Ji çapemenî û raya giştî re!

Ji bo azadîya rizgarkirina tevahî gelan u jinan, ji bo azadîyê her tim di  nava tekoşîneke mezin de bu. Tekoşîna ku meşandîye bûye hevîya gele bin dest, bi dayîna bedelên mezin heya roja me ya îro hatîye.Tekoşina me ya dîrokî  bi hezaran rêhevalên me yên giranbaha yên ku di şahadeta wan da em zorîyê dikşînin, di encama şerekî dijwarda ya ku derketîye holê şahadîya wê dikin. Yek ji wana jî gihîştina şahadeta dîrokî ya rêhevala me Stêrk Serdar e.

Şehit düşen arkadaşımızın sicil bilgileri;

Navê Kod: Stêrk Serdar
Nav Paşnav: Zozan Dozdar Haran
Cihê dayîkbunê: Amed
Navê dayîk u bav: Meyase – Yusuf
Cihê Dîroka Şahadetê : 6 Ekim 2016 / Şengal

Zozan – Stêrk Serdar

Rêhevala me Sterk Serdar (Zozan Dozdar Haran) di 26’ê îlonê di encama qezayekê de birîndar bu û rakirin nexweşxaneyê. Rexmê hemû hewildanên doktoran jî  hevala me Stêrk Serdar xilas nebû û di 6’ e Cotmeh’ ede gihişt şahadetê.

Rêhevala me Stêrk bi eslê xwe ji Amedê ye. Mîna bi hezaran ciwanên kurd yên ku zilma dewletê qebûl nekir, rastiya ku ji malbata xwe ya welatparêz  fêr bû, hîna di temenê xwe yên biçûk de dikeve nava lêgerînek mezin. Şoreşgertî û rastîya welatê xwe ji bavê xwe Şehîd Serdar  ku fermandariya  Amedê kiribu  hîn bû. Lewra  berê xwe da nav refên Tevgera Azadiyê.

Rêhevala me Stêrk li herêmên wekî  Gare, Heftenîn, Mexmur û herî dawî jî li Şengal’ê ma bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe hewlda da Kurdistanê dagir bike û gelê me qetil bike bi israrek zêde berê xwe da Mexmûr ji bo gel biparêze. Ji ber ku hîna dagirkeriya çeteyan li Şengalê berdewam dikir, qêrîna jin û keçên Êzidî rêhevala Stêrk hindirê xwe hîs dike û hat qada Şengalê.

Di xeta tekoşîna azadîya jinê da mîlitanekî pir xurt,bi Serokatî ra giredayî u bi felsefa Wê da meşandin ji bo na  rêhevala Stêrk îddîa u armancekî pir mezin bu. Di tekoşîna me da bi peşenktî u di reya buyîna fermandarîye da hevalekî mînak bu. Hezkirina wê ya jîyanê u giredanbuyîna wê ya hevaltîye pir mezin bu. Ji ber wê jî rêheval Stêrk di demekî kurt de bi ken,bi moral û bi dil germbûna xwe di dile hemu hevalên xwe da cihe ki mezin girt.

Em wekî  Fermandariya YJA-STAR a Şengalê ji malbata xwe ya giranbiha û gele xwe  re sersaxî dixwazin û di şexsê şehîd Stêrk û hemû şehîdên xwe de soza xwe nû dikin û soza bilindkirina tekoşînê didin.

FERMANDARÎYA YJA-STAR A ŞENGAL

10 COTMEH 2016