Ji bo gelê me yê welatparêz û raya giştî;

Gelê me yê hêja;

Gelê Kurd yê ku xwedî çandekê berxwedaniya  mezine di roja me ya îro de ev çand her diçe mezin dibe û dibe çavkaniya ruhê tevahî mirovahiyê. Çanda AKP yê faşîst; bi komkujiyan û bi zulmê xwe da diyar kirin ku nikare bi tû awayî li hember vîna gelê Kurd tehemûl bike.

Artêşa TC ya faşîst li hember tevgera azadiyê ketiye di nava planên îmha û tasfiye kirinên gelek mezin de. Di heman demê de artêşa TC û dewleta wê di tevahî herêmên Kurdistanê de rewşa awerte îlan kiriye û êrîşên xwe pêkanîne. Li hember van pêşketina ne gerîlayên YJA Star û HPG berxwedaniyên gelek mezin pêşxistine û hema bibêje gelek herêmên Kurdistanê de çalakiyan pêktînin.

Tevahî rêhevalên me yên ku di encamê van çalakiyan de gihiştine şahadetê li gor ruhê demê tevgerane û lehengtiyên gelek mezin dane raber kirin. Rêhevala me Evîndar Gelî jî yek ji wan rêhevalane. Rêhevala me Evîndar Gelî di 27’ê Tebaxê di herêma Besta de bi rêheval Devrîm Dîgor(Fîgen Erensu), Kamuran Cudî( Musa Onger) û bi Botan(Gabar Şutuk) re gihiştin şahadetê. Rêheval Evîndar di çiyayên Kurdistanê yên azad de salên dirêj jiyan û şerê xwe berdewam kiriye. Bi awayekî çalak beşdarê vê pêngavê bûye û bi tu awayî ji fedekartî û ji berpirsiyartiyê xwe dur ne xistiye.

Rêheval Evîndar azadiya gelê Kurd ji tevahî hedefan bi nirxtir û mezintir dest girtiye û nêz bûye. Li ser vê bingehê jî tevlê jiyanê bûye. Di heman demê de rêheval Evîndar jiyana azad yê li gor felsefeya Rêber APO jiyan kirinê, weke çalakiya herê mezin a li hember tevahî paşverûtî û jiyana kole dîtiye û li ser bê bingehê jî jiyan kiriye. Rêheval Evîndar xwedî ruhê fedaî yê rêheval Zîlan û Bêrîtan derketiye.  

Cardin rêhevala me Devrîm Dîgor jî, ruxmê hevalek nû ye jî lê di demek kin de bi çalak tevlê jiyana gerîla bûye. Bi azwarî jiyana gerîla ve hatiye girêdan. Li hember pergalê jî bi çalak xwe darastin kiriye. Ji bo ku êrişên neyar yê li ser gelê Kurd pêktîne paşde bide bi awayekî çalak beşdarê hemlê bûye û gihiştiye şahadetê.

Weke YJA Star emê herdem bizanin bibin rêhevalê/î rêhevalên xwe yên şehîd. Emê xwedî mîrasên wan yên ku ji mere hiştine derbikevin. Li ser vê bingehê em di şexsê rêheval Evîndar û Devrîm de li hember bîranînên şehîdên me bi rêzdarî bejna xwe di tewînin.

Fermandariya Biryargeha Navîn a YJA Star

Navê kod: Evîndar Gelî
Nav û paşnav: Ayşe Bor

Dîrok û cîhê dayîk bûne: Îstanbul

Navê dayîk û bav: Besê-Nuretîn

Dîroka Beşdarbûne: 2003

Dîrok û cîhê şahadete: 26 Tebax 2015 Besta

Navê Kod: Devrîm Dîgor

Nav û paşnav: Fîgen Ereneşsu

Cîh û dîroka dayîkbûne: Kars

Navê dayîk û bav: Hanîfe- Teyfîk

Dîroka beşdarbûnê: 2014

Cîh û dîroka şahadete: 26 Tebax 2015 Besta