Ji nava dilê Botanê, li Cizîra rengîn de şoreşgerên dil pola berê xwe didin rojê û dibin rêwiyên azadiyê. Li ser şopa Bêrîvanan de qehremanên gelê xwe hêviyên azadiyê ji nûve şîn dikin. Lewra li hember hêzên dagirker divê bibin xwedî hêzekî nekeeftî û tola sedsalan rabikin. Lewra di welatê Egîdan de roj nîne hêzên dagirker êrîşê nirxê gelê Kurd nakin. Her roj li ser Kuristanê dagirkerî û êrîşên qirkeriyê heye ku beramberî wan jin û xortên vê xakê dibin berxwedêr, di nava rûpelên dîrokê de cihên herî hêja digrin. Ji bo jiyanek azad, ji bo parastina hebûna xwe gelê kurd tu caran serî netewandine û her tekoşîna xwe domandine. Li Kurdistanê bi hezaran keç û xortên ciwan ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin, ji ber vê gelê Kurd bi sala ye ji bo azadiya xwe şer dikin û di oxira azadiyê de berdêlên giran didin.

Yek ji wan pêşengên serbilin e Zeyneb. Li ser axên qedîm ya Cizîra botan de çavên xwe li dinê vedike. Di nava malbateke welatparêz de jiyan dike û bi çanda kurdewarî ve tê mezin kirin. Şêwaza mezinkirina wê hîn di zarokatiya wê de pêşeroja wê diyar kiribû. Ji bo Zeyneb di nava malbateke welatparêz de jiyan kirin şanseke mezin bû ku bi zanisteke mezin ve têdigihişt rastiya jiyana ku dijmin li ser kurdan ferzkiriye. Ji ber vê heqîqeta dîroka kurdan ya tije berxwedan û tekoşîn jî baş nasdike. Her ku dem derbas dibe, mezin dibe ev rastî hîn zêdetir dibîne û li hember dijminê xwe hîn zêdertir dibe xwedî hêrsa tolhildanê. Di wan demên ku lêgerînên xwe zêde dike de êrîşên giran ya dagirkeran pêş dikevin. Şerekî dîrokî li her kolanekî Cizîrê de dihat jiyan kirin. Zeynep wek jineke ciwan û lêgerînvan êdî di cihê xwe de seknandin ji xwe re qebûl nedikir, ji ber vê dibe kele kela dilê wê. Êdî nema karîbû xwe li hember van kiryaran bigre. Bi vê biryardariyê re sala 2015’an de ji warê berxwedanê Cizîrê berê xwe dide warê tekoşîna rasteqîn, çiyayên azad.

Êdî Zeyneb li çiyayên azad de dibe Arjîn Cûdî, Arjîn mîna heybeta Cûdî bi ser bilindî ber bi wargehên gerîla ve ketibû rê. Bi kelecanekî mezin berê xwe dide qada Garê. Perwerda xwe ya bingehîn dibîne û dibe gerîlayeke serfiraz, mîna çiyayên Garê ya bilind, ew jî di meşa xwe ya azadiyê de pêngavên mezin davêje. Arjîn di salên xweyên detpêkê de gelek taybetmendiyên milîtanên Apo’yî di xwe de avadike. Bi sekna xwe ya ji xwe bawer di nava yekîneyên xweser de xeta birdoziya rizgariya jin de xwe kûr dike. Di nava dorhêlekî jin de hînî dîroka jina berxwedêr û pîvanê jina azad dibe. Ew jî bi van pîvanên azadiyê ve xwe dixemilîne û dibe yek ji şopdarê Sarayan. Li ser xeta jina azad dimeşe, lewra hemû hewildanên wê ewe ku bibe jineke asêbûyî mîna çiyayên Kurdistanê.

Ji bo bûyina şerkereke xurt di hemû şert û mercan de, di hemû zor û zehmetiyan de dibe xwedî meşekî xurt. Xwe di warê pisporiyê de pêş dixe, her kêliyekî li serê çiyayên Kurdistanê wek perwerde digre dest. Ji akademiyên leşkerî derbas dibe û dibe xwedî zanistên leşkerî. Ji bo tola êşên gelê xwe ji dijminê xwe bipirse wek jinekê pêşeng erkên dîrokî hilgirtibû ser milên xwe. Lewra ew di armanca azadiyê de bi biryar bû. Bi vê biryardariyê re soz dabû ku ewê ti carî nehêle dijminê xwînxar bi hêsanî li ser axên bi nirx ya Kurdistanê de bimeşe û êrîşê nirxên gelê Kurd bike. Ji ber vê dema ku li ser Şengalê mij û dûmane, qêrîn û hawara dayikane, agirê tolhildanê ya di dilê Arjîn de geş dibe. Dema ku çeteyên Daişê êrîşî Şengalê dikin, gel qetil dikin, fermanê re rû bi rû dihêlin ji bo xelasiya gelê Şengala pîroz, siwariyên azadiyê berê xwe didin Şengalê. Li pey wan siwariyan de jî gerîlaya dil pola Arjîn Cûdî jî heye. Gerîlaya dil pola tevî hevalên xweyî tekoşînê bi hemû cesaret, vîn û asê bûna xwe li hember wan xwînmêjan şer dikin. Bi ked û xwîna gerîlayên azadiyê ve Şengal tê rizgarkirin û Arjîn tevî hevalên xwe ala serkeftinê li asîmanên Şengalê li ba dikin.

Arjîn ji bo azadiya gelê xwe li kîjan qadê dibe bila bib soz dabû ku ewê ti carî şopa dagirkeran jî nehêle li ser axa xwe. Ji ber vê di sala 2018’an de dema dewleta tirk ya dagirker tevî çetêyên xwe êrîşê Efrînê dikin weke herdem keça welatê rojê, serhildêra jina kurd berê xwe dide Efrînê. Li Efrînê jî bi hemû hêza xwe li hember tirkên dagirker şer dike û dibe şerkereke xurt. Di nava vê şerê giran de dibe xwedî gelek ezmûnên xurt û bijarte. Him li şerê Şengalê, him jî li şerê Efrînê de dibe xwedî danehevên mezin.

Piştî ku Arjîn erkê xwe li Şengal û Efrînê pêk tîne careke din berê xwe dide çiyayên azad, li wargehên azad de meşa xwe didomîne. Arjîn dixwaze li kêleka van danehevên xwe di pisportiya leşgerî de jî xurt bibe, ji ber vê ji akademiyên şehîd Mahîr derbas dibe. Li vir jî bi biryardariyeke mezin ve perwerdeya xwe dibîne, dibe çalakvaneke xurt ku êdî ji bo hemû şert û mercên zehmet dikare her erkeke giran hilgire ser milên xwe. Êdî tu zehmetî nikare li pêşiya wê bibe astengî ew mîna çiyayên Kurdistanê asê ye, bi hêz û îradeyeke mezin ve tevdigere. Piştî wê ber bi Heftenînê ve dikeve rêwîtiyeke dirêj û bi bedewiya Heftenînê re dibe yek. Bi hevaltiya xwe ya dilpak, bi jîrbûn û zanebûna xwe ve li qada Heftanînê dibe gerilayek jin ya pêşeng. Arjîn çiqasî di nava pratîkeke dijwar de be jî her parêznameyên Rêber Apo dixwîne, xwe di fikir û felsefeya Serokatî de kur dike. Lewra ji bo bûyîna milîtaneke Apoyî pêwîste xwe di nava ramanên Rêber Apo de nas bike, Arjîna dilêr jî her hewldana pêkanîna felsefeya jiyana azad de ye. Ji ber ku her armanca wê ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Weke jineke ciwan xwe ji pêvajoyeke dijwar ya şer re amade dike, da ku bibe bersiveke xurt.

Li her qadekî kurdistanê de têkoşîna azadiyê meşandin ji bo her gerîlayeke serbilindiye. Ji bo dildarê azadiyê Arjîn jî bi vî rengî bû. Fermandara ciwan Arjîn jî, piştî demekê li Heftenînê dimîne şûnve berê xwe dide qada Metîna. Ji bo tekoşîneke hîn bi hêztir bide meşandin, di serî de xwe fêrî erdnîgariya Metîna dike da ku çiya jî hembêza xwe jê re veke. Ji bo ku li beramberî êrîşên dijmin bersivên di cîh de bide da ku careke din ev dijmin nikaribe gavên xwe bavêje ser axa pîroz her tim di nava hewldanekî mezin de ye. Arjîna çiyayî qada Metînayê gav bi gav digere, gelî û kaniyên wê nasdike. Arjîn weke fermandareke ciwan bi rukenî, ked, fedekarî û cesareta xwe ve di nava hevalên xwe de tê naskirin. Hevalên wê jî ji ber van taybetmendiyên wê biçe ku derê jî her tim hebûna wê digerin.

Di sala 2021’an dema ku êrîşên dagirkeriyê liser qadên Zap, Avaşîn û Metînayê de pêşdikevin, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi bersiveke xurt pêşwazî dikin û derbên giran li dagirkeran didin. Fermandar Arjîn jî li qada Metînayê beramberî êrîşên dagirkeriyê di sengerên pêş de cihê xwe digre. Ji ber ku ew xwedî danehevên xurt e, di nava pêngava Cenga Xaburê de jî roleke girîng dilîze. Weke fermandarek ciwan erkên xweyên demê pêk tîne. Di nava pêngavekî wiha dîrokî de dibe çalakvanekî xurt û wek gelek qehremanan ew jî pêşengtiya vî şerê dike. Hêzên dagirker li beramberî hêza jin ya ku herî pêş de şer dike, bêçare dimîne. Lewra jinên şoreşger yên wek Arjîn nûneriya xeta fedaîtî dikin û dîroka azadiyê dinivîsin.

Her ciwaneke kurd yên xwedî lêgerên azadiyê ji bo azadiya welatê xwe şer dikin, canê xwe jî di oxira vê dozê de feda dikin. Arjîna dil mezin di tevahî jiyana xwe de ji bo jiyaneke azad dibe xwedî sekneke tekoşînvan. Tevahiya jiyana xwe bi hezkirina welat, fedekarî, dilnizmî, îrade, cesaret û qehremantiyê ve dadigre. Ew weke pêşengeke şerker di tevahiya jiyana xwe de herdem serkeftinê ji xwe re esas digre. Lewma heta hinaseya xweya dawî tekoşîn dike, di 18 Tebaxa sala 2022’yan de li girê Hekarî bi 4 rêhevalên xweyên tekoşînê re di encama êrîşên dewleta tirk ya dagirker de digihîje şahadetê. Ew li esîmanên bê dawî ya welatê rojê de tevlî karwanê nemiran dibe.

Her ku qehremaneke vê xakê şehîd dibe rêhevalên wan jî bi hêrseke mezin ve diçin ser dijmin û tola rêhevalên xwe radikin. Lewra şehîd ji bo gihîştina heqîqetê û azadiyê de canê xwe feda dikin. Ewê dîrok tu carî fedekartî û dilêriya wan ji bîr neke, ewê di nava rupelên dîrokê de werin nivîsandin. Ji ber şehîd ew in yên ku jiyana gelan ronî dikin. Ji ber wê jî ewê gelê kurd herdem wan bi bîr bîne û herdem wan bidin jiyankirin…