Di sir û seqema meha Sibatê de wê cîhan qêrîna keçek ciwan bihîstî ba. Wê dîrok ev qêrîn şopandiba û şahîdiya wê kiriba. Qêrîna wê ji bo azadiya welate. Dîrok dizanî ev qêrîn wê bibe mizgîniya welatê rojê. Keça ciwan di rojek sibatê de li bajarê qedîm a Helebê çavê xwe li dinyayê vedike û navê wê dibe Fatma. Fatma…
Jina ku bi aqil, hest û zanista xwe bi hezarê salan civak li ser hîmê demokrasiyê, jiyana bi exlaq û komînal bi rêve dibir bi derketina laneta bi navê şaristaniyê re dem û dewran bi destê zihniyeta zilamsalar li serê wê tê zivirandin. Jinê ji ser erşê xwedawendiyê dadixin qatê herî sefîl di jiyanê de. Jina pîroz, sembola bereket û…
Her demên cûda yên dîrokî de hin bûyer, hin kesayet mohra xwe dîrokê xistiye. Ew kesên ku neqşî dîrokê bûne, demên xwe de deskeftiyên ku bibe malê mirovatiyê ava kirine. Di nava vê dîroka qedîm û kevnar de gelek jinên pêşeng jî hene ku ji bo welat, ji bo ax xwe xistine mertal bûne can-ı feda. Dem derbasbûn, sal derbasbûn…
Efrîna rengîn gelek keç û xortên çeleng û leheng di pêçeka xwe de xwedî kiriye. Ew heybeta çiyayên Kûrmênç di rûçikên gelekan de bûye nîşaneya esîlbûnê. Lewra nîştecihên vê xaka zengîn ku perçekî Xilala Zêrîn in ti caran li hemberî qralan, siltanan, şah û padîşahan serî nedanîne. Sekna xwe ya xweser tim û daîm parastina. Di sala 1974’an de dema…
Wê şevê dest û ruyên min di şewitandina welatê min de, mîna qetranê reş bibûn. Min bi destê zarokekî hişka girt û ji wî agirê, wê dûr xist. Dema, zarok bû neynika min, min dît ku li ser şopa hêsirên wê, xetekî, sipî xêz bûye. Ez li pey wan şopan ketim, li pey şopên dilop bi dilop, dibeziyan tefandina şewata…
Sara û Ruken, her du xwedavendên azadiyê, di 26 İlonê de wekî tirejên rojê şewq dan û dil û mejiyan ronî kirin. Wan bi çalakiya xwe behsa xwe kirin û mîna xwedavend Zîlan bûn pêşengên demê. Hindek dem hene ku herkes bê deng dibe. Ji tirsa ti kes ne wêre li çavên hev binêre. Berpirsiyarî hene û divê pêk bên.…
‘Delal’ wekî navê xwe bi bedewî û xweşikbûna xwe li ser çiyayên Kurdistanê di dîroka serdema gerîlayên demê de navê xwe da nivisandin. Sal 2021, roj 24 Nîsanê bû. Dewleta dagirker ya Tirk berê xwe da çiyayên Avaşîn û Zapê. Armancên dagirkeriyê wekî her timî bû. Dixwest; gora Kurdan bi kole û wan di vê sêdsalê de bin ax bike.…
Di berbanga sibê de ez li ser şivarêyên çiyayan dimeşiyam. Ji alîkî ve bêhna catir di firûya. Di aliyê din de jî li ber bayekî hênik hêstên min ber bi nepeniyên çiyayên bilind û xume xuma çeman ve baz didan. Dengê kaniyan wekî stranên lehengên dilsoz bilind dibû li ber gohê min. Ez di vê berbanga sibê de derketibûm kişfa…
Rêheval Sarya Onur di sala 1995 an li navçeya Serdeştê ya girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Rastiya têkoşîna gelê Kurd a ku ji fîlmê şehîd Berîtan temaşe dike di jiyana wê de serdemekî nû ava dike û lêgerîna jiyana azad ji wê gavê şûnve destpê dike. Hêj di zarokatiya xwe de bi kiryarên dijmirovî a rejîma Îranê re rû…
Berxwedanî hertim bûye paya ciwanên Kurd. Qîrîn û banga azadiyê jî her tim bûye paya gelê Kurd. Bêhêvîtiya gelê Kurd ji nûve zindî kirin wiha nehêsan bû. Lê tişta ku hiştiye dengê dayîk, zarok, pîr û kalên Kurdan were bihîstin ew hestê tolhildanê ye ku di nava ciwanên wêrek de tê jiyan kirin e. ramanên Dîroka Kurdan û rastiya wan…