Şîlan Bakşî, bi nasnav Çavrê Gelhat. Di dawiya hefteya qehremantiyê di 29ê Adara sala 1996an de li deşta Silopiya di quntara çiyayê Cûdî  de çavên xwe li cîhanê vedîke. Ew zaroka yekemîn a dê û bavê xwe ye. Şîlan jî mîna gelek zarokên welatê xwe dema nû dest bi axavtinê dike bi gotina Apo zimanê wê digere. Ew di dergûşa dayîka xwe de ne bi lorikan, bi çîrokên lehengiya Kemal û Şerîf Spertî yan mezin dibe. Şîlan her ku mezin dibe hezkirina welat a di dilê wê de, ji wê zêdetir mezin dibe. Ew ruhê xwe herdem bi manewiyata hevaltiya gerîlayan ve têr dike û bi evîna welat dipêçe. Lewra dilê wê pîr û pak e, keçekî esîl, fêmbar û rêzdare Şîlan. Şîlan 11 salan di dibistana pergalê de dixwîne, lê ti car navbera wê bi wan helînên pişaftinê re baş nabe. Pergala ku tecawizî hemû nirxên Kurdwarî dike, xwe mîna şerbetê li ber Şîlanê radixîne, lê ew yek rojê qîma xwe bi dilopeke ji wê şerbetê nayine.

Dibêjin ku li Kurdistanê zarok zû mezin dibin. Dema strana ‘’Gerîla me ez evîndarim’’ digot 7 salî bû, dema ji girtîyên azadiyê re name dinivîsand 13 û dema paraznameya Rêber Apo girt destê xwe 15 salî bu Şîlan. Ew di derûbereke welatparêz de mezin bibû. Wê welatperwerî  ji serî de bi pîvanên rast naskiri bû. Fermandarê wê yê yekem Salih Yîgît, bi nasnav Gelhat Pirosî bû. Gelhat pêşengê rêveberîya xweser bû, li beramberî polîtîkayên dijmin yên tepisandinê, di bajarê xwede dest avêti bû qilêşê û bi ser tang û panzêran de çûbû û bi vî awayî gihiştibû merteba şehadetê. Bi vî rengî wî ferman dabû şervanên xwe. Şîlan jî wê biba rêheval û şervanê herî dilsoz ê Gelhatan.

 Li Rojavayê welat û Şengala Êzîdxan ferman hebûn wan salan, Derwêş û Edûleyên hemdem ji çiyayên bi qudret, li ser hespên spîboz xwe berdidan deşta kevnar. Ji bo zarokên welatê xwe, xwe bê didûlî feda dikirin. Gelek ji wan lehengan bi ala xwe ya serhildanê ve, ji deriyê sînor ê Xaburê re derbasî Silopiya dibûn. Şîlan fêmkiribû ku girêdana şehîdan ne di merasîman de rondik barandin e, ji bo wê girêdana şehîdan bi şehîdan re, xeyalên wan pêk anîn bû. Evîna welat û hersa tolhildanê a di dilê Şîlanê de her ku diçû hîn bêhtir bi tundî lêdida. Edî tehemûla wê nemabû, lewra Şîlan di 18 saliya xwe de biryar da ku bibe Çavrê. Wê biryar da ku çavê wê her dem li yek rêyekê be; ew jî rêya şeref û rûmeta mirovatiyê, rêya heval û hogirbendiyê, rêya azadiya Kurdistan û Rêbertiya wê…

Çavrê Gelhat di roja aştiya cîhanê di 1’ê Îlona sala 2014’an de, berê xwe da çiyayê Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt derbasî herema Metîna bû. Cara yekem li vir cilên leşkerî li bejn û bala xwe kir û qileş da pişta xwe. Wê ew soza ku heta dawiya jiyana xwe her kêlî pêk anî li vir da. Rêheval Çavrê mîna ku ji nûve çavên xwe li cîhanê vekirî be xwe tevlî birdozîya PKKê kir. Ew bû keçeke PKKyî, ew bû rêhevaleke dilsoz ya Reber Apo. Ji xwe ew di destpêka jiyana xwe de ferî navê Rêberê xwe bibû. Salên dûr û dirêj li herêma Metîna yê ma. Di hembêza dar û berên çîyayê Metîna de raza, ji zelaliya kaniyên wê av vexwar, şopa pêlavên xwe yên sor li her şîverêyeke wê hişt û dilop dilop xwêdana xwe rijand bin darên berûyên wê. Herî zêde jî dîroka wî çiyayî berda hinavên xwe. Li heman heremê di Akademiya Şehît Rojîn Gewda ya leşkerî re derbas bû. Li wir di demek kurt de xwe bi xisletên gerîlayên modernîteya demokratîk gurçûpêç kir û bû fermandarek jîr û jêhatî. Bi salan bi fermandarên mezin Leyla Amed û Peyman Bagokan re rêhevaltî kir. Ji wan gelek ezmûnên jiyanê û şer fêr bû. Çavrê şagirtê wan fermandarên bi qudret ên artêşa jin bû, ne gengaz bû ku ew ji xwere tevlîbûnek ji rêzê qebûl bike.

Heval Çavrê, di sala 2017an de di Akademiya Şehîd Bêrîtan de perwerdeyek birdozî a bingehîn dibîne. Li wir di sekna Şehîd Bêrîtan a bi rûmet û pêşeng de xwe kûr dike, di felsefeya Rêber Apo û birdozîya rizgariya jinê de bi berfirehî diponije. Ew dibe şervan û fermandara şerê azadiya jinê, dibe fedayiya rûmeta mirovatiyê. Rêheval Çavrê piştî vê perwerdê êdî bi biryardariyeke mezin xwe ji bo qadên Bakûr, bi taybet jî ji bo herema Cûdî pêşnîyar dike. Cûdî xemla hemû xeyalên wê ye, xeyala wê ya zarokatiyê ye û wê ti car pişta xwe nedaye wan xeyalan. Çavrêya zane çanda PKKê di xwe de hindirîn kiriye, her çiqasî pêşinyazê wê hebin jî lê dîsa ew biryara dawî ji nerînê rêxistinê re dihêle. Lewra ew li her derî bi watedar tevlîbûna xwe ya xebatan didomîne. Lê Cûdî bi hemû heybeta xwe ve xwe kiriye xemla dilê Çavrê. Piştî demekê li ser esasê israra xwe ya pratîkên qadên zehmet ew vê carê derbasî ji Metîna derbasî qada Heftanîna heft reng dibe. Ew vê carê nobedar û parazvanê herema Partîzan û Girê şehîd Canşêr e. Rêheval Çavrê li wir fermandara wî girî ye. Ew li wir bi fedakarî tevlîbûna xwe a kar û nezîkbûnên xwe yên baldar ve di dilê heval û şervanên xwe de cihekî pir mezin digre. Ji Gulaberan re dibe hevrê û fermandar. Bi kenê xwe yê beybûnî û fermanên xwe yên pîrozî ve hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayek helbestwarî pêk tîne. Lê ew eşqa Cûdî ya di dila de hîna jî zindiye. Ew li vir careke din hemû fikr û ramanên xwe bi hestên xwe ve disitrîne û pêşnîyara xwe, ji bo çuyîna Cûdî dike. Vê carê hemû hevalên xwe jî îqna kiriye ku edî ew bi qasî bikare vî barî ragire di agirê çiyayan de pijiyaye. Pêşinyara wê vê carê tê qebûl kirin û ew dibe rêwiya Cûdiyê Miradan. Heval Çavrê dema li ser rêkêye rastî êrîşên dijmin tê, li vir bi awayek lehengî li beramberî neyarê xwe disekine û şer dike. Heval Çavrê ji ber ku li vir birîndar dibe, bi hemû hersa dilê xwe ve neçar dimîne paşde were. Lê di wê keça Botanî de bes kirin tuneye. Piştî demeke kurt tedawî dibe û carek din tê û dibêje ez ji bo çuyîna Cûdî amade me. Careke din dikeve nava karwana rêwiyên Bakûr. Ew li Heremên Parastina Medya, ji aliyekê ve amadekariyên şer dike, ji aliyekê ve jî amadekariyên rêka Cûdî dike. Dema di encama qezayeke bextreş de gihîşte mertebeya şehadetê jî rêwiya Cûdî bû…

Mîna sosina avê bû Çavrê. Dilpakiya wê ti caran şîlo nedibû. Wê fermandara efsunî, bi taybetmendiyên xwe yên dirûst, fedakar, rûken, dilgeş, fêmbar û dilsoz ve di hiş û dilên şervan û rêhevalên xwe de cih digirt. Yê ku wê nasdikir, ne gengaz bû ku ji dilpakiya wê ya hevaltiyê bandor nebe, ew miroveke wisa bû ku nedihat jibîr kirin. Ew, her dem bi çavên xwe yên di biriqîn, rûyê xwe yê sayî ku mîna heyvê bû her ku tarîtiyek diket wê cardin di her şevêde riya hewrêyên xwe ronîbike. Rêheval Çavrê ji bo gelê xwe û hevalên xwe her dem kakilka şanazî û bextewarî yê ye. Ew timsala xweşikbûna rast a keçên Kurd e, ew beybûna çiyayê Cûdî ye.

Berjîn Onur