Di dîroka gelê Kurdistanê de wateya çiya ciheke pir cûdaye. Çûnkî çiya cihe berxwedanî, xwe sipandin û weke dayîkê ye. Dîrok û çanda Kurda bi çiya ve tê bi lêv kirin. Çiya caran heval, caran war, caran jî dayîka bi rûmet e. Ev dîrok herdem xwe domand û gîhaşte roja me ya îro. Piştî tevgera me ya azadiya gelê Kurd PKK jî derkete holê ji bo Kurda pêvajoyeke nû destpê kir. Û careke din bi hezara meskenê ciwanên Kurd, wê çiya bibe. Ev weke pêleke deryayê belav dibe, ev car jin tê. Rihê jinê, cewherê jinê û hêza jinê, careke din di cihê xwedawenda dayîk de derdikeve pêş, her diçe mezin dibe. Em dikarin bêjin dîroka artêşbûna jinê wisa destpê kir û xwe domand.

Pêwîst bû ku, hêvî xwe bigîhîne rastiyê, PKK partiyeke rizgariyê, azadiyê bû. Ji bo wê pêkanîn û têkoşîna tevahî, hêvî, rastî û xeyalan ev bû. Hêvî PKK bû û bi hezaran jin li pişt hêviyên xwe, dibaziya, wê hemêz dikir û ji bo wê jiyana xwe feda dikir. Şoreşa PKK’ê di vê xetê de ji şoreşên din cûda û cewaz dibû. Ne tenê şoreşa rengê zilam, şoreşa ku bi rengê jinê û di bingehê têkoşîna xwe de azadî û xilasiya jinê ji bo xwe hîm digire. Di vê bingehê de têkoşîna ku pêşkete, bi rengê jinê dihat xemilandin. Piştî ku beştarbûna jinê ji bo tevgera azadiyê zêde bû, pêwîstiyeke ji bo rêxistin û artêşbûna jinê derkete pêş. Heta salên 90, ev pêwîstî hê zêdetir xwe spand e. Bi ceribandinên têkoşînê, pirskirikên derdiketin pêş ve, ev hê bêhtir zelal bû. Di destpeke heta salên 90 beştariya jinê hebû, lewre di milê hijmar de pir zê de nebû. Lê kiryariyên ku derkete pêş, tiştên ku hatin jiyan kirin derxist holê ku, rêxistina jin a bi hêz û cewherê jinê ve gengaz e. Serok APO vê yekê bi awayeke lez dahûrand û çareseriyeke pêşxist.

Di vê wateyê de salên 90-92 ji bo jinê, saleke ku beştariya jinê pir dibe ye. Bi vê ve jin hem di milê çawanî (nitelik) de hem jî di milê hijmar de gîhaşt xwedî hêzeke mezin. Piştî salên 90’î beştariya jin a ji bo serhildanan û beştariya jin a gerîla, hêşt ku serweriya netewî hê pirtir bibe. Beştarbûna jinê, li ser hemû mirovan bandor kir û ev bi xwe re beştariyeke giştî anî. Tevahî van rastiyan bingehê artêşbûnê amade dike û pêdiviyeke ji bo hêza jinê derdixwe holê. Bi vê salên 93’an de artêşbûna jinê mora xwe li rojevê xist, nîqaş di vê bingehê de hate meşandin û binesaziya artêşbûna jine di vê bingehê de hate amade kirin. Li hember vê pêşketinê, pir nêzîkatiyên ku beravajî pêşketin jî hebû. Paşverûtî û zîhniyeta feodal a desthilat xwe dida axaftin û dixwest armanc û hedefa Serok APO ya liser azadiya jinê vala derbixwe. Çunkî ev xet, ji jinê azad û bi hêz ditirsiya. Di vê bingehê de salên 93 ji bo jinê hem saleke hêzbûn û pêşketin, hem jî saleke ku jin ji cewherê xwe hate dûrxistin, zoriyeke mezin jiyan kire ye. Ji bo wê zordariya ku di vê merhalê de hate jiyan kirin û rastiyeke derkete holê pir girîng e û ji bo mirov ezmûnên mezin dide. Di mileke din de jî Serokatî, pêvajoyeke dirêj xebatê jinê ku destpê kiri bû didomand. Bi ked û hewlên mezin a Serokatî ve di salên 93’an de cara yekem artêşbûna jinê hate îlan kirin. Di vê bingehê de talîmata ku amadekariya artêşbûna jinê bê çê kirin û di nava artêşê de ji bo mevzîlenme û rêxistina jinê dide.

Li hember van hewl û kedên serok APO, helwest û tepkiyên ku artêş û rêxistineke jinê ya azad napejrîne derketin pêş. Ev jî çavkaniya xwe ji alimandinên koletî û zîhniyeta zilam a feodal digirt. Di wê pêvajoyê de dû meylên bingeh derketin pêş; yek, jinê ji her milî ve ji artêşê diavêje, a dûyem jî, jina ku beştarî têkoşînê dibe re, di têkoşînê de roleke girîng nedayîn e. Ev tê vê wateyê, an jinê ji artêş avêtin, an jî ger jin di nava artêşê de ye, bila beştarî şer nebe. Xeta nûker a çete û zîhniyet feodal a paşverû, li hember artêş û hêzbûna jinê kete nav tevgerê û bi awayeke zanistî vê helwest û nêzîkatiyê pêşxist. Di wê pêvajoyê de ev nêzîkatî bandora xwe pir kir û di asteke pir mezin de jinê zorleme kir û lewaziyên jinê ji bo xwe da şixûlandin.

Xeta nûker a çete Amedê di pêşengiya Şemdîn de bi tirsa ku li hember jinê bi hêz û azad digirtin ve ketin nava tevgerê. Di destpeke de jinê ji bo xwe weke amrazeke cînsel da bikaranîn û di nava peywendiyê jiyanî û hevaltî de beslbûnê (yozlaşma) pêşxist e. Ji bo pêkanîna vê xetê jin weke bingeh hate şixûlandin. Piştî ku beştariya jinê ji gerîla re zêde bû, li hember vê jî têgîha “Jin nikare di çiya de şer û jiyan bike” belav kir. Di vê bingehê de pir jin ji artêşê tê avêtin. Piştî Amedê kiryariya herî xirab li zelê hate jiyan kirin. Ev nêzîkatî ji nêzîkatiya din cewaztir bû. Jinê ji artêşê navêje lê, ger jin di artêşê de ye ne ji bo şer, ji bo zilam û ji bo pêkanîna xebatên jiyanê ye. Ev herdû hizrandin di bingeh de heman tiştê bilêvdikin.

Di vê bingehê de di sala 93’an de li Zelê biryara damezrandina I Kongreya netewî ya jinê  tê girtin. Di wê pêvajoyê de 550 hevalên bayan li Zelê hebû. Ev potansiyel û hêzeke pir mezin bû. Serokatî berî ku kongre çê bibe, bi dehûrandinên xwe ve xwest bastûra jinê kûr bike û di hinek mijaran de zanebûnê pêş bixwe. Lê di wê pêvajoyê de meyîlên ku pêşkete, ji kongera jinê bandora xwe çê kire. Ji bo wê kongre bi hemû milan ve dibe kongreya ku bandora zilam tê de heye. Têgîha ku digot; “Jin nikare şer bike, nikare bibe artêş, ancax bi peywendiyên xwe yê jiyanê ve, dikare di destê zilam de bibe amraz.” li kongreyê jî girt bin bandora xwe. Piştî vê yekê Serokatiya me vê kongrê pesend (onay) nake û kongreya jin a yekemîn ku di Zelê de çêbû red kire. Nezanbûna jinê, bêhêzbûna jinê û bêrêxistinbûna jine di rastiya kongrê de hê zêdetir derdikeve holê. Lewre li hember her cûran nêzîkatiyên paşverû û kole, di xeta azadiya jinê de berkî tê kirin û xebatê rêxistina jinê didome.

Tevgera me ya azadiyê ku di mijara azadiya jinê de li gor pîvanên cîhanê mora xwe bi pêngavên nû ve lêxistiye. Di vê bingehê de di sala 95’an de hilperineke nû avêt û I. Kongreya jinê ya netewî damezrand. Hemû xebatên jinê ji milê rêxistinî, civakî û leşkerî girt dest, nirxandinên berfireh çêkir û di vê bingehê de xwe gîhand rêxistineke.

Tevgera jinê her çiqas bi artêşbûna 93’an, kiryariyên ku derbas kir ve gîhaşt qonaxeke, bi awayeke rêxistinî bi damezrandina YAJK’ê ve asteke hê girîngtir derxist holê. Di kongrê de xebatên jinê, di bingehê perspektifên Serokatî ve hate nirxandin, ji perwerdê heta biryargehê, ji navendiyê heta artêşbûnê, bi rêxistinê nû ve, rastî û rengê xwe derxist holê.

Serok APO di vê derbarê de dibêje; “Tevgera jinê ji her milî re hebûna xwe dide diyar kirin. Şervan û kadroyên jin, bi fedakariyên xwe, bi cesareta xwe û bi şahadetên xwe ve dildariya xwe ya azadiyê ji hemû mirovan re da nîşandan. Jin bi şervantî û rêxistina xwe ve di nava vê hewirdorê de cihê xwe digire. Fedakarî û şahadetên jin hemû ji bo azadiyê bû. Pêwîst e herkes ji vê rê bi rêz be. Pêşxistin û pêşketina jinê rûmet û şere herî mezin e.”

Di vê bingehê de YAJK, navê rêxistin û nasnameya azad a jinê ye. Bi rêxistina YAJK’ê ve, xebatê jinê di her qadê de berfireh bû, jin xwedî hewl û kedên xwe yên dîrokî derkete. Xebatên artêşbûnê, fermandarî û leşkertiyê ji bo jinê, bi pêngava damezrandina YAJK’ê ve girîngiyeke mezin girt û nav û rengê xwe belavkir e.

Ger em dixwazin wê merhalê fêm bikin, berî her tiştî pêwîst e ku em rêgez û pîvanên YAJK’ê fêm bikin û têbigîhîjin. Çûnkî rêxistina jinê bi van pîvan, rêgez û azweriya azadiyê ve xwe li ser lingan girt. Di hewirdoreke ku ewqas tundî û dijwartî tê de heye, xebata azadiya jinê meşandin ewqas ne hesan e. Di cîhaneke ku ewqas paşverûtî û kevneparezî tê dijî de, bi rêgezên azadiyê ve jiyan kirin mijarê têkoşîneke bê hempa ye. Ji bo wê hê destpêka damezrandina artêş û tevgera jinê de ewqas zordarî hatin jiyan kirin. Di vê derbarê de şahadeta jin, fedakariya jin û têkoşîna jinê mînak e. Ji bo wê pêwîst e ku em berî her tiştî rêgez û pîvanên YAJK’ê bizanibin û fêm bikin.

Rêgezên bingehîn ên YAJK‘ê 

1- YAJK, temsîla welatparêztiya jinê ye. Girêdan û azweriya jinê ya li hember welat û netew dide vegotin kirin. Sembola xwedî derketina jinê ya gelê xwe ye. Belkû her kes dest ji welat berbide lewre YAJK tûcar destê xwe ji welatê xwe bernade.

2- YAJK, rastiya şer a ku tûcar dest jê naye berdan e. YAJK xwe bi şer û têkoşînê ve binavdike û hêza xwe derdixwe holê. Tenê ne şerê çekdarî di heman demê de jî di milê jiyanî û rêxistinî de jî rastiya têkoşîna bê hempa dide diyar kirin.

3- YAJK, hêzeke partiyê ye. Jin hêza xwe ya rêxistinî bi nasnameya partiyê ve diyar dike. Di serdemeke ku jin li hember zayenda xwe ewqas dijbertiyeke jiyan dike de, hêz û yekbûna jinê pêşxistin û di vê bingehê de xwe belavkirinê, armanc û hedefeke bingehîn hildigire.

4, YAJK , derxistina vîna azad a jinê ye. Bi hestên xwe, bi ramanê xwe û bi hêza xwe ve xwe digîhîne vîneke hevbeş. Çûnkî ger jin vîna xwe ya azad û nasnameya xwe ya azad naparêze, nikare bibe hêzeke mezin û nikare pir pêşketin derbixwe holê. Ji bo wê ne tenê bi kesanî, bi awayeke hevbeş, bi rih û ramaneke hevbeş ve gîhandina vîna azad û hêza xwe parastin, ji bo jinê bi taybetî jî ji bo tevgera azadiya jinê armanceke sereke ye.