Ji bo gelême û raya giştî!

Rêhavalên me Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Söylemez yên ku girêdayî Fransa Parîsê, bi awayek hovane hatine qetilkirin em bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin, em soz didin ku tekoşîna azadiyê ya dane despêkirin emê bighînin serkeftinê.

Di pêvajoyek wisa de, sê rêhevalên mê yê jin xistina hedef, êrîşek bi zanebûn, bi plan û rêxistinkiriye. Yê ku cewher û rewişta PKK’ê didin diyar kirin, di bin her şert û mercan de nûnertiya xeta APOCİ’tî dikin milîtanên me yên jinin, ji bo vê yekê ev êrîş di şexsê van her sê hevalên me de li hember tevgera me ya azadiyê û xeta APOCİ’tî hatiye pêşxistin. Ev êrîş di nav sînorên dewleta Fransa de pêk hatiye. Ji bo vê jî, berpirsyariyên ku dikeve ser milê dewleta Fransa yê bi awayek vekirî di holê de ye. Wisa diyare ku ev êrîş, ji aliyên hêzên navnetewî û Gladiyo ya Tirk ve hatiye pêkanîn. Ev êrîşa organîzekirî û bi rengekî pispor hatî pêkanîn dema di saêtê despêkê de hate bihîstîn, alîkarê serok wezîrê AKP’ê Huseyîn Çelîk, ji bo vê qetlîamê bavêje ser tevgera me seneryo çêkirin û ew senaryo xistin rojeva çapemeniya xwe de. Bûyer bi temamî berovajî kir. Ew gotinên wî jî dide diyarkirin ku dixwaze ber pirsiyartiya dewleta Tirk ya di vê bûyerê de binuxumîne û raya giştî jî manîple bike. Ev jî xapandinek û perçeyek ji şerê psîkolojîk ya li ser tevgera me ya azadiyê ye.

Ev qetlîam di nav sînorên dewleta Fransa û cihek wek Parîsê de di nav rojê de, li kolanek herî tê bi kar anîn pêk anîn, pêwîste dewleta Fransa yê, pir zû ronahî bike. Ger ku ronahî neke emê wan ji qetilkirina rêhevalên xwe berpirsiyar bigrin. Wek hêza parastina rewa ya tevgera azadiya jin YJA Star em dibêjin, ev êrîş ji aliyê kêve hatibe pêşxistin, emê hesabê wê bûyerê bipirsin.

Rêhevala me Sakîne Cansiz, di despêka damezrandina PKK’ê de tevlî nava refên tekoşînê dibe. Di tevgera azadiyê de yekemîn milîtana me ya jine, dîsa di heman demê de jî di asta pêşengtî de mohra xwe li artêşbûyîna jinê daye. Rêhevala me Sakîne, berxwedanakî bi rumet li zindana Amedê da nîşandan û dîsa wek gerîlayek jin di artêşbûna jinê de rola pêşengtiyê leyîst. Her timî evîndara çiyayên Kurdistanê bû, di herêmên azad de ji bo kesayetên jinên azad û nasnameyên jina azad pêşbêxe, hewildanên pir mezin û kedek pir bi nirx daye raber kirin. Di çiyayên Kurdistanê de bi seknek agirçav, kelecan û morala şoreşê her tim dida jiyan kirin. Bi qasî ku ji me re bû çavkaniya moralê ewqas jî bû pîvanê jina milîtan a şoreşger.

Çiyayên Kurdistanê xwedawenda xwe ya azadiyê winda kir. Rêhevalên me Leyla û Fîdan jî di qadên cûda de tevlî tekoşîna me ya azadiyê bûne. Ev hevalên me jî milîtantiya jin ya azad gihandine astek bilind û bi tekoşîna xwe di azad kirina civakê de rolek pêşeng leyistine. Artêşa me ya jin ya ku di pêşengtiya rêhevala me Sakîne de pêşketî, teqez qetilkirina her sê hevalên me yê jin tu carî napejrîne û yê vê êrîşê bê bersiv nehêle. Em soz didin ku emê biranîna wa her tim jiyanî bikin û emê tekoşîna wa ya azadiyê bi ked û hewildanên mezin bilind bikin û bighînin serkeftinê.

Bangaweziya me di serî de ji jinên Kurd û hemû gelê me re ewe ku xwedî li şehîdên me derbikevin û ji kujera hesap bipirsin.

11 Çile 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA Star