Ji çapemenî û raya giştî re!

Berxwedana Kobanê ya ku ji 15’ê Îlonê ve berdewam dike û tevahî cîhanê bi baldarî dişopand, bi azadiya Kobanê re bi encam bû. Ev berxwedanî bi berxwedaniya bi sedan şervanên qehreman ve gihişt serkeftinê. Ji ber wê em wek Navenda Biryargeha YJA Star’ê, di serî de Arîn Mîrkan, Zozan Kobanê, Sarîna Qendîl, Jiyan Rojhilat, Gulan Batman, Rojda, Rojen, Gelhat, Diyar, Xemgîn û bi sedan şervanên azadiyê yên qehreman bi minetî bibîrtînin û li beramberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Şoreşa Rojava di Kobanê da tov da. Şoreşa 19’ê Tîrmehê di esasê xwe de ji bo mirovahiyê şoreşeke azadiyê ye. Ev şoreş ne tenê şoreşeke îlan kirina xweseriyê bû. Îlana azadiyê jî hatibû kirin. Pergala ku desthiladaran bi hezaran salan rêvebiriye, serûbinê hevda, bi vî awayî jî civaka exlaqî polîtîk, ango civaka azad hatiye ava kirin. Ev jî di serî de Kobanê, Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahî gelên bindest bûye wek henaseya azadiyê. Ji ber wê, ne tenê ji 15’ê Îlonê û vir ve, ji roja yekê ya şoreşê û heya niha, şer û êrîş bê navber li dijî Kobanê bi rengek lêhurbûyî pêk hatin. Gelê Rojava, yê ku bi tu awayî ji berxwedana xwe tawîz neda, DAİŞ û afrînerên DAİŞ’ê bi berxwedaneke bi rûmet ve tarûmar kir. Ji xwe sedema êrîşên hovane yên DAİŞ û hêzên pişt wê jî, ev berxwedanî bi xwe ye. Ji ber wê xwestin bi girtina Kobanê re, di serî de Kurdistan, hêviyên azadiyê yên tevahî mirovahiyê tune bikin.

Îro em dibînin ku ev armancên wan pêk nehatin û axaftina yên ku digotin; “Kobanê ket, dikeve” di qirika wan de ma. Gelê me û şervanên YPG-YPJ bi xwedî derketina li rûmet û azadiya xwe, yek gav jî ji vê tekoşînê paşde neavêtine. Ne tenê gelê Kobanê û Rojava, çar parçeyên Kurdistanê û tevahî gelên cîhanê yên ku dixwazin xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin, li derdor Kobanê kombûn û nefes bi nefes li benda vê kêliya azadiyê man, bi vî awayî bi Kobanê ra bûn yekcan.

Azadî û rizgarkirina Kobanê ji çeteyan ne dawiyek, destpêkeke. Wê di xaka Kurdistanê de ne çeteyek DAİŞ’ê, ne jî tu hêzeke ku welatê me dagir dike bimîne. Ji ber vê di Şengal û Kerkûk’ê de gerîlayên me HPG-YJA Star, hêzên YBŞ û YPJ-Şengal, di Rojava de jî şervanên YPG-YPJ bi veguhertina her rojekê, ji rojeke qehremaniyê re, şerek bê hempa didin meşandin. Ev tekoşîna ku bi girêdan û baweriyek mezin ve tê meşandin, wê veguhere serkeftineke mezin.

Di vê wateyê de berxwedana Kobanê, berxwedana jinê ya sedsala 21’mîne. Ji ber ji roja yekê ya berxwedanê û heya niha di serî de şervanên YPJ, tevahî jin li derdor Kobanê kombûn û azadiya xwe di azadiya Kobanê de dîtin û bi vî awayî bi qehremaniyek mezin şer kirin. Êdî jin bûne xewna bi tirs a pergalê û hêzên desthiladar. Sekna hêzên YPJ’ê ya hişyar, bi idîa, wêrek a ku xwe di azadî û serkeftinê ve kilît kirî, rêzdariya tevahî cîhanê qezenc kiriye. Ji ber wê dîroka 26’ê Çile’yê bi qasî ku dîroka azadiya Kobanê ye, êdî wê wek dîroka berxwedan û azadiya jin jî derbasî qeydan bibe.

Di vê bingehê de; em hemla azadiya Kobanê di serî de li Rêberê xwe, her wiha di şexsê gelê Kurd ê berxwedêr yê ku bi mehane li Pirsûsê yek kêlî jî Kobanê bi tenê nehişt li tevahî gelên Kurdistanê, dîsa li tevahî jinan û gelê cîhanê yê ku xwedî li azadî û rûmeta xwe derketî pîroz dikin û em şervanên YPG-YPJ’ê jî, ji ber serkeftin û berxwedana ku raber kirine pîroz dikin û wan silav dikin.

Em careke din di serî de Avesta Harûn, Edessa Girêsor, Jiyanda, Armanc, Çîçek, Merwan, Gîvara Soran, Berxwedan Şengal, Siyabend Zap û tevahî şervanên azadiya Kurdistanê yên ku her kêliyeke xwe ya di şerê azadiyê de bi coşa hemleyekê re jiyan kirin û gihan şehadetê bi bîrtînin û em soza xwedî derketina li mîrasê wan didin.

27 Çile 2015

Fermandariya Navenda Biryargeha YJA Star