Ji gelê me û raya giştî re!
Rêhevala me Canwelat a ku di pêvajoya azad kirina Şengalê de cihê xwe di hemla ku ji aliyê gerîlayên me yên HPG-YJA Star ve hatibû despêkirin de girtibû û rolek pêşengiyê leyîst, nêzî salekê di çeperên Şengalê de bû, di hemleya Geliyê Şilo de bi cesaret û fedekariyeke mezin cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Rêhevala me Canwelat, bi vekirina korîdorê re di nava grûbên destpê yên ku berê xwe dan şengalê de cihê xwe girt û bi vî rengî berê xwe da çeperên herî pêş. Di nava berxwedana salekê de ji Şilo heya Şengalê bi rengek aktîf li dijî çeteyên kujer şer kir û bi vê tekoşîna xwe ya dijwar ve sekneke pêşeng nîşan da. Weke gerîlayeke YJA Star’ê, bû yek ji hevalên ku bi biryardariyeke mezin li dijî wehşeta ku li ser jinên Êzîdê hat meşandin bi tekoşîna xwe sekinî. Rêhevala me Canwelat di roja 26 Çile’yê de di qada Geliyê Şilo de dema ku di girek de li ser erka xwe bû, di encama qezayekê tevlê kerwanên şehîdan bû…
Sîcîla rêhevala me ya ku şehîd bûye;
Fermandariya YJA Star a Şengalê
30 Çile 2016