Ji bo çapemeniyê û raya giştî!

Komploya 15’ê Sibatê ya ku di dîrokê de komploya herê bi lenete, di şexsê Serokatiya me de li ser tevahî Kurdan û mirovahiyê hate pêkanîn lenet dikin. Em rêhevalên xwe yên ku girêdanbûyîna xwe bi Rêber APO re û azadiyê re bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ji tevahî cîhanê re dan danezanîn û bê dudilî giyanên xwe dan azadiyê û tevahî rêhevalên me yên ku bûne şopdarê wan şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîrtînin. 

Tevahî demên ku hêzên navnetewî yên hegemonîk lewaz dibin, dikevin di nava kaos û ne diyartiyê de êrişên xwe li ser Rojhilata Navîn zêdetir dikin. Tê zanîn ku li ser Rojhilata Navîn de tê, dixwaze statûya xwe ya vir berbi çavan re derbas bike li ser vê bingehê jî şer di welatê me de pêşde dibin, bivê awayî dixwazin herêma me veguherînin gola xwînê. Û di her demê de Rêberê me, tevgera me û gelê me dixe navenda êrişên xwe. Herwiha komploya navnetewî encamê vê rastiyê ye. Îro pevçûnên ku di asta şerê cîhanê yê siyemîn de tê jiyan kirin tecrîtê ku li ser Serokatiya me tê kûr kirin, êrişên li ser tevgera me û gelê me jî vê rastiyê tîne berçavan. Çawa ku di encamê şerê cîhanê yê 1-2.de bi perçekirina Kurdistanê re têşe ji welatên dever re hate dayîn û di Rojhilata Navîn de statûkoyek nû hate avakirin, dixwazin heman tiştê di roja me ya îro de jî li ser Serokatiya me û Tevgerame ya Azadiyê pêkbînin. Lewma di roja 15’ê Sibatê de ango di roja ku li ser Şêx Seîd komplo hatiye pêkanîn di vê rojê de Serokatiya me jî anîne Îmraliyê. Gelek cara dîrok ji me re da ye peyîtandin ku, tevahî tiştên tên kirin, gavên ku tê avetin ne tesadûfe. Ji bo vê dîroka 15’ê Sibatê bi zanabûyîn hatiye hilbijartin û pratîkî jî hatiye pêkanîn. 

Ev 18 sale Serokatiya me di girava Îmaralî de li hember îşkenceyên dij mirovatiyê re dûçar maye. Li hember tevahî îmha û tûnekirinê jî her tim di nava berxwedaniyê deye û di tevahî gav avetinên xwe de komplo vale derxistiye. Serokatiya me daye peyitandin krîza ku pergal jiyan dike, rewşa ku civak xistiye tê de encex bi modernîteya demokratîk re dikare derbas bibe û vê jî îspat kiriye. Hêzên ferq kirin ku bandoriya Rêberê me ji bo wan xeteriyeke hewildan pêşiya vê bigrin. Bi taybetî jî pêşketinên ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji bo Kurdan pêşdikevin bûye tirsa desthilatdariya faşîst a AKP-Erdoğan. Dîtin ku di van serkeftin û pêşketinan de serkeftinê Serokatî yê mezin heye ji bo vê ji nû de berê xwe dan Serokatî. Ji sala 2015 de di 5’ê Nîsanê heya roja me ya îro bi Serokatiya me re bi tu awayî têkiliyekê bi sexlem ne hatiye pêşxistin. Desthilatdariya AKP li ser faşîzma xwe faşîzm zêde dike û li Bakurê Kurdistanê OHAL’a ku dabûn destpêkirin bi awayekê fermî dane destpêkirin. Îro jî ji bo ku vê bi pergal bikin diçin referandumê. Çeteyên AKP’ê û Erdoğan difikirin ku yekemîn rêya qezençkirinê êriş birina li ser Serok APO û Tevgera Azadiyê derbasdibe û li ser vê bignehê jî tevahî polîtîkayên xwe rêvedibin. Ev nêzîkatî û gotinên wan bi awayekî gelek eşkere bê exlaqtî û gafletiya ku ketine tê de dide diyakirin. Pêwîste ev tu carî neyê jibîr kirin, polîtîkayên ku li ser Serokatiya me pêşdixin wê bibe topekê agir wê bi awayekê teqez wan bi şewtîne. Dewleta ku serî li van leystokan dide, desthilatdariya ku faşîzmê li ser gelê Kurd sawêr dikin bila baş bizanin, di her aliyê Kurdistanê de fadayîyên xwe, bi milyonan welatparêzên xwe, qadroyê xwe li her derê belavbûne, wê ev tevger di derdorê Serokatiya me de bûne çemberek ji agir. Ne gengaze ku ev çember qutbibe. Qirna sedsala 21.bi Serokatiya me, jin, gelê me û li ser navê nirxê mirovatiyê paradîgmeya bi azadiyê re tacîdar dibe. Pergala wê, hêzên parastînê di xeta fedayîbûyînê de bi vînekê mezin û bibiryariyekê bilind dibe. 

Gelê Kurd, bi jin, ciwan, pîrên xwe, şervan û berxwedanvanên xwe re di pêngava “Xweseriya Demokratîk û ji nû de avakirina jiyana azad û parastina wê” de berxwedaniya bêhevta dane raxistin û girêdanbûyîna xwe ya li hember Rêber APO dane ispatkirin. Ji bo vê em dibêjin, em li kuderê dibin bila bibin ger ku em di azadiya Serokatiya xwe de miftebibin, xwe, jiyana xwe, çalakiyên xwe li ser vê bingehê rêxistinbikin û berbi serkeftinê ve gavên mezin bavêjin emê komploya navnetewî vale derbêxin û pergala Îmraliyê ji cihê wê derxin û bavêjin.

Em weke hêzên jiyana azad û parastina jinan hêzên YJA Star ji tevahî cîhanê re dibêjin, jiyanekê bê Serokatî bi tu awayî na pejirinîn, em kêliyekê bê Serokatî henase girtinê ji xwe re heram dibînin. Emê ala azadiyê ya ku me ji Sara’yan mîras girtiye heya dawiyê bilind bikin, bi ruhê îradebûye yê Kurdêyan, Rotîndayan, Viyanan, Evrîman xwe bi arisînin, bi felsefeya fedayîbûyînê yê rêheval Zîlanan, Arînan, Zeryanan, Doğayan şer bikin û bi Rêber APO re hevdîtina mezin bi afirînin. Pêwîste ev bi tu awayî neyê jibîr kirin, her gerîlayekê YJA Star fedaîyên azadiyê yê Rêber APO ne. Di vê wateyê de em cardin tevahî rêhevalên me yên şehîd ên ku ji tarîtiya komployê re bûne ronahî bi rêzdarî û mînet bibîrtînin, emê berxwedaniya wan bi serkeftinê re tacîdar bikîn, di derdora Serokatî de bibin çemberekê ji agir û soza şopdarê rêhevalên me yên şehîd didin. 

Her bijî Rêber APO!

Bimre komploya navnetewî û hêzên komploger

Bimre her curê paşverû û faşîzim

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star