Wê şevê dest û ruyên min di şewitandina welatê min de, mîna qetranê reş bibûn. Min bi destê zarokekî hişka girt û ji wî agirê, wê dûr xist. Dema, zarok bû neynika min, min dît ku li ser şopa hêsirên wê, xetekî, sipî xêz bûye. Ez li pey wan şopan ketim, li pey şopên dilop bi dilop, dibeziyan tefandina şewata welatê min ve meşiyam.

Jiyan ji vebijêrkan pêk nayê, ger hûn di welatekî dagirkirî de bêne dinê. Ger hûn hên di mal zaroka dayika xwe de bi dengê mermiyên dijminê xwe bihesin, wê gavê tenê rêyek ji bo we dimîne. An întîqam, an întiqam. Hûn bi van gotinan bi rê dikevin û şerê we dibe şereke bê eman.

Xezal jî ji wan zorakan yek bû ku bê vebijêrk hati bû hêştin. Dema çavê xwe li dinê vekir, gûndên Kurdistanê dihatin şewitandin û ew jî têde, gelê Kurd ber bi çarenûsekî reş ve dihat defikandin. Wê di vê rewşê de li pêşiya xwe tenê rêyekî dît, rêya întîqamê, rêya pismamên wê yên Şehîd Mêrxwas û Gabaran li ber wê dirêj bû. Xezal gava xwe ya despêkê avêt. Wê, rêya şehîdan kir rêya xwe û li pey şehîdan bi rihê gerîlageriyekî xurt bê henase 24 salan meşiya.

Xezal zaroka Botanê bû, wê li ber germa serhildanan dilê xwe pijandi bû. Agirê Berîvan û Egidan li Botanê pêxistin,  di dil û mêjiyê wê de şaneyekî jî  cih ji xavitiyê re nehiştin. Ji bo wî jî di 24 salên tekoşîna xwe de dilê wê yek carekî jî xiyanetê lê nekir. Yek carekî jî dilê wê bi tirs lê neda, yek carekî jî kelecana dilê wê kêm nebû. Wê bi heskirinekî mezin çiyayan, hevalan, gel û Rêbertî hembêz kir. Wê di rêya şehîdan de 24 salan têr û tîjî bi ked jiyan kir. Berê wê li rojê, dilê wê di Kurdistanê de li navserên Botan, Garê û Metinayan şervantî kir, fermandartî kir, bû heval, bu hogir, bû fedai, bû pêşeng, geriya û geriya.

Dibên despêk dûmahiyan diyar dike. Ev ji bo giştî bûyeran derbasdar e. Ger bûyera herî mezin însan bi xwe be dê wê ev rewş herî zêde ji bo însan derbasdar be. Di gerdûnê de giştî diyarde teqez dizivirin ser sedemê hebûna xwe. Ti tiştek tineye ku bê sedem bi rê bikeve û ti tiştek tineye ku ji sedemên hebûna xwe dûr biçe. Her çiqas tu ji rastiya hebûna xwe birevî jî wê kêlî te zevt bikin, da ku xeleka sedema hebûna te timam bibe. Rista kêlî, cih û bûyeran di çêbûna mirovan de wekî havên in.  Kî bi çi hatibe meyandin, wê tama wî bide û wê bi wê timam bibe.

Xezal jî li ber sîya rojê bi agir hatibû meyandin. Di tîna agirê wê de hevaltî mîna ji zivistanan derketina biharê bû. Ew bi xwe ti caran hevaltiyekî kêm nedipejirand û hewil da ku bibe hevalê Rojê. Ji bo wî jî hêna di demekî kurt yê gerîlageriya xwe de bû endamekî hêja yê  hêzên taybet. Ger Xezalekî ji xwe re navekî hilbijartina wê teqez ev nav, navê çiyayekî bana. Xezal navê xwe kir Agirî û roj bir roj mîna Agirî heybeta xwe mezin kir û kîna xwe bi agirê dilê xwe keland. Wê xwe ji bo rojên mezin amade dikir. Wê xwe ji bo pêkandina hebûna xwe disipart çiyayên bedew.

Wê ji giştî Kurdistanê pir hes dikir, lê ji ber Rojê gotibû ‘’jinên ji min hes dikin bila berê xwe bidin Botanê’, berê wê jî her li Botanê bû. Heval Agirî, rêya Botanê ji bo xwe kiribû qiblegeh. Wê li Botanê, li cihê Adil û Nudayan xwe nas kir, xwe xurt kir û pir jî şer kir, ew di her êrîşên li beranberî neyarên xwe de  wekî volkanan bi ser dijminê xwe de di teqiya. Mêtingeh ji ber ku di ferqa rista wê de bûn, pey şopa wê qet bernedidan. Lê wê ti caran xwe ji dijminê xwe re nekir nêçirekî hêsan û 24 salan li çiyayan bû tirsekê mezin ji dijminê xwe re. Neyar baş dizanî bûn ku jin dema xwe ava bike, dema fêrî şer bibe wê bikaribe temelên cihanê jî ji kok ve bihejîne. Di gerîlatî de tişta herî bi nirx ewe ku mirov bibe tirs û xofa dilê dijminê xwe, wê di fermandartiya xwe de ev tirs û xof xist orta dilê neyaran. Ji ber  Heval Agirî xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo çêkiribû û di dilê gerîla de li herama Botanê fêrî şer û jiyanê bibû, fermandartiya wê jî fermandartiya zaferê bû. Ew fermandara dilgerm û şerker di xeta şer de pîvanên jina azad pêk anî. Wê da îspat kirin ku dema bi jin re jiyanekî azad pêk neyê ka bê çawa jin dizane şer jî bike. Ger xeta jiyanê hatibe xitimandin tenê rêyekî dimîne, ew jî şerekî bi rûmet yê mîna Agiriya ne. Ger cihanekî nizanibe bi jînê re azad bijî wê gavê sekina rast sekina Agiriya ne.  Heval Agirî di sekna xwe de bû sembola vê şerê rûmetê. Wê bi şerê xwe welatekî da xûlikandin.

Welatekî ku azadî di nava cot kêziyên jinekî de hatibû hûnandin. Welatekî  ku rojê di hembêza xwe de diyarîyê cihanê dikir. Welatekî ku qor bi qor jinan dabû du hev û kitanên xwe yên sipî li pêşiya şerê namerdên demê diavêtin erdê. Welatekî ku xezalên wî xwe bi çek û rext kiribûn da ku gûrên har devên xwe negîjînin sitûyê berxê dayikan.

Xezal li wî welatê ji dayik bû, li  wêê welatê şer kir û li wî welatê xwe li pêşiya gurên hov kir mertal. Wê di xeta fedaiyan de li welatê fedaiyan, bi fedaîyene jiya û jiyanekî bi wate diyariyê zarok û giştî mirovahiyê kir.