Rêber APO

Di jina civaka Kurd de, şopên ku ji heyama neolîtîkê ve mane, hê jî bandora xwe didomîne. Bi vê re qehra hemû pêvajoyên şaristaniyê kişandî ye. Xwedî avaniyeke berxwedêr e. Eşkereye ku bi xiyaneta serdemê re jî rû bi rû maye. Gava ku ev taybetmendiyana bi hewldanên gerdûnî yên femînîzmê re yekbûn, partiyeke jinê ya cûda dikare di têkoşîna azadî, wekhevî û demokratîkbûna civakî de risteke mezin bileyîze. PAJK li gorî vê ristê hatiye damezirandin. Her çiqasî bi hêsanî nekaribe ji feraseta zilamtiya serwer rizgar bibe jî, israra di azadiyê de xwedî girîngiyeke dest jê nayê berdan e. Azadkirina cîhana jinê, jin bi xwe jîriya xwe ya hestiyarî û jîriya analîtîk bi hevre bikaranînê pêk anîn, wê ya herî baş be. Ji bo jinê mîtolojî, felsefe, ol û zanist divê jinûve di berçav re were derbaskirin, divê bi şîrovekirina jîriya jinê ya azad û xweser kirdarî bibe. Bi jîriya jinê nêzîkatî li teorî û pratîkê kirin, wê watedartir bibe cîhaneke ku nêzî xwezayê, aşitîxwaz, azadîxwaz, wekhevîxwaz û  jiyaneke ku bi xweşikbûnan tijî ye.

Di Rojhilata Navîn de sêyemîn xebata min a destanî, ya ku di derbarê azadiya jinê de ye. Li gorî min ev xebata ku pêwîste ji xebatên rizgariya welatan û kedê ser ê pêşîntir be, ya herî zor bû. Jin; çîn, netewe û zayenda bindest a yekem û bi kok a paşverûtî û koletiyê ye. Û beriya her tiştî pêwîste behsa bîrdoziya rizgariya jinê bê kirin. Em li pey afirandina vê bîrdoziyê ne. Wiha ji bin vî karî nekarin bi yek-du bûyer, yek-du çalakî û şîrovekirina ji rêzê ve, derkevin. Beyî ku bi awayeke pir gurahî pêşketina bîrdoziya rizgariya jinê bê pêkanîn, her tişt nekare ji xwe xapandinê wêdetir biçe. Û ez bawer dikim ku, pêwîstî bi  bîrdoziyeke rizgariya jinê ya pir cidî heye.

Bîrdoziya jinê beriya her tiştî bê ax çênabe. Heta vebûna axê ji çandiniyê re, ji hilberînê re, hinekî jî bi hunera jinê ve pêwendîdar e. Nexwe, yekemîn rêgeza bîrdoziya jinê, jiyîna li axên lê ji dayik bûye ye. Yanî bi gotina rojaneyî welatparêzî. Xala duyemîn, heke jin wê di jiyanê de cih bigre, pêwîste ku bi ramana xwe ya azad, bi vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe. Heke wê ev bîrdozî pêk bê, ravekirineke herî şênber a vê jin weke dixwaze wê bijî, bîryar dide. Em ê bi ramana wê ewle bibin, li vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya dest jê nayê berdan jî ev e. Sê, ji xwe ji bo ku evaya pêk bê, ji bo parvekirineke jiyanê ya girêdayî azadiyê, birêxistinîbûn pêwîste. Mirovê bêrêxistin ne tişteke. Rêxistinbûna yekem bi jinê despê kiriye. Hêza ku pêwîste herî zêde rêxistinbûnê esas bigre jin e. Zilam dibe ku bêrêxistin bibe an jî ji xwe rêxistinê zilam pir in. Pêwîst dike ku jin rêxistina xwe ya xweser giştî bike. Pêwîst dike ku pêhesanên xwe(duyargalarını) li hemû qadên civakî belav bike. Pêwîste jin birêxistin be. Vêya carekê li guhê xwe guharên wê heye jî, divê hûn li van guharên xwe birêxistîbûnê binivîsin. Ev guharana divê wiha neyê wateyek din. Bi birêxistibûnê re divê hûn jiyana xwe tev ji têkoşînê pêkhatî bibînin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtêkoşîniye, xistine nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê, bi karên hêsan ve hatiye mijûlkirin. Yanî di nava sepandineke mîna kesayeta karên vala de bûne. Ji ber vê di serî de hîmên bîrdozî-polîtîk, di derbarê rêxistinî de, di derbarê çandê de, welhasil di derbarê her tiştê ku wê bihêz bike de, divê bibe têkoşerek tam. Ne ji bo ku xwe bi xwe heya mirinê li mêzekirina zarokan, nizanim bi karên hevîr re mehkûm bike, divê bêje ez ê bibim rêxistinkarek baş. Kar û barê min têkoşînkirin e.

Li gorî min jiyîna bi jinê re têkiliya wê bi estetîk-xweşikbûnê re jî heye. Ji bo ku têkiliya asta kirêtiya jiyana niha bi çewsînê re heye, ji bo ku têkiliya wê bi mêtîngeriyê re pir bandorker e, jina ku dixwaze bijî pêwîste misoger hunerê-çandê-estetîkê pişt guh neke. Em ji fîzîka wê bigrin heya xweşikbûna ramana wê, ji hîtaba wê bigrin heya ronahiya giyana wê, divê girêdayî teoriyeke-rêgezeke estetîk be.

Heke hûn jiyaneke, bi awayê van pênc rêgezan û bi awayê xalên ku hê jî dikare bikeve kûrahiya van, ji xwe re esas bigrin, li gorî min we çeka herî mezin a rizgariyê bi dest xistiye. Bi van çekan tu saziyeke ku bi zêdeyî zilamin hûn ê neynin rê tune ye. Cardin tu zilamê ku hûn ê neynin rê ji tune ye û li gorî min jiyana herî hêja jî ev e.

Jin jine. Jin; nabe nîv jin, nîv zilam. Jin jine, lê li vir hinek xal hene. Divê ne bibe siya zilam, ne jî dirûveyî zilam be. Jin bi xwe rastiyeke, jin bi xwe jiyan e. Taybetmendiyên wê hene. Ji xwe jin di bin siya zilam de, ji jintiyê derketi ye. Ev ne rast e. Jin bi keda xwe, bi şerê xwe, xwe diafirîne. Ez dikarim vêya sedî sed diyarbikim ku, jin di bin siya zilam de nayê afirandin lê ya ku hewl dide li gorî zilam bike jî ji jintiyê derdikeve û tu nirxê wê namîne.

Li Kurdistanê di PAJK’ê de israr û pêşketin dikare bigihîne xawêniyên xwedawendê, pakbûna ferîşte ye, xweşikbûna Afrodît ê. Sentezeke jinê ya wiha; çandeke zilam a çareserneke, hêzeke jiyanê ya nekişîne, çalakiyeke ku nemeşîne nabe. Di dîrokê de, di mîtolojiyê de heya ku xawêniyeke jinê ya hemtayê pîrozweriya xwedawendê –li hemberî jinoyîbûyîn û zilamtiya zorbaz- neyê pêşxistin, di jiyanê de esîltî, azadî û wekhevî nayê pêk anîn. Heya ku ev nirxana neyên pêkanîn, jiyan nekare ji bûyîna nirxeke windayî rizgar bibe.

Rizgarkirina azadî, jiyana bedew û rûmetê pir girîng e. Heke rûmet tunebe, wê jinê bigrin bêxin maleke taybet. Namûsa Kurd xistine çi rewşê? Namûs ne ew e. Namûs parastina nasnameya xwe û hebûna xwe ya cewherî ye, hezkirin jî ji wir derdikeve. Bûyera ku dibêjin hezkirin jî ji vir derdikeve. Ez di wateya kesî de dibêjim, divê kurd çawa bijî. Hezkirin, namûs, weke kesî kurdeke bi namûs divê çawa bijî, ez ketime pey vê. Ez hewl didim ku vêya ji keçan re jî vebêjim. Ez çima dibêjim hezkirin, jin? Divê hezkirin, evîn hebe. Em kêm heznakin, em mezin hezdikin. Em ji bo evînê şer dikin. Ez ji bo jinê dîroka pênc hezar salî dahûrîn dikim, dibêjim netewa herî kevin, çîna herî kevin. Ez bi xwe jî karkereke, kedkareke mezin yê wan im. Dikarin ji bo azadiya wan, ji bo hezkirinê min weke karkerekî pênase bikin, bibînin. Ez weke karkerê hezkirinê xwe pênase dikim. Ez dixwazim mezin bibin. Bila jin li ser vê bingehê bigihîjin çanda xwedawend ê. Bila ji olê zilam re, ji xwedayê zilam re bêjin na. Me ew xwedayana derxistin holê, qels kir. Bila jin derbikeve holê, bila nasnameya xwe û azadiya xwe qezenc bike, em hez ji wê jinê jî bikin. Me, erdnîgariya dayika xwedawend, evîna xwedawend afirand. Em ê wê çandê biafirînin, li berxwe bidin,  xwe qayîm bikin, bi xwe jî ewle bin.

Tenê zilamê ku tam tê xala serkeftinê, dikare jê bê hezkirin. Lê wê di her xalê de bigihîje serkeftin e. Bi jinê re bûyîna wî; wê bê wateya bi welat re, bi azadiyê re, bi azadiya jiyanê re bûyînê. Divê armanca we jî ev be. Heya ku hûn zilam bînin vê xalê, hûn ê şereke watedar bi wî re, li hemberî wî bimeşînin û bikin mirov. Ev mafê wê ye, erka wê ye.

Rojeva bingehîn a mirovahiyê ya di sedsala 21. de, ji hêla saziyên polîtîk ên nû û lêgerînên nasnameya bîrdozî ya ku ev têkilî û nakokiyên bingehîn teşe didinê ve tê diyarkirin. Bê guman a ku van têkilî û nakokiyan diyar dike, di bingeh de asta ku pêşketina teknîka zanistî gihîştiyê ye. Hewl tê dayîn ku li ser van bingehên berbiçav (objektif) nirxandinên rewşê jinûve bê kirin. Guftûgoyên têne kirin ji serî heya binî her mijarê girtiye naveroka xwe.

Di roja me de tenê navê pirsgirêkê lê hatiye kirin, tam bi naveroka xwe nehatiye diyarkirin. Bernameya wê, stratejiya wê, şêwazên rêxistin û çalakiya wê bi wateya xwe ya tam ve li rojevê bicihbûyînê dûr e. Çawa ku dîrok, li ser bingeha koletiya zayendî ya jinê weke dîrokeke zorbazî, şer, mêtin û derewkariyê dest bi şaristaniya civaka çîndarî kiribe, bi têkoşîna azadiya jinê û serkeftina wê re jî wê weke dirokeke azadî, aşitî, wekhevî û rastiyê jinûve bê afirandin û nivîsandin. Hemû şanîker(gösterge) nîşan didin ku di berbanga şaristaniya nû de azadiya jinê wê rista diyarber bileyîze û serdemeke jina azad dikare dûbare lê di asta jortir de bê jiyîn.

Bi awayê avanîsaziyên civakî yên hatine avakirin berbiçavbûyîna utopyayên azadî û wekheviyê, di dûrahiya erkên pratîkî ya rojê de ne. A pêwîst, hêza vîna azadiyê û nirxê zanistî ya rêya ketinê ye. Em behsa heyama ku evîna rastiyê nêzî jiyana azad bûye dikin. Gotina me ya cewherî ev e; RASTÎ EVÎN E, EVÎN JIYANA AZAD E.

Pergal ji zû ve şensê xwe ya ku bi reforman sererast bibe winda kiriye. A pêwîst “Şoreşeke Jinê” ya ku di hemû qadên civakî de bê meşandin e. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr be, şoreşa jinê jî divê bibe şoreşa azadî û wekheviyê ya herî kûr. Şoreşa jinê him di teorî de, him jî di çalakiyê de derketinên herî bingehîn pêwîst dike. Di serêpêşîn de li hemberî bîrdoziya zayendperest şereke hevpişt û domdarî pêwîste. Ji hêla exlaqî û polîtîk de jî pêwîst dike ku li hemberî hişmendiya destavêtinker a ku di bist û çar demjimêrê rojê de di meriyetê deye şer were kûrkirin. Pêwîst dike ku bi armanca desthilatî û mêtinî zarok anîn were mehkûmkirin û redkirin. Pêwîst dike ku vîna zarok anînê bi tevahî ji jina azadbûyî re were hiştin. Di bîrdoziya xanedanî û malbatê de şoreş pêwîst dike. Pêwîste ku hêza jiyana bi jinê re ne girêdayî di feraseta bûyîna xwedî zarokan û têrkirina dilbîjina zayendî de, weke girêya civaktî, hevaltî û dostaniya herî kûr, di çêkirina xweşikbûn, dilsozî, aşitî, esîltiyî de û di parvekirina azad û wekhev de bibîne. Bê guman bi jinê re parvekirina azad û wekhev a jiyanê, ferzaniya beramberê hev a rastiya civakî ku misoger rast diçe, pêwîst dike. Evîna rastî tenê dikare di hevsengiya hêza rastiya civakî ya beramberê hev de bê jiyîn. Tu carî evîn di kesayetên ku bi koletiyê, destavêtinê û desthilatiyê ve bûne pêk nayê. Îflaskirina malbatê û ezmûnên neserkeftî yên hatine jiyîn vê rastiyê piştrast dike. Gava ku jin jî herî kêm qasî zilam bibe xwedî ferzaniyê û hêza civakî, dikare hezkirin û xweşikbûn di nava aşitî û bêdesthilatî de bi awayê azad û wekhev bê çêkirin û bi parvekirinê re jiyîna wê bê pêk anîn. Roja me, pêşanî dayina şoreşa jinê ya sedsala 21. merc(şart) dike. Diruşmeya “An jiyan an barbartî” vê şoreşê disepîne.

Çareseriya nûjentiya demokratîk di mijara pirsgirêk û şoreşa jinê de bi mengî û bi çalak e. Neteweyên nûjentiya demokratîk ne projeyên ku bêyî jin bê projekirin û pêkanîn. Berevajî, şoreşên ku di her gava wê de bi jinê re parvekirina ferzantî û çalaktî re bêne pêkanîn e. Civaka aborî; mina ku bi pêşengtiya jinê re avakirina wê pêk hatiye, jinûve avakirina wê de jî hêza komînal a jinê pêwîst dike. Aborî, çalakî û pîşeya civakî ya cewherîn a jinê ye. Ekolojî, zanista ku tenê bi hestiyariya jinê bigihîje civakê ye. Jin weke nasname hawîrî(çevresel) ye. Civaka demokratîk, civaka ku hişmendî û vîna azad a jinê pêwîst dike ye. A rastî nûjentiya demokratîk, serdema şoreş û şaristaniya jinê ye.

Min berê jî gotibû. Faşîzma herî kevin, herî êrîşkar nêzîkatiya zilam a li hemberî jinê ye. Ji ber vê ez dibêjim, pêwîste ku min rast fêm bikin. Nêzîkatiya min a ji jinê re bi tevahî li ser bingeha azadiyê ye. Ev qasî ku ji bo gel e, ji bo jinê jî wiha ye heta ji bo zilam jî wiha ye. Pêwîste ku xwe baş nasbikin û pênase bikin. Bê guftûgoye ku heke azadî nebe nabe lê azadî, rewşeke mejî û giyanî ye. Pêwîste ku mirov bi hestên xwe xwe nas bike, li ser ramanên xwe serwer be û dixwaze çi bijî pênase bike. Ev e azadî. Min hertim ev ji keçan re digot. Ji ber vê, heke dibêjin azadiya jinê bila li ser vê bingehê nêzî min bibin, heke hezbikin bila wiha hezbikin, an na bila xwe berhewa newestînin. Heke wê werîn bila li ser vê bingehê werin. Min li ser bingeha azadiyê bi jinê re jiyan kir û ez ê bijîm.

Têkiliya di navbera zayendan de, wê bibe xebateke ku pêwîste herî zêde ji niha û pê ve bi taybetî pêş bixînim e. Heta ez di wê baweriyê de me ku sedsala 21. wê bibe sedsala ku têkiliyên di navbera zayendan de herî zêde bê saz kirin e. Weke  ku yekem dij-şoreş di qada zayendê de hatiye çêkirin, şoreşa dawî ya herî mezin jî wê di têkiliyên zayend de pêk bê.

Heya ku pirsgirêka zayend neyê dahûrîn, pirsgirêka siyasî nayê dahûrîn, demokrasiya civakî nayê dahûrîn. Heke tu nekarî têkiliyên xwe bi zayenda hember re an jî bi zayenda ku pê re hevramane û di nava jiyanê de ye saz biki, tu yê karibi kîjan demokrasiyê saz biki? Tu yê karibi kîjan demokrasiya siyasî pêş bixîni.

Çawa ku ji bo hin neteweyan, heta ji bo baweriyên civakî yên cûr bi cûr hinek destpêkên mîladî hene; gava ku azadiya jinê dibe mijara gotinê ev gavên ku me avêtine jî wê di wateya jiyana azad de bibe despêkek, tenê ne ji bo Kurdistanê, misogere ku cihekî wê di jiyana azad a hemû jinên cîhanê de çêbibe. Dema di nava gaveke ku wateya wiha ye de şer dikin, bêguman wê ev pir biêş derbas bibe, eşkereye ku qasî şereke mezin ê zanebûnê wê şerê vînî pêwîst bike. Heya ku koletiya sedsalan, hezar salan bi şereke mezin a ramanî, bi vînê nedin, qasî vê rastiyeke ku hûn ê nekaribin şensê jiyana azad a ku we pir bêriya wê kiriye qezenc bikin. Zorî, ji ber rewişta şerê azadiyê û armancê derdikevin.

Gava ku bi rastî li ser lêhûrbûn were kirin wê bê dîtin ku, şerê herî şewatkar ên netewî, çînî, civakî di rastiya zayend de tê jiyîn. Têgehên zayend, têgehên zayendî ku tê gotin herî tabû ne, qadeke ku çewsînên civakî herî zêde xwe lê vedişêrin û bi exlaqeke qelp bi jinê dane windakirin e. Me ev jî parçe kir û bi taybetî weke pêdiviya girêdanbûna şehadetên jin ên mezin û hêja, me ev bi wêrekî meşand û weke hûn dibînin weke encameke vê girêdanbûnê tev hêza jiyana azad û têkoşeriya wê derket holê.

Misogere ku berevajî zîvirandina vê dîrokê wê bi xwe re encamên civakî yên herî kûr bîne. Bi azadî jinûve jidayikbûna jinê, wê di hemû saziyên jêr û jor ên civakê de azadbûyîneke giştî, ronahiyê û dadweriyê pêwîst dike. Wê qanî kirin bide ku li şûna şer aşitî hêjayîtire û pêwîste were bilindkirin e. Jina qezenc dike, tê wateya kes û civaka ku di her astê de qezenc dike ye. Ev çarçoveya kurt jî eşkere nîşan dide ku demokratîkbûna di qada maf û azadiyên jinê de çi qasî dîrokî ye. Di vê wateyê de sedsala 21. ku serdema jina hişyar dibe, azad dibe, hêz dibe dayîna despêkirin, diyardeyeke ku ji rizgariya çînî û neteweyî jî girîngtir e. Dema şaristaniya demokratîk, wê bibe serdemeke ku jin ji her heyamê zêdetir bilind dibe û qezenc dike ye.

Bi baweriya ku dihisim wê rojekê misoger bigihîjin jina bihêz a ku wê zilamê paşverû û zorbaz bîne rê, li gorî giyana pêvajoyê bilindkirina têkoşîna we dixwazim, hezkirin û rêzên xwe pêşkêş dikim.