Ji bo çapemeniyê û raya giştî;

Em roja jinên kedkar ê cîhanê 8’ê Adarê ya ku veguheriye cejna berxwedan û azadiyê di serî de rêhevalê jin Rêber APO a ku birdoziya rizgariya jin weke diyariyekê pêşkeşkir, tevahî rêhevalên jin yên azadîxwaz, ji bo azadî, wekhevî û jiyanekê bi edalet bi afirînin bedel dane û gihane şahadetê, tevahî jinên bawer dikin ku jiyan bi ked dayînê re xweşik dibe û di oxira wê de li her derê, bê ku bisekinin, behna xwe bidin tekoşîn didin meşandin pîroz dikin. Em tevahî şehîdên xwe yên jin, yên ku ji bo jiyanekê di derdorê jin de were avakirin, ji bo mirovahî di cîhanekê azad de bijîn tekoşîn dane û bûne pêşengê şoreşa mirovahiyê bi rêzdarî bibîrtînin.

Jin bi hezar salan li hember hişmendiya zilamê serdest û pergala ku avakiriye berxwe daye, ji bo civaka exlaqî-polîtîk ya ku mirovahî heq kiriye bi afirîne tekoşînên gelek mezin dane. Daxwaza jiyana wekhev, azad û xwe dispêre aşitiya civakî tu carî dawî ne bûye. Ev berxwedanî ne li cihekê, ne jî di demekê de, li her derê û her deman hebûna xwe domandiye. Berxwedaniya jin a New York ê jî yek ji vaneye û sembola herê giringe. Îro di gelek cihên cîhanê de jin dengê xwe zêdetir bilind dikin, ala berxwedaniyê bi qurur li asîmana de di pêlpêlînin.  Bêguman Tevgera Azadiya Jin a Kurd, ya ku bûye artêş, partî û xwe bi pergal kiriye, di roja îro de xwedî pozîsyona ku pêşengtiyê ji tevahî tevgerên jin re dike. jinên ku li her deverê Kurdistanê xwe rêxistin kirine, di Rojhilata Navîn de bûne hêviyê gelan.

Jinên Kurd her tim cihê xwe di nava cihên ku berxwedanî di asta jor de ye girtine, li gor ruhê demê tekoşîn dane meşandin. Faktora herê bi bandor ya hişt ku Şoreşa Rojava deng vedanên mezin bide jî şoreşa di pêşengtiya jin de pêşdiket bû. Berxwedaniyên Xwerêvebirînên Xweser yên ku di Bakurê Kurdistanê de pêşketin jî jin her tim di pêşdebû. Desthilatdariya faşîst AKP-Erdoğan zanîne ku tevahî tekoşînên di rengê jin de pêşdikevin ji bo wan xetere ji bo wê bê navber êriş birine ser jin û xwastiye tevahî jinên tekoşervan yên ku ji bo wê astengî çêdikin tolê bigre. Desthilatdariya faşîst AKP-Erdoğan, qatîlê pitikên me yên di zikê dayîka xwe de ne, bedenê dayîkên me yên ku bi rojan di kuçan de bêruh mane, zarokên me ji bo ku xweşikbûna wan winda nebin di serinca de tê rakirin Solînan, dayîka Taybet û Cemîleya ne. Rejîma AKP ya ku di îşkence û hovitiyê de tu sînoran nas nake, çiqasî kirêt dibe ewqasî rûpoşa wê dikeve, xwe bi awayekê bê şûr winda dike, li hember berxwedaniya efsanewî ya jinên Kurd li Sur ê, Cizîr, Şirnex, Gever, Silopî, Nisêbin û Hezex ê binketiye. Erkê me yê herê bingehîn li hember feraseta faşîst ya ku hewil dide di şexsê jinên me de jiyana me qetil bike hesab xwastine.

Bûyerên ku li Kurdistanê bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê tê jiyan kirin, ji bo me jinan vê dide diyar kirin: jina ku parastina xwe ya cewherî pêşxistiye, xwe rêxistin kiriye jina ku herê zêde nêzî jiyana azade. Jina ku parastina xwe ya cewherî pêşxistiye, jina ku ji pergala zilamê serdest tolgirtiye. Ji ber vê pêwîste tevahî jin xwe li ser bingeha parastina cewherî rêxistinbikin. Parastina xwe ji bo jinan pêwîstiya herê jiyanî ye ji ber vê pêwîste tu carî radestê dewlet û zilam nekin. Ji bo Şengalekê nû neyê jiyan kirin ev di asta nebe nabe de ye. Pêdivî heye ku jin li ser vê bingehê xwe li her cihê rêxistin bikin.

Weke YJA Star ya ku hêza herê mezin a parastina cewherî ya jina ne em 8’ê Adar ê hên zêdetir xwe rêxistinkirinê re pêşwazî dikin. Amacê me yê herê bingehîn, bi coşa ku biharê afirandiye jiyanek xweştir û azad ji gelê me re û jinên me re pêşkeşkirin e. Ger ku îro jin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn xwe îfade dikin û tekoşîna xwe rêvedibin, ev rastiya hêza parastina jin ya YJA Star afirandiye. Heya roja îro YJA Star bûye hêza tolgirtina jinên ku li ser mêtingerî hatiye kirin, tewsandinê re rûbirû mane, hatine qetilkirin, êrişên barbar û wehş re duçar mane, wê ji îro pêde jî bibe hêza tolgirtinê. Jinên ku di roja îro de ji YJA Star îlham digrin, xwe li her derê Kurdistanê li ser bingeha parastina rewa rêxistin dikin, ji bo jin û gelan bûye çavkaniya jiyanê û yê hêviyê. Li Rojava YPJ, Bakur YPS JIN, Rojhilat HPJ û li Şengalê YJŞ xwe rêxistin kirine, cardin rêxistina jinên yekbûyî ya ku bi ruhê enternasyonel beşdarê şoreşa Kurdistanê bûne tekoşîna tevahî jinan silav dikin.

Weke YJA Star, carek din jî em tevahî şehîdên jin yên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin. Carekê din, tevahî jinên ku bi ruhê berxwedaniya 8’ê Adarê xwe rêxistindikin û hewildidin civakbûyîna azad vegûherînin heqîqetê roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Bi baweriya siberojên ku wê bi bihara jin ê re azad bibe, bangawaziya me li tevahî jinan ji bo di refên tekoşînê de xwe rêxistinbikin beşdarê nava refên gerîla bibin.

Her bijî roja jinên kedkar ê cîhanê 8’ê Adarê

Her bijî jinên bi rêxistinbûyînê re azad dibin

Bimre her curê hişmendiya zilamê serdest û faşîzm        

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star