Di vê qatmanê de, hêza jin dîsa heye û berdewam dike, heman demê otorîterbûna xwedawendan derbasdare û jiyan di nava komînalbûnê de derbas dibe. Lê ji heykel, hestî û resmên ku hatine dîtin û lêkolîn kirin, tê dîtin ku di vê serdemê de hêdî hêdî li kêleka xwedawendan an bavek, an kurek, an jî yê ku hevpar pê re kar…
Di nava vê beşê de felsefe û zanist ji bo jin çi gotine û çi agahî belav kirine, emê hinekî vebêjin. Lê gelo rastî û heqîqeta wan agahiyan çiye û ji ku derê derketine? Lê ji xwe karektera zanista pozîtîf zayend pereste. Antropolojî (antropoz) zanista ku li ser mirov lêkolînan dike. Di bingeh de zanista mirove, lê dema ku lêkolîn…
Di her qatmanekî de hezar sal û bûyerên wê tên destgirtin. Dibe ku mirov nikaribe tevahî bûyerên di dîrokê de bibêje. Lê weke sembol di her hezar salî de em hinek sembol û bûyeran lêkolîn dikin û ew dibe malê giştî dîrokê. Pêwîste wisa neyê fêmkirin ku her qatmanek piştî hezar salan diqede û yeka din tê. Ev ne wisaye,…
Di encam de mirov digihêje vê rastiyê ku jin, zilam jî digire nava xwe. Wate, cinsê jin hemû taybetmendiyên zilam di hindurê xwe de dihewîne, lê zilam ê jinê nagire nav xwe, ev hem di aliyê biyolojîk de hem jî civakî de wisa ye. Mesela zilam bi jin tê pênasekirin, çima? Ji ber ku ya giştî taybetmendiyan dihewîne xweza û…
Di milê cih girtinê de mejiyê zilam ji yê jinê bi qasî ji %10 ji yê jinê mezintir e. Zanista pozîtîvîst vê rastiya anatomîk wiha şîrove dike ku aqlê zilam ji yê jinê pirtir e. Lê ev ne rast e. Ya girîng ne giraniya goşt û hestiye, ji ber însan ji goşt û hestî pêk nayê. Însan ji fikir, hest…
Pênc cudabûnên anatomiya jin hene. Ev jî di xala ‘Xwebûyinê’ de tên dest girtin. 1- Enerjiya jinê ccda ye. 2- Hisiyat û pêşbîniya (Sezgî) jinê cuda ye. 3- Pêkhatina mêjiyên jinê cuda ye. 4- Jin mehane xwe nû dike, ev taybetmendî xweseriya jinê ye û gelek cudabûna lê bar dike. 5- Zayin, ducanî bûyin tenê di jinê de pêş dikeve.…
Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan ya ku li ser pirsa; ’’Bandora zayendperestî li ser jinê çiye?” ji aliyê şagirtên akademiyê ve wiha pêş ket. Heval Rojbîn: Zayendperestî nexweşiyekî wihaye ku yên dijberî xwe tine dihesîbîne û ti mafekî nadê. Wekî mînak dema em di civakê de bûn jî jin her tim sûcdar dihat dîtin. Ti caran suc di zilam…
Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne. 1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe. 2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye. 3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne. 2-Ontolojî: Hebûna jin çiye, di milê civaknasî de jin çawa tê dest girtin, li ser van pirsan lêkolînên xwe pêş dixe. Jin tenê di asta zayenda wê ya bîyolojîk…
Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne. 1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe. 2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye. 3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne. 1-Etîmolojî: Jineolojî di lêkolîn kirina peyvan de ji zanista etîmolojiyê sûd werdigire. Wekî mînak em li peyva ‘jin’ binêrin; Peyvên dişibin jineolojî lê nayên wateya jineolojiyê wiha ne;…
Heta cîhana jin neyê ronî kirin, xwezaya civakê jî nayê ronî kirin. Rastiya jin ger di tarî de bimîne, ewê rastiya civakê jî di tarî de bimîne. Tiştên li ser jinê hatî ferz kirin li ser civakê jî hatiye ferz kirin. Pêwîstî heye ku mirov van girêdana giştiyan bibîne. Li kuderê koletî destpê kir, li kudere talan destpê kir, li…