bûyîna xwedî jiyaneke bi têkoşîn, hezkirin û evînê ve dagirtî, pêkan bibe” tîne ser ziman. Bi vê gotinê ve weke endameke YJA-STAR îdîa û biryara xwe datîne. Heman demê pir zêde ji sekna Şehîd Kemal Pîr bandor dibe. Bîşeng ji bo xwe gotina heval Kemal ya ku dibêje, “Em ji jiyanê bi qasî ku di oxira wê de bimirin hezdikin” dike hîmekî jiyana xwe ya şoeşgerî û gavên bi hêz davêje.

“PKK’yî Bûn Her Roj Destpêkên Nû Pêşxistine”

Bîşeng demekê li qada Ertûşê dimîne û xebateke bê qisûr dike. Dema ku mirov di cihekî de ked dide, pê ve tê girêdan û jê hezdike. Lewma ji ber ku Ertûş di gelek waran de mamostetî ji Bîşenga dilpak re kiribû, wê pir zêde jê hezdikir. Ji ber wê dema ku vesaziya wê ji wir çêdibe jî biryar dide ku tiştên li wir fêrbûye bike bingeha pratîkên serkeftî. Ew demekê li Çiyayê Reş dimîne. Li wir jî bi fedekartiyeke mezin tevlî dibe û ji wir jî hez dike. Lewma digihêje wê encamê ku, gerîlatî ked dayîne û cihê ku mirov lê ked dide nirxekî cuda di dil de avadike. Ji ber wê, Bîşeng êdî dizane ku biçe kîjan çiyayê Kurdistanê jî ewê jê hez bike û pê ve were girêdan. Lewra dibêje, “PKK’yî bûn her roj destpêkên nû pêşxistine”.

Bîşeng mîna her gerîlayekê ji bo ku têkoşîna jiyana xwe û Rêhevalên xwe ji dîrokê re bike mal, bê navber dinivîse. Her roj lênûsa xwe digire destê xwe û kêliyên herî xweş, hem jî yên herî zehmet ku gerîla bi serkeftinan derbas dikin dinivîse. Ji bo ku ji zarokên welatê xwe re mîrasekî bihêle û ew nifşana fedekariya bi sedan cangoriyên axê bibihîzin, dinivîse. Bi van nivîsan ve erkekî din li hember dîrokê pêk tîne.

Bîşeng weke ku gotibû, “Ger mirov jiyanê fam bike salek jî temeneke”, her çirkeyeke jiyana xwe dagirtî jiyan dike. Di sala 2017’an de, di encamê êrîşên hewayî yên dijminê mirovahiyê de digihêje bê miriniyê. Lewma wê du salên gerîlatiyê û têkoşîna di oxira jiyana azad de bi kêliyên giranbuha dagirt. Mîratekî ku ne yê du salan yê temenekî bi dehan sal, ji bo zarokên welatê xwe hişt.

Rêhevalên Wê Yên Tekoşînê