Jinelojî

JIN, JIYAN, AZADÎ FORMÛLEKÎ BI SÊHR E, FÊR BIBIN Û FÊR BIKIN!

RÊBER APO Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan ya ku li ser pirsa; ‘’Çima heta niha zanistekî bi navê jineolojiyê derneketiye?’’ Komîsyon: Beriya vê pirs wiha dihat kirin; ‘’ Çima jineolojî’’ lê piştî perspektîfên Rêber Apo hat ditîn ku pirsekî bi vê rengê rê li şîroveyên şaş vedike, di esas de ne ku wiha bê pirsîn; ‘’Çima jineolojî?’’, pêdivî…

JINEOLOJÎ

Rêbaz: Rêber Apo jineolojiyê li ser sê lojiyan digire dest vana; etîmoloji, ontolojî, epîstemolojî ne. Di lêkolînên jineolojiyê de etîmolojî li koka peyvan digere, etîmolojî pênaseya jineolojiyê dike û agahiyên li ser jinê ji epîstomolojiyê tên girtin. Dîsa dîrok jî zanistekî bingehîn yên lêkolînên jineolojiyê ye. Pênase:Wekî têgeh jîneolojî ji du peyvan pêk tê; ‘JİN’ û ‘LOJÎ’. Lojî di zimanê…

Pêngavekî Nû Ya Dij Şoreşî; Di Saziyên Ewlekariyê de Bi Cih Kirina Jinan

Em di despêkê de bala xwe bidin li ser hebûna jin ya di nava artêşan de. Ev hezaran salin, artêş amurê xurt kirin û parastina desthilatdarî û milkê zilam e. Artêşbuyina zilam li ser bingeha şef, şaman, şerkerê ciwan pêş ketiye. Şef, şaman, şerkerê ciwan di heman demî sê lingên esasî yê mîsoger kirina şaristaniya kapîtalîst e. Di her sê…

Waneyên Jîneolojî

Şehîd Leyla Agirî Yek ji mijarên ku Jîneolojî ji xwe re kiriye navend di lêkolînên xwe de, etîk-estetîk e. Ji bo vê xalê her nîqaşên me hebûn, em weke Jîneolojî di bingeh de zanista jin, zanista jiyanê  pênase dikin. Em li dîrokê jî binêrin li hember jiyanê berpisyariya jin herî zêde li pêşbûye. Ev rastiyeke tê nirxandin, em ji rol…

Di Înşakirina Modernîteya Demokratîk De Rola Jîneolojî

Ji bo Jîneolojiyê mijarên sereke; dîrok, siyaset, etîk, estetîk, hûner, zanist, ol, felsefe, aborî û demografya ne. Bêguman heta niha di van mijaran de ji aliyê fîlozof, femînîst, anarşîst, û sosyalîstan ve gelek xebatên giranbûha hatine kirin, çareseriyên berfireh hatine pêşkêşkirin. Zanista Jîneolojiyê vana weke nirxên mirovahiyê yên eslî dibîne û li wan hemûyan jî xwedî derdikeve. Lê di merhaleya…