Dîroka Kurdistanê bi egîdiya xortên wê, bi lehengiya keçên wê ve bi destanan hatiye nîgar kirin. Kevneşopiya serhildêriyê, jiyana bindest û koletî nepejirandin, ji destên bi bereket yên xwedawanedên vê xakê xwe berdaye navdila jinên Kurdistanî. Bi navê Besêyan, Rindîxan û Zerîfeyan dest pê kir û bi şewqa roja azad re bi navê Sara, Delal, Çîçek, Hevrîn, Leyman û Dîdaran dewam dike. Her yek ji wan şopînera xeta a beriya xwe ye. Ji dil bi dozê bawer dikin û heya henaseya dawî ji bo ser xisitina wê şer û tekoşîn dikin. Didara şayan, ango bi navê xwe yê din Leyman Hesen dide ser şopa tekoşînvaneke esîl û li pey şopa wê xwe digihîne nava jiyana heqîqî.

Heval Dîdar navê xwe ji navê xaleta xwe ya  şoreşger heval Rihan Amûdê (Leyman Şiwîş) digre. Heval Leyman a ku jiyana xwe di oxira Kurdistaneke azad de kiribû diyarî, hîna jiyan dike bi nirxdariya mezin a ku ji tekoşeriya wê re tê dayin navê wê tê ra kirin. Xwediya vî şensî jî dibe heval Dîdar bi rakirina xwe ya ji vî navî re, ew jî para xwe ji taybetmendiyê heval Leyman yên welat heziyê digre. Ji xwe heval Dîdar ji malbateke wihaye ku; bi welatparêziya xwe ya mezin, fedakariya xwe ya di ber şoreşa Kurdistanê de tê nasîn e. Bi vî awayî ji her hêlê de hestên welatperwerî, rêka tekoşîna di ber azadiya welat de li der û dora heval Dîdar dizivirin û di navenda wan de mezin dibe. Bi awayekî xwezayê ev hestên pîroz li ser cewherê wê bandoriyeke mezin çêdikin. Ev bandorî jî dema çeteyên bi navê Daîşê berê xwe didine xaka Rojavayê Kurdistanê û bi niyeta qirkirinê êrîş dikin; wê çaxê ew şopên bandorker yên di giyana Dîdar de, bi awayekî awarte û şênber xwe davêjin der. Weke ciwaneke Kurdistanî û ferdeke malbateke xwedî berdêl, ew yekser ji hestên welatheziya xwe re dibe bersiv. Dev ji zaningeha pergalê berdide û rûyê xwe dide pêkanîna erkên dîrokî. Sala 2012’yan xatirê serkeftinê ji dayika xwe ya esîl dixwaze û bi tilîliyan berê xwe dide nava refên Yekîneyên Parastina Gel. Heya sala 2019’yan Dîdara şareza bi awayekî herî çalak tevlî her kar û xebatên şoreşê dibe, di her eniyê de cihê xwe di çepere herî pêş de digre. Wê bi ewladên welatê xwe re kevirên şoreşê bi xwîn û xwêdanê datanî ser hev.

Ji bo dîtina perwedeyeke navendî, Dîdara rewan berê xwe dide dibistana avakirina jina azad ya şehîd Bêrîtan. Çavê xwe bi heybeta çiyayên Kurdistanê ronî dike û henaseyên kûr ji nesîmê bayê wê yê tije hêvî berdide hindirê xwe. Di nêvenga gerîla de, bi têkiliyên hevaltiya di navbera wan de, bi dîtina eşqa jiyana azad ya di çavên wan de kî dikare li ber xwe bide û nehêle di dil û canî wî de bahoz ranebin û bandoriyên kûr şopên xwe çênekin. Di perwerdeyê de di nava awazê ramanên Rêber Apo de, heval Dîdar birçîbûna di hest, mejî û dilê xwe de derbas dike. Nerîna wê ya ji mirovan re, ya ji bûyeran û xwezayê re diguhere. Her ku perwerde bi pêş de diçe parêznameyên Rêber Apo têne vegotin, asta fêm kirina wê zêde dibe. Ji ber vê jî her diçe ku ev guhertin xwe di şexsê wê de bi kok dikin. Lewra wê ji bo wê her tişt weke berê dewam nekiriban û dem hatibû ew bi sozdayina xwe ji PKK û PAJK re van guhertinan bike malê qadroyeke zana a di nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de.

Zeka û jîrbûna heval Dîdar mîna çirsîneke dijwar bû, li nava çavê her kesî diket û teysîna xwe di mirovan de çêdikir. Lewra bilindahiya potansiyela wê, dibe sedem ku biryar were girtin ku ew piştî akademiya şehîd Bêrîtan derbasî akademiyên pisporiya leşkerî yên Şehîd Mahîr bibe. Dîdara gernas di biranşa sekvaniyê de perwerde dibîne. Bi xwestek û zanisteke mezin ku ew weke gerîlayeke jin pêwîste di huner û taktîkên şerê demê de xwedî hostatî be, bi awayekî herî baş û encamgir di asta pispor de perwerdeya xwe bi dawî dike. Piştî wê weke perwerdekar tevlî dewreyeke din jî dibe. Fêrbûnên xwe ji hevalên xwe re parve dike û sekvanên mîna xwe zîrek ava dike.

Bê dudilî ew ji bangewaziya erkê xwe re dibe bersiv û berê xwe dide nava sotîneriya cenga şoreşê. Heya sala 2019’yan Fermandara ciwan, dîdara azadiyê li ser her bihusteke xaka Rojava li her derke ku êrîşên çetewarî li ser hebe, ew di sengerê herî pêş de amade dibe û tekoşîna azad kirina welatê xwe dide. Bi serweriya xwe ya mezin di biranşa xwe de ew di nava hevalê xwe de bi nasnavê segvana cenga şoreşê tê nasîn. Bi nîşana xwe ew qirêjiya çeteyên ji mirovbûnê bê par ji ser xaka bav û kalen xwe paqij dike û bihina xweseriyê lê belav dike. Li kêleka dijwariya şer heval Dîdar di gelek deman de, li gelek akademiyan dibe perwerdekareke  pêşxistina hevalên xwe. Bi qasî ku hevalên xwe fêr dike ew jî her dem xwe di biranşa xwe de pêşketinan diafrîna û asta pisporiya xwe bilindtir dike.

Bê guman serkeftina Dîdar ya di qadên cengê de tenê ji pisporiya wê a li ser çekê nedihat, esasê xwe ji girêdan, dilsozî û biryardariya li ser ramanê Apo’yî dihat. Lewra wê di nava sotîneriya şer de, dizanî çawa zemanê xwendina Rêber Apo veqtîne, dil û giyanê xwe bi felsefa wî canvejîn û zindî bike. Di nava rastiya şerê dijwar de, di kêliyên herî  xeternak û hesas de, wê dizanî bi kîjan hêvî û xeyalê bersiva rast ji wê kêliyê re raber bike. Her demê bi heman biryardariya ku şervana fedaî a Rêber Apo ye, parêzvana nirxên civak û gelê xwe ye, tolhilgira rêhevalên xwe ye, bersiv dide. Ji bo vê heval Dîdar di nava wan pratîkên giran de digihije wê biryardariyê ku ew tevlî saziya Hêzên Taybet bibe. Ji bo wê dem hatibû ku ew pileyeke din xwe berde kûrahiya deriyaya bîrdoziya Apo’yî.

Li ser vê qinyatê sala 2019’yan ew erkê xwe yê li qada şoreşê heya dawî bi fedakarî û serkeftî tîne cih û carekedin bi bêrîkirineke mezin berê xwe dide asoyên bi heybet. Di dibistana Zîlanî de Heval Dîdar hewil dide, her aliyekî xwe yê kêm mayî bi felsefa fedaitiya Apo’yî temam bike û bigihîne mukemilyetekê. Weke ku di her demî ew di nêvenga xwe de dîsa, bi taybetmendiyên xwe yên dirust, radîkal, fedakar û rûken, bi hesasiyet û hişyariya xwe ya kûr li hemberî her hevaleke xwe dikarî ji bo her zorahiyê bi wan re bibe palpişteke çiyayî. Lewra ew xwedî meqamekî pir bilinde di fuadê her hevaleke xwe de.

Bi naskirina jiyana hevalên ku çalakiya xwebexşiyê kirine. Heval Dîdar di fikir û meyze kirinên xwe de hêza watedayina jiyanê, şer û tekoşînê hîn bihtir kûr dike. Sekna wan mirovên mezin, şêwazê fikirandin û tevlîbûna wan a ku wan gihande vê astê çi bû, rêbazê xwe gihandina vê heqîqetê çiye? Heval Dîdar bi awayekî hûr û kûr li ser van xalan her difikre û dikeve nava hewildanên gewre ku ew bibe şagirteke rast ji wan hevalan re û xeta wan, şêwazê jiyan û tekoşîna wan bi domdarî bide jiyan kirin.

Dema dagirkeriya Tirk êrîşên qirkeriyê dibe ser qada Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê,  li Girê Cûdî, di kêliyên herî destpêkê de heval Dîdar asta girêdana xwe ya bi xeta fedaiytiyê re, bi ya pêşengên xwe re dipîve. Bi rihekî ji dijwariya bombeya Zîlan û biryardariya Zinar ew dest davêje çeka xwe û bi dengê fîşeka xwe ji dagikeriyê re dibêje “Bisekine! tu hatiyî kûderê?”

Fermandara cengên serkeftî bi pisporiya xwe ya mezin, bi hêza xwe ya çalakger eskerên dagirker ji menzîla çeka xwe dernaxe û bi domdarî rêze çalakiyên serkeftî dike. Fermandar Dîdar bi şerê xwe sekna jina Kurd, ya ku di ber welatê xwe de her tiştî datîne holê nîşan dide, pisporiya hêzên YJA STAR û performansa wan ya şerker nîşan dide, mezinahiya rihê xwe yê biryadar nîşan dide û ji derdora xwe re dibe fermandareke mînak di nava şer û jiyanê de.

Sala 2022’yan, li qada Zapê di meha Gulanê de û di nava bihareke ku tê de bayê azadiyê ji her hêlê de xwe li nav dilê gerîla dide. Dîdara rewan bi rengê tekoşeriya xwe, bi bêhna azweriya di giyana xwe, li wê Biharê rewneqeke cûda zêde dike. Fermandara ciwan bi dilekî ji polayê, bi cesûriyeke destanî heya henaseya xwe ya dawiyê bi heman helwestê teqez li hemberî dagirkeriyê disekine û bi ser bilindiyeke layiqî pakrewanê ku dabû ser şopa wan, ew digihîje mertebeya şehadetê û govenda pakrewaniyê bi hebûna xwe bi heybetir dike.