Her çiqasî pergalên desthilat hewildabin bi siyaset û polîtîkayên koletiyê mirovahiyê ji jiyana azad dûr bixin û bidin ji bîr kirin, lê ti wextî ev hewildan ne gihiştine hedefa xwe û her bê wate û bê encam dimînin. Hewildanê xwe gihandina jiyaneke bi etîk û lêgera azadiyê mîna şahdemarekî di canê her mirovekî de davêje û ber bi lêgerînên mezin ve dehf dide. Di ruh û bedena mirovên xwedî cewherên zêrîn yên mîna Amaraya Serhedî de, ev demar hîna bi xurtî û bi hêz lêdide. Lewra ew ji zaroktiya xwe de bi pênûsa dilê xwe nexşerêya xwe xîz dikin, bi ezim û biryardarî heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ser wê nexşerêyê dimeşin.

Li bajarê Kurdistanê yê qedîm, li bajarê Wanê bi sehareke biharê re, mizgîniya zayina pêşeroja lehengeke Kurdî li nava malbata Încî belav dibe. Malbata bextewar vê mizgîniyê bi dilgeşiyeke mezin pêşwazî dikin û navê wê dikin Fatma.

Fatma, kesê ku wê weke mizgînî pênase kirin vala dernaxe û dibe nûbûneke bi kelecan di nava giştî malbatê de. Fatma tenê di sînorê jiyana ku jê re tê peşkeş kirin de namîne û her tim di nava lêgerîn û lêpirsînên cuda de ye. Dorhêla welatperwer ya ku Fatma tê de mezin dibe, dibe alîkar ku hîn zûtir bigihîje hinek bersivên seretayî ji lêgerên xwe re. Kurdistana ku weke parçeyeke ji bûhişta ezdayî tê nasîn, gelê wê yê ku weke gelê herî kevnar têne nasîn, bûne navenda îşkence, zilim û zordariya Osmaniyan. Lewra her ku Fatma bîrewer dibe û van rastiyan tesbît dike, hîn bihtir ji xwe bawer dibe ku ew ne ayidî vê jiyanê ye û cihê wê li devereke din jê re hetiye veqetandin.

Sala 2006’an Fatma di dibistanê de digihîje asta zanîngehê, lê ew zanîngeha pergalê ya sexte û bê naverok red dike û berê xwe dide zanîngeha çiyayên Kurdistanê. Pişta xwe dide wê jiyanê û berê xwe dide bilindahiyan. Bi awirên xwe yên dawî re, ji her misqaleke axa Wanê re, ji her zarokeke wê re, soza tolhildana wê zilmê dide û dikeve ser şîverêyên jiyana bi rûmet. Êdî ewê berê xwe bide nava refên têkoşîna li hember zordaran, wê berê xwe bide nava rêza şerkerên Kurdistanê.

Qehremana gelê Arî gav avêtinên xwe yên yekem, ketin, rabûn û fêrbûnê xwe yê destpêkê di jiyana gerîla de hemûyan li çiyayê Garê jiyan dike. Bi navê Amara Serhed dibe xwedî nasnameya şoreşgertiya Kurdistanê. Du salên xwe yên destpêkê li wê qadê diqedîne. Perwerdeya xwe ya bingehîn, herwiha pratîk û waneyên bingehîn di hostatiya jiyana gerîla de li vê qadê dibîne û bi şervanê wê re parve dike.

Jiyana li çiyayên azad, weke ku ji her şervanekî re bi kelecan û coş tê, ji Amarayê re jî agirê gerîla, çeydanê reş, xaçerêkên zirav, pêlavên sor, ne xasim cil û bergên gabardîn dibûne destpêkên ku wê ticarî tama kelecan û kêfxweşiya wan jibîrneke.

Bi hatina her sihareke nû re, coşa Amara ya li hember jiyana Apoyî û gerîlatiyê zêdetir û kûrtir dibe. Lewra wê gavên xwe yên destpêkê di qada Garê de avêtibûn, vê carê li çiyayê Qendîlê bi xweza û nêvengên nû re, bi biryardarî û kelecaneke mezintir davêje. Bi temenê xwe û salên tevlîbûna xwe Amara nûye, lê bi çalakbûna xwe, bi jîr û jêhatîbûna xwe ya nava jiyanê, bi meraqa xwe ya mezin destûr nade ku tu kes bi çavê nûbûnê lê meyze bike. Amaraya çeleng her ku fikrê Rêber Apo dixwîne û fêm dike, têdigihije ku ew çima ewqasê bi jiyana pergalê re bê aheng bû. Her ku dixwîne di hevokên Rêber Apo de rastiya xwe ya wendayî dibîne, hilma jiyana azad ya ku her di nava lêgera wê de ye digre. Lewra ew bi dilekî zelal, bi aqilekî di armanc de kilît bûyê, stratejiya jiyana xwe diyar dike. Stratejiya ku wê heya dawiya jiyana xwe li ser esasê wê şer bike û têbikoşe diyar dike. Stratejiya dilsoza Rojê dibe şerê li hember dagirkeriyê, dibe şerê li hember ferzkarê jiyana kole, şerê li hember nokerê keda mirovahiyê.

Di nava karên rojane de, li ser erk û xebatan, di perwerdê de, di her zeman û mekanî de, Amaraya leheng bi pratîk û tevlîbûna xwe her xwedî li stratejiya xwe derdikeve û bi pîvanê wê jiyan dike.

Piştî pratîka Garê û Qendîlê vê carê Amara berê xwe dide Rojhilatê welat, qada Şaho. Bi hatina her biharekê re çawa ku hemû dil bi coşeke nû lêdidin, bi her erk û vesaziyeke nû re dilê Amara jî bi heman heyecanê lêdide. Bi îdîa û ji xwe baweriyeke mezin berê xwe dide ser her erke. Û bi îdiaya serkeftinê dest pêdike. Ji bo meşandina xebatên li qadeke mîna Şaho jî çelenga Serhedê bi van gotinan hestê xwe bi lêv dike’’ Li qada Rojhilat têkoşîn dayina meşandin, gaveke pir girîng e di meşa min de, bi taybet bi hatina Newrozê re, bi heyecana heyî re parvekirina vê coşê bi vî gel re gelek tiştan li min zêde dike’’ Çanda heremên welatê xwe naskirin, ji nêz ve bi gelê wan hereman jiyan parve kirin, herwiha li ser hîmê parêznameyên Rêber Apo jiyan bi wan re parve kirin, ji bo rewana Kurdistanê dibine serkeftinên giranbiha. Li qadên cuda cuda gerîlatî meşandin, li gor şert û mercên her qadê bûyina xwedî danehev û zanebûn, dihêle ku Amara bibe xwedî tecrûbeyên zengîn û bi berhem. Da ku ev pratîk di bêjinga pîvanên Apoyî re derbas bibin û bi halê xwe yên bê kêmasî û zelal bibin malê giştî, sozdara Rojê berê xwe dide akademiya jina azad ya şehîd Berîtan. Di pirtûka delala Serhedê de wiha tê nivîsîn ‘’Da ku mirov bigihîje jiyana rast û azad, pêwîstiya esasî perwerdeye. Eger ev jiyan rastî û bedewiya xwe ji jinê digre wê çaxê di akademiyeke xweser de û bi neynika jinê li rastiyan temaşekirin riya herî rast û pêwîste’’. Lewra Amara bi van prensîpan xwe tevlî perwerdeyê dike. Bi tevlîbûna xwe ya bi vî awayî, dikare bibe xwedî sûdekî rast û mezin ji akademiya jina azad re û gelek guhertinên bi bandor û serkeftî di kesayeta xwe de ava dike. Ew dibêje ‘’Jiyan bi jinê xweşik dibe û bi jinê tê avakirin’’ Lewra ew di xwe gihandina asta jineke xwedî van taybetmendiyan de bi îsrar e û li gorî rik û îsrara xwe jî di xebite û ked dide.

Bi dawî kirina perwerdê re, Amaraya leheng fêkiyê keda xwe kom dike û bi gavên xwegirtî li ser rêça azadiyê ber bi rojê ve dimeşe. Bi daneheva bîrdozî ya kûr ku ji akademiyê girtiye, dîsa bi hêza bawerî û hêviyê xwe yên mezin bi heqîqeta doza Kurdî û şerê vê dozê, Amara ya dilpola di jiyana xwe de ti cihî nade bijarteka binketinê.

Di wêjeya stêrka azadiyê de gerîla serhildan e, gerîla heqîqete, gerîla wateya Kurdbûyinê ye. Lewra bi êrîş kirina Daîşê ya li ser Mexmûr û Mûsilê re serhildêra heqîqetê berê hespê xwe dide qada cengê û li hember rûreşên bi navê Daîşê dikeve nava şer. Bi hestên xwe yên welat perwer, bi hêza hezkirina xwe ya mezin, ew bê didulî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Ereb û hemû gelê wê heremê canê xwe datîne holê û fedayiyane şer dike. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser çi rêgezan jiyan dikin û şer dikin heval Amara bi sekna xwe, bi şer û jiyana xw nîşanî her kesî dide. Bi pêkanîna erkê xwe re gernasa çiyayî careke din berê xwe dide lûtkeyê bi heybet.

Bi hêza xwe ya dahûrîner a kûr ew her kêliyên pêvajoyan dixwîna û analîz dike. Li gorî her pêvajoyê jî lehenga Medî xwe araste û amade dike. Dema mirov li Amarayê dinêre qadroyê kêliyê xwedî sekin û tevlîbûneke bi çi awayiye tê fêm kirin.

Vê carê jî ji bo ku xwe bike yek bi rihê deme re, berê xwe dide qadên Bakûrê welat. Zilm û zora herî giran û kur, tekoşîna herî dijwar û kûr li ser xaka Bakûr û li hember gelê wê pêk tê. Lewra ewê serkeftin û zefera dijwar jî li ser wê xakê û bi şahidiya wî gelî be. Bi van peymana lehenga Serhedê bi rihekî hemû biryardarî û berpisyartî berê xwe dide qada Botanê.

Baweriya herî mezin Amara ji hêza hezkirinê digre. Ew dibêje ku bê hezkirin mirov hinaseyekê bi wate nikare bikşîne cegera xwe. Lewra ji bo qezenc kirina zafera mezin, ew bi hêza baweriya mezin şer dike, bi hêza hezkirinê. Hezkirina welat, axê, azadiyê, aşîtiyê, wekheviya mirovan û xilasbûna zordariyê. Bi hêza hezkirina jiyana bi raman û felsefa Apoyî şer dike. Amara bi vê hezkirina bê hempa şerekî bê hempa dike.

Lehenga cengê giran bi danehev û ezmûnên xwe yên salan, di şerê deşt û çiyayan de, bi afrînerî û cihêrengiya xwe ya di taktîkên şerê gerîlatiyê de, gelek darbeyên giran li dagikeriyê dixe û giyana gelek pakrewana bi girtina tola wan rehet dike.

Dîsa di rojeke biharê de, çawa ku Amara weke mizgîniyekê hate dinyayê, vê carê dîsa weke mizgîniya pêşerojên azad berê xwe dide cihana bê miriniyê. Roja 17’ê Nîsana sala 2018’an li Herekolê, dagirkeriya Tirk bi hêrsa binketina xwe ya di şerê sînge sîng de li hember lehegêniya Amara û rêhevalên wê, vê carê giranî dide hêza teknîka di destê xwe de. Di encamê van êrîşên namerdane û bê edalet de, Amaraya berxwedêr heya hinaseya xwe ya dawî bi girêdan û biryardariya li ser eşqa jiyana azad şer dike û dighije jiyana xalid.

Amaraya nemir dibe mumeke fedakar û fedayî ku roniyeke bi şewq li ser eniya her hevriyekî xwe vêdixe û bi wê roniyê wî ber bi pêşerojên azad û seharên nû ve dibe.

Rêhevala wê ya Têkoşînê