Ji bo raya giştî û çapemeniyê!
Pêngava Tolgirtina Şehîdên Şîlo ya ku 11 Adarê de destpêkiriye di encamê berxwedaniyekê mezin de di 25’ê Adarê de gundê Medîban ji aliyê hêzên HPG-YJA Star û YPJ-YBŞ bi temamî hatiye rizgarkirin.
Di 25-26’ê Adarê de di Pêngava Azadkirina gundê Medîban de berxwedaniyekê bêhempa hatiye pêşxistin û şerekê berfireh jî hatiye meşandin. Di vê berxwedaniyê de du hevalên me yên ku bi fedekartiyên mezin di xeta fedaî a Apocitî de têkoşîndane meşandin rêhevala me Gulçîn Dîdar(Mînera Mîna) û Zevîn Qamîşlo(Rûken Elî) şehîd ketine. Cardin şervanên YBŞ Genco, Şoreşger û şervana YPJ’ê Nujîn di têkoşînê de cihê xwe herê pêşde girtine û şehîd ketine.
Sicîlên rêhevalên me yên ku şehîd ketine wiha ye;
Ev rêhevalên me yên hêja yên ku di oxira azadiya gelê me de ji bo her curên têkoşînê amadebûn di vê oxirê de bi azîmekê mezin û biryarbûyînekê xurt şerkirin û şehîd ketin. Ev sekna wan ya bibiryar, şêwazê têkoşîna wan ya bi azîm, girêdanbûyîna wan yê bi gelê me re û nirxan ve mîrasê têkoşîna ku devrê rêhevalên xwe kirine nîşaneya rêya ku bi serkeftinê re kilîtbûyînê ye. Emê di vê rêyede serkeftinê tacîdar bikin.
27 Adar 2016-03-29
Fermandariya Şengal a YJA Star