Mayan Xatûn

 Di sedsala 19. de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdiye. Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî jiber bawariya xwe rûbirû mane têw jê re dibêjin. Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezinkirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku jiber zanyariya xwe li hember xwedî serî radike ya rastî ji milê xwedî ve meleka herî zêde tê heskirine. Jiber ku xwedî zanyar û azadîxwaze. Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêrin. Jiber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine. Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan. Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire serxwe. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser rêveberên Tirk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin. Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike. Jiber ku nava Êzîdiyan de statûya jinê pir jêre. 

Hafse Xana Neqîp

Di 1891’ê de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di salên şer de, nasnameyek girîng a jinekî bi zanabûna xwe jinên kurd rêxistin kirî û di jiyana civakî de bi bandor e.  Jinên ji ber xizanî û çewisandinê tengaviyê dijîn, xwe dispêrin Hafse Xanê. Ew, di aliyê civakî de rêvebera jinan bû. Xebatên xwe yên jin û Kurdistanê yên wê dihizirî ku pir dişibin hev, bi hevre dan meşandin. Di 1930’ê de, di derbarê mafên netewî yên kurdan de nameyekê dinivîse û ji bo Cemiyeta Miletan (NY) dişîne. Ev bi navê Kurdan destpêk bû. Hafse Xan, ji bo zanabûna jinên kurd pir zêde xebitî. Di damezirandina rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de cih girt û jê re serokatî kir. Her wiha dibistanekî şevê ya ji bo jinan xweser vekir. Ev, yekem dibistana Jinên Kurd bû. Ji bo alîkariya Komara Mihabadê ya di 1946’ê de hatî damezirandin xebitî. Paşê neçar bû biçe Îranê. Hafse Xana Neqîp her tim bawer kir ku, mirovatî di xetekî mirovperwerde dikare biguhere-veguhere. Hafse Xana Neqîp, yek ji nûnera çanda jinê ya dema xwe bû. Ji bo nasnameya xwe ya cins û nîjadî têkoşîn dida, bawer dikir ku divê hemû mirov li gor mafên xwe yên gerdûnî yên ji dayîkbûnê ve tên bijîn, wekhev nêzî mirovên ji her gelî dihatin dibû. Hafse Xana Neqîp ji ber nexweşiya penceşêrê, di 15’ê Nîsana 1953’ân de jiyana xwe ji dest da.

Zerîfe

Di sedsala 20 an de bi serhildana Koçgirî weke jineke serhildêr û agîd derdikeve pêş. Jineke welatpervere û hemû jiyana xwe bi berxwedaniya azad kirina Kurdistanê derbas dike. Evîna xwe ya bi Elîşêr re, bi evîna Kurdistanê tê honandin. Di jiyana xwe de bi gotina Heval gazî hewudu kirine. Zerîfe hem jineke helbestvan û polîtîke û hem jî jineke serhildêr û azadîxwaze. Gelek helbest û maqalan dinivîsîne lê piraniyên wan bi destê xayinan dikeve destê dijmin. Di Serhildana Koçgirî de asta pêşengtiyê de rol dileyîze û bi şerê xwe gelek jinên Kurd bandor dike. Şerê çekdarî de bi nîşangeriya xwe deng vedide. Rêxistin kirin û hişyar kirina gel de xebat dide meşandin û çareser kirina pirsgirîkên aşîran de hewildanên pir mezin dide.

Besê

Di serhildana Dersîmê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra Alan e a ku Dersîmê de herî bi nav û deng û hevjîna Seyit Riza ye. Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide. Dibin bombebarana balafiran de heyanê cebilxanya xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cebilxaneya wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re ji bona ne keve destê dijmin xwe ji zinaran de diavêje. Serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd ji bona nekevin destê dijmin de weke Besê xwe ji zinaran de diavêjin yan jî xwe bi çeman de berdidin.

Rindêxan

Piştî serhildana Şêx Seyîd, di bin navê Şark İslahat Planî de pêk anînên, li ser Kurdan tên kirin, dibe sedem ku ji milê gelek eşîrên Kurdan ve berxwedanî pêşbikeve. Ew berxwedanên eşîran weke serî rakirinên biçuk jî tên binavkirin. Jiber ku berxwedaniyên eşîran qut qutî û bi herema xwe re sînordar dimînin, wisa tê gotin. Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng vedaye eşîra mala Eliyê Yunise. Mala Eliyê Yunus herî bêtir bi berxwedaniya keça Eliyê Yunus Rindêxan deng vedide. Rindêxan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe jî dibe efsaneyek. Rindexan ji destpêkê heyanê têkçûyîna şer de, weke agîdekê pêşengiya şer dike. Lê di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê matmayî dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim”.  Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede, dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”.  Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindexan dibê “ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim” û destûra ku biçe ser Pira Malabadê dixwaze. Piştre xwe davêje çemê Batmanê.

Gotinên wê yên dawîn li Pira Malabadê wiha bilind dibe;

”Ezim Rindêxan
Keça mîr û axa û çiyan

Ey Tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar”.

Gûlnaz Xanim

Di dîroka agîdiya jinên Kurdan de mînaka din a balkêş jî Gûlnaz Xanim e. Gûlnaz Xanim, serhildana Agîrî de di rêza herî pêş te nava serhildaran de cihê xwe digire. Ji bo parastina sîvîlan bi artêşa Tirkan re ketiya nava şerên dijwar de. Tê gotin ku ” dibe tirsa dilê fermandarên Tirk”. Pişt re dîl dikeve destê dijmin. Dema ku birayê û kurê wê tê kuştin, dewleta Tirkan serî wan û serhildêrek din jê dikin û dîne nîşanî Gulnaz Xanim dikin. Jê dipirsin; “Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!”. Gulnaz Xanim biserbilindî nêzî seriyan dibe; Bi lingê xwe serê Îzzed Beg nîşan dide û tenê dibêje “Ev serê birayê min e”. Piştre serê duyemîn nîşan dide û dibêje “Ev jî serê lawê min e”.  Dema ku tê ber serê sêyemîn bi dileke xemgîn dibêje “Heyfa viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû”. Ew sekna Gûlnaz Xanim matmayî û bêdengiyeke kur li ser fermandarên Tirk dide çêkirin. Piştre vedigere fermandaran û wiha dibêje; “Berxê nêr ji bo kêr e!”.  Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 sal şûnde îdam dikin.

Hafza Xan

Ji Silêmanê ye û xwişka Şêx Mahmut Berzencî ye. Bi kesayeta xwe ya netewperver, jinparast, siyasî û wêjeyî derdikeve pêş, di dema xwe de ji bona hişyar kirin û perwerde kirina jinan hewildanên mezin dide û gelek xebatan pêş dixe. Mala xwe dike cîhê perwerde kirina jinan. Dema ku komara Mahabadê tê avakirin bi nameyekê ji bo hertiştî piştgiriya xwe pêşkeş dike. Li ser wê Qazî Muhamed jê re nameyek spasiyê dişîne. Dîsa derbarê doza Kurdan û azadiya jinên Kurdan de nameyan ji meclîsa gelên cîhanê re dişîne. Bi wê avayê pirsgirîka Kurd dibe rojeva gelên cîhanê. Hafza Xan sala 1953 yan de ji qanserê dimire. Dema ku diçe ser dilovaniya xwe, jinên ku ji milê Hafza Xan ve hatine perwerde kirin daxwaziya ku mezelê wê li ser Girê Seyvan çêbibe dikin. Li ser daxwaziya jinan mezelê Hafza Xan li ser Girê Seyvan çêdikin.

Mina Qazi

Di dîroka siyaseta Kurdan de Mîna Qazî kesayetek girînge. Di avakirina komara Mahabadê de roleke mezin dileyîze. Mîna Qazî hevjîna Qazî Muhamede. Mîna Qazî sala 1945 an de tekoşîna jina Kurd de gaveke nû diavêje û rêxistina Yekîtîya Jinên Kurdistan avadike. Bixwe jî dibe serokê wê rêxistinê. Dîsa Komara Mahabadê de erkên girîng digire ser milê xwe. Kovara jinan derdixe. Piştî ku komara Mahabadê hildiveşe şûnde jî Mîna Qazî tekoşîna xwe warê siyasî de dide berdewamkirin. Bi caran tê girtin û di îşkenceyan de derbas dibe. Lê dîsa jî heyanê mirina xwe dest ji tekoşîna xwe bernade.

Leyla Qasim

Leyla Qasim di dîroka Kurdistanê de weke pêşeng û qehremanek şoreşger tê bi nav kirin. Leyla Qasim, li Xaneqîn di nava malbateke hejar û welatperwer de ji dayîk dibe. Li Bexdayê zankoyê ango beşa sosyolojî dixwîne. Sala 1970 yan de dema ku li zankoya Bexdayê xwendewane dibe endamê KDP a İraqê. Bi wê awayê dest bi xebatên xwe yên azadî kirina Kurdistanê dike. Ji ber ku tê gotin:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tewlê xebata şoreşgerî bibin” Leyla Qasim hirs dibe û bîryara wan gotinan wala derbixe derdikeve rê. Li ser wê esasê ji bona destxistina mafên netewî li Baxdayê destpê xebatên şoreşgerî ên ciwanên Kurd dike. Leyla Qasim bi rêhevalê xwe Cewad Hemewendî re di sala 1974’an de li ser rewşa sosyolojiya Kurdan gotarek (nutuk)nivîsandin. Lê jiber wê gotarê tên girtin û gotara wan jî bê ku belav bibe dikeve destê sîxurên Baas. 28’e Nîsanê 1974’an de Leyla Qasim bi çar hevalên xwe ve tê girtin û ji îşkenceyên pir giran re derbas dibin. Pişt re bi bîryara îdamê tên dadgehkirin. Leyla di dadgehê de wiha parastina xwe dike: “ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”. Dema ku Leyla Qasim dibin sêdarê marşa Ey reqîb dibêje. Leyla ne tenê ji bona mafên netewa Kurd serî radike, di heman demê li hember rewşa jina Kurd jî serî radike. Di vê derbarê de wiha dibêje:” Heger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”

Margaret George- Pêşmergeyek Sûryanî

Margaret, jineke pêşmerge ye ku di salên 1960’an de navdar e. Ji ber ku ew pêşmerge bu ji alîyê mirovan dihat heskirin. Wêne yên wêyî bi cil û bergên pêşmergetî da nişandan ku rêya çîya ji hemu jinan re vekîrî ye. Lê jinên din yên ku li Başurê Kurdistan jiyan dikirin qeysa Margaret ne bi şans bun. Di wan şert û mercan de ji bo jinên din nasnameya misilmantî wek astengekî bu. Bêyî ku malbata wan nebe nikaribun biçin çîya. Bav, bira u xwişka wê, bi Margaret re piştgirî dikirin. Wênekêşê Kurd Zaher Rashid yê ku wê deme surete wê kişandi bu wisa bahsdikir: ‘‘Ez margaretê baş nas dikim. Wê deme dihat Qela Diz. Pir caran dihat stüdyoya min ya wêneyan. Ji ber ku ji wêneyan pir hes dikir. Pir mirov dihat wêneyên wê ji min dixwestin. Bi taybet jî Kurdên Iran. Ji ber ku ew pêşmergeyek li çîya şer dikir û navdar bu. Peşmergeyên li çîya jî wêneyên wê li gel xwe digirtin’’ dawîya jiyana Margaret bi êş e. Tê iddia kirin ku fermandarek peşmergeyan xwestiye pêre peywendî deyne, lê dema ku wê ev red kiri ye bi şiklekî kiryarê wê ne diyar hatiye kuştin. Lê ew di hafiza Kurd u Suryaniyan de ew qehremanek e.

Keça Nexedeyî

Keça Nexedeyî, yek ji jinên herî bi hêz ya serdema Komara Mahabadê ye. Navê wê yê rast nayê zanîn. Ji ber ku gel wê weke Keça Nexedeyî bi nav dikin. Keça Nexedeyî, bi tekoşîn, egîdî û jêhatîbûna xwe nava civaka Mahabatê de binav û deng dibe. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Nexedeyî, hîn di destpêka ciwantiya xwede dikeve nava hewildanên azadiya Kurdistanê. Di salên 1941-42’an de bi awayeke çalak beşdarî xebatên damezrandina komara Mahabadê dibe. Rejîma Îranê ji bo vê tekoşera Kurd poşman bike û teslîm bigire êşkenceyên pir dijwar lê dike. Keça Nexedeyî bi mehan zincîranve girêdayî dimîne û çavê wê tê kor kirin. Dema ku rejîma Îranê dibîne, Keça Nexedeyî ji berxwedaniya xwe dest bernade, wê çaxê 1947 an de wê jina şoreşger darve dikin.

Ji Dersên Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin