Ji gelê me yê welatparêz, raya giştî a demokratîk û ji tevahî jinên tekoşînvan re!
Me konferansa xwe ya 6. a asayî di navbera dîroka 27’ê Mijdar-4’ê Kanûnê bi tevlîbûna 134 delege û guhdarvanan re li darxist. Konferansa me ya bi dirûşmeya ‘‘em tekoşîna Sara û Rojîn’an bilind bikin, esareta li ser Rêber APO bişkînin’’ hate pêkanîn, li ser nirxên tekoşînê yên di pêngava şerê gel yê şoreşgerî de derketiye holê bi nirxandina qonaxa îro em hatine re, biryardariya tekoşînê ber bi zaferê de bibin derxistiye holê.
Konferansa me ya 6. di serî de qadên me yên bakûr, bi tevlîbûn tevahî qadên parastina medya ve pêk hat. Konferansa me ya ku li rastî salvegera 35. damezrandina PKK’ê hatî, ruhê tekoşîna azadiya jin ya cewherê rastîn ya PKK’ê ye, biryara di roja me ya îro de bide dewam kirin derxistiye holê.
Tekoşîna azadiya jin a di bin pêşengiya rêhevala Sara ku yek ji milîtanên avakirina PKK’ê ye bilind bûye, di salvegera 20. ya artêşbûna me ya gerîla de, bi Rojînan xeta milîtantiya fedaî gihandiye lûtkeyê. Ev xeta me ya tekoşîn û jiyanê, di hundirê tekoşînê de di şexsê bi sedan rêhevalên me yên şehîd de xwe daye îfade kirin.
Di pêvajoya yekemîn ya artêşbûna me ya gerîla a jin de Rêber APO perspektîfa ‘‘jina ku di PKK’ê de bi artêş dibe û azad dibe, di jiyanê de temînata serkeftinê ye’’ daye û tekoşîn pêşxistiye. Tekoşîna me ya ku bi vê perspektîfê pêşketiye û xeta me ya jiyan û ya berxwedaniyê derxistiye holê, di Kurdistanê de bûye temînata jiyan û parastina gelê me û ya jinan. Mîrateya ku îro tekoşîna azadiya jin derxistiye holê, îro li hemû perçeyan artêşbûna jin a hêza parastina cewherîne derxistiye holê. Weke artêşa gerîla ya jin bi vê rastiyê ketina rê, di mijara tekoşîn ber bi serfiraziyê ve birin, konferansa me ya 6’mîn asta îdîa û biryardariya bihêz derxistiye holê. Di rastiya perspektîfa Rêber APO ya ‘‘Emê ne weke berê şer bikin, ne jî weke berê jiyan bikin’’ ji bo ku em bi rûmetî, jiyana azad û tekoşînê bi misogerî ber bi zaferê ve bibin, ji nû ve avakirina hêzên me yên YJA STAR weke wezîfeyeke dîrokî û mercên têkûz konferansa me tespît kiriye. Li kêleka rastiya şervantiya fedaî ya bi pêngava şerê gel yê şoreşgerî ya ji sala 2011’an ve tê meşandin derketiye holê, di vê demê de aliyên me yên nebes û kêm yên xwe bi zaferê ve mifte nekiriye jî, di nîqaşên konferansa me ya 6. de hatin nirxandin û bi şêweyek bihêz rexne û rexnedayîn ji wan re hate dayîn.