Çine Hest?

 ‘‘Hemû parçeyên gerdûnê, madde û yekbûna enerjiyê ya li derveyî însan di qewime cardin bi rêya hest û fikir berdewam dibe. Ti parçeyên gerdûnê, madde û enerjiya ku li derveyî însan di qewime, bêyî fikir û hest namîne. Ya yekemîn heger em behsa dîroka gerdûnê dikin em behsa vê dikin.” Rêber APO

 Heger em bixwazin kokên hestên xwe û hebûna hestên xwe bi wate bikin, em bi vê girêdana dîroka gerdûnî dest bi kar bikin wê rastir be. Ji ber ku hest,  qada hestên me (deng, tam, bêhn, dîtin, destdayîn, bihîst) bi gerdûnê re, bi cîhana me ya hindirîn re, bi civakbûna me re girêdayî, me dixin nava hevkariyê. Hestên me cîhana hevkariyê ne. Ev cîhana hevkariyê û kokên hestên me berî ku em di vê gerdûnê de çêbibin ji zû de di gelek zindiyan de hebûn û pêş ketibûn. Ajoyên hindirîn, hîs, pêhesîn, hest bi hevdûre girêdayî pêşketine. Her çiqasî di însan de weke gaveke pêşdetir bin jî, kokên hestan di dîroka gerdûnê de hene.

Hest bi Tirkî di wateya duymak-bihîstinê de ye. An jî ji bihîstin têgihiştinê tê. Ji vê koka peyvê hatiye zêdekirin. Her wiha tenê di wateya bihîstina guh de fam kirin wê kêm bimîne. Bihîstin çalekiya zindiyan ya bi cîhana dora xwe re ketina nav têkilî û dayîn standinê ye, her wiha di vê qadê de hestên xwe, hêza xwe ya hindirîn bikaranîne. Heger em wiha bifikirin wê demê em ê bi çavkaniya hêza mezin ya hestan, enerjiya wan ya bilind, bêdawîbûn, dewlemendî û azadiya wan bihesin. Di gava yekem de dema mirov di nava hestên xwe de dikeve vê ferqê mirov ji bo watedariya hebûna xwe hîn zelaltir dibe. Ev watedariya mirov bi xwe di asta jiyanî de ye. Heger em bikevin ferqa vê girîngiyê û vê birêxistin bikin, di zeman û mekanê rast de bi xebitînin; em ê bikaribin bibin mîlîtanên xwedî tekoşîna bibandor ya li hemberî zilma li ser xwezaya civakê û xwezaya yekemîn tê meşandinê. Em ê bikaribin li hember vê zilma bê sînor bi tesîr bibin.

Di tekoşîna Rêber APO de hest, bûn diyardeyên bingehîn. Hertim bi hişyariyeke mezin nêzî vê qadê bû, bi wate kir, fam kir, da famkirin, mezin kir û penase kir. Her wiha hest, bûn diyardeyên rastiya civakî ya bingehîn. Rêber APO heya pêvajoya Îmraliyê di hemû dahûrînên xwe yên bîrdozî- rêxistinî de ku aliyên wan yên civakî û derûnî pir bi hêz û kûrbûn ji bo rastiya civakê û kadro dan pêşxistin û hertim bi asta hest û hêza hest ev nirxandinên xwe kûrtir kirin. Di felsefeya me ya azadiyê de û di tekoşîna me de rastiya hestan bi rastiya Rêbertiyê re girêdayî hatiye bidestgirtin û di Şexsê Rêbertiyê de naskirina hestan, rêzdariya hestan, bilindkirina hestan, xweşik kirina hestan, perwerdekirin, pêşxistin, afirandina hestan hatiye bidest girtin. Li beramberî vê hestên xerab, an jî nebaş naskirin, ew penasekirin, ew terbiyekirin, ji wan qûtbûn, politikaya li hemberî hestan dayîna meşandin jî wek rêbazê tekoşînê hatiye bidestgirtin û ev rêbaz heya niha hatiye meşandin.

Bi pêşketina Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk re jî hêza zeka ya hestiyar, hevkariya bi zekaya analitik re girêdayî rastiya civaka ehlaqî û polîtîk hîn zelaltir bû û bû bingeha nêzîkatiya me ya giştî. Di salên ku Rêbertî li qada Sûriyê de ev alî bi zêdehî hatin nirxandin û bidestgirtin. Rêbertî hertim kadro di asta hestan de tahlîl kir. Hestên însan yên ku tesîra wan li ser şer, polîtîka, tekoşîna azadiyê û jiyanê dike tahlîl kir. Mezinbûn û biçûkbûna hestan wek mijarên pêşxistina şoreşê di qada perwerdê de bi rêbazên hevpeyvînan di rojeva kadro de bicih kir û hertişt di mekan û zemanê wê de bi awayeke eşkere parvekir. Di kesayeta xwe de, ceribandinên xwe de û di têkiliyên xwe de hêza hestan bi mînakan ji me re destnîşan kir. Bêyî ku ev hestên mezin, heskirin û azwerî pêşbikevin, da nîşandan ku tekoşîna azadiyê jî pêş nakeve. Bi çend caran ev rastî danî pêşberî me û vegot. Pîvanên hestên samîmî-ji dil eşkere kir. Di her diyaloga xwe de, her qada jiyanê de, hevdîtinan de, bi pirsên “ Ma bi we re hestên nû pêşdikevin? De ka bibêjin, kîjan hest bi we re pêş ketin?” xwest cîhana me ya hestan fam bike. Hesasiyet û şiyariya xwe li hemberî hestan wiha raber kir:

  ‘‘…Hestên xweşik bi rastiyên civakî re girêdayîne. Niha di nav me de bi vebirî, hestên xweşik bi rastiya civakî re hela hela bi rastiya axê re girêdayîne. Derveyî van nikarin werin bidest girtin. Cardin derveyî têgeha azadiyê nikarin werin bidest girtin. Bêyî vana hest nabin… Têkiliya hestan bi navendên qadê civakî re hene. Mezinbûna hestan, bihevrebûna jiyana azad ya mezin bi asta tekoşîna civakî û siyasî re ji nêz ve girêdayî ye. Ez dibêm qey, pêşiya kelecan û hestan vekirin wê bi sûd be… Gelek girînge ku hest bi nazenînî werin terbîyekirin û pêşxistin…Hest û fikrên veşartî zirar didin. Em kengî bikaribin derxin holê û di aliyê rast de bi biryar bin wê herkes ji wan fêde bibine. Divê hestên we bikaribin pêş bikevin, hesasiyetên we hinek tiştan hîs bikin. Heya ku ez hestên xwe yên herî xweşik pêş nexim û vîna ku hemû zilmê derbas bike ava nekim ez wê rojê weke ku min jiyan kiriye na hesibînim.  Nikarim hîs bikim…Hûn dixwazin hestên we yên baş hebin. Lê belê lêkolînek we ya zanistî jî nîne, divê di vê mijarê de bi gengazê tekoşîna we ya kûrbûnê hebe. Encax di encama tekoşînek wiha de hûn dikarin bigihêjin mezinbûna hestan. Ji bo hestên xweşik derbasî jiyanê bibin şer tê kirin. Şer ji bo jiyana zerîf-narîn û birêzê. Ji bo jiyana rêzdariyê bê jiyankirinê ye. Hestên mezin li ser kîjan bingehan pêş dikevin. Ev eşkereye û hestên ku me derxistine holê, hestên ku me pêş xistine mezinin, giştîne, naveroka wan dagirtiye û azadîxwazin… Ya girîng berjewendiyên gel in. Ya girîng berjewendiyên rêxistinê ne. Di encam de ji xwe ceribandin û pêkanîn hene. Ev pêkanîn mezinbûna hestan datîne holê. Ji bo gel hestekî ava dike, hestên mezin derdixe holê, eşqa mezin derdixe holê…”

Rêber APO di nava salên dirêj de bi dahûrîn û tahlîlên xwe yên li ser hestan ev mijar bi gelek aliyan bidestgirt, penase kir, tahlîl kir û nirxand. Dûbare dûbare behsa hestan kir. Behsa mezinbûna hestan, mirov çawa dikeve ferqa hestên xwe, penaskirina hestan, birêxistinkirina wan, nelîstina bi hestan û qadên bi hesta lîstinê ji holê rakirinê kir. Hertim ev girîngî danî ber çavan. Di salên li Sûriyeyê de û pêvajoya Îmraliyê de jî ji bo Rêber APO hest hertim zindî bûn. Hebûna wan, enerjiya wan hebûn. Di Paraznameyên xwe yên di pêvajoya Îmraliyê de got; “Pêşketina hestan bi serê xwe mûcîze ye”. Hest weke hebûnên ku xera dibin, wenda dibin, radibin ser piyan, biçûk dibin, mezin dibin, didin fetisandin, bibask dibin, têxin, didin firandin, biçûk-mezin kor û her wiha penasekirin. Bi gelek hevokan penase kirin. Ji bo mezinbûna hestên me, famkirin-têgihiştinên me, hêza hestên me û bêhêziya wan, bêrêxistinbûna hestan û encamên hestên bêrêxistin di asta azadiyê de çawa xwe didin der, di her alî de Rêbertî xwest nîşanî me bide. Di vî alide bû xwedî keda bê dawî. Ev zêdeyî çil sale ev ked berdewam dibe û heya niha jî Rêbertî ya me ji bo rast bi destgirtina hestên me perspektîfan dide me.

Em hemû dizanin ku pergala kapîtalîst bi tinekirina hestên însan û bibinxistina zekaya hestiyar ya însan pêş dikeve. Heger hestên însanî zindîbûna xwe û tesîra xwe ya ser jiyanê parastibûna, ew kapîtalîzma wehşî ya ku jiyanê li mirovan dike dojeh û faşizm pêş nediket. Di van bîst-sî salên dawiyê de heman pergala kapîtalîst hêza hestan ya însan ku xwedî kokên mirovan yên bingehînin û ajoyên bingehînin; Bi armanca zêdekirina kara xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û heya niha jî bikar tîne. Bi vê armancê re girêdayî hestên însan ji bo xwe gelek girîng dîtiye û dest bi bazara hestan kiriye. Zekaya hestiyar ya însan û hêza zekaya tahlîlî dema bikeve tevgerê û were birêxistinkirin bêyî ku pê bihesin hemû karker dikarin pir baş werin bikaranîn. Karker dikarin werin dagirkirin. Ne yek bi yek, kom bi kom dikevin bin xizmeta kapîtalîzmê. Tu dikarî van koman ji bo kapîtalîzmê baştir bikar bînî.” Êdî pergala kapîtalîst van gotinan bi awayeke eşkere bi ziman dike. Rêber APO bi armanca pêşîgirtina van dagiriyên pergala kapîtalîst û ji bo pêşiya pêşketina hestên însan di aliyê civakî-kesî de were vekirin hertim tahlîla hestan pêşxist. Bi van dahûrîn û tahlîlan tedbîrên civakî, bîrdozî û siyasî dan pêşxistin. Rêbertiya me dahûrîna xwe wiha bedewam kir; “Rêgeza Hest û Hişyarî an jî Hestiyarbûnê! Divê em bihest bin, hestiyar bin, ya xwezayî jî eve. Ev tedbîrek e. Ango di aliyê civakî, siyasî, hestiyariyê de tedbîreke: Divê ez hestên xwe jî perwerde bikim. Divê ez wan hestên xwe yên tine jî pêş bixim.”

Çine ev hest û hestên ku di jiyana me de ewqasî girîngî, tesîr û cihê wan hene? Çima ewqasî girîngin.

HEST: Di ferhengên Tirkî de wiha hatiye penasekirin. “pêhesînên weke famkirin, hîs, çavdêrî û şopên ku bi bûyer û diyardeyekê di cîhana hindirîn ya mirov de ava dibin, pêşbînî, pêşhîsî, nirxandina ehlaq, estetîk û her wiha, kêrhateyên girêdana bi van hestan, tevgera xweseriya mirov ya bi van hestan re girêdayî ku pêş dikeve.” Cardin bi xetên giştî hest wiha jî tê penasekirin; “Di encama veguhertinên halê ruhî yê însan de bi taybet veguhertinên hindirîn de û bi bandorên derdorê çêbûneke kompleks ya hevpar derdikeve holê. Ev veguhertina kompleks an jî ya giştî di derûniyê de veguhertinên din jî pêk tîne. (Di bîyolojiya însan de veguhertinên psikolojîk di qewimin). Ji vê qadê re veguhertinên psîkofîzyolojîk an jî veguhertinên derûniya fîzîkî dikare were gotin.”  Bi vî awayî ev qad tê penasekirin û nirxandin. Hinek zanyarên rûhî jî hestan wek; “fonksiyona zanista rûhî” penase dikin.

Hestên me di heman demê de cîhana me ya rûhî ne. Dînamîkên herî bingehîn yên pêşketina gava yekem dîroka civakîne û cîhana me ya rûhî destnîşan dikin. Em cara yekem gerdûnê, hebûna xwe ya civakî û kesayetê di destpêkê de bi hîs, sezgî û hestên xwe têdigihêjin. Em bi hestên xwe tê derdixin. Hestên me tinebin em ê bibin hebûnên kerr û lal di gerdûnê de. Ji hemû hebûnan re em ê kerr û lal bimînin. Em nikarin hebûna xwe bi wate bikin û bi nav bikin.

Em bi carekê re dikarin gelek hestên însan bixin rêzê û bibêjin. Weke dilşewitandin, ayîdîyet, bêxemî, acizî-bêzarî, fikar, xof, tirs, wêrekî, diltengî, hestên dê-bavtiyê, hestên olî, evînî, hestên welatparêzî, hestên serkeftinê, binkeftinê, başî-xerabiyê, daxwaz-azweriyê, biçûk dîtinê, ezab, bendewarî, xwe dîtin û nepixandinê, xemgînî, kerb, çoş, dehşet, zindîtî, dijminahî, empati, sempatîyê, nerihetbûna ji hev, kîn, dilrihetî, valatî, xurûr, xeyidandin, êşandin, ji xwe razîbûn, ji xwe hesnekirin, xeyalîbûn, jixwe xweşbûn, nexweşbûn, huzur, bêhuzurî, bawerî, bêbawerî, avêtina hindirxwe an jî dilgirtîbûn, eleqedarî, heskirin, xwe radestkirin, pejirandin, şermezarî, heyrantî, tolhildan, îlham girtin, îlham dayîn, şermokebûn, meraq, minnet, kêfxweşî, şanazî, dilrehmî, nezaket, bêrîkirin, poşmanî, sebir, milkiyet, şaşmayîn-matmayîn, kelecan, xwe sûcdar kirin, nêzîkbûn, hesûdî, gûman, dûrbûn, hêvî, daxwaza cînsî, hîletê xwe jê anîn, dilê xwe jê xelandin, diltenikbûn, wehşet, tenêbûn, şiddet-tûndî, di bûyerekê de eliqî mayîn xwe bi demê re teng hiştin, nefret, bêxemî, bê wîjdanî…

Em dikarin li ser vê lîsteyê navê gelek hestan zêde bikin. Di çanda her civakê de penase û navê hestan tê guhertin. Bi qasî ku em nikarin bi hejmêrin çandên gelan hene. Di nava xweseriya hemû çandên gelan de hestên ku bê sînor tên guhertin û pêşketin em dibînin. Lê hemû jî ne tenê aliyê dil û rûhî yê însan, di asta tesîrkirina fikir û vîna însande ne jî. Ji ber vê sedemê ketina ferqa hestên xwe, binavkirina wan, ew pêşxistin, veguhertin, bihêzkirin, birêxistinkirin, di avakirina însanê azad de heya radeya dawiyê girînge. Di avakirina jiyana azad de dikare were gotin ku gava yekem heger însan û civaka bi tendurustî be, pêşxistina însanê normal-asayîbe yekem radeya ku were bidest girtin jî asta hest û rewşa hesta ye. Zanista tibbî di destpêka lêkolîna tendurustiya însan û cîhana hestan ya însan de ye. Hewil dide têkiliyên di navbera wan de fam bike. Lê em weke mîlîtanên azadiyê em nikarin hebûna xwe ya civakî û takekesî ji cîhana zanista modernîteya kapîtalîst re bihêlin. Rêbertî di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de têkiliya bi tendurustî ya însan-hest daniye holê. Ya ku maye jî gelek ji me bi ceribandinên xwe yên jiyanê di vê mijarê de bûne xwedî zanebûnên girîng.

Bi yek kirina vana û bi zanebûna kêrhateyên însan ku bikaribe heya dawiya jiyana xwe bi tendurustî jiyan bike; em dikarin tesîra hestan ya li ser tendurustiya xwe û jiyana xwe ya azad bi aliyê erênî de hedef bigirin.

KOMÎTEYA PAJK YA JÎNEOLOJÎ