Ji Gelê me û raya giştî demokratîk re!

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku di nava YPG’ê de li Rojavayê Kurdistanê bi nasnameya xwe ya xweser cih digire, Rêxistinbûyîna YPJ’ê ya beriya demeke kin bi konferansekê pêk hat, ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê û Şoreşa Rojava, bûye temînatek. Çawa ku şoreşa azadiyê ya Rojava ya 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya helwesta çalak û berxwedêr a jinên li refên YPJ’ê bi pêş ket, îro jî ji bo parastina gelê Kurd, hemû gelên li Sûriyê û jinan, roleke girîng dileyze.

Têkoşîna 40 salan a li Kurdistanê û berxwedana fedaiyane ya jinên Kurd, îro bingeha berxwedana jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Eger îro têkoşîna azadiyê ya jinê li Rojavayê Kurdistanê bi nasnameya YPJ’ê veguheriye artêşbûna jinê, ev bi saya Dîcle Kubanî, Şervin Dêrik, Şîlan Kubanî, Fîdan Efrîn û bi sedan jinên Rojavayî yên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, derketiye holê. Ev şehîdên me yên jin, bi bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinê re, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê aniye qonaxa îro.

Artêşbûyîna gerîlayên jin a xweser ya li Kurdistanê birêxistin dibe, ji ber ku xwedî perspektîfa rizgariya hemû jinan e, ne tenê jinên Kurd jinên Tirk, Erbe, Çerkez hwd. ên li Rojhilata Navîn di nava xwe de vedihewîne û rizgariya wan ji xwe re dike hedef. Jinên ku îro li Rojavayê Kurdistanê di nava YPG’ê de bi navê YPJ xwe xweser birêxistin dikin, xwedî li vê berxwedanê derdikevin. Têkoşîna azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê wê bi pêşengiya jinan bi ser bikeve.

Em şehîda yekemîn a YPJ’ê Silav (Meryem Mihemed) a di rojên dawî de bi berxwedaneke leheng şehîd ket silav dikin û li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Em ji hemû şervanên YPJ’ê bi bawerin ku ewê ji bo bîranîna hevala Silav têkoşîna li Rojava xurtir bikin û ji wan re serketinê dixwazin.”

1 Hezîran 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA Star