Teoriya Şoreşgerî, yên ku bala xwe didin afirîneriya wan dizanin ku, di Kurdistanê de şoreşeke mezin tê jiyankirin. Tirkiye jî ketiye nav pêxirtengiyeke pir mezin. Ji bo vê jî gengaz e ku di kêliyan de pêşketinên şorêşgerî çêbibin û PKK jî vê ji bo hesaba xwe pir bi wate bi rê ve dibe. Paşketineke herî piçûk jî tune, livandineke pir piçûk jî nîne. Baskê Tirkiyeyê baş kar nake. Ev jî gunehê şoreşgerên Tirkiyeyî ne, bêberpirsyartiya wan e. Berovajî vê rewşe dê ev îqtîdar hilweşiya ba ev pêngava me ya heyî Tirkiyeyê jî bi ser xwe ve tîne. Hem çepgirê durist, hem rastgirê durist kanalîzê têkoşînê dike. Ev derdikeve holê; aliyê li hember, niyeta xwe nîne di hûndir de û bi reforman xwe sererast bike. Tişta ku were kirin bi derketinên Şoreşgerî ber bi riyên çareseriyê ve çûyîn e. Jixwe tişta ku partiya me dike jî ev e.

Ji aliyekî ve agirbest xwe amadekirina pergalê ji bo hin reforman bû. Lê, ji ber ku wan ev şansê xwe bikar ne anîn, bi xwezayî pir hêz winda kirin û me di asta herî kêm de hem di qada dîplomasî de, hem di qada siyasî de pêşketinek bi encam kir, em derbasî rewşeke serwer dibin. Hêza çareseriya rast li ku derê ye tê fêmkirin. Jixwe partî ji bo pêngaveke ewqas mezin, hemû derfet û rê heya dawî vekir. Ligel vê ev çend mehên derbasbûyî vala neçûye. Amadekariyek pir mezin, tevgerînek çebû.

Misoger e ku di gerîla de pêşketin heye. Hema bêje di welatê me de qada ku pêwîste xwe gihandin were çêkirin di van qadan de ev pêşketin ava bûne. Ango bi giştî ye. Dikare were gotin ku, di bingeha hemû pêşketinan de, gerîla bi saxlemî piyê xwe danîna erdê heye. Cara yekemîne ku bi rêkûpêk, saxlemî pê li erdî tê kirin; rê li ber polîtîqayên pir mezin vedike. Binesaziya wê saxlem tê avakirin, li ser vê dikare avahiyek nû were avakirin. Di van rojan de ji bo me pêşketinên şoreşî, bi awayekî bi wate pêşde diçin. Dikare hemû hendîqabên dijmin werin derbaskirin. Lê dema ku hemû şervan, kadro ne di vê ferqê de bin, ev jî mijarekecuda ye. Li vir tişta bingehîn, pêşketina Şoreşgerî misogerkirin bû.

Di destê me de ji hemû ragihandinan zêdetir encam hene. Ev pêvajo bi awayekî rast danîna holê û bi nêzîkatiyan rastir bi encam kirin, wê encam û berhemên wisa ku qet neyên texmînkirin bi xwe re bîne. Berê ew qas nebû. Rast pêk anîn û disiplîn bingeh girtin, wê pir encamên ku kes texmîn neke bide û bi xwe re bîne. Em bêjin dehezar kes heman rewşê jiyan dikin. Ev bûyereke mezin e!..

Pêşketinên ku îro derdikevin holê serkeftinê misoger dikin, bi pêşketinên îro em dikarin van bibinîn. Ev hêjî gavên pir piçûkin. Em perspektîfên li pêşiya xwe hinekî jiyanî bikin. Wê demê em ê bibînin ku li wê derê, serkeftinên pir mezin tên pêşxistin. Li gorî min zêde naskirin bikar bînin. Ev ji çavkaniya xwe, bi salan dest ji xwe berdanê digir e.

Di dîroka têkoşîna xwe de ev panzdeh sale li vir derbas dikim. Ev derdikeve holê; ger her kes hin zêdetir li ser xwe bisekine û biponije, wê demê dikare rast bîne ser ziman, ger ji ber karê rast baz bide ma wê rê li ber çi veke! Dîrok şahide, ji vê mezintir wê nehatiba kirin.

Me pir dixwest em pir nirx, şans bidin we hemûyan. Weke ku min dabû diyarkirin ev hinekî bi yê ku digirin ve jî girêdayî ye. Em dizanin ku heya vê astê hatin ne hêsanî ye. Li gorî min hatina heya vir bi kedek pir mezin çêbû. We çiqasî em naskirine ew jî karê we ye. Tişta ku ji destê me dihat, me heya henaseya xwe ya dawî anî û me kir. Tu yê ciwan bî, bi ewqas zanabûnê bi rê bikevî, karê baş jî nekî. Ev jî nayê hizirandin. Yên ku pewîstiyên wan bi jiyanê heye hûn bixwe ne, yên ku pêwîstiyên wan bi serkeftinê heye hûn bi xwe ne. Wê demê pêwîste hûn li gorî vê jî xwe avabikin.

Rêbertî çi ye? Rêbertî; rê nîşandanekî baş e, hûnera baş perwerdekirina mirovan e. Weke hin kes difikirin xwe li ser serê vê/î wê/î dane avakirin, an jî vê û wê wisa jiyanbike, ne jî xwe xapandine. Berovajî vê Rêbertî, bûyera xizmet kirinek mezin, hêmana pêşxistina kar e, me hewl da ku vê pêşkêş bikin. Lê ev jî wê di pratîkê de diyar bibe. Pratîka me pratîkeke niha jî kar dike ye. Bi asta herî kêm windahî, ji partiyê re xizmeta herî baş tê dayîn. Em rewşekê bêgirî, bê gazindan û di xwe de jî kûrbûnek mezin avakirin, afirîner û rûmetgiran, di rewşek wiha de bi rêve dibin. Dema ku em her kesî bi rêve dibin, xwe rêvebirin jî bûyereke mezine.

Hê jî fêrkirina taktîk berdewam dikim. Mirovên şoreşger zekîne, bihizirin, dahûrîner in, dilxweşî di asta jor de ye. Şêweya şoreşgertiya me, ya ku li ser piyan mayî ye.

Her dem min ev got; “Ger serkeftin nebe ez nikarim rojekê jî li ser piyan bimînim. Jiyana min yeksan; serkeftine! Hûn jî wê taybetmendiyeke wiha bigirin. Her wiha dema ku bi windahiyan bi encam bû, herkes winda dike, her tişt diçe. Ji ber kê? Ji ber kesên ku zagonan pêk naynin, şoreşê baş bi rêve nabin çêdibe.

Ji bo gav avetinên mezin kesayetek çawa tê xwestin, kî yê, çawa bike? Li gorî nêrîna min hûn dikarin bikin. Her çar aliyê we bi dijmin hatiye dorpêç kirin. Pêwîstiya we bi hevaltiyek mezin, yekîtî, hevkariya kar û baldariyê heye. Hûnê vê bê kêmasî û ji bo hemû Kurdistanê bikin. Yekem care di heyama welat de em siyasal dibin, bi artêş dibin. Êdî bersiva vê pirsê bidin; “ez ê çawa bibim pêşengê wê?”ev ne zehmete!

Li vir çendanî ne çawanî grîng e. Çend kes jî xwe bidinê, dikarin karên dîrokî bikin. Me heya cihekî xizmeta xwe kir. Ji vir şûnde, hûnê ji bo xwe, welatê xwe ji bo gelê xwe kar bikin. Bi awayekî din mirov nikare bibe xwediyê rûmetê. Ya ku te bike xwedî rûmet û hesiyetê ev nêzîkatî ye, şansê xwe baş bikar bînin.

Kesekî ji min re negot, ew qas kar bike, bi serbixe. Ez bi xwe derketim û min bi serxist. Bi gavên piçûk, meşeke bi hûrik mûrik em îro gihiştin meşa vî şerî. Tişta ku qet jê bawerî nayê kirin tê serxistin. Yekem care dijminek wiha, xistina rewşek rastkirinê çêdibe. Bi ser de biçin. Bi girtina tolhildana êş û jana hezaran sal bi ser peywîrên xwe de biçin. Ez di wê baweriyê de me, ev hemû dê di we de destpêkirinek hewldanên zanabûn û bi pilan karkirinê rol bileyîze.

Ya hesanî hilnebijêrin, ji ber ku di hesanîbûnekê de şaşîtiyek an jî şaşîtî hene. Ji ber ku dê li hemberî zehmetiyan têkoşîn were kirin rewşek ku me têxe tengasiyê nîne. Havîna 1993’yan ji aliyê me de pêş dikeve. Ger rewşeke neasayî çênebe, artêş û enî wê bi awayekî lez mezin bibe. Jixwe xebatên partî, yê kadro bi qasî ku nabe nasîbê kesekî ew qas berfirehe. Ger tiştên pêwîst were kirin tam were bi cî anîn serkeftin çêbibe. Em jî ji bo serkeftinê hene. Jiyaneke ne serkeftî, ji bo me ji mirinê xirabtire. Li cem me dirûşme: “Ya Serkeftin, Ya Serkeftin”, weke din rê tunê ye. Ger em vê jî piştguh nekin, bi serde biçin, wê demê her qada ku hûn biçinê dikarin tevkariyeke xwe bidin çêkirin. Pêwîste em bi leşkertiyeke ji rêzê razî nebin.

Em didin diyarkirin ku, berdêla layîqî mirovahî û gelan bûyîn bi serkeftinan dikarin bidin. Dema ku em dibêjin; “şerê gelan, cejna gelaneji bo gelê me jî cejna herî bi rûmet tê jiyan kirin. Dema ku hûn diçin vê cejnê reng tev dikin, dewlemendiyan tevlîdikin. Em dibêjin bijî ji we re. Hemû hewldanên me, hemû gelê me wisa nêzî azadiyê kirin, di rojên azad de anîna gel hev, dane diyarkirin ku jiyana bingehîn ev e, ev rastî nîşan dan. Me hinek kir, hûn zêdetir bikin. Bi vî awayî bersiva; lehengên gel kî ne?di kesayeta xwe de bersiv bidin. Tişta ku li we were û tê hêvîkirin jî ev e. Li ser vî bingehî carek din ji hemûyan re serkeftin dixwazim.