Ji bo raya giştî û çapemeniyê!

Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi şehîdên xwe hebûna xwe avakiriye, weke tevgerekê ku dîrok nivîsandiye di nava nirxên mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Ji bo vê ye Rêber APO ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê “şehîdên me raboriya  me, dahatuya me û pêşeroja me ye” bi nav dike. Dîroka Kurdistanê yê 40 salî bi rastiya şehîdan ve bûye dîroka afirandina azadiyên me û derbaskirina siberojên me.

Di Kurdistanê de jiyana nû, bi ruhê berxwedanê yê şehîdên me, bawerî, biryarbûyîna wan, hêvî, heycan û fedekartiyê wan bi kedên mezin re pêk hatiye. Şehîdên me  ji bo gelê me bûne vegotina herê rast yê afêrînerên hêviyê,hevaltiya herê rast, welatparêztî yê. Di nava pelên dîrokê yê lehengtiyê de li Qadên Parastina Rewa di herêma Xakurkê de di nava meha Sibatê de me 3 rêhevalên xwe yên şehîdên jin oxirkirin. Rêhevalên me Arjîn(Fatma Demîr), Devrîm(Tûrkan Taş) Rocyar(Seher Yildirim) weke tevger û gel şerê giran yê ku em ketine di nav de kêliyên ku xebatên xwe bi vînekê mezin û bi baweriyek bi hêz rêvedibirin di encamê êrişên neyar de gihiştin şahadetê.

Sicîlên rêhevalên me yên şehîd ketine wiha ne;

Nav û paşnavê kod: Arjîn Fîs
Nav û paşnav: Fatma Demîr
Cihê rojbûyînê: Amed
Navê dayîk û bav: Ayşe-Feyzî
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2016/Qadên Paratina Medya
Nav û paşnavê kod: Devrîm Garzan
Nav û paşnav: Tûrkan Taş
Cihê dayîkbûnê: Bîtlîs
Navê dayîk û bav: Xemê- Îsa
Cîh û dîroka şahadetê: Sibat 2016/ Qadên Parastina Medya
Nav û paşnavê kod: Rocyar Sûweyda
Nav û paşnav: Seher Yildirim
Cihê rojbûnê: Enqere
Navê dayîk û bav: Belîzar- Ramazan
Dîroka şahadetê û cihê wê: Sibat 2016/ Qadên Parastina Medya

Rêheval Arjîn ji sala 2002’an de cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de digre bi sekna xwe ya dilnizm, sekna xwe ya zane, girêdanbûna xwe, fedekartî û sekna xwe ya fedaî re di şexsê xwe de nirxê ku xeta azadiya jin derxistiye holê nûnertiya wê bê kêmasî jiyan kiriye daye jiyankirin. Tevahî erkên ku girtiye jî ne weke fermandarek, berpirsiyartiyên xwe weke şoreşgerek bi biryarî aniye cîh, di aliyê leşkerî, birdozî û rêxistinî de pêşeng bû.

Rêheval Devrîm û Rocyar jî di sala 2010’an de beşdarê nava têkoşîna rizgariya gelê me bûne. Di nava demên zehmet yê têkoşînê de bi ruhê Zîlan û Bêrîtanan pêşwazî kirine. Têkoşînê mezin kirine û bi biryariyek mezin xwedî li têkoşînê derketine.

Em di şexsê rêheval Arjîn, Devrîm û Rocyar de yên ku di nava şerê azadiya jin de bi kedên xwe, bêrikirinên xwe, bi armancên xwe bi hest û fikrên xwe yên mezin re beşdar bûne tevahî pakrawanên xwe bibîrtînin. Biryarbûn û wêrektiya ku me ji rêhevalên xwe yên şehîd girtine emê têkoşîna azadiyê bigihinîn serkeftinê. Emê xwe bigihînin hêza rêxistinkirî yê tolgirtina tevahî nirxên ku ji destê gelê me hatine girtin destxistinê.  Wê ev tol her tim berdewam bike. Em jî weke rêhevalên wan emê meşaleya azadiyê ji wan devir bigrin û layîqê wan derbikevin.

Bi vê wesîleyê em ji malbata me ya DEMÎR yên ku ji damezrandina partiya me PKK’ê heya roja me ya îro bi girêdanbûna nirxên xwe yên têkoşînê ve tê naskirin sersaxî dixwazin. Di heman demê de em ji malbatên me yên hêja Taş û Yildirim re jî sersaxî dixwazin.

9 Adar 2016

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star