Heval Amargî ango bi navê xwe yê rast Buşra Muhammed, li bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê tê dinê, di nava malbateke feqîr, lê bi hezkirina welat xwedî dilekî dewlemend de mezin dibe.

Navê Buşra bi zimanê Erebî tê wateya mizgîniyê, heval  Amargî di rastiyê de jî, mîna navê xwe ji bo malbat û dorhêla xwe mîna mizgîniyeke dilşad e. Ew ji zaroktiya xwe de bi xulqên xwe yên bedew, bi dilê xwe yê nazenîn û ruhê xwe yê şefaf ji bo dayik û bavê xwe dibe hêviyeke mezin ku, ewê bibe xwediya pêşerojeke birîqî û bi heybet. Buşra xwedî çavekî analîzkere û her tiştî di nava jiyanê de bi hesasî dişopîne û venêrîn dike, lewra ew pir zû rewşa jinê a li nava civakê feriq dike. Ji her hêlê ve êrîş birina li ser, wê weke amûrekî berjewandiyan bi karanîn,  ji dervî karê malê qadê jiyanê lê heram kirin. Ev tablo di çavên Bûşra de şopeke bi êş dihêlin û di aqilê wê de deriyê gelek nakokiyan vedikin. Lewra bi çirûska agirê şoreşa Rojava re,  bi fikrên Rêber Apo ronî kirina hizrê bi hezaran keç û xortên Kurdan çêdibe û rêka çareseriya nakokiyên xwe di nav de dibînin. Ketina ser vê rêkê ji bo xwe gihandina bersivên xwe, ji bo Buşra dibe sedemek. Sedema din jî û ya ku gelekî li ser wê bandorî ava dike, ewe ku hevala wê a zaroktiyê berê xwe dabû ser heman rêkê û tevlî nava refên azadiyê bibû. Girêdana Amargî a bi hevaltiya wê a zaroktiyê ve destûr nade ku; di kêliyên ku tê de cêwiya ruhê wê di nava şer û tekoşînê deye, ew bi awayekî asayî jiyana xwe dewam bike. Lewra tevlîbûna hevala wê jî ji bo wê dibe faktorekî erênî ku bi awayekî lez biryara tevlîbûna xwe ya nava  refên tekoşînê bide.

Sala 2017’yan heval Amargî bi şehîd Laleş Avesta re (navê tevgerî yê hevala wê a zaroktiyê) di şeveke ku têde stêrk mîna deriyayeke çirîsokîbûn, berê xwe didine çiyayên bihûştî yên Kurdistanê. Li qada Garê perwerdeya xwe ya şervanê nû dibîne. Di nava perwerdê de ji rastiya Rêber Apo, her wiha ji dersên dîrokî gelek encamên bandorker digre û li kêleka wan encaman ji bo xwe gelek hedefan jî datîne. Hedef dike ku ew rêka xwe bi tempoyeke bilind, bi ezim û îradeyeke layiqî keda Rêber Apo û artêşa şehîdên PKK’ê ve destpê bike û ev şewazê destpêkirinê di giştî meşa wê de bibe mînanî sîha wê û ti caran dev jê bernede. Amargî hedef datîne û li gora hedefa xwe jî, xwe bi rêxistin û perwerde dike. Lewra ew yek ji hevalên mînake di dewreya xwe de û roniya hêviyeke mezin di dilê hemû hevalên xwe de pê dixe.

Heya Bihara sala 2018’yan heval Amargî li qada Garê bi awayekî çalak tevlî kar û xebatan dibe. Di dewamiya Bihara heman salê de, ew bi heycana ku çiyayekî din ji rêze çiyayên welatê xwe bibîne û di pala wî de tekoşîna azadiyê bide, berê xwe dide qada Heftanînê.  Heval Amargî armanca ku ji bo meşa xwe da bû diyar kirin di her kêliyê de, li ser her erk û karî bi bîra xwe dixist û li gora wê teşe dida gav avêtinên xwe. Lewra ew li qada Heftanînê jî bi coş û heycaneke mezin tevlî xebatan dibe û dibe yek ji kadroyên herî stratejîk yên qadê. Sala 2019’an li akademiya Şehîd Rojîn Gewda perwerdeya bîrdozî, leşkerî dibîne û bingehê meşa xwe bi nas kirineke kurtir a ji fikrên Rêber Apo re qayimtir dike.

Di warê tekoşîna zayendî de, ew dibe xwedî lêgerînên gelekî balkêş. Li ser xeta azadiya jina Kurd lêhûrbûnên zirav dike û di nava tarzê jiyana xwe de her dem li rêbazê xwe gihandina sekna jineke azad digere. Da ku xwe bilez bigihîne tişta ku ew lê digre bi rêka xwendineke zêde û hewildana fêmkirina parêznameyên Rêber Apo, ji bo xwe dike şêwazê herî bi encam. Ji bo xwe gihandina encamên baş helbet hilbijartina şêwazê rast jî gelekî giringe, lewra heval Amargî gavên xwe bi aqilane û rast daveje, pê re jî mexseda dilê xwe jî tîne cih. Di nava cenga Heftanînê de, ew bi rihê xwe yê wêrek û bi serweriya xwe ya di warê leşkerî de dibe xwedî roleke bandorker. Tevlî gelek çalakiyan dibe û bi gelek rêhevalên xwe yên şehîd re mohra serkeftinê li eniya gelek şeran dixe. Heftanîna heft reng bi rengê şer û jiyana Amargiya çeleng re rengekî din li xwe zêde dike û dibe Heftanîna heyşt rengî.

Ew ti cran kêliyên zor, zehmetî, kêfxweşî û serkeftinên ku bi hevalên xwe yên li wê qadê re jiyan kiribû ji bîr nake. Dema her yek ji wan hevalan digihije şehadetê, Amargiya dilsoz dewam kirina tekoşîn û xeyalên wan ji bo xwe dike erk û asta şerkeriya xwe dijwartir dike. Meşa xwe jî bi gavên hîn bi leztir bi pêş de dewam dike.

Di dibistana şehîd Zîlan de bûyina şagirteke xeta fedaiyi, armancê her gerîlayekî Tevgera Azadiyê ye, bê guman ji bo Amargiya leheng jî armancekî pîroze.  Lê sedema ku dihêle ew hîna bi rik li pey pêkanîna vê armanca xwe biçe, ew ku gelek ji hevalên ku bi wan re jiyan û şer kiriye; an xweseteka wan a derbasbûna saziya Hêzên Taybet hebûye, an jî ew bi xwe endamên wê bûne. Lewra sedemên ku Amargî danîbû pêşiya xwe da ku derbasî saziya Hêzên Taybet bibe pirbûn û her yek ji ya din pîroztir bû. Li  ser vê binyadê pêşinyaziya wê guncaw tê dîtin û di dibistana xeta fedaî de cihê xwe digre. Heval Amargî  xwedî  cewherekî wiha bû ku nirxê wê ne bi Yaqût, ne jî bi Zimrûdan tê pîvan. Ji xwe dema mirov  bedewiya li ser çav û rûyê wê didît mirov dizanî ku ev xweşikbûn ji çavkaniyeke kûr û ji hindirîn der tê. Zelaliya di hestan de, paqijiya di dil de, hezkirina ji hevaltiyê re, dilsoziya ji Rêber Apo re, sedaqeta bi xeta şehîdan re, ev dibin çariyek ji wesifa xisletên wê. Ew bi van taybetmendiyên xwe yên xweşik û hêja re pir zû bi perwerdeya xeta Zîlanî re dibe yek û encamên gelekî mezin di kesayeta xwe de tomar dike.

Zelaliya ku ew di biryardariya xwe de jiyan dike, di coşa wê ya jiyanê de, di têkiliyên wê yên hevaltî de, di kar û xebatên wê de, di axavtin, rabûn, rûniştin û kenê wê de, her mîna tîrêjan diteyse. Ew zelalî têrê dikir ku bi ruhekî fedayî di refên herî pêş de, biçe ser sengerên dagikeriyê û hesabê tola salan bi wan re bike. Ji  bo vê dema dagirkeriya Tirk berê êrîşên xwe dide qada Zapê, ew dijwariya di rih û îradeya fedaî de xwe di bersiv dayinê Amargî de nîşan didin. Da ku nehêle kirêtiya dagirkeriya Tûranî xwe li pîroziya xaka Kurdistanê vede ew bi rêhevalên xwe re gelek darbeyên giran li wan dide û bi pêşde çûyinê ji bo wan dike xeyal.

Di tîmên eraziyê de cihê digre û bi zengîniyeke di hunera leşkerî de, ew çalakiyên cûr be cûr li ser dagirkeran dike û rojane wan li hatina  li ser van çiyayên bi heybet poşman dike. Heval Amargî bi vî cewherê xwe yê dirust her xwediya serkeftinên mezin bû di jiyana xwe de, bi heman awayî di şerê xwe de jî heman serkeftin qeyid dikirin.

Di dîroka 31’ê meha Gulanê de, li qada Zapê tekoşîna xwe ya di doza jiyana azad de digihijîne asata wê ya herî bilind. Ew meha Gulanê bi fedaîtiya xwe ya mezin xitim dike û di dîrokê de dike rojeke nejbîr. Wê bi dilsoziya hevaltiya xwe re da ser rêka tekoşînê, bi heman hestan jiyan kir û şer kir. Weke ku Rêber Apo di oxira hevaltiya xwe de her fedakarî pêşxisti, Amargiya qehreman jî bi heman ferasetê dilsoziya xwe ya bi hevaltiya xwe re raber kir.

Niha jî ew carekedin bi hevalên xwe re li ser sozên mezin gihiştine hev, vê carê li cîhana bê miriniyê bi hevdûre, di nava govenda pakrewaniyê de cihê xwe digirin. Bi mîrasê hevaltiya rast, tekoşîn û şerkeriya rast a ku ji bo me hiştin, di nava wê hêviyê de ne ku şoreşa  Kurdistanê bi bilind kirina navê wan were pîroz kirin. Lewra em gelek bextewarin ku rêhevalên mirovên ewqas dilsoz û durstin. Da ku em li vê mezinahiyê layiq derbikevin emê hîn mezin şer bikin û mezin qezencan û serkeftinana pêşkêşî giyanên wan yên pîroz bikin .

Rêhevalên Wê Yên Tekoşînê