Em dixwazin dema pêşiya xwe hîn cudatir bimeşînin. Piştî evqas berxwedanê, em dixwazin di şêwazek kêrî jiyan, şer û her cure şoreşê bê de bimeşînin. Ger ez bi vî temenî ji vê re amade me, hûn çima li ser vî bingehî ne amade bin? Bese êdî we têra xwe xirab kir û pê lîstin. Êdî yek çirkeyê ji vê re sebir nîne. Kanî we dixwest şer bikin? Em dixwazin we ne ber bi mirinê, ber bi serkeftinê ve bibezînin. Lewra hewce dike di vî şêwazî de têkoşîn bê kirin. Li gorî ku min sebir kir û li ber xwe didim, hûnê çima nekarin li ber xwe bidin? Evqas nirxandinên amade pêşkêşî we dikim. Hûn çima van fêm nakin? Tiştek din nekin, van rast fêm bikin bese.

Ezê bi şaşî, xeletiyên rêberên şoreşên din kirine nejîm. Weke kesek ji sifrê dest pê kirî û dizane tolê ji dijminê xwe bigire, yeqîn dikim ji kesên weke we bi rastiyên şer dilîzin zêdetir dikare hesab bixwaze. Hûnê çima min şaş fêm bikin? Ez cengawerekim. Hûn bi xwe dibînin li hember dijminê xwe çi dikim. Ma hûn kîne, evqasî zerarê bidin? Ma emê ji we re serî bitewînin? Min hêj di deh saliya xwe de li hember malbatê hostatiya şer, heta mezinbûna wê raber kir. Ma emê di vî temenî de û bi vê ezmûnê ve nekarin we bi dahûrînin?

Eşkere bêjim: Bi zorê nabêjim werin, bi min re hevbeş şer bimeşînin. Hûn bi xwe hawar û qêrîn tên. Wê demê rica dikim li gorî pêdiviyên vê bin. Li gor wê ji xwe zêdetir derfet û cih didim we. Hûn çima qîmet nadin vê? Vekirî bêjim: Ger hûn dijîn û tên jiyîn, ev hinekê jî ji bo ji we tolgirtinê ye. Ez mirov tînim astek wisa, qelişandina erdê jî dibe ku ji bo wî rizgarbûnek be, ancex dê wê siûdê jî nebîne. Hûn dizanin hinekê jî vê dikim. Ez tolhildêrekim, dê we beriya niha ev fêm kiriba. Ji bo pariyek nan hêj di deh saliya xwe de min çawa şerek meşandibe, hêjî heman şerî dimeşînim. Di vê xalê de tiştek bi min re hatî guhertin nîne. Berovajî pêşketinên pir mezin hene. Ji bo bidestxistina mirov min sal xerckirin. Hûn di carekê de bi dehan mirovî winda bikin, peyre jî rojekê derbikevin pêşberî min, heta hûn di gorê de jî bin, ezê we efû nekim.

Me cara yekê li çiyayê Bagokê bîst heval şehîd dan. Nîsana sala 1988’an bû. Hevalek berpirsyar hebû. Min got ez biçim gora wî vekim û bi ser de biçim. Li gorî min darbeya herî mezin li me da. Mirina wisa erzan napejirînim. Kesayetên hêsan namirin û her tim serkeftî şer dikin ji bo min hewce ne. Ev rastiyên Rêbertiyê ne. Ger hûn dibêjin; “Em jî hêzekin”, ez jî ji we re dibêjim rawestin, kî hêze, emê şanî hevdu bikin. Ma hûn dihizirin ez ne cengawerek başim, xweliyê bixwim û hûnê min bixapînin. Ger evqasî bi quralan bilîzin, hûnê encamên wê jî bipejirînin. Berê ji bo van mirinên bêwext xemgîn dibûm, niha dibêjim divê xwe xemgîn nekim. Ji ber ev lîstokeke. Ger xwe xemgîn bikim, ezê têkil lîstoka dijmin an jî van mirinên erzan bibim. Ezê qet xembar nebim, heta hejandinek herî biçûk jî nejîm, ji ber tevlî vê lîstokê nebim.

Bi qasî quruşekê nirx nadim ên mirina erzan hêjayî xwe dibîne. Min ji bo Mazlum û Egîd nirxandinên pir watedar kirin. Lê hinekan jî ji nedîtî ve têm. Êdî kes nikare bi mirina erzan xwe bispêre refên PKK’ê. Ji ber li wir ê dimire û dikuje jî zerar dide PKK’ê. Can ne canê we ye, canê PKK’ê ye. Canê xwe yê beriya niha biçin li cihek din tine bikin. Wexta hûn beşdarî PKK’ê bûn, canê we yê PKK’ê ye. Yek ji we ne xwedî wî mafî ye wisa erzan li ser vî canî bilîze, hêsan bide kuştin. Heta yek ji me ne xwedî wî mafî ye vî canî ji bo serkeftinên kêm bikar bîne. PKK’yîbûnek rasteqîn wisa ye.

Hêjî di bîra min de ye: Li gundê me jinek hebû, digot; “Ezê narîncokê bigirim, biteqînim, ma ev can ne ya mine?” Vê gotinê qet ji bîr nakim. Çil sal sere derbas bû, encama ku min ji vê bûyerê derxistî, kesek nikare di bin navê ev can yê mine de, vî canî bigire li gorî dixwaze bikar bîne. Ji ber pêwîste ev can ji bo civakê bê bikaranîn. Ango hûn nikarin canê xwe li gorî keyfa xwe bikar bînin. Hûnê ji bo partiyê û xwezayê ji bo civakê bikar bînin. Bi encama min ji wê bûyerê derxistî ve heta roja îro xwe ji bo civakê bikar tînim. Şêwaza dijberî bikaranînê, şêwaza xwe bikaranîna ketiyekê ye. Jixwe hûn dizanin ev jî xizmetê ji kî re dike.

Nexwe di nava PKK’ê de mirina hêsan, çek li erdê dayîn û raye binkeftî bikaranîn nabe. Ev rastiyên cewherî yên PKK’ê ne. Ji ber PKK tevgerek bi zehmetiyên mezin bidest dixe. Em neçarin vê biparêzin. Terbiya PKK’ê ya rasteqîn, fêmkirina vê rastiyê ye. Hûn dibêjin; “Em çawa her roj dimirin, me çawa hezaran çek ji dest dan, fêm nakim.” Ez saxim, tenê ji bo van li ser linga me. Teqez ezê hesabê van bipirsim û di vê mijarê de hûn jî dizanin kesek pir hosta me. Min Komara Tirk bîst salan da razandin û hêjî hesab dipirsim. Vêca ma ezê hesab ji we nepirsim? Tenê ji bo hesab ji we bixwazim, we didim jiyîn. Min ne dixwest van gotinan bikim. Ji ber di cengaweriya min de xisletek heye. Ji ber hinek niyazbaş hene, daku nebêjin; “Me ne bihîst, keyfî jiyan kir û jiyan xirab kir” van dibêjim. Kesek hinek berpirsyariya min dizane yan jî bi aqil be, vê nêzî hişê xwe nake. Her kêlî bi nirxên me lîstin, ew wêran kirin, wisa hêsan ne hedê kesî ye. Ev rastiyên girîngin û teqez hûnê derbixin zanebûnê.

Hûn fêrbûnên xwe didomînin û me tengav dikin. Ez jî pir sebir nêzî we bûm. Mixabin êdî nikarim van helwestên we bipejirînim. Dê ev rastiya PKK’yîbûnê bimeşe. Ji ber pir baş dizanim, ji bilî vê hêza min têrê nake yek ji we bidim jiyîn. Ji aliyekê ve li dildariyên we yên jiyanê dinêrim, li hember jiyanê hinekê baldariya we heye. Lê ji aliyê din ve nêzîkbûnên we yên rê ji mirinê re vedikin jî me pir tengav dikin. Evqas seresertî, evqas sivikbûn, evqas quralên girîng ser guhê xwe re avêtin û bi quralan lîstin nayê pejirandin.

Dihizirim, ecêb dimînim çawa dikarim li hember van rewşên hatine jiyîn li ber xwe bidim. Ev ezabek mezine. Dayîkek wexta lawê xwe winda dike, deh salan bi ser xwe ve nayê. Em jî kêm-zêde berpirsê vê malê ne. Kîjan kesayet dikare beramber evqas windahiyên rojane li ber xwe bide? Me got ji bo vê jî mezin hizirîn, hemû derfet û firsend baş nirxandin hewce dike. Mixabin hûn kêleka van re jî derbas nabin. We rewşek xerckirinê ya mezin jiyan kiriye.

Ev têkoşîn me bi destê xwe anî heta vir. Emê çima pêşkêş bikin? Ne tenê şer, aliyên jiyanê yên din jî hene. Emê çima şeref û serfiraziyê bixin bin lingan? Emê çima xweşikbûn, dilxweşî, azwerî û xiroşa jiyanê veguherînin xembariyek mezin? Evqas şehîd hatin dayîn, evqas îşkence hat jiyîn, ma ev têrê nakin? Gelo mafê kesî heye bi van bilîze? Wan ji bo jiyanê pêk bînin, ango ji bo dilxweşî û xiroşa jiyanê bidest bixin evqasî li ber xwe dan. Lê hûn dixwazin jiyanê cardin veguherînin xemgînî û di nava bêhêviyê de bixeniqînin. Me ji hêla dîrokî ve serbilindî û dilxweşiya jiyanê bidest xistiye. Nexwe hûnê jî jidil nêz bibin ku vê binpê nekin. Ev xalên ku milîtanek şoreşger û rêberek her tim berçav bigre ne.

Dema em li ser pêvajo radiwestin, ev fikir carek din tên bilêvkirin. Ya rastî wexta me dest bi têkoşînê kirî jî, ya li ser me serwer dîsa jî ev fikir û reftar bûn. Ancex we ev bi rikek mezin înkar kirin. Lewra em jî carek din piştî evqas pêşketinan van datînin pêşiya we. Qet nebê piştî evqas keda mezin hewl bidin rastiyan fêm bikin, bi aqil bin û bizanin bibin şerkerek quralmend. Qet nebê bila niha mirov bi qasî bawerî bi soza we dayî bîne xurtbûnê bi we re bibîne. Berê jî baweriya min bi we tevan hebû, min digot dikarin vî karî bikin. Ancex niha xwe weke kesek bîst sale hatî xapandin dibînim. Mafê we ya wisa nîne. Ma min hûn xapandin? Nebawerim. Rehetî divê hûn bipejirînin, li hember we yê herî rasteqîn û ya nehatî yeqînkirin jî kirî, di rewşek serkeftî de bersiv dayî dîsa ezim. Hûnê çima evqasî min bixapînin? Min yek carê jî derew li we nekirin û hûn nexapandin. Ancex jiyana we derewkarî û belengaziyê derbas nake.

Belengazî, bêhêzî û binkeftin, ji derewkariyê xirabtire. Hûn derewan bikin, zêde windahiyên we çênabin. Lê wexta binkeftî bin, hûnê winda bikin û bidin windakirin. Hûn her roj dibêjin; “Emê kesayeta Apo’yî esas bigirin, wisa şer bikin, wisa bijîn.” De başe, vêca ew kirêtî, binkeftin, bêquralî, bêhêzî û lewaziyên hûn li pey xwe dihêlin çine? Kes ji we re nabêje gotinên biryardarî bikar neyînin, bes dema we got jî hevgirtî bin. Şertê sereke yê leşkertî, li ser xwe serwerbûne. Çarçoveyek jiyanê ya hatî destnîşankirin heye, armanc heye, amûr heye û ked heye. Hûnê bizanin bi wan ve girêdayî bin. Dîsîplîn jî eve. Wexta we pêwîstiyên wê pêk anîn, nexwe hûn li ser xwe serwerin. Tê wateya we bi şêweyek pir cidî gava yekemîn a leşkerbûnê û gava misoger a serkeftinê avêtiye. Beriya hûn li ser dijmin serwer bin û çend darbeyan li dijmin bidin, gelo hûn li ser xwe serwerin?

Me bi hezaran şoreşger şandin. Bes yekê jî hêza pêkanîna çarçove û dîsîplîna hatî destnîşankirin raber nekir. Vêca leşkertî li kur tê jiyîn? Hûnê kengê destpê bikin bibin leşker? Ma leşkerek evqasî xwe înkar dike û evqasî dîsîplînê înkar dike dibe? Hûn dibêjin zehmete. Hûn leşkertiyê dixwazin. Ez jî ji we re dibêjim rica dikim, li gorî quralên wê yên dîsîplînê û pêwîstiyên wê tevbigerin. Mixabin hûn jî ser guhê xwe re davêjin. Ger we di xebata siyasî de îflas kiribe, ma hûn dikarin gêrîlatiyê bikin? Pêşî fêrî xebata siyasî bibin. Hûn dibêjin; “Ez ji çekê fêm dikim.” Lê mixabin hûn tiştek ji çekê nizanin. Hûn tam bela ne. Em bi vî halî ve çi ji we bikin? Ger çend berendamên fermande yên ji vî karî fêm dikin hebûna, niha em gihiştibûn serkeftinê. Bi qasî hejmara tiliyên destekê hebûna besbûn. Ancex ew jî nîne. Hemû jî kesên her roj bi quralan dilîzine. Nexwe emê çi ji vê leşkertiya we bikin? Jixwe dijmin jî hûn girtine berçav û wisa li we dide.

Pêwîste hûn nirxandinên Serfermandarê Giştî fêm bikin. We weke kewên hatine girtin, berxan dinirxîne. Hûn xwe çi dihesibînin? Hûn nikarin xwe bispêrin min bijîn. Şerker mil didin hev wisa dijîn. Mafê şerkeran nîne hevdu vale derbixin. Hêza we ya pêkanîna dîsîplînek herî biçûk jî nîne. Hûn dibêjin; “Ez dixwazim kêliyekê zûtir biçim çiyan.” Mafê gêrîlayan nîne vê bêjin. Dizanim, ne ku piraniya wan dixwazin ber bi peywirên dîrokî ve biçin, ji bo ji dîsîplînê direvin dixwazin ji vir biçin. Em hinekê bi dîsîplîn dikin û bi jiyana leşkerî didin nasîn. Piranî jî dixwazin ji vê birevin. We bi xwe got; “Em li vir fêrî leşkertiyê dibin. Hûn hinekê fêr dibin, bêhna we teng dibe. Vêca hinekê hevgirtî bin.

Ger em bikarin ji nava we çend berendamên fermandar ên saxlem derbixin, wê çarenûsa şer bê guhertin. Her wiha dê helwestên her carê me dixin fikaran tine bibin. Wê qonaxek şerê watedar û li nava dilê dijmin bide destpê bike. Ger hêza we ya li ber xwe dayînê hebe, soza we ya leşkerbûnê hebe, bila di vê çarçovê de be. Qet nebê ji vir û şûn de van firsendan binirxînin. Ezê dîsa bi azweriyek mezin van karan bikim. Bes bi we re hêza kirinê heye? Soza şerefê bidin, soza egîdî bidin û em jî karan bi we re hinek kûranî bigirin dest. Bi rastî jî derfetên me berfirehin. Em dikarin rayeyên girîng bidin we, lê hûnê van rast bikar bînin. Her kêlî gotinên weke; “Ez hatim lîstokan, me lihev kir û hatim çewsandin” nekin. Hûnê weke mirovan bêjin; “Ez hatim, min dît, ser ketim. Min nirxand, rast destnîşan kir, bi ser de çûm û ser xist.” Ji bo pêkanîna vê ti astengî nîne. We dît ez weke tê hêvîkirin derneketim, min jî guhdar nekin. Ez jî li pêş we asteng bim, min binpê bikin û bi ser peywirê de biçin.

Hûn behsa kîjan astengî, çewsandin û lihevkirinê dikin? Êdî ev derewin. Divê êdî kesek van gotinan negire ser devê xwe. Ji ber rastî, rastiye. Cudabûna kesî nîne li hember rastiyan li ber xwe bide. Her kes neçare van pêk bîne. Vê PKK’ê û gêrîla wisa bingeha xwe çêkiriye. Hedê kiye li pêşiya me bibe asteng?

Ger komek me ya biçûk, li ser vî bingehî çarçoveya xwe dane, xwe bigihîne asta sond û biryarê, dê çarenûsa vî şerî biguhere. Ma qet wijdan bi we re nîne? Dayîk û bavên we di nava xwîn û xwêdanê de ne. Dilê kesî bi vî rengî windabûna van mirovên ciwan ranake. Hemû jî tên bibin gêrîlayên cengawer. Yek endamê fermandar xwedî li van derbikeve, wê destanê binivîsin. Bes hûn rihê mirovan distînin, dev ji vê berdin. Ji bo vê jî divê hûn di hemû şaneyên xwe de berpirsyariyê bijîn. Pêwîstiyên kar derbixin zanebûnê, êdî divê hûn weke berê bi van karan nelîzin. Heta dawî wate bidin dê çi, çawa bê kirin, çawa nêzî çi bibin û li ser vî bingehî diyar bikin ku ji peywiran re amade ne. Bila komek kes vê bêje, emê hemû rayeyan bidin wan. Ma hîn zêdetir dikarin çi ji me bixwazin? Ger hûn van karan nakin ji min re bêjin, ezê ji we re mal kirê bikim. Ev hêza me jî heye. Em dikarin we weke karmendên teqawîd jî bidin jiyîn. Ancex hûn bi israr dibêjin; “Em cengawerin, egîdî em mest kirine.” Nexwe ez jî dipirsim hûn dikarin xwe li gorî quralan û pêwîstiyên wê amade bikin? Sozên ku heta niha we dayîn axaftinên pîremêran derbas nekirine. Heta fêm bikin ji wan jî xirabtirin û rica dikim hûn dikarin soza rast bidin?

Hevdeh salin min li cihek teng çeper girtiye. Dîsa jî pir dijwar li ser van karan disekinim. Ez xwe weke we pir bi navûdeng jî nanirxînim. Hêz û derfetên min sînordarin. Dîrok diyar dike ev jî mucîze ye. Min dixwest ez jî weke we tevbigerim û yek rê şanî min bide û min derbixe serê çiyan. Lê kes nebû vê bike. Devjêberdin rê şanî bide û derbixe serê çiyan, her kesî ji rê derdixist. Jixwe her tişt ji rê hatibû derxistin. Lê me rast kir. Hûn jî gihan çiyayên azad û her cure çeka wê. Ancex hûn van bikar nayînin. Ma hûnê vê înkar bikin? Nexwe hûnê rewşên diqewimin di hemû şaneyên xwe de bihesin.

Her wiha van tevan ji bo vê vedibêjim: Dijmin hûn kirine hedef, vê şêwaza we ya şerkertiyê baş lêkolîn dike, dixwaze têbigihe û we tine bike. Vaye politikaya hukumetê ya dawî wisa ye. Yê rê ji dijmin re vedike, bi wî dide gotin; “Em dikarin gêrîla têk bibin”, ne ezim, hûnin. Ji ber rojeva min cuda ye. Ev tolaziyên hûn dikin, amajeya dibe ku gêrîla bin bikeve heta dawî we ava kir. Hûnê di demek herî kin de vê amajeyê biguherin. Nexwe ji min peywir nexwazin. Emê çima we weke berxê qurbanê ji dijmin re bikin xwarin? Ger hûn nakin bêjin. Min li Başûr cîh vekir. Li hemû cîhanê cîh vekir. Biçin wan deran, li tenduristiya xwe binêrin. Bila kes soza xapînok nede. Ger di nava we de yê bi rastî jî dixwaze bibe fermandar hene, bila ew soz bidin. Daku ez jî van bizanim, bi fermandar û şerkerên rasteqîn re nîqaş bikim û biryarek diyarker pêş bixim.

Ji vir û pê ve ya girîng, di demek ku bi qasî dijmin cihê hûn li dimînin jî wêran bike har bûyî de, xwesteka karên baş û encamgir pêşxistine. Em jî dixwazin bi ser qonaxek evqasî ku dijmin bi ser ve diçe de biçin û karên serkeftî derbixin holê. Ev hem peywira me ya bingehîne, hem jî serkeftî bikaranîna wan çeperên ku me bi zorê girtine. Hûnê jî hewcedariyên vê bi berpirsyariyek mezin fêm bikin û bicîh bînin.

Jiyanek we ya pir zehmet jiyayî û ji ya min zehmetir derbas bûyî heye. Îdîayek we ya cengaweriya di wateya rasteqîn de derxistî zanebûnê û îdîaya we ya fermandarî heye. Êdî çarçoveya wê jî bibînin. Di vê mijarê de heta dawî bi dîsîplînim, di pêkanîna pêwîstiyên têkoşînê de dijwarim. Piştî ev alî tev hatin fêmkirin, ev kar pir dereng jî bin dê bikevin rêya rast û serkeftina wê jî pêş bikeve.

RÊBER APO

23’yê Nîsanê 1996