Lehengên Jin

KULÎLKEK Jİ TOVÊN WELATPERWERİYA KURDÎ

Dîroka Kurdistanê bi egîdiya xortên wê, bi lehengiya keçên wê ve bi destanan hatiye nîgar kirin. Kevneşopiya serhildêriyê, jiyana bindest û koletî nepejirandin, ji destên bi bereket yên xwedawanedên vê xakê xwe berdaye navdila jinên Kurdistanî. Bi navê Besêyan, Rindîxan û Zerîfeyan dest pê kir û bi şewqa roja azad re bi navê Sara, Delal, Çîçek, Hevrîn, Leyman û Dîdaran…

JI DEŞTA GEVERÊ ŞILÊREKE APOGERÎ

Sal 1988’e, li Gevera berxwedêr  dengê qêrîna zarokekê radibe di tarîtiya şevê de. Bi wê qêrîna xwe, perda bêdengî û xemgîniya ku dijminê mirovahiyê bi ser Kurdan de berdaye diqetîne û dike du parçe. Wê şevê ji malbata Tekîn re rûperiyeke ku serê wan bilind bike esîmanan tê dinê, Şehla Tekîn tê jiyanê. Gundê ku Şehla tê de mezin dibe…

WÊ TEŞIYA JIYANA XWE BI KED Û HEZKIRINA RÊHEVALTIYÊ VE DA RÊSANDIN

Ger ku jiyana PKK’ê bi deryayê re were şibandin, mirov dikevin nava lêpirsînên ku ewê bi çi rengî cihê xwe di nav de bigirin? Li ezmanên deryayê, ewrên şîn, li ser rûyê wê keştiyên zîvîn, di hundirê wê de masiyên zer û di binê wê de kevzên kesk hene. Gelo ez bibim ewr, an keştî, gelo bibim masî, an jî…

EDESSA CEJNA; FERMANDARA CENGA AZADIYÊ YE, NAVÊ JIYANA BI RÊGEZ Û WATEYE

Li Mezopotamya yê û bi taybet li ser xaka Kurdistana kevnar tovên bedewiya jiyana xwezayî, jiyana bi exlaq û azadiyê xemilandî vehatiye avêtin. Jiyana bi heqîqetê bi rastî û duristiyê honandî li ser vê xakê û bi destê jina esîl hatiye avdan. Lewra her çiqas bigere çerxa zeman, her çiqas bizivire dem û dewran weke ku her nebatek li ser…

Beybûnek Di Nav Lat û Zinarên Cûdiyê Mirada De Şîn Bûyî: Şehîd Çavrê Gelhat Cûdî

Şîlan Bakşî, bi nasnav Çavrê Gelhat. Di dawiya hefteya qehremantiyê di 29ê Adara sala 1996an de li deşta Silopiya di quntara çiyayê Cûdî  de çavên xwe li cîhanê vedîke. Ew zaroka yekemîn a dê û bavê xwe ye. Şîlan jî mîna gelek zarokên welatê xwe dema nû dest bi axavtinê dike bi gotina Apo zimanê wê digere. Ew di dergûşa…

FERMANDAREK CIWAN JI KELAHA BERXWEDANÊ YA BOTIYAN; KURDISTAN ROJ

Bihar mîna navê xwe nûbûyînê bi xwe re daniya. Bayê demsalê bi xwe re hemû nebaşî û xirabiyan belav dikir, şuna wan kelecan, evîn, hes kirin bar dikir hemû dilan. Zivistan ber bi qedandinê ve bû. Ewrên reş û giran êdî dûr diket ji ezmanên bedew. Dîsa şuna xwe ewrên şîn û spî cih dikir dayika xweza û heta salêk…