Bi ketina sala 16’mîn a komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê re, em wan kesên ku ev komplo amade kirine, hêzên komploger ên ku milê hişmendiya zilamê serdest ê herî qirêj û bê exlaq temsîl dikin bi nefreteke mezin şermezar dikin. Her wiha rêhevalên me yên pekrewan yên ku li hember komploya ku li ser Rêberê me hatiye meşandin bi dirûşmeya; “Hun nikarin roja me tarî bikin” xwe kirine çeper, bi rêz û minetdarî bibîrtînin.

Bi ketina sala 16. a komployê re, roja me ya azadiyê Rêber APO bi vala derxistina pergala Îmraliyê û plansaziyên hêzên komploger car din azadiya xwe îlan kiriye. Çarenûsa gelê Kurd û Rêberê wan cardin dûbare nebûye û dîrokê ji nûve şahidî ji zayîna hêzên mafdar, berxwedêr û bi rûmet re kiriye. Gelê Kurd ê ku di sedsala 21’an de ji nûde dest bi ava kirina pergala demokratîk kiriye, di riya Rêber APO de ji herdemê zêdetir nêzî azadiya xwe bûye.

Ev komploya ku di pêşengiya Rêber APO de, li dijî tekoşîna gelê Kurd ê ku li berxwe dide û vejîna xwe jiyan kiriye, di cewherê xwe de tevahî mirovahiya ku mafê jiyana azad diparêze hedef kiriye. Nûnerên pergala modernîteya kapîtalîst ên ku dixwestin Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe ji nûde dizayn bikin, ji ber ku tekoşîna Rêber Apo ji bo xwe wek xeterî didîtin, mûdaxeleya Rojhilata navîn, bi dîlgirtina Rêbertiya me re, destpê kiriye. Hesab dikirin ku wê bi tesfiye kirina Rêber APO re alternatîfa jiyana azad ji holê rakin û bi şkandina berxwedaniyê re bighên armancên xwe.

Ji ber ku Rêberê me armanca komploya navnetewî ji hevderxistiye, bi pêşdîtina xwe ya bilind re, ji bo ku vê komployê vale derxe tekoşîn kiriye û ne hiştiye ku komplo bigihêje armanca ku dixwest. 15 salên pergala Îmraliyê, salên tekoşîna bê eman a ku Rêberê me li dijî pergala hêzên komploger daye meşandine. Bi vê tekoşînê ve rûyê rast ê pergala serdestêm komploger derxistiye holê û îspat kiriye ku pergala iktîdar-yekdestî ya ku serdestiya zilam gihiştiyê, wê nikaribe xwe berdewam bike. Li hemberî hêzên ku xwestin tekoşîna Rêber APO û ya gelê Kurd di nava pergala Îmraliyê de tasfiye bikin, Rêbertiya me wek alternatîfa pergala kapîtalîst bi teza xwe ya şaristaniya demokratîk ve derketiye û ev jî bûye binketina komploya navnetewî.

Gelê Kurd ê ku li Rojavayê Kurdistanê bi îlan kirina xweseriya demokratîk ve pergala xwe ava kiriye, îro ji bo Rojhilata Navîn modelek pêş xistiye. Pergala ku gelê Kurd li beramberî hêzên kapîtalîst ên ku dixwazin Rojhilata Navîn li ser bingehê armanc û berjewendiyên xwe dîzayn bikin û rêve bibin, daniye holê, dibe alternatîfa jiyana demokratîk a gelan. Ev pergala alternatîf wê bihêle ku tevahî gel bi rengek aştiyane û biratî bi hev re jiyan bikin, jin, kedkar û tevahî gelên bindest ên ku mfên wan hene, wê bighên wekhevî, edalet û azadiyê. Ev jî, li dijî êşên ku pergala Îmraliyê ava kirine û li dijî pergala komploger dibe bersiva Rêber APO ya herî mezin.

Rêberê me di Newroza sala 2013’an de careke din danî holê ka feraseta aşitî û çareseriya demokratîk çiqasî stratejîke. Rêber APO, bi destpê kirina mûzakereyên bi hêzên dewleta Tirk re, pêvajoya çareseriyê destpê kiriye û ji bo bi dawî kirina siyseta tesfiye û tune kirinê ya li ser gelê Kurd, hamleyeke stratejîk pêş xistiye. Dewleta ku bi tune hesbandina rastî û hebûna Kurd, her tim siyaseta tune kirinê pêk aniye, hatiye rewşeke ku habûna Kurd û pêşengiya wî ya siyasî qebûl bike.

Ji dema ku pergala Îmraliyê ketiye meriyetê û heya niha, tevgera me 2 pêvajoyên paşve kişînê jiyan kiriye. Bi ruxmê ku hêzên gerîla bi agirbestên ku yek alî pêk hatine re, şansê aşitiyê nas kiriye, lê hukûmet û hêzên pergalê di vê mijarê de her dem polîtîkayên xwe yên ku xwe dispêrin berjewendî, şer û tasfiyê xistine meriyetê. Li beramberî keda Rêbertî û tevgera me yên ku di vê pêvajoyê de jî tişta ku diket ser milê wan pêk anîne, hukûmeta AKP’ê bi rengek textîkî nêzê pêvajoyê bûye û nêzikatiyên xwe yên mijûl kirinê berdewam kiriye. Weke ku ev nêzikatî di van pêvajoyên dawîyê de jî li beramberî pirsgirêka Kurd a ku di pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê de pirsgirêka herî bingehîne, bi rengek zelal derketiye holê, li dijî berjewendiyên hukûmeta AKP’ê pêş dikeve.

Tekoşîna ku ev bû 15 salin em li dijî komployê didin meşandin û asta ku em gihiştinê, em zêdetir nêzî jiyana azad kiriye û hiştiye ku em li dijî pergala serdest a komploger, alternatîfa xwe zelaltir bikin. Qutbûna me ya ji paradîgmayên pergala serdest û ji rastiya pergala mêrê desthilatdar bi vê tekoşînê ve pêk hatiye. Di berdewam kirina vê tekoşîna me de û di ava kirina jiyana azad de, weke artêşa jin, pêkanîna parastina cewherî ya netewa demokratîk û ji bo vê kûr kirina tekoşînê, erka me ya herî bingehîne. Weke YJA Star bi zanebûna azadiya Rêbertiya me azadiya jin û gelê me ye, em diyar dikin ku emê jiyaneke bê Rêber APO qet qebûl nekin û weke artêşa jin heya ku Rêbertiya me azad bibe, emê her kêliyeke xwe ya di çiya de fedayê tekoşîn û rêhevaltiya rast a bi Rêbertiya xwe re bikin.

Di vê bingehê de em careke din hêzên navnetewî yên ku pergala Îmraliyê ava kirine û tevahî avahiyên paşverû yên alîgarên wan bi lanet şermezar dikin, em bang dikin ku tevahî jin û gelê me ji bo azadiya Rêbertî tekoşînê bilind bikin. Û em dibêjin ku emê bi Rêbertiya azad re jiyana azad biafirînin.

14 Sibat 2014

Biryargeha Navendî ya YJA Star