Ji bo gelê me û raya giştî!

Me wek tevgera azadiyê sala 2012’an bi rihê berxwedanî û tekoşînê pêşwazîkir. Ketina me ya sala 2012’an li ser esasê misogerkirina azadiya Serokê xwe û ya gelê xwe bû. Di vê bingehê de em ketin nava çalekiyên aktîv de. Di despêka salê û heya dawiya wê jî, di aliyê dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê polîtîkayên pijavtin, înkar û îmha kirinê ya ku li ser Rêberê me û gelê me dide meşandin de tu guhertin neda çêkirin û van polîtîkayên xwe her çûye kûrtir kiriye û berdewama wê daye çêkirin. Tecrîta li ser Rêberê me girantir kiriye, bê navber berdewamkiriye,li hember hewildanên Rêbertiya me yê ji bo aşitiyê tu bersivên erênî ne hatiye dayîn. Bê navber operasyonên qirkirinê li ser gelê me jî berdewamkiriye. Gelê me yê ku di zemîna rewa û zagonî de tekoşîna xwe dide meşandin, dîsa yên ku daxwazên xwe yên demokrat û mafdar tînin ser ziman li hember wan bi her awayî zordestî hatiye meşandin û xwastine gelê me dehîn bikin. Polîtîkayên hukûmeta AKP’ê yên faşîst heya komkujiyan jî çûye. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê her diçe feraseta xwe ya faşîst, neteweperest û şovenist kûrtir dike. Bi hezaran salan gelê Kurd û Tirk di erdnîgariyek hevpar de jiyan dikin, xwesteka wan ewe ku van her du gelan ji hevdû perçe bike û li hember hevdû bixe neyar. Çapemeniyên serbixwe yên ku bi taybetî pirsgirêka Kurd, rastiya wê, zext û zordariya ku li ser tê meşandin, polîtîkayên pijavtinê, dîsa operasyonên ku li hember gelê me tê meşandin ji ber ku vê rastiyê bê sensûr û bê derew tinîn ser ziman piraniya van çapemeniya di bin navê hincetê cûda de girtine. Li hember rêxistinên demokrat yên siyasî û qadê rêxistinên civaka sivîl yên çandî êrîşên hukûmeta AKP’ê û artêşa wê ya polîsan hatiye pêşxistin. Her wiha darazer jî girtiye gel xwe, pijavtin, qirkirin û ji êrîşên îmha kirinê re qilifên mafdar û zagonî çêkiriye. Dîsa gelê Kurd, pergala ku xwe di bin navê huqûq de daye avakirin re bi awayekê bêdad xwastiye dadgeh bike.

Hişmendiya hukûmeta AKP’ê ya paşverû, şoven, bijavtin û qirkirinê di nava civakê de rê li hember perçebûyîn û cûda bûyînê vekiriye.Vê hişmendiyê di nava zayendî ya de jî daye avakirin û kûrtir kiriye. Pergala ku bênç hezar salê di bin serdestiya zilam de tê meşandin, hukûmeta AKP’ê jî van nêzîkatiyên paşverû hişmendiya di xwe de dide hewandin. Vê hişmendiyê jî, bi riya zordestiya li ser jin dide meşandin re dixwaze civakê bidewisîne û bê deng bike. Ji ber ku pirsgirêka ku jin jiyan dike ne tenê ya azadiyê ye, di heman demê de pirsgirêka zayendî û pirsgirêka azadiya civakê ye. Ji bo vê hukûmeta AKP’ê, ji bo civakê bêxe, herî zêde jin dixe hedefa xwe û serde diçe. Jinên Kurd yên li hember van polîtîkayên AKP’ê, disekinin û daxwazên wan yên li ser esasê zemînên siyasî û legal tekoşîn bidin meşandin, li hember van jinên Kurd êrîşên pir vekirî hatin çêkirin. Di çarçoveya operasyonên girkirina siyasî de bi hezar jinên Kurd hatine girtin. Her wiha dayîkên me, keçên ciwan û jinên ku mafên xwe yê demokratîk dixwazin li zordestiya artêşa polîsên AKP’ê dûçar dimînin. Di Kurdistanê de bi vê awayê ser jinên Kurd de diçe. Li Tirkiyê jî polîtîkayên xwe ê şoven û faşîzane zilam li hember jinê radike û rê li pêşiya komkujiya vedike. Li ser ked û bedena jinê mitîngerî dide çêkirin, hemû hewildanên wî li ser esasê ku jinê di sinorê koletiyê bihêle dixe girtîgehê de. Tu dem bi qasî vê demê jin li hember zordestiya zilam ewqas dûçar nemaye, tê kuştin,destdirêjî lê tê kirin. Zordestiya kul i ser jin tê meşandin û ewqas pêşdikeve çavkaniya xwe ji polîtîkayên hukûmeta AKP’ê yên li ser gadên civakî û siyasî digre. Ji ber ku çanda zordestiyê pêşdixe, gelan li hember hevdû radike, zilam jî li hember jin radike û dike neyarê jinê.

Hem wek gel, hem jî wek jin bi awayekî cîdî pirsgirêkê azadiyê jiyan dikin. Ji ber ku em mirovin mafên me tune tê hesibandin, hewil didin ku zemînê jiyana demokrat, wekhev, bibiratî zuha bikin. Em jî wek tevgera Azadiyê 34 salin tekoşîna ji bo jiyanek azad, demokrat, wekhevî û bibiratî ji nûve were avakirin didin meşandin. Li hember astengiyên ku di riya azadiyê de pêşdikevin şerek tê meşandin. Tekoşîna me bi hemleya stratejîk a çaremîn li ser asasê Şerê Gel ê Şoreşgerî di sala 2012’an gihîşt asta jorîn. Sibata sala 2012’an pêve di berfirehiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de wek hêzên YJA Star û HPG’ê em bi rengekê çalak di nava çalakiyan de bûn. Li hemberî operasyonên tunekirinê yê artêşa Tirk me parastina xwe ya rewa kir. Qadên ku gerîllayên me bi tevahî tê de bi cîh bûyî li ser bingehê hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî tevahiya salê di bingehê tevgerên Şoreşgerî de çalakî hatin pêşxistin. Hêzên me yên gerîlla ji bo ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û artêşa Tirk a li Kurdistanê bîne, gelek qad xistin bin venêrîna xwe de. Operasyonên tune kirinê yê ku dewleta Tirk li hemberî hêzên me yê gerîlla pêşxistî bê bersiv ne hatine hiştin û gerîllayên me berxwedaniyek mezin raber kirin. Wek artêşa gerîllayê jin yê YJA Star me xwe di nava hêzên parastina gel HPG’ê de bi rêxistin kir û em bûn artêşeke jin a mezin. Di merhelaya hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî de em hem wek hêzên HPG’ê hem jî wek hêzên YJA Star, bi hêza xwe ya xwemal bi rengekî aktîv di nava çalakiyan de bûn. Yê ku starta çalakiya sala 2012’an kirî, çalakiya li Qeyserî ya ji aliyê rêhevêlên me Êrîş û Andok ê ku di xeta fedaî a Zîlan de hatiye pêşxistin de bû. Ev şêwazê çalakiyê bûye xeta bingehîn a hemleya me û hêzên me ê YJA Star û HPG’ê bi vî rihî tevlî hemlê bûne. Ji bo ku dawî li dagirkeriya artêş û dewleta Tirk a li ser erdnîgariya Kurdistanê bînin, hêzên me yên gerîlla bi wêrektiyek mezin tekoşîn dan meşandin û li hemberê êrîşên ku li ser gel tê meşandin wek hêzek parastina rewa rolê xwe bi cih aniye.

Artêşa me ya jin a YJA Star hem di aliyê nicel hem jî di aliye nitel de roj bi roj bi ezmûn dibe û mezin dibe, bi rengekê çalak jî tevlê pêvajoyê dibe. Tevî ku bi rengek aktiv tevlê tevahî çalakiyên gîştî bû, di bin rêxistinkirina çalakiyên xwemal de jî tevlîbûnek bi giştî çêbûye. Artêşa jin a YJA Star di asta herî jor de xwe gihandiyê stratejî û taxtîkên şer. Li ser vê bingehê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo giştî jinan wê ji vir û pêve jî wek hêzek parastina rewa rolê xwe bileyîze.

Hukûmeta AKP’ê û artêşa Tirk, bi operasyonên tunekirinê yê ku li hemberê tevgera me ya azadiya Kurd pêşxistî ye, bi taybet hêzên me yên YJA Star ji xwe re kiriye hedef. Hinek bargehê zivistanê ê gerîlayê me YJA Star ji xwe re kirin hedef û komkujî pekanîn. Ev êrîşên wan yê tune kirinê li hemberê hêzên me di tevahiya salê de berdewam kir. Artêşa AKP’ê di aliyekê de bi operasyonên tunekirinê li ser hêzên me yê gerîllayê jin de hat, di aliyê din de jî rêhevalên me yê jin yên ku di encama qeza û bûyerên xwezayî de Şehîd ketine şewazê Şahadetê wan berovajî kir. Bi vê rêkê xwest tevgera me ya azadiyê reş bike.

Di bingehê hemleya me ya Şoreşgerî de, em wek artêşa gerîllayê jin YJA Star ji bo ku dawî li polîtîkayên qirkirin, pijavtin, hişmendiya komkujer a hukûmeta AKP’ê û artêşa Tirk bînin û azadiya xwe bi dest bixin, me tevgerkirina xwe ya xwemal berfireh kir. Me wek artêşek jin bi çalakiyên xwe ji artêş û hukûmeta AKP’ê hesap pirsî, emê ji îro pêve jî bipirsin. Em li hember hemû saziyên deshilat ên ku hişmendiya deshilatdariya mêr a 5 hezar salan, tevgera tolgirtinê a jinêne. Emê li pişt hemû jin û gelê bindest bin. Wek artêşek jin emê xwe hîn mezintir bikin. Heya ku em azadiya hemû jinên cîhanê yên bindest pêkbînin emê wek artêşek jin a parastinê rêxistinbûyîna xwe bidin berdewamkirin.

Wek hêzên HPG’ê bi giştî bilançoya şerê sala 2012’an wê cûda bi raya gîştî re were ragihandin. Me pêwîstî dît ku, em bilançoya çalakî û şerê bi giştî yê sala 2012’an de ji aliyên gerîllayên me yê YJA Star ve hatî pêşxistin bi gel û raya gîştî re parvebikin. Di vê bingehê de;

1. Di çarçoveya tevgerên Şoreşgerî de gerîllayê me YJA Star 74 caran çalakiyên xwemal pêşxistine. Di van çalkiyan de taxtikên şer ê gerîlla hemû hatine bikar anîn û ev çalakî serkeftî û bi encamin.

2. 12’e caran rê xistine bin qontrola xwe û nasname qontrol kirine. Di van qontrolê rê yê ku hatî pêşxistin de gel li hemberê hemleya Şoreşgerî a ku me dayî pêşxistin û pêkanînên dewleta Tirk li ser gelê Kurd pêşdixe hatine aqahdar kirin. Di heman demê de, hinek şexsên ku polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk pêktînin hatine binçav kirin. Piştî ku lêpirsînên wan bi dawî bûne hatine berdan. Bi tevahî di van qontrolê rê de 6 kes hatine bin çav kirin, piştî lêpirsînên wan dawî bûne hatine berdan.

3. Gerîllayên me yên YJA Star kesê ku hevkar û sîxurê dewlata Tirke ceza kirine. Ev kesê ku ji aliyê gerîllayên me ve hatiye ceza kirin kesê ku li Xerzanê bûye sedema ku 15 rêhevalên me yê jin ji aliyê dewleta Tirk ve werin qetilkirin.

4. Di navbera gerîllayê me YJA Star û artêşa Tirk de 5 caran pevçûn çêbûye. Di van pêvçûna de windahiyên gerîllayên me çênebûne, lê be lê, kuştî û bîrindarên dijmin çêbûne.

5. Di çalakiyên xwemal yê ku gerîllayên me YJA Star li darxistî de – yê bi çav hatî dîtin û tespît kirin- 86 leşkerê Tirk yê ku di nava wande rutbeya wan bilindin jî hene hatine kuştin. Dîsa 30 leşkerên Tirk di encama van çalakiya de bîrîndar bûne.

6. Helîkoptereke tîpa Skorskî ji aliyê gerîllayên me YJA Star ve hatiye derp kirin. 5 wesayîtên bi zirx hatine tûne kirin. Tirextoreke ku alavên leşkerî ji neyar re dibe hatiye şewitandin.

7. Bi giştî di tevahiya sala 2012’an de 80 gerîllayên me yê jin Şehîd ketine. Ev gerîllayên me yê ku Şehîd ketine bi tevgera Şoreşgerî ê ku HPG’ê pêşxistî û di encama pêvçûnên ku bi artêşa Tirk re rû dayî de Şehîd ketine.

3 Çile 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star