Di salvegera çalakiya mezin a rêhevala Zîlan ku pêşenga tevgera azadiya jin û fermandara mezin a xeta fedayî ye, bi îdaya wê ya bê guman di xeta azadiyê de meşiyayî bi bîrtînin û li himberî bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di kesayetên rêhevala Zîlan, Sema û Gulan de hemû şehîdên xwe yên meha Hezîranê yên ku salên tekoşînê ji bo jinên Kurd anîne dema ji azadiyê re careke din bi minet bi bîrtînin û soza xwe ya ku em bi têkoşîn û milîtaniyekê layîqê xeta wan afirandine derbikevin didin.

Tevgera PKK’ê, tevgereke fedayî ye. Rêhevala Zîlan ya çalakvan û şopdara mezin a xeta fedayî a Apo’yî ye, di 30’ê Hezîrana 1996’an de ji bo azadiya RÊBER APO û gelê Kurd bi hişyariya xwe ya bilind konsepta dijmin vala derxistiye û bûye xûliqkara xeta şerê gerîla yê berbi serfiraziyê de diçe. Ji ber wê çendê fedayîtiya Zîlan ji beriya her tiştî navê RÊBER APO rast fêm kirin û hûndirîn kirin, xwedî li xeta Rêbertî derketin û xistina malê hemû civak û jina ye. Îfadeya lûtkebûyîna qehremantiya jin ya di rêya Bêrîtan’an, Kemal’an û Mazlum’an de bilind dibeye. Rastiya Zîlan ya di derbarê ava kirina xeta fedayî ya leşkerî, textîk û nirxên jin yên di tekoşîna me ya gerîla de şênber kiriye, bûye fermandara xeta me ya şer ya milîtantiya Apoyî û rêxistina wê YJA STAR. Zîlan şervaneke bûyîna heqîqet bi serxistiye, dibin navê azadî û civakê de milîtanekê dest ji xwe berdayî re zagonên jiyana azad diyar kiriye, vana vegerandiye çalakiyê û jiyana azad li ser van hemû tiştan re girtiye. Di sala 2012’an de bi şerê gel yê şoreşgerî ku lûtkeyî bûye re, bûye xuliqdariya milîtaniya jin û şêwazê şerê fedayî yê dijmin di nava bêçaretî û heyretê de hêlaye. Weke şopdarê xeta Zîlan ya li gorî pêdiviyên pêvajoyên dîrokî bersivên zelal dide, di vê dema dîrokî ya em têde derbaz dibin em ê di hundirê sekneke bi çi rengî de bin baş dizanin. Di şêwazê fedayî de şer kirin, ji bo azadî û aştiyê milîtaniya her cûre fedekarî bike daye berçav, asta zanistiya derxistiye holê, em deyndarê rastiya Zîlan ya serkeftin û serfirazî û şehîdên xwe yên qehreman yên paşewara wê ne. Di pêvajoya çareseriya demokratîk ya dibin hewldanên Rêbertiyê de pêşdikeve, bi heman hestên ruh û girêdayîn re xwedî li Rêbertî, tevger, gel û pêvajoyê derketin, rol û wezîfeyên dikeve ser milê me pêkanîn, xeyalên şehîdên me yên welatekê azad, jiyaneke azad xeyal dikin pêkanîn, bi wesîleya îro re soza bingehîn ya em bidine. Weke hêzên YJA STAR ya li ser afirêneriya mîrateya jina Kurd a fedayî xwe bi rêxistin kiriye, li himberî cîhana zilamê serdest, her cûre qirkirin û paşverûtî, zihniyeta bişavtinê, hemû hêzên li himberî biratî, aştî û azadiyê tekoşîn dayîna meşandin, em dizanin wezîfeya me a bingehîne. Rêhevala Zîlan bi wê çalakiya xwe ya mezin a jiyanê re, ji bo me hemûyan jiyaneke bi wate çawa tê jiyan kirin û li himberî yê gef li azadiya me dixwin divê em di hundirê sekneke çawa debin vekir. Ji ber vê çendê Zîlan ji bo me rêyek e. Ew mûrşît, weke mûrîdên wê her ku em di rêya wê de bilind bibin, baweriya me a bi xuliqandina azadî û serfiraziyê hîn bêhtir misoger dibe. Di kesayeta rêhevala Zîlan, Sema, Gulan de em şehîdên xwe yên zanistiya me, ruhê me, cîhana me xuliqandî û hêza tekoşîna me bilind kirî careke din bi mînet û bi rêzdarî bibîrtîn, em dibêjin wê azadî qezenç bike.

Bijî RÊBER APO a xeta Zîlan xuliqandî.

Bijî şehîdên me yên qehreman, yên di xeta Zîlan de fedayî bûne.

Bijî tekoşîna azadiya jin ya di xeta milîtaniya Zîlan de bilind bûyî.

Bimre her cûre paşverûtî.

Silav Û Rêzên Şoreşgerî

Fermandariya Biryargeha Navendî A YJA Star