Em meha Gulanê ya ku hema hema di nava her rojek xwe de şehadetên mezin hewandiye, bi germahiya şoreşa ku her diçe li her çar parçên Kurdistanê mezin dibe ve pêşwazî dikin. Em beriya her tiştî şehîdên meha Gulanê yên ku ev roj ji me re ronî kirine bi minetdariyek mezin bi bîrtînin û em bi rêzdarî li beramber bîranîna wan bejna xwe ditewînin û soza xwe ya girêdana bi wan re careke din nû dikin.

Şehîdên mezin ên ku ruh û rengê xwe li vê mehê dane, bûne sembola têkoşîna ku me bi dest xistiye. Ruhê şoreşê bi Denîz’an re ava bûye, bi Heqî’yan re partîbûyîn destpê kiriye, bi agirê Çaran re îxanet bi erdê re bûye yek û ev ruhê berxwedanê yê ku hatiye bidest xistin ala wê ji rêhevalek radestî rêhevala/ê din bûye û gihaye roja me ya îro.

Rêheval Mizgîn a ku yek ji fermandarên artêşbûna jine û bûye deng û henaseya rast a gelê me. Ya ku azweriya xwe ya jiyanê di ruhê xwe de bi ziraviya hunermendekê ve gav bi gav di çiyayên Kurdistanê de belav kiriye, ev ala berxwedanê zû hilda. Rêheval Mizgîn a ku polîtîkayên komkujî, qirkirin û înkar kirinê yên li dijî gel û jinan dîtiye, Weke dayîk û jineke Kurd êşa vê ji kûrahiyan ve jiyan kiriye. Ev êşên ku hatine kişandin hişyarbûn û hesasbûna wê ya hunerî pêş xistiye û bi dengê xwe yê zelal ve  îsbat kiriye ku ev ne qedereke. Di wan serdemên zor de tevahî jiberkirinên ku ji jinê re hatine teşe kirin xira kiriye û cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtiye. Weke Kurdekê li hember înkarê sekinandin, weke jinekê li dijî her awayî hişmendiya mêrê desthiladar serîhildan û weke dayîkekê bi berpirsyarî û zanebûna pêşerojeke ronîkirî ve tevlê jiyana tekoşînê bûye, bi disiplîn, cidiyet û bi coşa afrandinê re hema hema di tevahî qadên têkoşînê de xebat daye meşandin. Rêheval Mizgîn a ku bi dengê xwe yê nuneriya heqîqetê dikir, weke ozanekê di dilê gelê xwe de cih girtiye, bi nasnama xwe ya hunerî ve jî tevahî ramanên paşverû ji holê rakiriye. Ji her kesî re nîşan da ku hunera herî rast di hewldana afrandina jiyanê de veşartiye. Bi vî rengî bi bêrîkirinek mezin hat çiyayên Kurdistanê û gerîlabûyîneke pêşeng di xwe de ava kir. Warê wê yê hunerî yê ku dixwaze jiyanê xweşik bike, bi îsyana xwe ya ku paşde mayînê qebûl nake re bûye pêşeng. Ev jî hişt ku di nava refên gerîla de di demek kurt de fermandarbûnê di xwe de biafirîne. Em dev ji şer kirina di çiyan de berdin, di nava şert û mercên ku ji malê derketin jî pir zor bû, şehît Mizgîn di vê wateyê de gelek destpêk di şexsê xwe de pêk aniye û deriyên ku ji bo jinên Kurd girtîbûn bi vê têkoşîna xwe ve vekiriye. Rêheval Mizgîn a ku di demek kurt de giha asta ku fermandariya qada Garzanê hilde ser milê xwe, bi vê sekna xwe ve bingehên artêşbûna jinê ava kiriye. Rêheval Mizgîn bi deng, têkoşîn û şerê xwe ve îsbat kir ku jin dikare şer bike, xwe biparêze û xwedî li pêşeroja xwe derbikeve.

Heval Mizgîn a ku îsyana mafdar a jinên Kurd ên ku ti carî zilm û zordarî qebûl nekirine bi fermandarbûna xwe ve di nava refên gerîla de veguherandiye vînekê, ev ruh ji rastiya dîrokî ya Besê û Zarîfe’yan girtiye. Di vê wateyê de kevneşopiya berxwedanê ya ku di 12’ê Gulana 1974’an de di şexsê Leyla Qasim a ku tife rûyê celadên rejîma Baasê dike û dibêje; “Mirina min, wê bibe şiyarbûna bi hezaran Kurdan” derdikeve holê. Ev berxwedana ku bilindbûye, di 11’ê Gulana 1992’an de di bin fermandariya rêheval Mizgîn de gihaye asteke ku  nema têk diçe û dest bi artêşbûn û bi destxistina hebûna xwe kiriye. Ev ruh îro di 9’ê Gulanê de bi berxwedana ku Şîrîn Elemhûlî di zîndana Evîn de raber kiriye re belav bûye, bi Amara û Ûta’yan re gerdûnî bûye, di Kerkûk, Şengal û di tevahî kantonên Rojava de bi veguherandina ruhekî ku bin nakeve re belavî tevahî cîhanê bûye, bûye hêvî.

Îro di şexsê hêzên parastina jinê yên mîna YJA STAR, YPJ, HPJ û YPJ-Şengal de ev rastî xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kiriye û ger ev gihaye serkeftineke ku nayê înkar kirin ev di şexsê rêheval Mizgîn de bi fedekarî û keda tevahî fermandarên me yên pêşeng ve pêk hatiye. Îro bi saya vê fedekarî û têkoşînê de êdî jinên Kurd gihane wê astê ku ti destdirêjî û êrîşa ku li dijî ruh û bedena wan tê kirin qebûl nakin. Êdî qêrîna vê di zindanan de, di çiya û kolanan de, li her derê bi rengek vekirî deng vedide. Jina Kurd ji tevahî cîhanê re nîşan da ku ji bo xwe biparêze wê her tiştî bide berçav. Di van rojên ku em şehîdên Gulanê bibîr tînin de di bajarê Mahabad ê gevnar de jin û gelê me yê ku bersiv dide êrîşa hovane ya ku li dijî Ferînaz Xosrewanî pêk hatiye, asta ku ev zanistî gihayê dide nîşandan. Di vê wateyê de Em bang li tevahî jinan dikin ku li hember hovîtiya ku tê meşandin bi ruhê Leyla Qasim, Mizgîn û Şîrînan ve bersiv bidin da ku dengê xwe yê mafdar veguherînin têkoşîneke rêxistinbûyî.

Di vê bingehê de em weke hevalên çekê ên ozan Mizgîn, fermandara me ya pêşeng û ruhê me yê berxwedêr, di şexsê rêheval Mizgîn de em di serî de Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî, Amara û Ûta di şexsê wan de jî tevahî şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bibîrtînin. Em soz didin ku emê bi hesasiyet û ziraviya hunerî ya şehîd Mizgîn a ku dengê azadî û heqîqetê ye biçin ser karê xwe, emê têkoşîna şoreşê bi vê hesasiyetê ve pêş bixin û emê riya ku wan destpê kiriye bi zaferê bidawî bikin. Di vê bingehê em bang li tevahî jinan dikin ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê yên ku dengê azadiyê lê deng vedaye da ku têkoşîna azadiyê bilind bikin û xwedî li pêşeroja xwe derbikevin.

Şehît Namirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star