RÊBER APO

Pêşî min dengê Aramê Tîgran bihîst û bandoreke cuda li min kir, min pir gelekî paşê dema ev şîrove kir, min fêm kir ku ev dengekî wisa ye, bêhtir nêzî rastiya Kurd, bi taybet nêzî rastiya gelê Kurd e, nemaze di anîna ziman a heqîqeta gelê Kurd de ev deng bêhtir nêzî rastiya Kurd bû. Lewma min qebûl kir ku huner şêweyekî din ê ravekirina heqîqetê bû. Di nava wî dengî de hem bangek ji bo rastiya gelê Kurd hebû, hem jî weke naverok ‘eşqeke hêvîjêbirî’ dianî ziman. Ji lewra bi rastiya min re gelekî li hev dikir. Ji aliyekî ve bi lêgerînên xwe min hewl dida pirsgirêka Kurd rave bikim, ji aliyê din ve jî ev yek bi muzîkê bi hêz dibû û ev xusûsek bû ku dihat fêmkirin. Lêgerîna îdeolojîk û muzîk ji bo pirsgirêka Kurd êdî milê xwe dabûn hevdu û dimeşiyan.

Eleqeya min a ji bo jinê jî di van salan de bi heman awayî çêbû, beridî. Bi awayekî xwezayî girêdanên bi arezû yên di salên pêşî yên ciwaniyê de bi serê ciwanan de tê, ji bo min jî pêkan bûn. Bi awayekî biyolojîk û kevneşopî nêzî jinê nedibûm û ji vê dûr ketibûm, eleqeyeke min a di vî warî de jî çênebûbû. Di nava şert û mercên bajêr de jina xwe nîşan dida bi xemla modern bû. Bala min dikişand, lê nêzikbûna min a keçeke ku li gorî modernîteya Tirk gihîştibû, bi qasî Çiyayê Qaf îhtîmaleke dûr bû. Ji bo vê, ne min xwe xwedî hêz didît, ne jî ji bo vê min hewl dida. Dema min xeyal meyal çav li hinek keçikên bi eslê xwe Kurd digerand, min ew çîrokên eşqê yên hêvî ji wan birî yên di nava muzîkê de derbas dibûn his dikirin. Çawa ku min berê jî diyar kiribû, min ji bo rûyê hin keçan gotibû; “Divê zuriyeta vê keçikê jî bibe zuriyeteke hêjayî azadiyê” bi vî awayî gotina min ji nêz ve têkiliya xwe bi pirsgirêk û rastiya Kurd re heye.

Muzîka Aram çiqasî di rastiya kurd de rewşa ‘bûyera hêvî jê birî’ nîşan dida, ew dîmenê min li ser rûyê keçikê didît jî ewqasî nîşan dida ku rastiya Kurd bûyereke bêhêvî ye, lewma bi sînor be jî têgihîştineke min a namûsê hebûya, diviyabû ez bi pey vê bûyera bêhêvî biketima ango diviyabû bi pey rastiya kurd biketima û min ev bi israr dianî ziman. Li gorî çavdêriya diya min, hatibû fêmkirin ku ez ê bi vî halê xwe nikarîbûma bi jinê re bibûma. Jina modernîteyê, dema dibû tirk bi qasî Çiyayê Qaf dûr, dema dibû Kurd jî bi dîmenekî eşqa bêhêvî xwe nîşan dida. Eleqeya ji bo jinê ya ciwanên Kurd û Tirk ên li cem min, ji bo min ne exlaqî û ne jî estetîk xuya dikir. Lewma min tu carî dilê xwe nebijand wan û ez nefikirîm xwe nêzî keçekê bikim.

Tevî vê yekê, ji nişkê ve di zewacê de bist bûm û ev hêja ye ku bê fêmkirin. Çawa ku di beşên pêwendîdar de min rave kir, ev nêzikatiyeke welê bû ku aliyên wê yên îdeolojîk, etnîk, polîtîk û psîkolojîk ketibûn nava hev. Di wî temenî de min ceribandina zewacê bi awayekî weke ‘qebqebûkirinê’ qebûl kiribû. Ji aliyê rûhî û kevneşopî ve tu carî nezewicîm. Lê pir zor be jî min bi xwe dabû qebûlkirin ku ji bo dîmenê îdeolojîk û polîtîk ê li dora jinê ji hev derxim ceribandineke bi vî rengî girîng e û divê ez ji pêkanîna wê netirsim. Bi taybetî bi vê têkiliyê min xwe gihand rastiya Kurd-Elewî û jinê, min têkiliya vê bi nasnameya Kurd, bi pirsgirêk û çareseriya wê re danî û divê ez bi girîngî bibêjim, ev ‘gelekî zor’ bû, lê dersek bû ku pir tiştan jê hîn bûm. Eger ez ji vê pirsgirêkê nebihurîbûma û wê ez têk biribûma, pir zehmet bû ku mirov bigota, ez ê di gavavêtinên ber bi rastiya Kurd de bi ser ketima.

Nuqteya ku ez lê matmayî bûbûm ew bû, fîgureke jinê mîna Edûlê çawa karîbû rastiyeke ewqasî kûr a dîrokî û civakî îfade bike. Bi ya min, ev yek ji pirsgirêka bingehîn a wêjeya Kurd e ku hê ji hev nehatiye derxistin. Bêguman aliyên mijarê yên bi şexsê min re têkildar hebûn. Ne bi tenê li Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê, hewl didan li ser xeta Şam-Heleb-Atîna-Moskova-Duşanbe-Roma-Naîrobiyê derbê li min bidin. Nabe ku mirov di navbera her duyan de têkiliyê daneyîne. Ya balkêş ew e, tevî ku min kaset gelek caran da guhdarîkirin, hejmareke zêde keç û xortên li dora min bi min re heman his û hest parve nedikirin. Heta dema ku ez li Romayê bûm, hozan Şivan Perwer tevî wêjevan-helbestvan Mehmûd Baksî hatibûn serdana min. Şivan dîsa di hewaya xwe ya berê de bû. Mirov nikarîbû jê li bendê be ku karibe bi kûrahiya dîrokî-civakî ve dakeve. Rewşa Mehmûd Baksî bêhtir mirov xemgîn dikir. Min hevpeyvîna dawî bi wî re kir. Xwesteka wî ji min ew bû, li çiyayekî cenazeyên gerîlayan hatibe veşartin ew jî bê veşartin. Mîdeya wî têk çûbû. Rojên wî yên bi jimar mabûn. Ew jî hêdî hêdî dimir. Li ber çavên min weke Derwêşekî Evdî yê ku modernîteya Ewrûpayê ew hêdî hêdî dikuşt û bi qasî hemdem bû weke karîkaturê wî çêkiribe, xuya dikir. Pir hewl dabûn wî li dijî min bi kar bînin. Lê girêdana xwe ya ji dil tu carî ji dest nedabû. Ez di rojên xwe yên dawî yên li Romayê de careke din bi ber bayê bandora çîrokên trajîk ên Kurdî yên ji kevneşopiyê ketibûm û li gorî min ev bi qasî ku balkêş bû, ewqasî jî manedar bû. Paşê tevî ku hîç adeta min nebû, ji bo bîranîna Destana Derwêşê Evdî ev rêz ketin hişê min:

 

Ez li Çiyayê Şengalê li cem Derwêşê Evdî bûma!

Li ser pişta hespên spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê.

Dema Derwêş derb xwar, min ew rakira, bibira çiyayên Kurdistanê.

Min ji wî re bigota; “Binêre, bi hezaran Edûlê û Duwanzdekan hene”

Min bigota, li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne, xweş razê.

Mirin ji ku û çawa tê bila bê êdî xeman nexwe,

Kurdîtî û jiyana azad a misogerbûyî rastiyên ebedî ne.