Em 8’ê Adarê roja jinên kedkar ê cîhanê li tevahî jinên ku di cîhanê de berxwedidin pîroz dikin

Ji bo gelê me yê welat parêz û raya giştî!

Em di demeke krîtîk a diyarkirina çarenûsa jinan û gelên me re derbas dibin.

Em bi ruhê berxwedanên mezin ên ev qonaxa girîng afirandine re, 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Lewma em Ekîn Wan, Sêvê, Derya, Taybet û Dayika Fatma yên bi pêşengiya xwe re serdema nû ya têkoşînê dan destpêkirin, xeta nû diyar kirin û di şexsê wan de hemû şehîdên Cizîrê yên rûmeta mirovbûyînê parastin û hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em 8’ê Adarê li Rêber Apo yê jin gihand jiyana rasteqîn û li hemû jinan pîroz dikin.

    8’ê Adarê ya ku rastê destpêka biharê tê weke ku bi xwezayê re xwe ji nû ve di afirîne  ev roj jî dibe li hember çanda destdirêjî ya ku berhemê aqlê zilam yê desthilatdare jin ji nû ve jiyana xwe di hone û xwedî lê derdikeve. Di sala 1857’an li Newyorkê li febrîqeya cew de 129 jin ji bo cîhanekê wek hev, biryarên girêdayî wane bi xwe bigrin berxwe dane û weke ku di her demên dîrokê de hatiye dîtin li hember rûyê zilam yê wehşî re mane û hatine şewitandin. Berxwedaniya wan bûye sembol a li hember rûyê wan yê wehşî ji derveyê hişmendiyê baviksalarî mafê jiyanê nade tu zindiyan, hebûna û cudabûyîna çarenûsa ku hatiye dayîn guhertin û ji nûde afirandinê. Di dîroka modernîteya demokratîk te bi vê taybetmendiyê xwe re navê xwe nivîsandiye û heya roja me ya îro hêz daye tevahî têkoşînên azadiyê. Sekna 8’ê Adarê ku sembol û rawestgeha herî girîng a berxwedana jinê ya 5 hezar salan e, îro li xaka Kurdistanê derbasî qonaxeke cuda bûye û bi sekna azadiyê ya jinên Kurd re bi tevahiya cîhanê re hatiye qebûlkirin.

Jinên Kurd, tevî nasnameya xwe ya zayendî ku li Kurdistanê di nava dorpêçî û zexta polîtîkayên qirkirinê de ye, bi êrîşên wehşî re rû bi rû mane. Jinên Kurd di rewşeke bi vî rengî de, bi pêşengiya Rêber Apo xwe gihandine asteke girîng a rêxistinbûyînê. Bi Besêyan, Bêrîtanan, Ezîmeyan, bûye artêş di şertên herê dijwar de hebûna xwe ya avakirinê danîne holê, Zekiye, Ronahî û Zîlanan jî xwestekên xwe yên azadiyê weke wolkanekê teqandine. Bi Semayan ya ku bedena xwe ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê kiriye pirekê ji agir ji bo berxwedaniya jinan arasteya kesk, sor û zer dayê partîbûyinê, Viyan, Nuda û Şîlanan jî li hember modernîteya kapîtalîzm bi sekna modernîteya demokratîk xwe bi pergal kirine. Di vê wateyê de ji bo dîroka pênc hezar salî  berovajî bike di asta ku ser neyê dapoşîn de ronahîbûye, asta zanistî qezenckiriye û veguhertina hişmendiyê pêkaniye. Yaku di roja îro de herî zêde modernîteya sermayedariyê dixe nav zahmetiyê û hereşe li pergalê dike sekna azadiyê ya k udi kesayetiya jinên kurd de pêşdikeve ye. Jiber vêye ku weke pêdiviya vê karekterê êdî pergal giştiye qonexekê ku nikare hebûna xwe  bidomîne. Weke demên borî pergala ku amadeye hemû corên hovîtiyê pêş bixe, mîna di tevahiya demên borî yên dîrokê de berê xwe daye Rojhilata Navîn; ji bo vê artêşeke mîna DA’ÎŞ’ê  destdirêjker, komkuj afirandiye. Di serî de ev hêz kiriye bela serê jinan û tevahiya gelê Rojhilata Navîn. Di erdnîgriya me de şerê cihanê yê siyemîn ku di encama hişmendiya zilamsalariyê de yê ku tevahî taybetmendiyê xwe di asta herî jor de dide diyarkirin ji aliyê têkoşîna azadiya jin ve gihiştiye karekterê ku berxwedaniya gihiştiya asta lûtkeya herê jor. Ji ber vêye ku aliyê têkoşîna azadiyê jinên Kurd jî di asta herî jor de xwe gihandiye karekterê berxwedanê. Ger gotin  di cih de be li beramberî nêzîkatiyên DA’ÎŞ’a koleker û destfirêjkar artêşên herî ji xwe bawer têkçûn, artêşa di bin komîtaya Arîn û Rêvanan de ya YPJ’ê bi azweriya azadiyê li dijberî vî hêzî sekiniye, hêza talanker daye sekinandin serkeftin bi hemû jin û gelan daye qezenckirin. Ev encmên ku di ronahiya kombûnên vê têkoşînê de derketina holê, ji bo tevahiya jinên cihanê bûye hêvî û azweriya têkoşînê ava kiriye. Jina ku ji xwe bawer, baweriya xwe bi hêza xwe tîne, rêxistinkiriye di nava hemû şert û mercan de dê bi sekneke çawa bide qezenckirin derxistiye holê. Ev sekin ji aliyê têkoşîna azadiya jinê tê watey ku çarenûsa xwe giritna destê xwee û derbazbûna qonaxeke nû. Heman hêzê îradî bi heman biryardariyê li Rojhilatê Kurdistanê bi navê HPJ, li Şengalê YJP, li Bakurê Kurdistanê YPS-JIN berxwedaniya xwe pêl bi pêl belav dikin, bi vê rastiyê jî ji hemû kesî re didin diyarkirin dê tu kes nikarebe rê li pêşiya vê rastiyê bigire.

Berxwedanên îro li Cizîr, Sûr, Kerboran, Silopiya, Hezex, Gever û gelek bajarên din tên meşandin, tê wateya mayîndebûna ev hêviya li Rojava şîn bûye û destnîşan kir, ku Berxwedanên Xweseriya Demokratîk ku biharbûna gelan e, ji bo jinên di nava zexta sîstema baviksalariyê de ye, zemîna yekane ya azadiyê ye. ji ber vê ye ku ya herî zêde li berxwedanan xwedî derketiye jine û ya herî zêde li beramberî herîşa jî rû bi rû maye dîsa jine. Li Silopî di rojên nêzîkî salvegera komkujiya Parîsê de ketilkirina sê jinan bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Bi qetilkirina rêheval Sêvê, Pakîze û Fatma peyama ku dan “ger hûn ser hilbidin emê despêkê jinan bikujin, ya hûnê bimirin, yan jî weke ku em dixwazin bibin” bû. Nemaze berxwedanên xweseriya demokratîk, ji tevahî beşan zêdetir ji bo jinan  tê wateya hebûn ango nebûnê. Yên ku ji vê peyamê re bi berxwedana xwe bersivekî bê mînak dan vê peyamê Sêvê  û Deryayan jî gotin “yan jiyaneke azad, yan jiyaneke azad”  dewleta çete ya AKP’ê ya ku li beramberî sekneke bi vî rengî har bûye, bêy ku bêje pîr- ciwan berê xwe daye ser hemû civakê, li ber çavê zarokan dayikên ducanî, li ber çavê dayikan zarokên biçûk qetil kiriye, pîrikên heftê salî bi erdê re kişandiye; bi êrîşkirina ser bedena jinan ew tazî kirine û xwestiye wan teşîr bike. Bi sedan sivîl  û birîndan li ber çavê hemû cihanê zindî şewitandiye.  Bi vî awayî daye diyarkirin ku ew hêzê pêkhêner ê sereke yê DA’ÎŞ’ê ye. bi van pêkanînên xwe careke din diyarkir ku hikumeta APK’ê û lîderê wê yê ku di qesra xwe de di encama hişmendiya baviksalariyê di zîrwede faşîzme bê ka wê çawa hemû corên wahşetê pêk bînin. Bi vê wateyê de bi sedan sal beriya niha ew tiştên ku li Newyorkê bi jinan dan jiyankirin, îro li Bakurê Kurdisatanê tên jiyankirin ji hevv qut nînin, nayên nirxandin. Hişmendî heman hişmendiye, êrîş heman corê êrîşane, zulim heman zulim e. Vaye çawa ku qîrê wan jinan teva bûye malê têkoşînê bi heman nêzîkatiyê divê ku mirov hawar, qîr û dengê wan jinên kul i Cizîr, Sûr, Hezex û Geverê  naxwazin dev ji cihê xwe berdin jî bibihîze. Ev rêya yekaneye ya ku mirov ji xwere bêje ev mirov im, ez jin im. Heta ku ev neyên bihîstin dê 8’ê Adarê negihêje wateya xwe ya rast û cihê xwe negire.

Berxwedêrên Cizîrê yên li hemberî êrîşên li dijî mirovahiyê nehatin ser çokan û bi gotina ‘eger wê jiyan hebe, divê bi însanî be’ mîna pêşengên beriya du sed salan li New Yorkê tevgeriyan.Derya Koç û Mehmet Tûnç ên bi sekna fedaî re bûn leheng, wezîfeya dewamkirina berxwedanê radestî me kirine.

Biser xistina ala van qehremanên bi lehengiya xwe em pê serbilind in, yekane rêya bîranîna wan û helwesta li gorî ruhê 8’ê Adarê ye. Lewma roj roja hilanîna tola Sêvêyan, Deryayan, Dayikên Taybet e. Helwestek li derveyî vê yan jî kêmî vê, bi ti awayî li lehengiya vê serdemê nayê.  Em jî weke hêzên YJA Starê soz didin ku bi biryardariyeke di vê astê de em ê bi wezîfeyên xwe yên dema nû re rabin, tola van lehengên xwe hilînin û serketinê misoger bikin. Lewma di serî de gelê Kurdistanê û hemû jinan em bang li hemû gelên ji xwe re dibêjin ‘mirov im’ dikin, her wiha bang li hemû jinên bi xwer e coş û vîna têkoşînê ya 8’ê Adarê dibînin dikin, ku bi berxwedana azadiyê re bibin yek. Girîng e jin û ciwanên me êdî jiyaneke din tercîh nekin û berê xwe bidin çeperên berxwedanê û çîyê; divê hêzê tevlî biharbûna jinan û gelan bikin.

Em bi vê zanabûnê û bi vê ruhê cardin tevahî lehengên jin ên têkoşîna azadiyê bi minetdarî bibîrtînin. Di serîde berxwederên YPS-JIN û şervanên jin yên ku di her çar perçeyê Kurdistanê de berxwedidin YPJ, HPJ, YJŞ û tevahî jinên ku di cîhanê de berxwedidin 8’ê Adarê roja jinên kedkar ê cîhanê pîroz dikin. Bi baweriya ku 8’ê Adarên nu bi serkeftinê re ango bi azadiya Rêber APO re tacîdar kirin û di dema têkoşîna nû de serkeftinê dixwazin. Li hember jinên ku ketine ferqa xwe de û hebûna xwe di parêzin tu paşverûtî wê ji xwe re cîh ne bîne.

Her bijî 8’ê Adar roja jinên kedkar  ê cîhanê

Her bijî Rêber APO yê ku di jin de heskirina azadiyê û zanistiya wê daye qezençkirin

Her bijî şehîdên me yênk di têkoşîna azadiyê de bedel dane

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star