Ji bo gelê me yê welat parêz û raya giştî

Ev nêzi 6 mehe di çiya yên Şengalê de berxwedaniya gerîlayên HPG, YJA Star û şervanên YBŞ berdewam dike. Li ser bingehê ku ev berxwedanî derxistiye holê ji 20 ‘ê Kanunê heya niha di navenda bajarê Şengalê de Operasyona Azadkirina Şengalê berdewam dike. Berxwedaniya bi rewnaq yê bi lehengên gerîlayên HPG, YJA Star û şervanên YBŞ berdewam dike.

JinênYBŞ yên ku cihê xwe di nava operasyona azad kirina Şengalê de girtine, ji bo ku vê hemleya azad kirinê bi hêztir bikin û Şengalê rizgar bikin, azadiya gel û jinan destbêxin û çanda Êzdîtî yê azad bidin jiyanî kirin 5’ê Çile civîna xwe ya damezrandinê pêk aniye. Di vê civînê de 27 keçên ciwan ê Êzedî û 17 gerîlayên YJA Star beşdar bûne.

Di civînê de rewşa siyasi bi taybetî  jî rewşa siyasî ya Şengalê hatiye nirxandin. Belgeyê perspektîf yê ji bo civînê hatibû amadekirin hate xwandin û di çerçoveya van perspektîfan de niqaşên pir bi hêz pêşketiye. Di encamên van nîqaşan de asta biryarên pir xurt hatine girtin.

Li gor vê; jinên ku dibin siwana YBŞ de cih digrin xwe bi nasnameya YPJ-Şengal(Yekineyên Parastina Jin ê Şengalê) rêxistin dikin.

YPJ-Şengal (Yekîneyên Parastina Jin ê Şengalê); di bingeha paradîgmaya Rêber APO yê demokratîk-ekolojî û azadî xwazî ya jin de parastina gel û jinên ku li Şengalê jiyan dikin, parastina çiyayê Şengalê û bajarê wê, baweriya Êzîdî û çanda Êzdîtiyê bi awayekî azad were jiyan kirin armancê xwe dane diyar kirin.

Rêxistina YPJ- Şengal,

1 – Jinên ku li Şengalê jiyan dikin li ser bîngeha zanistiya parastinê were rêxistin kirin,

2 – Fêr bûna birdoziya Rêber APO yê azadiya jin, li ser vê bingehê rastiya jin nas kirin û li hember hişmendiya zilam yê serdest û avahiyên wê tekoşîn dayîna meşandin,

3 – Rêxistina YPJ-Şengal armancê rêxistina YBŞ (Yekîneyên Beraxwedana Şengalê) ji bo xwe weke erkek di bîne,

4 – Di serî de zinistiya parastina rewa yê jinên ciwan û yê tevahiya jinan pêşxistin, zêde kirina hêjmar û rêxistina wê mezin kirin,

5 – Xwedî li bîranînên jinên Êzîdî yê ku di tekoşîna azadiyê de şehîd ketine derketin, xwedî li jinên ku di fermanê de şehîd ketine derketin û bîranîna wan re bûyîna bersiv û ji bo azad kirina Şengalê tekoşîn dayîn meşandin,

6- Ji bo dest xistina azadiya jinên ku di fermana 2-3 Tebaxê de hatine revandin, dîl hatine  girtin tekoşîn dayîna meşandinê re erkdar û berpirsyarin.

Li ser vê bingehê weke rêxistina YPJ-Şengal li ser bingeha xeta rêheval Şehîd Bêrîvan(Binevş Agal)Şehîd Xanê cardin xwedî li derketina bîranînên rêhevalên ku di tekoşîna azad kirina Şengalê de şehîd ketine rêhevala Viyan, Evrîm, Armanç, Jiyanda, Ronî, Dilgeş, Canpolat, Zinar, Ezdîn, Qasim, Serdar em biryara tekoşîn xwe xurt kirinê didin. Bangawaziya me ji bo tevahî gelê me yê Êzîdî ewe ku ji bo xurt kirina tekoşîna me biştgiriyê bidin me û bi taybet jî keçên ciwan li hember tekoşîna me zêdetir hişyar tevbigerin û beşdarê nava refên YPJ-Şengalê bibin.

5 Çile 2015

Fermandariya YPJ-Şengal