Çapemenî û Raya Giştî Re Bi rojbûna Rêberê me re ji bo jinan, ji bo her kesên li azadiyê digerin hêviyek çêbû. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me di şexsê Dayika Uveyş de li dayikan, gelê me yê welatparêz, li girtiyên azadiyê yên di bin êşkenceya giran û tecrîdê de li ber xwe didin, pîroz dikin. Di vê roja nû ya…
Çapemenî û Raya Giştî Re Em di van rojên şîn de ku gelê me di nava wêraniyê û êşên mezin de derbas dibe de Newrozê pêşwazî dikin. Em dizanin ku wateya rast a Newrozê ne tenê coşa cejnê ye, israra di berxwedan û jiyana azad de ye, em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê Newroza îsal bi…
Di sêyemîn salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe yên bi rûmet, fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo bi minetdarî bi bîr tînin, malbatên wan di serî de ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan a têkoşînê bi cih bînin. Çalakvana mezin a Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê…
JI ÇAPEMENİ Û RAYA GIŞTİ RE Di ketina 30. salvegera artêşbûna jinê de, em di şexsê fermandara xeta têkoşîna azadiya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên xwe yên di meha Cotmehê de şehîd bûne bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji şehîdên me yên destpêkê yên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me karîne…
Li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17’ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîşeke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê êrîşa dagirker hevalên me di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de têkoşiyan. Em hevalên xwe yên ku di van pêngavan de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare…
Di salvegera şehadeta Gûrbettelî Ersoz de ya ku rojnamevaneke şoreşger e û di warê afirandina kevneşopiya çapemeniya azad kedeke wê ya mezin heye, em wê bi rêzdarî û hezkirineke bêdawî bi bîr tînin. Dema ku em şehîdên xwe yên jin ên çapemeniyê yên li ser şopa rêya heqîqetê ya Gûrbetteliyan bi bîr tînin, ji ber girêdana bîranîna wan em soza…
Li hemberî êrîşên qirker ên hikukmeta çete ya AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd, jinan, hevrêyên li zindanan dîlgirtî, xwezaya welatê me û gerîla, di 26’ê Îlona 2022’an de hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal ên li ser xeta Zîlan ketin pratîkê, li ser xeta azadî-rûmetê bûn nirx. Em van şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi…
Çapemenî û Raya Giştî Re! Hevrêya me Jiyan Amargî li herêma Botanê zêdeyî çar salan karên çapemeniyê kir, ji jiyana gerîla heta bi çalakî û têkoşînê hemû detay ji me re ragihand û bû yek ji lehengên dîroka çapemeniya azad. Di şexsê hevrêya xwe Jiyan Amargî de em hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi bîr tînin ku li refên şoreşê…
Çapemenî û Raya Giştî Re! Em 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya ku bi parçekirina tarîtiya gorê ya ji gelê me re rewa tê dîtin çirûskên jiyana nû pêxist, di serî de li Rêberê vejîn û hêviyê Rêber Apo û di şexsê hevrêyên me yên li dijî êrîşên herî giran ên kîmyewî yên dewleta Tirk a mêtinger û faşîst, bêyî ku…
Salvegera 26’emîn a şehadeta rêheval Zîlan de em hemû şehîdên xwe yên ku dîroka me ya têkoşîna azadiyê de nûnertiya vîna azad kirine bibîr tînin. Di kesayeta rêheval Zîlan de tevahiya pêşeng û qehremanên mezin yên ku di xeta fermandar Zîlan de bûne çavkaniya hêza me ya azadiyê weke rêheval Sema Yûce, Gulan, Leyla Agirî, Ekîn Wan, Mîzgîn Rojhilat, Şevîn,…