Rojhilata Navîn

Di rastiya Rojhilata Navîn de, bi taybetî di aliyê bandora Îslamê de, şikestinekî di şexsê jin de pêk hatiye. Lê rixmê bandora dîn, feodalîzm û dogmatîzmê jî jin, li kur derfet dîtibe, xwe li wir, tevlî şerê nirx parastinê kiri ye. Niha jî em bala xwe bidin, çend welatên li Rojhilata Navîn û rewşa jinê li van deran, binirxîn in.

1-Suriye

a- Zenubî

Zenubî, B.Z 229’de sermiyanê klanekî ye, dayika wî ji malbata qralê Ereban Emesayan yên li Misirê ye. Navê hevserê Zenubî, qral Odaenathus e, dema hevserê wê û kurê wê Haîran tên kuştin, desthilatiya Palmîra derbasî Zenubî dibe. Zenubî, di warê rewşenbîrî, xweşikbuyinî û şerkerî de li pêş e. Jinekî pir bi bandor, pir balkêş e û xwedî hêzekî pir xurt e. Wekî Zenubya jî tê nasîn. Zenubî dema tê ser erka rêveberîyê cudahîkî çê dike. Zenubî li beranberî hêzên wekî Rum û Persan, pêngavekî dide despê kirin û sînorên Palmîra fireh dike. Diçe Misirê digre. Piştî fetih kirina Misrê dibe ”Keybanuya Misir”, wisa xwe bi nav dike. Bi rojan li ser hespê xwe, çar gavkî, bi şurê xwe dide pêşiya artêşê û şer dide meşandin. Hem sînorên xwe di parêz, hem jî sînorên xwe fireh dike û rêyên ticaretê bi welatê xwe dide girêdan. Zenubî, di dema xwe de, hem li hember êrişên Rumiyan, hem jî li beranberî êrişên Pers yanî bi navê wê demê Sasaniyan, li ber xwe dide, axa xwe diparêz e. Zenubî de yetenekê teqtîkî xurt in. Teybeymendiyên wî yên ku hevsengî ava bike, polîtîka bide meşandin heye. Ji bo êrişên Sasaniya der sînor bike bi Rumiyan re dikeve nava peymanan. Lê di wê demê de, axa Roma pir ji nav diçe û êrişên wan li beranberî Zenubî pêş dikevin. Dema êrişê Rumiyan ji bo dagir kirina axa Rojhilat, pêş dikeve Zenubî li Antaqya di nava şer de ye. Li vir bi Roma re dikeve şer, nêzî ava Firatê ew û kurê xwe dîl dikevin destê Rumiyan. Gelek çîrok di derheqê vê buyera dil girtinê de hene. Lê ji ber ku taybetmendiyekî jinên Rojhilat in, vegûhestina herî aqilane ewe ku Zenubî radest kirinê qebul nekiriye û xwe kuştiye. Dibe, ji ber ku, xwe radest kirinê qebul nake û xwe jehr dike û jiyana xwe bi dawî dike. Ev jî taybetmendiyeke Rojhilata Navîn e, ti caran li pêşiya dijminê xwe çog danayne û ger rê nema be, jiyana xwe bi destê xwe xilas dike. Zenubî, di dîrokê de, wekî ‘keybanuya şerker’ tê bi nav kirin û wisa tê nas kirin.

2- Filistîn

Di Rojhilata Navîn de, çarenûsa gelê Filistîn û gelê Kurd, pir dişibin hev du. Her du civak jî, her dem bi şer re rube ru mane. i salên, 1948’de dema raperîna gelan despê kir, jin pir bi bandor, di Filistin de cihê xwe di şer de girtin. Lewra, yekîneyên milêsên jin, li vir tên ava kirin. Navê yekîneyên wan ‘kulîlkên çolê’ ne. Wezareta jin li vir tê ava kirin. Dîsa, konseya yekitiya jin jî li vir tê damezrandin.  Jinên navdar yên ku, li Filistin, di şer de rola xwe leystine gelek in. Lê emê behsa du kes ji wan bikin. Ji ber kuvan jinan di milê teqtîk de pêşengtiya demê kirine, hêjaye ku mirov bi taybetî behsa wan bike.

a- Leyla Xalit

Di şerê Filistinê de jî, jinan pir fedakariyên mezin kirine û berdêlên giran biha dane. Ji vana yek jê, Leyla Xalid e. Leyla Xalid, bi tarz û teqtîkê xwe yê afriner di şer de, tarzekî nû pêş dixe û encamên pir girîng yên siyasi û leşkerî dide ava kirin. Cara yekem, di dîrokê de, jinekî bi tarzê fedaî balafir direvîn e, ew jin; Leyla Xalid e. Leyla Xalit, bi vê çalakiyê, li cihanê deng vedide û dihêle ku şerê Filistinê ji aliyê cihanê ve bê nasîn.

b- Vefa İdrîs-i (Sena Mihamed-i)

Jinekî ji Erebên Surî ye. Di nava Rêxistina Rizgariya Filistin (RRF) de cihê xwe digre. Di dîrokê bi qasî tê zanîn, çalakiya fedaî ya yekemîn, ji aliyê Vefa İdrîs-i ve pêk hatiye. Ev nûmenekî gelek girîng e, hem hêza jin, hem jî wêrek buyina jin, dide diyar kirin. Lewra, dema derfet bê dayin, jin dikare di astekî bandorker de di şeran de rolê xwe bide diyar kirin.  Vefa İdris-i nişanaye vê rastiyê temsil dike.

c- Delal El Mexrîbî

Delal El Mexrîbî, jinekî ji Beyrudê ye. Di salên, 1976’an de tevlî tekoşîna, Rêxistina Rizgariya Filistinê dibe. Dibe gerilayekî jin û di demekî kin de di asta fermandariyê de rolê xwe yê pêşengî dileyîze. Bi çalakiya fedaî navê wê tê bîsîn.

Di xetên giştî de ger mirov, ji bo Filistin’ê binirxîne; mirov dibîne, di xeta jinê de helwestekî, seknekî, di asta fedaîyane de şerekî heye. Hewildanên ku ev kedên tên dayin, bixin malê jinê jî heye. Lê em temaşe bikin hêna jî, Leyla Xalit dijî. Mirov bala xwe bidê, tekoşîn û berxwedaniya jin di sînorên giştî de xitimiye. Ev jî nahêle ku tekoşîna jin, bigîje asta azadiya jinê pêk bîne, lêgerên di warên xweser de hene, lê derfet nîne ku ev bizivirîn, pergalekî jin. Tekoşîna jin, piranî, tekakes ango di sînorên netewan de dimîne.

Mirov vê jî bîne ziman, wê cihê xwe bigre. Lewra, pergala Rojhilata navîn pir hişke, jinê wekî namus dîbîne, ne hêsane ku jin, bi nasnemaya zayenda xwe, bikeve nava şer û di şer de pergalekî jin, bide ava kirin. Jin, di Rojhilata Navîn de, pir bê parastin maye. Jin, bê zanist, bê hebûn e. Ger ewqas tecavuz heye, ewqas şiddet li ser jin pêk tê, sedemî wî bê parastin mayinê jinê ye. Divê dema me rewşa jinê nirxan, em van rastiyan jî, bidin berçavan. Lê kengî jin derfetekî herî biçuk ditiye, jixwe ve, xwe bi tevger kiriye, tevlî şer biye û xwestiye xwe ji zincîrên pergalê bi filitîn e.

Kurdistan

Kurd, civakekî hatiye perçiqandin e. Welatê Kurdan, bi sedan salin, di bin talanê de ye. Lewra, pergala talanê, pergala tine kirinê li ser Kurdan hatiye ferz kirin. Wekî din, divê pergalê de yên du caran hatine, perçiqandin jî jin in. Ger di dîrokê de em mêze bikin, jin di Kurdistanê de, pir şerker in. Di kêleka wî de, dema em lê mêze dikin, milên zayendperst jî li Kurdistanê, pir li pêş in. Lê rixmê wî jî, jinên wekî; Zerîfe, Besê, rastiya Qela Dim Dim û hwd de, jin rolê xwe di asta bandor kirina dîroka Kurdan de, lîstine. Di dîroka Kurdan de, kevneşopiyekî jin, ya berxwedanî heye. Gotinekî di Kurdi de heye ‘şêr şêr e, ji jine, çi mêr e’, ev nîşaneya vê rastiyê îfade dike. Wekî nûmuneyên lêkolînên xebatên jineoljîyê, li ser nivisandina dîroka jin, emê qala çend jinên pêşeng yên Kurd bikin.

Di Nava Dîroka Kurdan De Jinên Ku Derketine Pêş (1) (ev beş, ji pirtûka despêkek ji bo jîneolojî hatiye berhev kirin)

Şeceret-AL-Durrdi

Di dema rêveberiya Selahaddîn Eyyubî de jiyankiri ye. Pîştê kuştina kurê xwe û hevserê xwe, dibe melîkeya Misrê. Li gor qanûnên Îslamî rêvebertiya jinê qadexe ye. Ji ber vê yekê ji aliyê zilamên serdest ve ji vê erkê tê girtin. Di sala 1257’an de tê kuştin.

Deyfe Xatun

Xwarzêya Selehatîn Eyûbî ye. Li Helebê ji dayîk dibe. 25 saliya xwe de ji xanedana Eyûbiyan Elmelik Elzahêr re dizevice. Lê piştî 7 sal şûnde hewserê dimire û Deyfe Xatûn ciha wi dibe rêvebira Helebê. 10 sal rêveberiya Helebê dike. Kurê wê 17 salîya xwe de rêveberiyê dewr digire. Lê jiber ku 24 saliya xwe de dimire, Deyfa Xatun cardin dibe rêvebira Helebê û şeş salê din Helebê rêve dibe.  Li hember êrişên Moxolan berxwedaniyek pir mezin dide. Bi dehan caran bi artêşa xwe li hember êrişên Moxolan serdikeve. Deyfa Xatun piştî serkevtênên xwe yên di şer de, li Helebê dibistanek bi navê Fîrdewsî ku nivîskarê Şahnameyê ye avadike.

Mehûş Senendecî (Sine)

Di sedsala 13. de weke jineke helbestvan derdikeve pêş. Çaxê xwe de di wêjeya Kurdî de pir navdare. Mehûş Senendecî helbestên xwede ciheke girîng dide êş û azarên gelê Kurd. Di dema Mehûş Senendecî de ciwaka Kurd êşên xwe yên ji sedema Ereba Îslam rûbirû dimînin bi rêya helbestan tînin ser ziman. Ji xwe îro ji saya hûnera helbestan çanda û dîroka gelê Kurd wenda nebûye. Di heman demê de mirov dikare qada wêjeyê bi teybet jî ya helbestvantiyê weke qada tekoşîna jina Kurd jî bi nav bike.

Rihan Loristanî

Di sedsala 15. de jiyan kiriye. Jineke tembûrvan û helbestvaneke mezin ya herêma Loristanê ye. Rihan Lorîstanî heman demê jineke rewşenbîr û bijîjke. Hunera Rihan Loristanî, hîna jî di nava folklor û hunera Loristanê de zindîbûna xwe diparêz e.

Guhar Xanim-Vîyan Xanim-Xatuna Zadine

Di sedsala şazdemîn de li rojhilatê Kurdîstanê kela Dimdimê keleyek binav û deng bûye. Kurd li hember Abbasiyan divê qelê de tekoşînek bi nav û deng didin. Ji bona parastina kela dimdimê jinên Kurd bi fedakarî û welatparêziyeke mezin tekoşîn dikin.

Guhar Xanim di dema Safeyina de dijî. Di wê demê Şah Abbas ji bo Safeyina bike yek bi ser Kurdistanê de tê. Dema berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, li eyaleta Urmiyê rastî berxwedaniya kela Dimdimê dibe. Di ss. 16. de Şah abbas ji bo têk birina Kela Dimdimê çi ji destê wî tê dike. Şer bi salan didome. Li Kela Dimdim gelek jinên ku di diroka Kurdan de navdarin pêşengtî dikin. Guhar Xanim û buka wê Viyan Xanim ji van jinên berxwedêrin. Dema Arteşa Abbasiyan kelê dorpeç dike, Guhar Xanim li birindara mêze dike, di heman demî liojîstîka kelê di bin destê wê de ye. Bi qazanan av dikelîn in û bi ser serê leşkerên Abbasiyan ve dirîjin in. Vîyan Xanim, dema leşker dikevin kelê, agir ber dide cebilxaneya kelê da ku nekevin dest, li vir Viyan Xanim, du canî ye û divê çalakiya xwe de diçe ser dilovaniya xwe. Gulbahar Xanim jî, di bin kelê de qanalên avê daye çêkirin û bi giştî vana bi bermilên barutê ve pêçandiye, ger Abbasî bigîjin kelê wê vana biteqîne. Şer heft sal didome, piştî Abbas rêya avê peyda dike û kelê bê av dihêle kela dikeve destê Abbas. Wê demê Guhar Xanim derdikeve ser bermilên barutê û xwe fîda dike, kelhê diteqîne, kela hildiweşe. Li vir tê gotin ku, gelek jin xwe ji kela diavêjin, sekna Guhar Xan dibe mînak, dibe destanekî li ser lêvên Kurdan. Şah Abbas dema halê kelhê dibîne, dibê ”em bi ser neketin”.

Xatûna Zadîne hêza tolgirtina jinên ku ji kelhê avêtine ye. Piştî hevserê wê Mîr Ebdela Xan dimire, dibe rêvebera heremê. Piştî ku dibe rêveber bi armanca tolhildana wan jinên ku di Kela Dimdimê de jiyana xwe dest dane, bi artêşeke hezar leşkerî êrîş dibe ser Kela Dimdimê û qelê dest dixe. Ji arteşa Xatûna Zadîne re hêzên Çengzêrîn dihat gotin. Demeke dirêj rêveberiya herêmê dike.

Mah Şeref Xanima Kurdistanî

Jineke Erdelanî ye û li bajarê Sîne sala 1804 an de ji dayîk dibe. Sedsala nuzdemîn de ango çaxê serhildanan de jiyankiriye. Nivîskar û helbestvaneke navdare. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana edebiyata Îranê bandoreke pir mezin çêdike. Mah Şeref Xanima Kurdîstanî nava Erdelaniyan bixwe de bi navê Mostûre Erdelanî tê naskirin. Dîvaneke helbesta ya ku ji 20 hezar beytan pêk tê dinivîsîne. Gelek pirtûk û makale nivîsandiye. Pirtûka wî ya herî navdar bi navê Kûrdîstana Dîrokî ye. Yekemîn dîvana wê piştî mirina wê 39 sal şûnde ji milê Farsan bi navê Dîvani Mah Şeref Xanima Kurdîstanî tê çapkirin. Pirtûka xwe ya binavê Kurdîstana Dîrokî de ji ciwanên Kurdan re wiha bangawazî dike; ”Keç û Xurtên Kurd binivîsin. Şerê navxweyî û êşa gelê me binivîsin. Destpêkê hîs bikin û piştre binivîsin. Bila her tişt ji sibê re bimîne. Dagirkerî, talan û şerê îxtîdarê binivîsin. Yek jî ruxmê wana hemûyan qehremantî û evînên tên jiyankirin binivîsin”.

Hatu Şehnaz

Hevsera begê Erdelanê Helo Xan e. Begê Erdelanê Helo Xan ji bona parastina Erdelan bi Farsan re ketiye nava şer de. Hatu Şehnaz dema Helo Xan dişîne cihê şer wiha dibêje; ”ez naxwazim xwîna te bikeve ser axê, lê ger tu de bizanibi ku axa me wê bikeve destê dijmin, wê demê mirin ya herî xweş û pîroze”. Dema ku şer dijwar dibe ji bona alîkariyê Hatu Şehnaz ji hemû jinên Erdelanê re bangawaziya tewlêbûna şer dike û wiha dibêje; ”Hemû jinên ciwan bila cilê zilaman xwe bikin û werin cihê şer. Yên ku dixwazin dîl bikevin destê Îraniyan jî bila malên xwe de bisekînin. Ji bona ku dijmin ne zane ew jinin ji bona wê dibêje hemû cilên zilama xwe bikin”.  Li ser bangawaziya Hatu Şehnaz, 500 jinên Kurd bi cilê zilaman, hesp û şûrên xwe ji bona şer amade dibin. Ew artêşa jinan di fermandartiya Hatu Şehnaz de diçe tewlê şer dibe. 3 roja şereke dijwar tê jiyankirin. Jinên Kurd di fermandariya Hatu Şehnaz de tekoşîneke pir mezin didin. Zilamên Kurd ên ku cepha şer de ji wê rewşê hêzeke pir mezin digirin û şer bi serkevtina Erdelaniya xilas dibe. Bi wê awayê Hatu Şehnaz weke yekemîn jina Kurd a fermandar bi nav û deng dibe.

Xatûna Edîle

Sedsala 19. de di herêma Soran de Eşîra Caf bi nav û deng bû. Xatûna Edîle piştî mirina hevserê xwe dibe rêvebera eşîrê. Pazdeh salan rêveberiya vê eşîrê dike. Xatûna Edîle bi xwe ji bajarê Helebçeyê ye.  Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser heremê bandoreke pir mezin hebû. Dewleta Îranê û hinek eşîrên Kurd dixwazin Xatûna Edîle bikêşin nava şerê vê demê yê nîjadperest û berjewendîperest. Lê Xatûna Edîle bi wana re nabe yek. Polîtîka û siyaseteke serbixwe dide meşandin. Ev rêbazê serbixwe ji bo wê demê gelek girînge. Serbixwe tevgerandin hêz û zanebûna Xatûna Edîle diyar dike.

Fata Reş

Di sedsala 19. de ango şerê Osmanî û Rusan de jina Kurd Fata Reş, bi şerkeriya xwe deng vedide. Fata Reş serokeşîra Kurdên Mereşê ye. Bixwe Elewiye. Bi artêşa xwe ya 300 kesî ve ji Mereşê tê Stenbolê û tevlê şerê Osmanî û Rusan dibe. Rojnameyên Rus, Îngîlîz, Fransî û Almanan hemû li ser şerkeriya wê jina Kurd wiha dinivîsin: ” Li ser yekîneyên leşkerî piranî jinên Kurd disekînin û wana asta fermandariyê de nava artêşa Tirkan de cihê xwe digirin”. Dîsa nivîskarê Hollandayî Lobel pirtuka xwe ya li ser Tûrkiyê de wiha dinivîsîne: ”Jinên Kurd li gorî jinên din yên rojhilat hê bêtir azadin û weke zilaman agîdin. Mînaka wê ya herî baş jî Fata Reş e”.

Ji Dersên Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin