Ji gelê me û raya giştî re!

Di 10. Salvegera pêngava me ya azadiyê 1’ Hezîranê de em tevahî rêhevalên me yên pakrawan ên ku nîşaneya berxwedanî û azadiyêne bi minetdarî bibîrtînin û rêzdarî li hember wan didin raber kirin. Em soz didin ku emê her dem bi serkeftî xwedî li bîranînê wan der bikevin. Em Rêber APO yê ku mîmar û af,ranere pêngava 1’Hezîranê yê di me de ruhê azadiyê avakiriye û me gihandiye zanist û rêxistin bûyînê silav dikin. Em di bêjin azadiya Rêber APO azadiya me ye.

Di hûndirê vê tekoşîna 10 salê çetîn de gelê me yê ku li hember her cûrên êriş û zordestiyê bi biryarekê mezin berxwedane û fedekartî dane raber kirin pîroz dikin. Em weke tevger û weke gel didin raber kirin ku emê di riya Rêber APO û rêhevalên xwe yê şehîd de li ser bingeha pêkanîna jiyana azad û demokratîk bi biryarekê mezin û ber bi serkeftinê re bi meşin.

Pêngava 1’ê Hezîranê vegotina berxwedaniya ku li hember êrîşên leşkerî, birdozî û ramyarî yên pergala global ê ku li ser gelê Rojhilata navîn û li ser tevgera me ya azadiyê pêk tîne. Pêngava 1’ê Hezîranê di dîroka tekoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî taybetmendiyê ruhê 15’ê Tebaxê ye. Ev pêngav di pêvajoya ku tevgera me li hember xeteriyan ve di çû û perçe bûyîn re rûbirû bû hate avetin. Pêngava 1’ê Hezîranê  berdewama ruhê cangoritî ya ku di şexsê rêheval Egîdan de û di şexsê qehremanên gelê xwe rêheval Nûda û Adilan de berdewam kirina vê ruhê. Ev rûh bûye nasname û ev ruh ti carî nayê tûne kirin. Pêngava 1’ê Hezîranê, di be berxwedaniya êrîşê ku bi navê şerê cîhanê yê siye mîn tê binav kirin û li ser Kurdistanê pêş ketiye di be  berxwedaniya vê. Di be bersiv dayîna ABD yê ku têkildariyê Rojhilata navîn li ser navê pergala global tê kirin bûye bersiva wê. Hedefên vê pêngavê ewe ku yêkitî, biratî û xwiş katiyê gelên Rojhilata navîn li ser bingeha Demokratîk  pêk anîn û xwedî taybetmendiyê azadî û demokrasî bûyînê di xwe de hewandine.
Di heman de mê de ev pêngav vale derxistina hesabên hêzên pergal yên ku di xwastin di Îmralî yê de Rêber APO û tevgera me bin bêxin û plansaziyên ku xwastin komployê navnetewî bi encam bikin li hember van plansaziyan di xeta APOCÎTÎ de berxwedanî pêş xistin û vale derxistina wan plansaziya bû. Li hember tevgerê ew çeteyên ku hûndir de xwe di spartin xeta ABD û alikarî ji AKP di xwastin û li hember tekoşîna gelê Kurd yê rûmet xwe radest kirin û xeta nûkertiyê pozber dikirin, serwer kirina xeta azadî, vîn û serbixwe bûyînê ye. pêngava li hember deshilatdariya AKP yê ku dixwast nirxên me yê ku di encamê bedelên mezin de hatine dest girtin bêxe destê xwe de û her wiha li hember meylên tasfiyekaran pêngava di xeta Serokatî de berxwedanî û demokrasî yê ye.
Di salvegera pêngava azadiyê de tekoşîna me berdewam dike. ji bo ku tevgera me ya azadiyê tûne bikin êrîşên birdozî, ramyarî û leşkerî berdewam dikin. Her wiha hem hêzên modernîteya kapîtalîst hem jî hûkumeta AKP di polîtîkayên xwe yê tasfiye kirina tevgera me yê azadiyê de israr dike. zordestiya ku li ser gelê me û tevgera me tê pêş xistin, di bin navê çareseriyê de pêvajoyê mijul kirinê pêş dixe. Rûxmê hemû hewildanên Serokatî ya me hevdîtinên ku pêşdikevin ne derbas bûyîna mûzakere dide diyar kirin ku mercên pêngavên nû tavê je. Di hilbijartinên 30 Adarê de li hember helwestên gelê Kurd yê ku di mijarê pergala xwe ya demokratîk dayîna ava kirin de bê tehemultî, înkar û polîtîkayên nîjadkuji îspata ku dest ji vane ne berdane.

Tekoşîna ku di hûndirê vê deh salan de hatiye kirin di milê birdozî de, ramyarî de, rêxistinî de û hemû qadên leşkerî de êrîş û planên înkar û îmha kirinê vale hatiye derxistin. Di encamê vêe de tekoşîna berxwedaniyekî bihêz pêş ketiye û berxwedaniya gelê me yê ku her tim di çalakiyê dene hêlaye ku zemînê ji derveyê dewlet pergala civakî were saz kirin bê ava kirin. Weke tevgera azadiyê me di milê birdozî de, ramyarî de, rêxistin bûyînê de û di milê leşkerî de xwe nû kiriye, di her qadan de me xwe gihandiye hêza bi rêxistin kiri û berxwedêr. Em bi baweriya hêzên xwe yê gerîla û gelê me yê ku kevneşopiya berxwedanî yê rêve dibin, bi baweriya xwe re em weke hêzên YJA Star yê ku garantiya jin û yê tevahî gelê me ye em biryara xwe ya bilind kirina tekoşînê didin. Em wê zana bûyînê de ne ku riya azadî û jiyanekê bi demokrat di tekoşînekê dijwarde û mezin de derbas dibe. Bi vê zana bûyînê re em bang li hemû gelê xwe, jin û kesên demokrat dikin, da ku cihê xwe dinava refên azadiyê de bigrin û ji bo azadiya Serokatî xebatên xwe û tekoşîna xwe bilind bikin. em bang li tevahî ciwanan dikin da ku werin çiyayê azad û li hember polîtîkayên dewletê yê ku dixwaze ciwanan di sinorên pergalê de bi rizînin serî rakin û di çiyayên azad de refên xwe sixlet bikin.

Bijî Rêber APO

Her bijî ruhê pêngava 1’ê Hezîranê

Her bijî tekoşîna me ya azadî û demokrasiyê

1 Hezîran 2014

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Star