Di nava vê beşê de felsefe û zanist ji bo jin çi gotine û çi agahî belav kirine, emê hinekî vebêjin. Lê gelo rastî û heqîqeta wan agahiyan çiye û ji ku derê derketine? Lê ji xwe karektera zanista pozîtîf zayend pereste.

Antropolojî (antropoz)

zanista ku li ser mirov lêkolînan dike. Di bingeh de zanista mirove, lê dema ku lêkolîn kiriye tenê cinsek esas girtiye ew jî zilame. Ji ber ku wan jin weke mirov nedîtine. Lewma gotine, “Civak ji zilaman ava dibe”. Lêkolînên xwe jî li ser zilaman dane avakirin. Lê pir balkêşe ku di tibê de jî heya van salên dawî, pir zêde ceribandin û lêkolîn li ser bedena jin ne kirine. Lêkolînên ku hatine kirin bi giranî ji sedî 80-90’ê xwe li ser laşê zilam in. Di encam de qaşo zanista mirove, lê mirovbûn tenê di şexsê zilam de girtiye dest. Hemû şîroveyên xwe di eksena zilam de pêşxistiye. Ji ber li gor zihniyeta wî civak bi zilaman pêşdikeve. Zilam jî kî ye? dibêjin zilamê nêçîrvane. Li gorî ku lêkolîn kiriye 36 taybetmendiyên zilamê nêçîrvan pênase dike. Dibêje zilam bi rêka nêçîrvantiyê cesaret, qurnaztî, hêza xefk danînê, hêza şer û hwd qezenc kiriye. Civak jî dibêje bi saya zilamê ku di nêçîrvantî de pêşketiye civak hatiye avakirin. Ev jî feraseteke bi temamî li dijî heqîqeta civakê ye. Ji ber civak tam berovajî vê hatiye avakirin. Dibêje di zilam de înat, cesaret û qurnaztî heye, lewma bi saya wî pêşketin çêbûne û jinan civak  ava nekirine. Her wiha tînin ser ziman ku jin tenê giha kom kiriye, ji bo ku kom bike jî her serê wê di ber wê de bûye. Heman wextê dema ku zarok tîne jî û şîr dide, dîsan serê wê di ber wê de ye. lewma ne mumkine ku jin civak avabike. Temaşekirina wan ji bo jin bi vî rengî ye. Bi xwezayî dibêjin karektera jin kole ye û civak avanekiriye.

Mînak teoriya Darwîn ya tekamulê heye. Dibêje jin hîn tekamula xwe ya gerdûnî temam nekiriye. Wate, jin hîna miroveke nîve û temam nebûye. Dîsa pênasekirina wî ji civakê re wiha ye, li gor wî civaka jor û jêr heye, ya jêrîn lawirin, a jorîn jî insane. Ji ber ku jin insan nabîne dibêje cihê jin di navbera herduyan de ye. Her wiha dibêje mejiyê jin biçûk û kême ji ber vê ji kolebûnê re meyildare û kole ye. Her wiha mejiyê kesên zencî û jin dişibîne hev û dibêje ji ber vê her du kole ne. Ev pênase hemû jî li ser navê zanistê kiriye.

Pîsagor jî li Yonanistanê derketiye. Bi xwe matematîkzane. Ew jî xwedî feraseteke pir zayendpereste. Dibêje rêgeza başbûnê heye ew jî zilam temsîl dike. Rêgeza xirabûnê heye, ew jî jin temsîl dike. Dibêje rêgeza başbûnê zilame, ronahiye, dûzene. Rêgeza xirabûnê jî jine, tarîtiye, kaose. Li gorî wî zilam lêgerînvane, jin bendewarvane. Yanî tam rastiyê berovajî dike û tîne ser ziman.

Fransiz Bakon yê ku yekemîn obje û sobje ji hev cuda kiriye, yê ku di zanistê de parçebûn daye çêkirin û bingeha zanista pozîtîf avêtiye ye. Di Kuştina jinên zanist ku weke jadû bi nav kiribûn, Bakon jî bi awayekî yekser di dedgehên wan de cîh girtiye.

Mirovan di civaka xwezayî de xweza weke dayîka xwe didîtin û ji bo wan ew xwezaya yekemîn bû. Lê Bakon vî fikirî berovajî dike. Dibêje, “ xweza ne dayîka we ye, pêwîste weke ku jina we ye hun nêzî wê bibin”. Yanî dema ku weke jina xwe bibîne, ew dibe mulkê wî û her cure mafê wî li ser heye û vê jî rewa dike. Dibêje, kê gotiye canê xwezayê heye, canê wê tuneye. Çawa jin tê tecawiz kirin wisa dikarin êrîşî xwezayê bikin û her tiştê wê bibin. Ev zihniyet rê li ber pirsgirêkên ekolojîk vekiriye. Tê gotin ku dema di dadgehên jinên zanist de cih digire, sedemê bigehîn ewe ku wî ji hêza jinan pir bawer kiriye lê jê tirsiyaye. Lewma bi rêka wan dadgehan  xwestiye ew jin razberên (sir) zanebûna xwe eşkere bikin da ku ew jî ji xwe re bigire û bike malê xwe.

Jan jak Roso, fîlozofekî Frensî ye. Pirtûkeke wî ya bi nav û deng heye, ew jî hevpeymana civakî ye. Ew dibêje pêwîste jin ji aliyê mejiyê zilam ve werin terbiye kirin. Ji ber ew jin xwedî aqil nabîne. Dibêje, esas civak ne bi zêde vexwarina şerab û ereqê ve xirab dibin, bi jinên ku bend, rêzik û disîplîn nasnakin ve civak ji rê derdikeve û xirab dibe. Wate cavkaniya xirab bûna civakê jinên ku nayên displînê ne. Ew zewaca bi jinê re red dike, qebûl nake û li hember derdikeve. Lê bi xizmetkara xwe re bêyî ku bizewice têkilî datîne û dibe xwedî 5 zarokan. Lê xwedî li wan zarokan dernakeve û her yek ji zarokên wî ji birçîbûn û bêxwedîbûnê dimirin. Ev jî dide diyar kirin ku li beramber jin ewqasî zayendperest e.

Emanuel Kant jî fîlozofe. Tê gotin ku jinek xwestiye di aliyê felsefê de pêş bikevr, ji wî re nivîsên xwe parve kiriye û nerînên wî pirs kiriye. Ew jin dibêje ez wisa difikirim gelo nerînên te çine? Lê wî bersiva wê jinê nedaye, lewra ew jin intîhar dike. Piştî wê Kant dibêje mejiyê jinê têra felsefe kirinê nake û felsefe ne li gorî jinane. Her wiha gotiye, jina ku dixwaze bi felsefê re mijûl bibe, li şûna ku felsefe bike, bila riya xwe (seqel) berde, belkî bi vî rengî xuyangên kûr ên fîlozofan tê de çêbibe û pê derdor jî îqna bike.

Ev gotina Kant bûyê bingehê fikrekî ku hîn jî civak bi gotina “riya min nîne ku gotinên min bên guhdar kirin” îfade dikin. Weke ku ger simbêl nebin nayên guhdarkirin. Ev yek jî ji bo jinan heqaret û biçûk xistine.

Sokrates jî heye, wî jin pir xirab pênase nekiriye, lê bal kişandiye ser hêza jin. Bi gotina wî ya ku dibêje “jin dikare bike wezîr jî, dikare bike rezîl jî” vê hêzê îfade dike. Ew di ferqa hêza jin de ye, lê pir zêde jî tiştek li ser negotiye. Tê gotin ku wî perwerdeya xwe ya yekemîn ji dayika xwe girtiye. Wate, yên ku di esas de Sokrates dikin Sokrates yek dayika wî ye, yên din jî du mamosteyên wî yên jin in ku navên wan “Diyotîma û Aspasya” ne. Herdu jin jî fîlozofin, lê ji ber ku bandora zihniyeta baviksalarî li ser wî pir zêde ye, ew ya xwe bi ser wan dixe. Nirxên jin çi ne, pir zêde nabêje. Jê pirs dikin dibêjin “jin û zilam wekhevin an ne wekhevin”?

Sokrates jî bersiv dide û dibêje, “ti carî jin û zilam wekhev nekin, dema we xwest hun wan wekhev bikin, wê demê wê jin derkeve jor. Di vir de jî potensîyela jin yê serwerbûnê îfade dike. Lê newêre bêje, ji ber karekterê wî yê zilamsalarî destûr nade.

Fikrên Platon jî di derbarê jin de pir xirabin û pêşî li gelek tiştên xirab vekiriye. Dibêje, hebûna jin ji bo zilam êşeke herî mezin e. Cardin dibêje, “Tu demê di navbera jin û zilamekî de eşqeke rast pêk nayê, ji ber jin qirêje, kême, biçûk e. Dema ku bixwazibe bi zilam re eşqekê jiyan bike jî tu carî wê eşqê temsîl nake”. Ji xwe dema ku pênaseya hemwelatiyan dike, jin di nav de hesab nake weke hemwelatî nabîne. Di gotinê de jî yên ku demokrasî pêşxistine Yunan in, lê di nava demokrasiya wan de jin tune ye, ji ber ne hemwelatî ye. Dibêje, “ji derveyî zarok çêkirinê, pêwîste zilam xwe nêzî jin neke”. Wate, erka jin berdewam kirina nesil û zayine, lê bi jinê re eşq û hezkirin nabe. Dibêje, “zilamê zeîf û lawaz zarokên wî jî lawaz çêdibin, ew jî keçin. Zilamê bi hêz û xurt jî zarokên wî xurt çêdibin, ew jî kurin”. Heman demê dibêje, “jin enerjiya zilam dadiqurtîne û wî zuha dike”. Ew ewqasî ji jinê ditirse. Ev jî di civakê Yûnanê de pêşî li Homoseksueltiyê vekiriye. Lewma zilam xwe bi hêz dibînin û dibêjin hezkirina rast di navbera me de çêdibe, lê bi jinê re nabe. Ev gotin hemû di bin navê felsefê de gotiye û li ser wan, şêwe daye civakê û ketiye dîrokê.

Arîsto jî di fikir de nêzî Platon e. Ew heman demê mamosteyê Îskender e. Arîsto dibêje, “aqil li ser hest, ruh jî li ser beden hakîme, pêwîste zilam jî li ser jinê hakîm be. Ji ber jin tenê bedeneke bê ruhe gereke zilam jî li ser jinê serwer be”. Dibêje zilam ji jinê bilindtir û jortir e. Çawa ku laş ruh zindanî dike, jin jî zilam zindanî dike. Ji bona wê pêwîste zilam dûrî jin bisekine.

Ev fîlozof û zanistvanên herî bi nav û deng in. Li ser navê zanist û felsefê ev tişt ji bo jinê pêş xistine. Gelek kes jî, ji gotinên wan bi rê ketine û gelek tişt li ser zêde kirine. Ev yek jî li pêşiya gelek xirabiyan vekiriye. Çawa ku teoriya Darwîn ya ku ji bo lawiran dibêje, “yê bi hêz ên bê hêz dixwe”. Hîtler jî ev gotin bi çi rengî xistiye pratîkê? Wî gotiye madem ku Darwîn wisa dibêje, wê demê neteweke bi hêz dikare yên bê hêz tune bike. Lewma di bingehê komkujiya ku li ser civakê hatî meşandin de, ev teorî û felsefe hebû. Heman demê di bingehê piranî nêzîkatiyên ji jin re, yên ku xirab û qirêj dibînin, ên ku wê tenê weke amûrekî zarok anînê dibînin, ev felsefe û zanist hene û di avakirina zihniyetê de ciheke mezin girtine.

Serok jî dibêje, esas çima ewqas pênase û nêzîkatiyên şaş ji jin re hatine raber kirin? Pêwîste rast were bersivandin. Ji ber ger mirov lêkolîn bike, di nava 5 hezar salan de bi qasî ku tişt ji bo jin hatine gotin, ji bo ti tiştekî din nehatine gotin. Ewqasî jin reş kirina ku piştî 5 hezar salan hîn jî tê kirin. Ev tê wateya ku jin xwedî hêzeke pir mezine. Ji ber felsefe, ol û zanist di ferqa hêz û potensiyela jin de ne, dizanin ku ger bi van rêbazan pêşî lê negirin û jin bikeve ferqa hêza xwe, wê bi misogerî pergala wan li ser wan de hilweşînin. Derew, dirûtî û rastiya wan wê derxînin holê. Lewma her pêwîst dibînin ku jin biçûk bixînin.

Serokatî dibêje, “Di bingeha senaiyên ku îro ewqasî mezin bûne de teşiya dayikan heye. Lewma ger hun wê zivirandina teşiyê fam nekin, hunê nizanibin ku bingeha wan zanistan dayik avêtiye”. An jî dîtina nan, bi rastî ne tiştekî hêsane. Jin genim dît, ji wê çandinî avakir û kire hevîr. Fikra strandina hevîr çavkaniya xwe mejiyê jine. Lê ne aîdê yek kesî bû û bi kesekî ve nedihat pênase kirin, ew pêşketin û karekî kolektîf bû, yê civakê bû. Lê niha yek tiştekî digire, navê xwe pêvedike û difiroşe. An jî şîrê lawiran, raste dizanîbûn heye û divexwarin, lê mejiyê jin ew şîr kir mast û penîr. An jî pergala çandiniyê, ku her cureyek di rêzekê de, ji bo her yekê pîk û cihokek çêkirin, ev hemû dayîk keşif kiriye lê yek kesî nekiriye malê xwe, berovajî wê kirine malê civakê. Cardin destar, tevin û hwd bi heman rengî ne. Zanista rast jî eve, ji ber esas cewherê zanistê pêşketinên civakî ne. Lê zanista niha li ser navê zanistê pir tiştên cuda gotine. Mînak, dibêjin li Ukrayna wênesazek heye, jineke heykel traşe lê ji ber ku jine hevjînê wê 30 salan wan berheman dibe, li ser navê xwe pêşkêş dike û dike ayidê xwe. Ji bo ku ew jin li hember dernekeve, her tim lê dide, dibêje dîne û wê dibe nexweşxaneya dînan. Lê di esas de berhemên ku jin derxistiye zilam bi salan xwe li ser dide jiyan kirin û dibe heykeltraşekî navdar. Dûvre lêkolîn tên kirin, dibînin ku yek tişt jî wî bi xwe çênekiriye, lê li binya her berhemekî şanenavê xwe avêtiye û xwe bi wê mezin kiriye. Lewma tê dîtin ku li pey gelek berheman jin hene, lê ji derve re ragihandin û derketina pêş hemû weke mulk û berhemên zilaman derketine. Gelek caran weke ku di zanistê de jin derneketine tê xuya kirin, lê ev ne raste. Gelek jinên zanist hebûne, lê cih ji wan re nehatiye dayin. Ji ber heya ku zihniyetên wekî yên Platon, Kant û Aristo hebin wê cih ji jinan re neyê dayîn. Lê tiştên ku jinên zana gotine jî ji xwe re girtine û zivirandine. Zanista Jineolojî jî dixwaze van tiştan nas bike û çavkaniyên gotinên ku di derheqê jinan de hatine gotin bizanibe û bi agahiyên nû ve zanebûna xwe têr û tije bike. Hema kê ji bo jin çi got, pêwîste mirov yekser bawer neke. Keseke ku bizanibe çavkaniya wan gotinan çiye, di kîjan demê de hatine gotin, wê di ferqa gelek rastiyan de be. Lewma weke jineolojî di zanista niha de pêwîste em agahiyên jin zêde bikin, heqîqeta wê derxin û belav bikin. Jineolojî pêwîste rastiya jin hem bibîne û hem jî bide dîtin. Zihniyeta baviksalar 5 hezar sale dibêje jin ne tişteke, Jineolojî jî pêwîste dûbare dûbare bibêje jin her tişte. Wan her gotiye aqilê jin kême, pêwîste em jî bibêjin aqilê jin xwedî hêza herî mezine. Wate, gereke em her tiştên ku berovajî heqîqeta jin hatine gotin, bi awayî herî rast û li ser hev bibêjin.

Ji Waneyên Li Akademiya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin

 Wê Bidome….