Ji bo gelê me yê welatparêz û raya giştî
Me weke tevgera azadiyê bi ruhê berxwedanî û têkoşînê sala 2016 de pêşwazî kir. Ev nêzî çil sale em têkoşîna azadiyê didin meşandin. Her sal jî ji bo me wate û giringiyên xwe hene, ji bo me salên têkoşîn û berxwedaniyê ne. Lê di dîroka me de hen sal hene cudane. Di dîroka têkoşîna me de sala 2016’de saleke ne ji rêzê bû.
Bêguman di roja me ya îro de ne tenê di Kurdistanê de di tevahi Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê siyemîn tê jiyan kirin. Herê dawî jî di şerê Musul û Reqayê de jî tê diyar kirin ku ne tenê şerê DAİŞ’ê re ye. Şerê di navbera hêzên navnetewî û netew dewlet de ye. Heman demê de şerê dîzaynê ye. Ev şer jî herê zêde di Kurdistanê de tê meşandin. Di tevahi perçeyên Kurdistanê de ev di Rojava de di pêşengtiya YPJ, YPG de, li Şengale YJŞ, YJA Star, HPG de, li Bakurê Kurdistanê jî bi ruhê berxwedanî sal hate pêşwazî kirin. Ev rastî eşkere bûye ku ji bo çareseriyê, ji bo azadiya gelan û jiyanekê wekhev gelê Kurd mifteya serkeftinê ye.
Weke gerilayên YJA Star jî em di sala 2016’an de ketin di nava şerekê dîrokî de. Ev şerê îro tê meşandin tenê ne Bakurê Kurdistanê û çiyayên wê tevahî perçeyên Kurdistanê eleqedar dike. Di vê pêvajoyê de xeteriyên mezin jî hene lê, derfetên gelek mezin jî di pêşiya me de ye. Weke tevgera jin û YJA Star ê jî di xeta şerê gel ê şoreşgerî de di pêşengtiya gerîla de bi textîka xwe de, şêwazê xwe de, her wiha di şerê bajaran de jî nûbûyînek û berxwedaniyek dîrokî dan raber kirin. Ev berxwedanî di tevahî qadên me de îro berdewam dike.
Ya rastî jî di nava salê bi xwe de jî di aliyê textîk û şêwaz de yê ku konseptên Erdoğan û çeteyên wê vale derdixe darbe lê dide gerilayên me yên azadiyê ne. Wê ji îro pêde jî ev berxwedanî û têkoşîn hîn dijwartir berdewam bike. Bêguman her tim yê ku rûyê Erdoğan û çeteyên wê derdixe pêş, tevahî plansaziyên wê vale derdixe gerîyên me yên YJA Star ê û HPG ye. Tê zanîn di nava salê de gelek rêhevalên me yên di asta fermandariyê de jî, bi berxwedanî û têkoşîna xwe re vê konseptê vale derxistine. Cardin şerê sala 2016’an na şibe şerê tu salan. Birastî jî di aliyê gerîlatî de profesyoneltiyek gelek kûr jiyan kiriye. Bi pêşketinên me re artêşa Tirk têk çû. Tu carî artêşa Tirkiye ewqasî rezîl nebûye yên ku ev kirin jî gerîlayên YJA Star ê û HPG bûn.
Di tavahiya salê de têkoşîn û berxwedaniyên bêhempa hate meşandin. Bêguman ya ku pêşengtiya vê ruhê berxwedanî û têkoşînê kir jî gerîlayên YJA Star e. Ruxmê ku çeteyên AKP’ê ji derveyê pîvanên şer û exlaqê şer jî tevgeriyan lê tu carî ne gihiştine armancê xwe. Ev jî nîşaneya herê berçav ya ku gerîlayên YJA Star ji bo jiyanek azad jiyan dikin dide diyar kirin. Ji bo vê em weke gerîlayên YJA Star di wê îdeayêdene ku emê jiyanek azad bi afirînin. Bi taybetî jî soza ku me daye rêhevalên xwe yên pakrewan û gelê xwe yê welatparêz bedel çi dibe bila bibe emê her tim li pey şopa heqîqetê bin.
Hêzên me yên YJA Star gelek tektîkên gerîla yê weke sabotaj, suîkast, çekên giran û operasyonan li hember çeteyên AKP’ê şerekî bi çalak dane meşandin. Di heman demê de gerîlayên me yên jin yên ku rola pêşengtiyê di nava HPG’ê de dikin gelek çalakiyên xwemal jî pêk anîne.
Li ser vê bingehê em pêdivî di bînin bilançoya çalakiyên ku gerîlayên me yên YJA Star di tevahî ya sala 2016’an de pêk anîne ji gelê me re û bitevahiya raya giştî re parve bikin. Li ser vê bingehê;
– Berxwedaniya tevgera me ya azadiyê di sala 2016’an de gihiştiye lûtkeya herê jor. Bi taybetî jî tevgera azadiya jin ji bo tevahî jinên Kurd û cîhanê bûye hêviya azadiyê. Li ser vê bingehê jî tevlêbûyînên jin di vê salê de gihiştiye asta herê berz.
– Di tevahiya salê de gerîlayên me yên YJA Star 115 de çalakiyên xwemal pêkanîne.
– Her wiha bi giştî di encamê çalakiyên YJA Star yê xwemal de hêjmara kuştiyên çeteyên AKP’ê 160 e.
– Têkoşîn û berxwedaniya me di siya rêhevalên me yên pakrawan de gihişt asta herê bilind. Ev rêhevalên me yên dilawer ji bo welat, gel û nirxên xwe yên pîroz bê ku dudilî jiyan bikin, heya dilopa xwe ya dawiyê li hember mêtingerî, nîjad kujiyê û desthilatdariyê ji bo jiyanek azad têkoşîn û berxwedanî dan meşandin. Di encamê ev ruhê berxwedaniyê de bi giştî 118 rêhevalên me gihiştin merteba şahadetê.

31 Kanûn 2016

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star