Ji Çapemenî û Raya Giştî Re! Ji fermandarên YJA Starê û milîtana pêşeng a PAJK’ê hevrêya me Nûjiyan Amed 23’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Nûjiyan bila serê gelê Kurd ê welatparêz û malbatên şehîdan sax be. Em soz didin ku…
Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re! Fermandara me ya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û di heman demê de endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê fermandara hêja hevala me Berwar (Seyran Çomak) di 8’ê Tebaxa 2024’an de şehîd bû. Di serî de malbata Çomak a welatparêz a hêja bila serê gelê me yê welatparêz û…
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re; Salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin. Di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, em bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bibîr tînin. Rêber Apo di hemû…
Çapemenî û Raya Giştî Re! Em 28’emîn salvegera fermandara fedayî ya ku bi fedakirina canê xwe ve nîrê zulmê şikand bi minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê rêheval Zîlan de em tevahî şehîdên ku di oxira jiyana azad de gihiştin bê miriniyê û ji bo gelên azadîxwaz derfetên jiyaneke azad avakirin bi rêzdarî bi bîrtînin. Her wiha fermandarên ku li…
Çapemenî û Raya Giştî Re! Bi tîhna evîna azadiya di dilê Zîlan de, bi sotîneriya agirê ji narîncoka wê pijiqî, her wiha bi mezinahiya çalakiya wan ya bi wate, em şopdar û rêhevalên wê yên rasteqîn, Fermandar Bêrîtan Nûrhaq Çiya û rêheval Axîn Gabar, bi minetdarî bi bîrtînin. Bi sekin û bîrdoziya Zîlan jiyankirin, bi rih û îradeya wê şerkirin,…
Ji Raya Giştî re! Em roja zayîna azad di serî de li Rêber APO, li hemû dayîk û jinên ku bi hêviya hebûnekî nû berê xwe dane rojê pîroz dikin. Dayîka Rêber Apo Ûveyş ku di vê mehê de çûye ser dilovaniya xwe bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin. 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna Rêber Apo ye, heman demê…
Newroz bi meşa azadiyê ya Rêbertî gihişt wateya xwe. Em Newrozê li gelê xwe yê serhildêr û her kesê ku bi Newrozê re bûyî yek, bi taybetî jî li Rêber Apo pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvanan û Semayan de ku li dijî perdeya tarîtiyê ya li ser gelê me bedena xwe kirin meşale…
Çapemenî û Raya Giştî Re! Em hemû jinên ku 8’ê Adarê ku mizgîniya biharê û berxwedanê ye û bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan pêşwazî dikin, silav dikin. Em soz didin ku şoreşa jinê teqez pêk bînin, 8’ê Adarê li Rêberê xwe yê ku bedewiya jinê, bilindahiya jinê hînî me kiriye, hevrêyê herî mezin ê jinê ye û li…
Çapemenî û Raya Giştî Re! Di ser komployoa navneteweyî re 25 sal derbas bûn ku bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê, îzolasyona civakî û tenêhiştinê ya li hemberî Rêber Apo dewam dike, ku hêvî û fikrê azad ê mirovahiyê ye. Di nava 25 salan de Rêberê me serî li ber ti zext, gef û êşkenceya hêzên komploger ên navneteweyî netewand û yek…
Di salvegera 11’an a komkujiya Parîsê de yek ji kadroyên damezrîner ên partiya me fermandara me ya pêşeng hevrê Sara, şervanên tevgera ciwanan û jin a azad hevalên Rojbîn û Ronahî, di şexsê wan de jî şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku wan radestî me kirine bigihînin serketinê.…