Ji gelê me yê Kurdistanî yê welatparêz û ji raya giştî ya demokratîk re

Em berxwedaniya destanî ya YPG û YPJ a ku li Rojavayê Kurdistanê azadiyê misoger dike û gav bi gav azadiya gelên li Suriyê hedef dike û li dijî êrîşên ku di tevahî Rojavayê Kurdistanê de destkeftiyên şoreşê yên ku bi hemleya şoreşa 19’ê Tîrmehî re hatine bi dest xistin hedef digrin, her wiha em berxwedaniya ku herî dawî di Kobanî de li dijî van êrîşan pêşketî silav dikin. Em hêza pêşeng a vê berxwedaniyê YPJ’ê di 2’mîn damezrandina wê de pîroz dikin. Em di 2. Damezrandina YPJ’ê ya ku bi Silava re destpê kir û bi şehîd Ronahî, Jînda, Ruksen, Jiyan Ehrez, Warşîn, Newroz, Amara, Dîcle, Diyana, Arjîn, Madora û bi dehan jinên ciwan bi ruh û eşqa azadiyê re nasname qezenc kir, bawer dikin ku wê ji bo Sûriyeke azad û demoratîk bi performanseke ku rastî vê misyona wê ya azadiyê were, tekoşîna gelan û ya jinan bilind bike. Li ser vê esasê em ji çiyayên azad ên Kurdistanê yên ku xwedawendan textê xwe lê ava kirine, salvegera damezrandina YPJ’ê silav dikin. 4 Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêber APO yê ku di Rojhilata Navîn de wek rojê hilat, bi afrandina felsefeya jiyana azad a ji bo gelan û ji bo jinan tevahî bindest ronî kirin. Ev roj di heman demê de roja ku YPJ hatiye danezan kirine. Hêza parastina jin YPJ a ku di rojek wiha bi wate de hatiye îlan kirin, bi asta pêşengiya ji şoreşa Rojava re û ji bo azadî û pêşxistina yekîtiya Suriyeke demokratîk, bûye ronahiya gel û jinên Rojhilata Navîn jî. Ev agirê şoreş û azadiyê yê ku ji gerîlabûna jin a ku bi xwîna bi sedan jinên azad ên mîna Şehîd Dîcle Kobanî, Dîlan Dêrik û Şehîd Şîlan ve bejin daye îlham digre, îro di tevahî parçeyên Kurdistanê de pêl bi pêl di deşt û bajaran de belav dibe, tevahî herêmê bandor dike, mezin dibe û di pêşengiya jin de meşa azadiyê berbi zaferê ve diçe. YPJ a ku hêzê ji mîrasa artêşbûna jina azad a ku di çiyayên Kurdistanê de di roniya felsefeya Rêber APO de mezin dibe digre, di parastina nirxên şoreşê yên ku bi şoreşa Rojava re derketiye holê, hêza wê ya bi ewle ye. Şoreşa ku bi Rojavayê Kurdistanê re pêş ketiye, şoreşa jinê ye. Di vê wateyê de parastina nirx û destkeftiyên ku derketina holê, di heman demê de parastina nirxên jina azad û parastina jiyana azad-demokratîk e. Bi taybet jî jiyana demokratîk û azad a ku hesreta gelê Kurd a bi sedan salane, veguherandina pergalekê, bi hêza xwe ya cewherî re di van rojên şoreşê yên ku îradeya bi xwe xwe rêvebirinê afirandiye, li dijî êrîşên ku di navenda Kobanî de pêş ketine, ya ku wê pêşengiyê ji hêza bilind kirina berxwedaniyê re bike, hêzên YPJ’ê ne. Di vê bingehê de li dijî van êrîşên bê eman, di vê berxwedaniya pîroz a ku ji 7 salî heya 70 salî ji bo parastina nirxên gelên me yên azadiyê seferber bûne, bi baweriya ku wê YPJ bi berpirsyariya ku dikeve ser milê wê û bi eşqek mezin ve tevlê bibe, em berxwedaniya wê silav dikin. Wek fermandariya biryargeha navendî ya YJA Star careke din salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz dikin, di tekoşîna wê ya azadiyê de serkeftinê dixwazin.

Bijî berxwedana YPG-YPJ

Bijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê

3 Nîsan 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star