Li welatê Kurdan, hemberî dehaqên serdemê hêrsekî mezin ava bibû. Zarokên agir û rojê bi hilhatina rojê re dest bi govenda azadiyê kiribûn. Li quntara çiyayên Zagrosan hem li eniya Cîlo û hem jî eniya Çarçella xwe amade kiribû li hemberê her tiştê. Ji bo başî jî amade bûn, ji bo ne başiyan jî. Ji bo biratiyê jî amadebûn ji bo hemberê xiyanetê xwe parastinê jî. Ji bo aşitiyê jî amadebûn ji bo şerekî dijwar jî. Kêliyên wiha dijiya çiyayên Zagrosan. Cîlo her çiqas negihaştibû Çarçellaya xwe jî, lê dîsa jî tu caran hêviyên xwe qut nekiribû. Ji ber ji dil da hezkiribû Çarçellaya rengîn. Bê berjewendî dilê xwe dabû destê Çarçella. Her çiqasî Belkız û Çeko ketibû di navbêra wan de jî, lê dîsa jî Cîlo dest ji Çarçella berneda bû. Ji ber ku ji dilda heskiribû ji Çarçellaya xwe, ji dilda pê ra hatibû girêdan… Zarokên agir û rojê jî pir bi şans bûn ku li ser axek wiha bi nirx, li gel heskirinêk wiha bi wate cîh digirtin. Li ser evînên wiha bi nirx ew jî evîna xwe hîn mezintir dikirin. Yek ji wan zarokên rojê ku fermandara pengava şoreşgerî a Şehîd Reşîd Serdar de cîh girt  fermandar Nûda Evîn bû.

   Sala 1988’an de li Mêrdîn Nusaybînê li gundê Çalê zivistana Çileyê de zarokek por xelek çavên xwe li dinê vedike. Dayika Rahîme navê Emîne li vê zaroka xwe dike. Emîne bi şans bû ku di nav malbatek welathez û bi çanda Kurdêwarî ve girêdayî her wiha li dorhêlek nîştîmanperwerde mezin dibe. Ji mezinên xwe dîrok û tekoşîna gelê xwe gohdar dike. Êş û azarên gelê xwe temenêk ciwan de nas dike û ji dil de dijî. Emîne bi malbata xwe re li gundê xwe jiyanek sade û pak dijî. Ji gelek xirabiya neyaran dûr, ji her cûre sextekarî bê par û qomployan bê agahî jiyana xwe didomîne. Ta ku heta êrîşên li ser gundê wan didin destpê kirin. Emîne dema ku bi çavên xwe dibe şahîdê hovitiyên dewlêta Tirk, wê demê her çiqas wate nede jî dema mezin dibe soz dide xwe wê êrîşên li ser gundê xwe bê bersiv nehêle. Emîne bi malbata xwe re neçar dimîne ku berê xwe bide metrepolan. Malbat berê xwe dide bajarê Îzmîrê. Emîne vê yekê her çiqas nava dilê xwe de nahewîne jî, lê ji ber neçarin diçin, lê gundê xwe jî bi dilê xwe re dibin…

Emîne tu caran fêrî jiyana bajaran nabe, herdem bêriya gundê xwe, herdem bêriya axa xwe û mala xwe dike. Ew jî ferqê de ye ku ne aîdê van deverane. Dema ku tê emrêkî tegihiştî wê demê ji bo tolhildana gundê xwe û gelê xwe berê xwe dubare dide welatê xwe û tevlî tevgera azadiyê dibe. Ji ber ew tu caran ew êrîşên li ber çavên wê pêk hatibû ji bîr nekiribû…

Sal 2011 Emîne bibû xwedî vînekî ji pola, zana û jineke têgihîştî. Ew êdî jiyana xwe ya nû de bibû Nûda Evîn. Tevlîbûna xweya di nava refên gerîla bi navê Nûda, mîna jinûve dayîkbûna xwe girtibû dest. Ji ber vê navê Nûda li xwe kiribû. Ev jiyana xwe ya nû de pir bi kelecan bû. Bi kelecan û evînek pir mezin dimeşiya. Li qada Garê perwerdeyên xweyên sereke dibîne û wiha tevlî kar û xebatên pratikî dibe. Nûda ji ber atîkbûyîn û jêhatîbûna xwe yekser derbasî qada Zagrosan dibe. Çiyayên Zagrosan bi bilindahî û xweşikbûna çiyayên xwe ve, çavên Nûda dadigre. Nûda li vir fêrî jiyana gerîla dibe. Nûda jiyana xweya şoreşgerî de pir bi meraqe ji ber vê pir zû ferî her tiştî dibe. Ji bo ku bibe gerîlayek xurt bi heskirin û zanabûnek ve tevlî jiyanê dibe. Di her kêliyê de xwe perwerde dike û hevalên li cem xwe jî fêrî vê yekê dike. Gavên wê yên destpêkê li Zagrosan, jê re dibe hîmê gerîlatiyê. Li Zagrosan mezin dibe û dibe gerîlayeke jêhatî. Dema ku bi vê zanabûna xwe bi perwedehiya Rêber Apo re temam dike, edî tu kes nikare li pêşiya pêşketin û pêşveçûnên Nûda bigre. Nûda dibe jinêk şerker, Nûda dibe tirsêk mezin li dilê neyaran de.

Şerê Dijwar De Dibe Fermandara Cengê

   Sala 2015’an de dema ku pevajoyê bê çalaktiyê bi dawî dibe êrîşên topyêkûn a dewleta Tirk a metinger despê dike. Hemberî gerîlayên azadiyê êrîşên dijwar û êrîşên bê ser û ber her roj xwe dubare dikir. Gerîlayên Kurdistanê hemberî van bêbertek nediman. Ew jî bi hêrs û kînêk mezin berê xwe didan dijminê xwe. Dijminê ku welatê wan dagir dikir, pewîst bû ji ser axa welatê xwe biqewitan dana. Nûda ji vê bawer dikir. Bi vê baweriyê ve hevalên li cem xwe di milê leşkerî de xurt dikir û berê wan dida li ser dijminên hov. Dijmin operasyonên berfireh dabûn despê kirin. Armanca wan ew bû ku çiyayên Zagrosan ji destê gerîlayan bigrin. Lê hesap nekiribûn ku ew kesên ku li Zagrosan cih bûne, fedaiyên Rêber Apo ne. Ew kesên ku li çiyayên Zagrosan cih bûne fedaiyê gelê Kurd e. Dijminê xwînxwar bê ku vê hesap bike berê xwe dabû Zagrosan. Vê pevajoya ku şerê dijwar diqewimiya de Nûda jî li çiyayê Zagrosan li eniya Cîlo hatibû erkdar kirin. Wek fermandara şer ew di nav vê cengê de cih girtibû. Şer dikir û dida şer kirin. Sond xwarî bû wê dijminên xwe ji ser axa Zagrosan biqewitanda. Nûda tevlî gelek çalakiyan dibe. Pêşengtî dike û her carî bi serkeftinêk mezin vedigere wargeha xwe. Serkeftinên ku dest dixist çavên wê de ronahiyek mezin dida ava kirin. Ew ronahî nîşanêya serkeftinên wê dida dest. Ger Nûda ji çalakiya vegeriya bê ku biaxive te çavên wê bimêzanda te fambikira ka encamê çalakiyê çi rengî ye. Xweşiya dilê wê derbasî rûyê wê bibû. Nûda herdem rûken bû. Rûkenî gelek li wê dihat.

Rûbiken dayîk bû, rûbiken jiyanê û rûbiken gihaşt bêmiriniyê. Nûda Evîn sala 2015’an li çiyayê Zagrosan de li eniya Ciloyê mezin çalakiyek êrîşê de dema ku diçe li ser dijminê dagirker digihîje asta şahadetê. Dema ku dîrok 28’ê îlona 2015’an nîşan dide Nûda Evîn bi awayêk qehremanî digihîje asta şehadetê. Nûda dibe yekemîn şehîda pengava şehîd Reşîd Serdar…

Ev bi wate jiya, ew jiyana şoreşgerî de hewreyên xwe re bû fermandarek herî berbiçav. Ew li pey xwe de mîrateyek tîr û tije ya tekoşînê hîşt…

Ew jî bû yek ji xwedawendên Zagrosan…

Rêhevala Wê Ya Tekoşînê